Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Melê Batê gorî zanyar û nivîskarên me

Melê Batê gorî zanyar û nivîskarên me

Nivîseke ser asta zanyarîyê ya nivîskarê malpera me Welat Agirî derbarê malûmatîyên ser jidayîkbûna Mela Batê û berhemên wî yên ku heta di nav civaka edebîyetzanan da jî zêde nayêne naskirin. Ev nivîs me gavekê jî nêzîkî Mele Batê dike û hezkirina me ya di hindava wî da zêde dike.

Welat Agirî

Dema meriv edebiyata kurdî û ya cihanê tîne ber hev, qiyas dike, gelek cudahî xwe nîşan dikin ku yek ji wan jî jimara stûnên edebiyata me ye. Ji destpêkê heya salên 1700î hejmara şair û nivîskarên kurd pêçiyên du destan zêdetir nîn in ku yek ji wan jî Melê Batê ye.

Nivîskar û dîroknasên kurd ên vê sedsala dawî derheq navê mele û tarîxa jiyana wî de mutabiq nîn in û agahiyên cihêreng didin. Prof. Qanatê Kurdo, Elaedîn Seccadî, Dr.Blîc Şêrko, Emîn Zekî Beg û Mehmet Uzun di berhemên xwe de wek Mele Ehmedê Bateyî didin naskirin û bi vî navî qebûl dikin. Ebdulreqîb Yusiv jî li dijî wan dertê û ji bo navê Bateyî weha dibêje:

“Nave vî şairê Kurd ê bi navûdeng ê eslî Husên e. Ji nişteciyê gundê Batê ye ku dikeve nezîkî Geliyê Teyarê yê bajarê Hekariyê. Bateyî ji eşîra Ertûşiyan e. Ew kesên ku dibêjin navê wî Ehmed e, qet tu delîlek di destê wan de tune, ji ber ku navê Ehmed di nav tu helbestên wî de nehatiye dîtin”.

Ligel “Mele Ehmedê” gelek dîroknas û zimannasa û “Mele Husên” ê mamoste Ebdulreqib Yusiv, li ser Mewlûda Melayê Bateyî jî, ku di dema osmaniyan (Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, “Hesenul Ertosî” (Hesenê Ertosî) nivîsandî ye.

Heke em ji agahiyên van dîroknas û zimannasên kurd encamekê derxin, ez jî dibêjim , dibe ku navê Melê Batê Hasneyn be. Çima Hasneyn?

Ew kesên ku li herêmeke şiîyan (şîa) mabin, baş zanin ku gelek ehlê şîa navê zarên xwe datînin Hasneyn. Mahneya Hasneynên jî Hesen û Huseyn e. Piraniya Kurdên Misilman Şiî nîn in, Sunnî ne. Lêbelê herçiqas kêm be jî Kurdên Sunnî jî navê “Hasneyn” bi kar tînin.

Zanyarên kurd, wek navê Melê Batê, li ser çax û zemanê wî jî xwediyê heman malûmatan nîn in. Ji wan zanyaran Qanatê Kurdo, Emîn Zekî Beg, Mehmet Uzun dibêjin ku Melayê Bateyî di 1414ê mîladî de hatiye dinyayê û di 1495ê mîladî de jî çûye ser dilovaniya xwe.

Hin zane û nivîskar jî hene ku vê tarîxê napejirînin. Feqe Huseyn Saxniç di ’’Dîroka wêjeya Kurdî’’ de dibêje ku Melayê Bateyî sala 1755an çûye ber emrê Xwedê û li gundê Bateyê hatiye veşartin. Prof.Maruf Xeznedar jî dibêje Bateyî di sala 1675a de hatiye dinyayê, lê behsa mirina wî nake.

Yanê li gor tarîxê yekem (1414-1495) Melê Batê beriya Melê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî hatiye dinyayê. Lêbelê du delîl, du îzbat hene ku xeletiya vê tarîxê derdixin meydanê. Delîlîk çarîneke Bateyî ye ku weha dibêje:

Du eslanan wereng hatin

Bi tabur û tiveng hatin

Bi şimşîr û xedenk hatin

Qîrên îna musilmanan

Di vê çarînê de Mele behsa tivinga dike. Yanî di dema wî de tiving hebûn û di şer û cenga de dihatin bi kar anîn. Divê vê carê em tarîxa îcada tivinga binhêrin. Li gor malûmatên “Meydan Larousse” tiving di sala 1550î de li Londonê îcad bûye. Ev jî bi awayekî zelal nîşanî me dide, ku Melê Batê piştî salên 1500î hatiye dinyayê.

Delîla duyemîn jî Mem û Zîna Xanî ye ku di berhema xwe de behsa şairên kurd, ên beriya wî jiyane, dike:

Bînave ru’ha melayê Cizîrî

Pê ‘hey bikira ‘Elî Herîrî

Keyfek wê bida Fekiyê Teyran

Hetta bi ebed bimayî ‘heyran

Dîsa li gor vê çarîna Xanî, tê dîtin ku Bateyî ne pêşiya Xanî, ya hevçax yan jî pey wî jiyaye. Heke ne wisa bûya, bêguman Xaniyê dê silaveke kurdewarî bida ruhê wî şairê nemir.

Pirtûka Melê Batê ya herî navdar Mewlûda Kurmancî ye. Û dîsa Destana wî ya bi navê Zembîlfiroş jî wek mewlûdê bi nav û deng e. Nivîskarê Kurd, ê li Ûristanê, Prof. Qanatê Kurdo derbarî Zembîlfiroş de weha dibêje: Li sala 1978 folklorîsta kurdnasa sovêtê Jakêlina Sûrênovna Mûsaelyan disêrtasîya xweda ya bi navê “Kurdskaya poema “Zembîlfiroş” pawan kir. Ew li vê xebata xweda mijûlî lêgerîna destana Ehmed mele Bâte û şovêd wê zargirtînê bûye. Ewê li xebata xweda nivîsîye, ku xên ji destnivîsara Ehmed mêle Batê li nav destnivîsarêd kurdîda li kitêbxana Saltîkov-Şçêdrîn da destnivîsareke din jî heye, ew destnivîsar bi destê Mûrad xan Bayzêdî hatîye nivîsandinê û bi reng û rû û naveroka xweva mîna destînivîsara Ehmed mêle Batêye. Lê li sedsaliya XVIII-da bi nûva hatîye vejîyandin û tezekirinê. J. S.Mûsaelyan xen ji tercimekirin û şirovekirina şovêd nivîsarêd Ehmed mêle Batê, Murad-xan Bayzêdî wusan jî mijûlî lêgerîna naverok û kêş û qafîya li hev anîna rêz û bendêd deh-dozde şovêd zargotinê yê “Zembîlfiroş” dibe, wan raberî hev dike û pevgirêdana wan nîşan dike û tîne ber çavan. Le sed mixabin heta niha xebata wê nehatîye çapkirinê, eva çend sale li çapxanêdaye”.

Herweha Melê Batê gelek helbest nivîsîne û tê gotin ku ji wan helbestan dîwanek çêkiriye. Ew dîwan heta niha nehatiye dîtin, helbestên wî bi devkî di nav gel de belav bûne.

 

Parçek ji mewlûda Melê Bateyî

Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn
Ew xwedayê daye me dînê mûbîn
Em kirine ûmmeta xeyr-ûl beşer
Tabi”ê wî muqtedayê namuwer
Ew xwedayê malikê mûlkê azîm
Daye me mîrasa Qur”anâ kerîm
Dînê me kir kamîl û ni”met temam
Yanî daye me Ehmed û dar-ûs selam
Ew xwedayê bê nezîr û zûlccelâl
Bê mîsal û bê heval û bê zewal
Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
Alîmê sirra ne gotî der sudûr
Karî sazê bende û sultannê can
Rahîm û rehman latîf û mîhrîban
Asîmanê bê sitûn Wi kir bedîd
Suretê bê xal û xat wî aferîd
Hîwîdarin em ji te şahê kerîm
Îhdîna ya rab sîrat-el mûsteqîm
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya rab îmanê di xwazin em mûdam
Jêrî alâya muhemmed wes-selam
GER DİVÊTİN HÛN Jİ NARÊ BİB NECAT
Bİ EŞQ Û ŞEWQ HÛN Bİ BÊJİN ES-SELAT

 

Kerîk ji Destana Zembîlfiroş

Xatun
Zembîlfiroş lawkê derwêş e

Kerem ke tu were pêş e

Heqê zembîlê xwe bibêje

Lawiko ez evîndar im

Zembilfiroş

Lê Xatunê çavê te mîna zeytûnê

Di tirsim Ji yarê eydûnê(gerdun)

Ya xatun ez tobedar im

Tobedarê Xaliqê Cebar im

Ser toba xwe ez nayêm xwar im

Xatun

Zembîlfiroş lawkê nanasî

Tana depê û kirasî

Tu ji destê min nabî xilasî

Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş

Xatuna gerden bi morî

Qet nabî bi kutek û zorî

Tirsam ji wî Rebbê jorî

Xatunê ez tobedar im

Tobedarê Xaliqê Cebbar im

Li ser toba xwe ez nayêm xwar im

“Xatûn dibê tu lawê beyanî,

Lew dibêm da tu bizanî,
Min tu ji bo dilê xwe anî,
Da em bikin misilhetê.

Law bi Xatûnê re dibête,
Tu mixaziya dil divête,
Dayim ji heq nekin vehête,
Rû sipiyîn di axretê.

Xatûn dibêje bavê xeyalan,
Were ser doşek û palan,
Bîhn ke zulf û xalan,
Law dibe zilfê herîrê.

Pîroz be lawê mîrê,
Çi hede lawê feqîrê,
Tev bide vê misilhetê,
Xatûn dibê lawê verêvan.”

 

Tê gotin ji bo bermaliya xwe ev helbeste nivîsîye;

“Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu,

Leyletul Qedr û Beratin nûra mala kê yî tu,

Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu,

Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kê yî tu,

Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu,

Şehkitêbek min divêt, behsê muhebbet bît temam,

Sed tilism û sihre tê da,pêkve Suryanî mekam,

Ebceda ‘eşkê me xwend û ‘eql û wendakir we mam,

Horiya baxê biheştê tûtiya tawusxeram,

Xeyrî Batey padîşaha min, delala kê yî tu”.

 

Çavkanî:

  • Tarîxa Edebiyata Kurdî, Prof. Qanatê Kurdo
  • Şairên Klasîkên Kurd, Ebdulreqib Yusiv
  • Destpêka Edebiyata Kurdî, Mehmet Uzun
  • Nimûne, Zeynelebidîn Zinar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev