”Kê bi kurdî biaxive yekser dibe Mamosta!!!”

”Kê bi kurdî biaxive yekser dibe Mamosta!!!”

Berî çendekê nivîskar Têmûrê Xelîl nivîseke ser kurdîaxivîna (a rast, kurdîneaxivîna) hinek kurdan li ser tora Întêrnêtê belav kiribû. Gelek kesan fikirên xwe ser vê nivîsê gotin. Yek ji wan, kurdekî ji Kurdistana Rojhilatê, bajarê Makuyê Yaqûb Kurmanc fikira xwe bi gotarê got. Fermo, hûn jî fikira wî bihesin. Bi hêvîya ku jimara kurdên bi zimanê xwe dipeyivin zêdetir be.

Yaqûb Kurmanc

Li ser gotara birêz Muradov Hamlet ku gotibû ”Kê bi kurdî biaxive yekser dibe Mamosta!!!”.

Her kes di vê demê de mamosteyê/a xwe ye, mamosteyê ziman, fikir û raman, exlaq û rewiştê xwe ye.
Sedema aloziya zimanê kurdî, bindestbûna me kurda ye.

Çareya wê ev e ku divê destpêkê xwe ji bindestiyê rizgar bikî.

Ev siloganên ku em bi navê biratiyê, aşitiyê, wekheviya gelan didin tenê ser xapandina me bi xwe ye.

Têkçûna çand, ziman, kultûr û hunera me têkçûna neteweyê Kurd e û bi rêbazên curbecur ser gelê me tên meşandin.

Ez bi xwe li Rojhilata Kurdistanê bajarê Makû yê dijîm û ez xwe mamoste bi nav nakim û biçûkê hemiyan im û min heya niha ne pirtûkên kurdî xwendine û ne jî nivîsandine, lê vê yekê ji bîr nakim ku ez kurd im û divê zimanê min ê fermî, xwendin, nivîsandin û axaftinê jî kurdî bibe.

Ez ê tiştekî balkêş û ecêb ji we re bibêjim, belkî heya niha we nebihîstiye. ew jî ev e ku li Îranê zimanê Kurdiya Kurmancî re dibêjin zimanê terorîstan!!! Dibên ji ber ku ev ziman komên çekdar yên kurdî bikar tînin!!! Yanî bi vî rengî dixwazin zimanê kurdî li vir jî tune bikin.

Divê neyê veşartin ku li Îranê jî zimanê me di alozî û astengiyan de derbas dibe. Eger ev pêvajoya wiha bidome, zimanê kurdî di talûkeyeke mezin da ye.

Li Îranê fêrgeh û dibistanên kurdî tunenin û eger kesek jî fêrî zimanê kurdî bibe piraniya wan ji riya Înternetê û torên Civakî fêrî zimanê kurdî dibin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev