SOLFÊCÎO (hûmorêsk-pêkenî)

SOLFÊCÎO (hûmorêsk-pêkenî)

Prîskê Mihoyî

Gilî dikin, ku li vir heftê çend sal berê, li navenda gundê kurmancî dew û doza pêkenî bû. Xortekî gund – zavê heft sale, ku wî ra zaro ne dibûn, wê rojê Xwedê qîzek dabûyê… Ew jî paşî wê yekê, gava ew û jinê çûbûne li ber heft zîyaretan, heft malên şêxan û pîran, heft koçekan. Gilî dikin, ku qurban jî dabûn û Xwedê giravî li heft mala jî bela kiribûn… Lê ew derew bû, çimkî malbeta wî xortî ne oldar bû, ne Xwedênas, ne mirovhiz, ne netewperwar. Xênî malbeta xwe tu kes nediheband û hiz nedikir…

Erê, dibêjin, ku wê rojê navika pitika Cano (navê wî xortî usa bû) birî bûn. Lema jî ew – bavê pitê, li navenda gundê kurmancî, gundê xas û mêrxasa, qure û qurbet direqisî û distira:
– Hûn nizanin Canûla min çi qîze?! Por zêrîne, enî kevere, poz pîjîne, lêv tenike, çav beleke, dêm xeleqe, wey, wey!..
– Oro, te ra şerme, çi cayîze, çi layîqe, ji bo pitikekê tu li roj nava rojê rabûyî li ser tetikan, – xort û camêrên gunde navzade digotine Canoyê bavê Canûla teze navikbirî.
– Na, ez zanim, ez heyranim, husul-cemale, gere mîna bavê xwe şax û şox be, bi akla xwe, bi dengê xwe, bi şuret û merîfeta xwe! Ez merîkî kilamhizim, miqamhizim, fîqê dixim û direqisim…

…Ji wê rojê îdî heftê çend sal derbas bûne. Canoyê me heftê çend sal berê çûbû bajêr, Canûla xwe jî dabû li ser xwendinê, xwendina sazbendîyê, li qonsêrvatorîyayê. Canûla wî derbas bûbû dersên solfêcîoyê, fortêpîyano, întam, kul û kureder, lê nizanibû, ku li ser pîyanînoyê çend heste hene, çiqas reşin, çiqas jî sîpîne. De, ez niha zanim, ku 88-in… Heynese, bi zor-cefa Canûla me qonsêrvatorya xilas kir, bû xudan pirtûk, pirtûkên sazbendîyê, notayên nexş-awazî, kilamên kurmancî:

Ke-le-şo, na-ve, da-ro,
Wey, lo-lo-lo-lo, wey lo-lo,
Ya dilê min, em-rê te!..

…Ji wê rojê 40 sal şûnda, li wî bajarî, bi qas û qudretê Xwedê, pitikek jî min ra bû. Ez ne reqisîm, ne jî min got: «Por zêrîne, enî kevere, poz pîjîne, lêv tenike, çav beleke, dêm xeleqeke, wey, wey!..».

Lê gava Xasa min (min navê pitika xwe usa danî bû) pêyî 7 salîyê kir, min bire dibistana sazbendîyê. Min wêra fortêpîyano kirî, hembal kirê kir û derxiste qatê hefta. Ez jî merivekî şax û şoxim, bi akla xwe, bi dengê xwe, bi şuret û merîfeta xwe! Ez jî merîkî kilamhizim, miqamhizim, lê fîqê naxim û nareqisim…

Sê sal derbas bûn. Xasa min bû 10 salî. Rojekê min xwest, ku bizanibim, ka qîza min nota, dersên solfêcîoyê çawa derbas bûye. Min pirtûka Canûla qîza Canoyê me da ber wê û gotê:
– Li ser fortêpîyanoyê lêxe, not wergirtîne, miqamê kilama «Keleşo» lêxe!
…Û Xasa min lê xist!.. Ji tinge-tinga wê min tu tişt fem nekir. Kilama «Keleşo» nîbû, li heft teveka dûr bû!..

Sibetirê ez bi xemgînî çûme bal dersadara Xasa xwe ya sazbendîyê û min gotê:
– Xanim, ev Hûn bi çi nota Xasa min hîn dikin? Hela li vê pirtûka sazbendîzana meye meşûr mêze bikin? Ji bo çi nota ûsa marûm, belengaz û xerîbin?
Dersdara jîr û zane, pirtûka Canûla me ya kilamên meye gelêrî da li ber xwe û li ser fortêpîyanoyê kilama «Keleşo» lê xist. Dîsa usa miqam perwaz da, çawa Xasa min lê dixist! Kilama «Keleşo» nîbû, li heft teveka dûr bû!..

– Kê ye gunekar? – Pirsê didime dersdara zane.
– Ew dikene û dibêje: solfecîyo, solfecîyoya Canûla we!
– Çi?
– Çi te bîhîst! Here dewê Canûla xweye nezan bike, qîza te ne gunekare!..
Ji dibistanê min destê Xasa xwe girt û posîde berê xwe da gund:

Ke-le-şo, na-ve, da-ro,
Do, rê, mî, sol-fê-cî-yo,
Wey, lo-lo-lo-lo, wey lo-lo,
Ya dilê min, e-me-lê Ca-nû-lê!..

P.S. Nivîskarê gurcayî naskirî Nodar Dûmbadzê di serpêhatîke xwe da li ser cînarê xwe dinivîse, ku ew mirovekî nezan û xirabe. Lê navê wî nade. Rojekê cînarekî wî radibe û Nodar Dûmbadzê dide dadgehê. Dibê, ewî eynî li ser min nivîsîye…
Îja Xwedê neke, yek dijî van gotinên me derkeve, dêmek ew navê nezan û xirab sedî sed li ser xwe heq dike.
Bimînin di nava xêr û xweşîyê da!

Ke-le-şo, na-ve, da-ro,
Wey, lo-lo-lo-lo, wey lo-lo,
Ya dilê min, em-rê te!..

 

 

Ji malpera Prîskê Mihoyî: https://www.facebook.com/priske.mihoyi/posts/1441264329273868 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev