Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê -2

Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: Arambûna desthilatên dagîrkar li Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûrîyê”. Beşa pêşin me berîî heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 101 

Îzbatî didine xuyakirin, ku rewşa rasteqîn li Kurdistana Îraqê qet jî ne wisan e, wek ku di wê nivîsa bi sernavê ”Paşeroja Îraqê” da hatîye nitirandin. Ew ne tenê derheqa rewşa paşdemê da bû, lê herwiha derheqa rewşa heta wê demê bû, ku ew gotar hatibû nivîsar. Hema wan çaxan, ango di salên 1924-1925an da, li Îraqa Bakur dijberîyeke ji der va peyda bû, ku aramîya kêm-zêde ya di nav serokatîya Brîtanîyayê, desthilata Îraqê û binecîyên kurd yên herêmê da saz bûbû, têk da. Ew komîsyona Koma Miletan bû, ku gerekê sînorên Tirkîyê-Îraqê kivş bikira. Xebata komîsyonê tesîr li ser berjewandîyên binecîyên wê herêmê yên pirmilet û pireşîret dikir, ji ber ku behsa pirsa here sereke dikir: ka ewê di kîjan dewletê da bijîn. Lê biryar ne di destê gel da bû. Wek ku wê paşê xuya bibe, hemû biryar di destê îngilîsan da bû, ku hukumê wan him li ser Koma Miletan pir bû, him jî li deveran. Tirkan hewil dida rê li ber wan bigirin, lê hêza wan têrê ne dikir. Wek argûmênt alîyên dijberî hev daxwaza binecîyên Mûsilê û yên ser sînorê Tirkîyê-Îraqê dianîn, ku piranîya wan kurd bûn. Lê ew daxwaz nedane ber çavan (ji ber ku xeta sînor ne ji çiyayên Kurdistanê ra derbaz dibû, lê li ber kenarê Jnêvê ra). Û hewildanên Londonê, Bexdayê û Enqereyê, ku tesîr li ser eşîretên kurdan bikin dest ji daxwazên xwe bikişînin, bûne sebebê wê yekê, ku li Kurdistana Başûr tevaya milet hişyar bû.

Di destpêkê da rewş ji bo îngilîsan ne hêsa bû. Behs belav dibûn, ku tevgera kurdan ya dijî dagîrkarîya Brîtanîyayê wê piştî şêr bi hêzeke nû va bilind bibe û tesîra Tirkîyê wê xurttir bibe. Îngilîsan hewil dida derkevine dijî van fikiran, zor li serekên kurdan dikirin, ku dij bûn wê bangawazîyê îmze bikin, ku ne dihîşt Mûsil bikeve nava axa Tirkîyê[1]. Lê piştî demeke kurt kurdên Îraqê bawerîyên xwe guhastin. Bi hovîtî têkbirina serhildana Şêx Sehîd li Tirkîya cînar tesîreke mezin li ser kurdên Îraqê hîşt, mihacirên kurd yên ji Tirkîyê jî karê xwe dikirin. Çend desteyên leşkerên tirkan bi dû ûsyanvanên kurd ketibûn û ji bo wê armancê ketine axa wilayeta Mûsilê, emelên xwe yên cezakirinê li wir jî berdewam dikirin û rewş aloz dikirin. Ji bo nimûne, di hezîrana sala 1925an da taxbûrek û desteyeke tirkan bi 4 gullereşan va ketine nava axa Barzan û Zîbar. Di navbera wan û desteya kurê Ebdul-Qadir – seyid Ebdulla û birayê seyid Taha – Şêx Muslih şer derket û di wî şerî da tirkan zirareke mezin dît. Seyid Taha û desthilata Brîtanîyayê biryar kirin wê firsendê bi kar bînin bona agîtasyoneke mezin bikin seba huceta li ser Mûsilê ji bo kara Îngilîsan xilaz bibe; soz dabûne Ebdulla, ku ewê bi her awahî bê parastin[2].

Lê serokatîya Brîtanîyayê dest ji wê fikirê kişand, ku Ebdulle dijî tirkan bi kar bîne. Rast e, komîsarê sereke wî qebûl kir û li navçeya Rewandûzê sitar da wî û 700 mihacirên bi wî ra hatî, lê rê neda li ser sînorê Tirkîyê tevlihevîyan saz bikin, bona hêrsa tirkan ranekin û wana kaşî nava provokasyonan nekin[3]. Îngilîs ditirsîyan, ku kar û barê Ebdullayê bi nav û deng dikare tevgera kurdan li Îraqê geş bike û tesîra serokatîya kurdan li wilayeta Mûsilê xurttir bike.

Piştî bêdengîyeke kurt ji buhara sala 1926an li Kurdistana Başûr dîsa rewş aloz bû û wisa xuya ye, ku ew di rûyê wê yekê da bû, ku çareserkirina problêma Mûsilê nêzîk dibû û kurdên Îraqê nerazîbûna xwe dîyar dikirin di hindava Tirkîyê da, ku ew zordestîyê li birayên wan yên dervayî sînorên wan dike. Weke hezar kurdên ji eşîreta Goyan amadekarî dîtibûn ji sînorê Tirkîyê derbaz bin û tevî tevgera dijî Tirkîyê bibin û guh nedidane qedexeya desthilata Îraqê. Cara pêşin piştî şerê hemcihanê yê yekemîn (1914-1918) eşîreta kurdan ya bi nav û deng û ji alîyê hemû kurdan da hizkirî Barzanî rabû ser pîyan. Şêx Ahmed Barzanî got ew amade ye şerê tirkan bike, lê bi şertê, ku desthilata Îraqê (ango, ya Brîtanîyayê) razîbûna xwe bide[4].

Desthilata Brîtanîyayê li Îraqê bi vê helwesta eşîretên kurdên li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê pir xemgîn bû. Her cûre aktîvbûna sîyasî ya kurdên Îraqê, heta ew dijî tirkan be jî, şik peyda dikir, ji ber ku eger pirsa kurdan li ser dereceya Rohilata Nêzîk tê bilindkirinê, ew bi paşmayînên giran va dagirtî ye û dikaribû zirar bida peymana derheqa Mûsilê da, ku teze hatibû îmzekirin. Înspêktorê serokatîya Brîtanîyayê li Mûsilê R. F. Cordîn çareya vê pirsê ha raber dikir: gerekê hemû serokên kurdan, ku dijî Tirkîyê ne (di nav wan da kesekî bi navê Mehdî jî, ku dixweze derbazî Sûrîyê be), herwiha zabitên kurd jî, ku di ordîya Îraqê da nin, ji sînorên bakur derxin. Bi bawerîya Cordîn, tevgera kurdan, ku ji bo xweşkirina halê kurdan e li Îraqê, ”bê zirar e”, ji ber ku Îraq gerekê dewleteke ”ji bo kurdan be jî”. Lê fikirên cudaxwezîyê yên di tevgera kurdên Îraqê da û hewildanên, ku ew tevger derbazî nava kurdên Tirkîyê jî bikin, dijî berjewendîyên Brîtanîyayê û Îraqê ne[5].

Nivîsarnameyên Cordîn yên din jî bi vî ruhî hatibûne amadekirin. Ewî derheqa pêwendîyên Ahmed Barzanî û Şêx Sûtoyê ji Oremarê bi zabitên tirkan ra destnîşan dikir û bi hewar û gazî derheqa mihacirên ji Tirkîyê hatî da dinivîsî û bawerîyeke ecêb digot, ku xudêgiravî tirk wê nikaribin ”welat ji rohilata Dîyarbekirê heta Wanê” biparêzin, lema jî gerekê ji wana hîvî bikin, ku beşeke wê axê bikine bin hukumê Îraqê. Bi bawerîya Cordîn, peymana bi Tirkîyê ra ya derheqa Mûsilê da wê firsendê bide kurdên Îraqê û Tirkîyê ji hev veqetînin, nehêlin, ku di nav wan da pêwendîyên herdemî hebin. Baştir e agîtatorên kurd li Bexdayê xwey kin, ku ew ”ber çavan bin”. Ewî herwiha destnîşan dikir, ku tevgera kurdan li Îraqê ne pir bi xeter e, wek ku ew bi serokatîya Îraqê va xuya dibe, ji ber ku kurd qedera xwe ewqas bi Îraqê va girê didin, çiqas ku ew xwe ji serhildanên li Tirkîyê dûr dixe[6].

Behsên, ku ji R. F. Cordîn û karmendên din yên li Îraqa Bakur ser Bexdayê da dihatin derheqa lazimaya sazkirina ”sivder-korîdora sanîtarîyê” di navbera kurdên Îraqê û Tirkîyê da, bi dil dihatine qebûlkirin. Şêwirmendê Brîtanîyayê yê Wezîreta karên der ya Îraqê ji komîsarê sereke ra nivîsî, ku aktîvîya agîtatorên kurd ”dikare bi xeter be û zirarê bide me”. Ew ser wê bawerîyê bû, ku wana ji Mûsilê û Erbîlê bi dûr bixin, lê bi wê ra tevayî jî digot, ku ew karekî pir dijwar e û gerekê wî karî fesal bikin, xwesma di hindava zabitên kurd da. Ewî herwiha destnîşan kir, ku îngilîsan ”ji hukumeta Tirkîyê gazin ne sitendine, ku Îraq dibe navbenda karê dijî Tirkîyê” û digot, ku lazim e gorî peymana di navbera Îngilîs, Îraqê û Tirkîyê ya di 5ê hezîranê sala 1926an da îmzekirî hereket bikin. Şêwirmendê Îngilîs destnîşan dikir, ku êkstrêmîstên kurdan ”tam dijî tirkan emel dikin” û şika wan li ser sîyaseta Îraqê heye. Gerekê wana bidine bawerkirinê, ku xwe bi ûsyanvanên kurd yên Tirkîyê va nedine girêdan, ji ber ku Îraq naxweze bi wê ra bikeve nava serêşîyan[7].

Nivîsarnameyên, ku ji warên Îraqê yên cuda ji Bexdayê ra dihatine şandin, nîşan didan, ku hemû bingeh hene, ku desthilata dagîrkar xemgînîyê dîyar bike. Serekên kurdan yên Îraqê, Sûrîyê, Tirkîyê û Îranê bi hîvîkirinên xwe va, ku hinek kesan, an jî eşîretan bînine Îraqê an jî ji Îraqê cîguhastî bikin, zehlê wan biribûn. Sebebên wan hîvîkirinan ji hev cuda bûn, ew sebebên şexsî û yên sîyasî bûn, lê herdem jî dibûne cîyê şikberîyê, ji ber ku rewş li herêmê pir sincirî bû. Ji bo nimûne, desthilatdarîya Îraqê ne hîşt êzdîyên Tirkîyê bi serokatîya Şemseddîn axa cîguhastî wira bin, ji ber ku ne dixwest navbera xwe û Tirkîyê xirab bike[8]. Lê desthilat gelek caran mecbûr dibû problêma wan mihacirên bi serî xwe hatî çareser bike, ku ji warên xwe hatine. Wisa hate serê birê Şêx Sehîd – Şêx Mehdî, ku bi riya Xaneqînê şandine Îranê. Ji bo wî heta rê jî dîtin, bona ew ser navçeyên kurdan ra derbaz nebe û bi wî awahî firsend neketê ”propaganda nasyonalîstîyê” bike[9].

Desthilatên Îngilîs û Îraqê her tişt dikirin bona parastina sînoran, lê dîsa jî sînorên Îraqê bi Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê ra wek berê ji bo kurdan rêyên bi hêsanî derbazbûnê bûn, herwiha ew kurd jî bê problêm xwe li wan sînoran dixistin, derbaz dibûn, ku şerê çekdarî dikirin. Qadir Sultan ji ser axa Îraqê êrîş bire ser desteyên tirkan yên navçeyên ser sînorên Tirkîyê; şervanên Simko ji Îranê derbazî Îraqê bûn; çend desteyên bi serokatîya Haco û Şekîb ji ser axa Îraqê derbazî kûraya Tirkîyê bûn û gihîştine heta Midyatê[10].

Bi vî awahî, di nav sê salên, ku ji Lozanê heta peymana Îngilîs-Îraqê-Tirkîyê derbaz bûbû, ku qedera Mûsilê biryar kir, li Kurdistana Îraqê rewşeke gelek dijwar û ne zelal saz bû. Ji hêlekê va, ji serokatîya Brîtanîyayê û desthilata Îraqê ya di bin hukumê wê da ra li hev hat berxwedana kurdan ya himberî desthilata Brîtanîyayê ya dagîrkar bişkênin, ocaxên sereke yên serhildanê bitemirînin, bi kurtî – rewşê aram bikin. Ji hêleke din va, li Londonê û Bexdayê fêm kirin, ku bi destî qamçîyan pirsa kurdan li welêt nayê çareserkirin, rêyên mayîn jî lazim in. Pêwîstîya wê yekê heye, ku hinek tiştên bi dilê kurdan bikin; ew yek di hêla sîyaseta hundurîn lazim e: hevraxeberdanên derheqa Mûsilê da nêzîkî çareserîyê dibûn, lema jî ji Londonê ra lazim bû nîşan bide, ku ew bi ciddî gelê Îraqa di bin hukumê Brîtanîyayê da (ne tenê ereban, lê herwiha kurdan jî) amade dike bona ew bi xwe serwêrîyê li welatê xwe bikin. Lema jî desthilat wisa dida xuyakirin, ku ew wan daxwazên komîsyona Koma Miletan ya derheqa Mûsilê da pêk tîne, ku derheqa kurdan da nin: mafê wan heye xwedî desthilata xwe ya ser dereceya herêmî bin, xwedî hakim, mamostayê xwe bin, xwendin û perwerde bi zimanê xwe bikin û h.w.d.[11]

Rast e, ev dilrehmî, an jî, wek ku Longrigg dinivîse, berdaxwerinên ”aqilane”, ew daxwaz têr ne dikirin, ku kurdên Îraqê bona wan xwîn rêtin, lê ew ji îngilîsan û hukumeta Îraqê ya qiralîyetê ra berên baş anîn. Tevgera kurdan li welêt ser demekê sist bû, gelek kurd bûne karmendên desthilatê û serleşkerîyê. Li welêt, herwiha li beşa wî ya bakur jî, aborî xwe tev da, pêş ket, rêyên xeta hesin û yên ji bo otomobîlan hatine avîtin (di nav wan da riya Erbîl-Rewandûz-sînorê Îranê-çemê Ûrmîyê, ku xwedî kemala stratêgî û aborî ya giring bû û ev yek bi dilê nûnertîya Brîtanîyayê li Îranê bû jî)[12], xeta pevgirêdanê û yên din jî dihatine çêkirin. ”Hêvîya, ku wana (kurdan.- M.L.) tam întêgreyî nava dewleta Îraqê bikin, îdî wek berê dûrî aqilan nîbû”,- Longrigg nivîsîye[13].

Lê di rewşa kurdên Îraqê da guhartinên ber bi başîyê yên berbiçav nebûn. Longrigg û nûnerên Îngilîs yên din çi dibêjin, bira bêjin, lê kurdan şerê ji bo serxwebûnê û serbestîyê kirin, întêgrebûna di nava dewleta Îraqê da ji wan ra dest ne dida. Û ew mafên, ku dane kurdan jî ne zêde bûn û gelek ji wana jî di jîyanê da nehatine pêkanîn. Lê dîsa jî kurdên Îraqê piştî şerê hemcihanê yê yekemîn himberî kurdên perçeyên din yên Kurdistana parvekirî him di hêla aborî da, him di hêla kûltûrî da, û heta di hêla sîyasî da jî di rewşeke çêtir da bûn. Ya sereke ew e, ku kurdên Îraqê berî hemûyan gihîştine wê yekê, ku mafên wan bona pêşdabirina çend alîyên jîyana miletîyê da heta ser dereceya navnetewî jî hate naskirinê, bi kêmanî di hêla perwerdeyê û bi xwe rêvebirina karên herêmên xwe, û herwiha hinek azadîyên sîyasî jî sitendin. Bi vî awahî, kurdên Îraqê li tevaya Kurdistanê di wê demê da şerê ji bo rizgarbûnê û serbestîyê bi aqilane destpê kirin, lê mafên kurdên din, ku di sê perçeyên Kurdistanê yên din da nin, nehatine naskirin û heta niha jî nayêne naskirin.

Sertbûna pirsa kurdan li Tirkîyê û Îraqê di dema piştî Lozanê tesîr li ser kurdên Sûrîyê jî kir, ku piranîya binecîyên navçeyên wê yên bakur-rohilatê û bakur kurd bûn. Kurdistana Sûrîyê him di hêla erdnîgarî da, him jî di hêla dîrokî da berdewama başûr-rohilata perçeya Kurdistanê ya Tirkîyê ye (bi dîrokî ew herêma Botan e), û kurdên Sûrîyê demeke dirêj nikaribûn bi wê fikirê ra razî bin, ku piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê ew ketine nava sînorên welatekî din, hela di ser da jî, di bin hukumdarîya welatekî biyanî (Fransîyayê). Wana sînorên nûsazkirî nas ne dikirin û xwe tevbûyên wan bûyeran didîtin, ku li bakur û rohilata wan diqewimî. Û ew sînorên çêkirî jî, ku eşîretên wan ji hev qetandibûn, ne pir zexm bûn û gelek caran heta ser dereceya navnetewî jî şik li ser wan hebû. Ji bo nimûne, sînorê Sûrîyê-Îraqê li Cebil-Sincarê, ku Brîtanîya Mezin û Fransîya sala 1920an kivş kiribûn, eşîretên êzdîyan kire du perçe. Sala 1923an komîsarê sereke yê Fransîyayê li Sûrîyê gênêral Gûro qayîl bû, ku Îraq ser demekê serokatî li tevaya Sincarê heta Xatûnîyê bike, lê Sûrîya dewsa wê – serokatî li axa heta Ebû-Kemal ya li rex Ferêt bike. Lê desthilata Fransîyayê ya li herêman bi wê peymanê ra ne razî bû û eva yeka di nav eşîretên êzdîyan da dibû sebebê tevlihevîyan û berxweketinan[14].

Serhildana eşîreta Hevêrkan ya sala 1926an ya bi serokatîya Haco li ser sînorên Îraqê-Sûrîyê-Tirkîyê gelek deng da û rewş aloz kir. Di nav demeke kurt da eşîretên Cevalan, Koçeryan, Dakkorîyan, Dakşûrîyan, Şitîyan, Şirneqan, Botan û Remekanan tevî wê serhildanê bûn. Serhildan belayî herêmeke mezin – ji sînorên Tirkîyê-Sûrîyê bigire heta der û dorên Nisêbînê, çend beşên axên Îraqê, Sûrîyê û Tirkîyê bû û dikaribû belayî ser tevaya Cizîrê bibe, ango axa navbera Dicle û Ferat. Eşîretên der û dorên wan, di nav wan da êla bi nav û deng – êla Millîyan, hatine hewara Haco û piştgirîya wî kirin. Ûsyanvanên kurd zêde êrîş dibirine ser qereqolên tirkan, êrîş birine ser Nisêbînê jî û li wir 60 tirk kuştin û axeke dewlemend kirine bin destê xwe. Kurê Haco gihîşte heta Midyatê jî[15].

Tirk bi awayekî hevgirtî derketine dijî hêzên Haco û eşîretên, ku hatibûne hewara wî (tirkan balafir jî bi kar anîn), herwiha desthilatên Brîtanîyayê û Fransîyayê yên li Îraqê û Sûrîyê jî derketine himberî kurdan, ne dihîştin, ku kurd ji terefdarên xwe alîkarîyê bistînin. Çavkanîyên Îngilîs testîq dikin, ku fransizan heta destûr dane leşkerên tirkan li ser axa Sûrîyê dû desteyên Haco kevin (fransizan ew yek înkar dikir). Piştî wê yekê, gava Haco têk da, îngilîsan destûr da wî derbazî Îraqê bibe, bi şertê ku li Bexdayê bi cî be û çekên xwe teslîm bike[16].

Lê Haco li Îraqê dirêj nema û di havîna sala 1926an da careke din vegerîya warê xwe yê li Tirkîyê, li wir bi leşkerên xwe va êrîş bire ser Nisêbînê, Midyatê, Cizîrê û Mêrdînê. Tirkan ji bo zora wê serîhildanê bibin, ne tenê leşkerên xwe bi kar anîn, lê herwiha dijminê Haco – Sarû-xan jî bi kar anîn (ew jî ji eşîreta Hevêrkan bû), ku berî van bûyeran revîbû Sûrîyê, lê paşê ew baxşandin û ji bo berjewendîyên tirkan bi kar anîn. Haco careke din çû Îraqê, li Mûsilê hate bicîkirin û ji wir hewil da bi barêgeha leşkerên Fransîyayê li Nisêbînê ra bikeve nava pêwendîyan[17].

Wisa xuya ye, ku serekên kurdan yên Tirkîyê û Îraqê bi hêvî bûn, ku fransizên xwedîyên Sûrîyê wê alîkarîya wan bikin, ji ber ku di navbera Brîtanîya Mezin û Fransîyayê da nerazîbûnên mezin hebûn di hindava pirsa Mûsilê û pirsên Rohilata Navîn yên mayîn da. Derheqa van hêvîyan da ew yek dibêje, ku di destpêka meha çirîya paşin sala 1926an da du dêlêgasyonên kurdan ji Tirkîyê hatine Helebê (yek ji wana bi serokatîya Emîn beg) û bi xwe ra ji serekên eşîretên kurdên Wanê daxwazname anîbûn bona serokatîya leşkerîyê ya Fransîyayê li Sûrîyê. Li wir daxwaz hebû, ku çek û cebirxaneyan bidin bona dijî Tirkîyê şer bikin. Kesên ew daxwazname îmze kiribûn, destnîşan dikirin, ku eger ewana nedin, ewê berê xwe bidine bolşêvîkan û ji wana çekan bixwezin. Ev gefxwerin û daxwazname ya ber bi Fransîyayê karekî dilsax, naîv bû, lê balkêş bû[18].

Bi vî awahî, têma kurdan bû yek ji problêmên sîyaseta hundur û sîyaseta der ya welatekî ereban yê din jî – Sûrîyê.

Riataza

 

[1] Международная летописью 1925, hejmar 3. rûpel 86.

[2] [2] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 148, belge 171, 172, 186, 189, 191, 192, 222. Nivîsarnameya nûnerên Îngilîs li Îraqa Bakur, karmendên Îraqê û yên din di hezîran-tebaxa sala 1925an da.

[3] Dîsa li wir, belge 261. Ji sêkrêtarîata komîsarê sereke li Îraqê – ji bo şêwirmendê Wezîreta karên hundur G. Kornûollis, 27.08.1925; dexle 149, belge 22, 41, 42. Wezîrê dewletê yê karên der yê Îngilîs – ji bo baylozê li Konstantînopolê, 05.09.1925, belgenameya ji sêkrêtarîata komîsarê sereke ji bo wezîrê karên hundur, ya 15.09.1925.

[4] Dîsa li wir, belge 255, 456. Înspêktorê admînîstrasyona li Mûsilê ji bo komîsarê sereke 13.04.1926 û 04.05.1926.

[5] Dîsa li wir, dexle 150, belge 32-33. Nivîsarnameya 13.07.1926.

[6] Dîsa li wir, belge 102, rûpel 51, 62-63. Nivîsarnameya 30.05, 13 û 19.07.1926.

[7] Dîsa li wir, belge 59-61. Nivîsarnameya 13.07.1926, kopîya.

[8] Dîsa li wir, belge 110, 128. Ji pêwendîyên nivîskî yên di navbera R. F. Cordîn û G. Kornûollîs, 20.08. û 07.10. 1926.

[9] Dîsa li wir, belge 130, 131. G. Kornûollîs ji bo sêkrêtarê komîsarê sereke, 17.10.1926; G. Dobbs ji bo baylozê Konstantînopolê, 21.10.1926.

[10] Dîsa li wir, belge 140, 141. Admînîstratorê li Erbîlê ji bo G. Dobbs, 22.10.1926; belge 141. G. Dobbs ji bo G. Kornûollîs, 23.10.1926; NEI. Hejmar 777, 08.04.1926, rûpel 444. Komîsyona ser sînor ya Tirkîyê-Îraqê bi pirsa efûkirina kurdên Tirkîyê va (17-18 hezar) gîro bû, ku revîbûne Îraqê. (Correspondance d`Orient, hejmar 343, Juillet 1926, rûpel 264).

[11] Binhêre: Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê di dema here nû da, rûpel 46-47; Sluglen P. Britain in Iraq, rûpel 116-125.

Di hesabdayîna hukumeta Brîtanîyayê ya ser navê Koma Miletan ya 2ê adarê sala 1926an tê gotinê, ku kurd, ku dikirine 17 % binecîyan, 24% wan di polîs da kar dikirin, 14% li ordîyê, 23% karmendên xeta riya hesin bûn. Li Meclîsê ji 88 parlamênteran 14 kurd bûn. Serokatîya navçeyên kurdan da piranî kurd kar dikin. (NEI. Hejmar 808, 11.11.1926, rûpel 539).

[12] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 222, belge 211-212. G. Dobbs ji bo serekwezîrê Îraqê As-Saadunû, 22.02.1926.

[13] Longrigg St. H. Iraq, 1900 to 1950, rûpel 147-156.

[14] AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 300, belge 29, 34. Hesabdayîna G. Dobbs derheqa ”pêşketina Îraqê da”, 1920-1925, tebax 1926.

[15] Dîsa li wir, dexle 149, belge 194, 195. Têlêgrama surî ji Mûsilê ji bo komîsarê sereke li Bexdayê. 21, 22.03.1926; belge 213. R. F. Cordîn ji bo zabitê dayîreya cesûsîyê li Mûsilê; belge 215. G. Dobbs ji barêgeha Hêzên Hewayî-Leşkerî, 25.03.1926.

[16] Dîsa li wir, belge 179. R. F. Cordîn ji bo G. Dobbs, 14ê adarê sala 1926an; belge 209. G. Dobbs ji bo R. F. Cordîn, 26.03.1926; belge 378. Nameya ji Wezîreta karên der ya Fransîyayê 05.05.1926. Nameya kesên ruhanî yên kurd ji Tirkîyê (ku Neqişbendîyan û Qadirîyan amade kiribû) kete destê desthilata Îraqê li Sincarê (Şengalê), ku tê da şikyatên xwe dikirin, ku tirk zor li wan dikin û dixwestin ji Tirkîyê cîguhastî bin. Balkêş e, ku ev name ser navê serekên êzdîyan ra hatibû şandin, ku berê bi helwesta xwe ya dijî sunîyan va deng dabûn (mêmorandûma ji Muteserrîfê ya ser navê Wezîreta karên der ya Îraqê 13.03.1926).

[17] Dîsa li wir, dexle 150, belge 17. R. F. Cordîn ji bo Dobbs 05.07.1926; belge 166, 172. Malûmatîyên cesûsîyê derheqa kurdan da, 30.08.1926.

[18] Dîsa li wir, dexle 150, belge 169. Nameya cîgirê konsûlê Brîtanîya Mezin li Helebê C. Akros ya ser navê Wezîreta karên der 08.11.1926.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev