Pirsa we û bersîva me – 42

Pirsa we û bersîva me – 42

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Kulîlka Dirbo û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Min bihîstîye, ku zaneyekî ji binemala Bedirxanîyan piranîya jîyana xwe li paytextê Gurcistanê – bajarê Tbîlîsîyê derbaz kirîye û ji bo pêşxistina çand û edebîyeta kurdî karekî mezin kirîye. Gelo hûn dikarin ronahîyekê raxin ser vê pirsê û dilê me û hemû kurdan baristan bikin? Ez zanim ku kesên vê meselê mînanî min meraq dikin gelek in. Ji niha va ji we ra dibêjim: -Mala malpera Riataza û rêvebira wê Nura Şane hezar carî ava be.

 

Bersîv: -Nûnerekî ji malbeta Bedirxanîyan – Kamil beg Bedirxan Azîzî piranîya jîyana xwe li paytextê Gurcistanê, bajarê Tbîlîsîyê derbaz kirîye, di nava pêşketina çanda kurdên wira da roleke mezin lîstîye. 

Wî di sala 1929 da li wir dibistana kurdî vekir û bû mamostayê zimanê kurdî û tirkî. Gelek gotarên wî derheqa dîrok, çand û jîyana kurdan da hatine weşandinê. 

Ew merivekî zane û ronakbîrekî navdar bû, çend zimanên ewrupî û rojhilatê zanibû.

Sala1934an, gava Kamil beg ber mirinê bû, temî dide jina xwe – Margarîta Yakovlêvnayê (jina wî alman bû û di sala 1953an da çû rehmetê, zarokên wan tunebûn), ku wî li Tbîlîsîyê, di nav goristana êzdîyan da binax bikin. 

Cîyê tirba wî ronakbîrê kurd yê binavûdeng Keremê Anqosî dît û lê bû xwedî. 

Dostê wî – dengbêj û ronakbîrê kurd Ahmedê Şewêş Mîrazî ser kêlika goristana wî bi sê zimanan (kurdî, tirkî, rûsî) ha daye nivîsarê:

”Yûsuf Kamil beg Bedirxan Azîzî, 1872 – 1934.
Te bi xebat û ilmê xwe serê 10 000 kurdêd tarî minewer kir.
Xebata te nayê jibîrkirin”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev