Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê

Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê

Mela Mihyedîn

Seyad, li Bazîda bajarê Agirî di sala 1922yan de tê dinê. Ew zarokê ewil yê malbatê ye. Zaroktîya wî di ber sîya Serhildana Agirî û komkujîya Zîlan de derbas dibe. Ew yek têsîreke mezin lê dike.

Dengbêjê me di dewrek wisa de tê dinê ku li her alî şer heye û dewlete nû ya Kemal Paşa bi êrîşan Kurdê reben bê cih û bê war dike. Di wê dewrê de hem Kurdên sunnî, hem yên şîa û hem jî yên Êzîdî ji cihê xwe dibin û bi awayekî mecbûrî xwe li sînoran dixin û diçin welatên xerîbîyê.

Yên ku ji welatê xwe koç nekirine jî bi awayekî zorê ji wan bac dihat stendin û bi vê rê Kurd ji malê xwe dibûn û xizan dibûn. Yên xizan jî dibûn di heman rê de diçûn xerîbîyê.

Di sala 1940î de Seyad ji ber xizanîyê lê dixe ku here Îranê. Li ber sînorê Îranê Seyad tê girtin û wî diavêjin zindanê. Li zindana Erziromê nêzî salekê girtî dimîne. Di wextê girtîbûna wî de malbata wî ji ber doza welêt tê sirgûnkirin. Berê malbata wî ji Agirî diçe Çorûmê.

                                                 *Wêneyê Seyadê Şamê

Wê dewrê, welatê Serhedê bi xebatên xwe yên welatparêzî li pêş bû û ev yek li xweşa dewleta nû nediçû. Heta ji dewletê dihat yan ew dikuştin, yan ew sirgûn dikirin û yan jî bi bacên giran ew xizan û feqîr dihiştin. Bi her awayî Kurdên ku ji kuştinê xilas dibûn derîyê xizantîyê li ber wan bi destên dewletê vedibû. Vedibû ku carek din ji bilî ziktêrkirinê tiştekî din (azadî, welat..) nefikirin.

Dema Seyad ji girtîgehê derdikeve, berê xwe dide Alacaya Çorûmê. Demekê li wir, li cem malbata xwe dimîne. Di vê navberê de ew bi yara xwe re sozê didin hev ku ji bilî hev bi kesekî/a din re nezewicin. Diçin û Zulfînazê dixwazin û daweta xwe dikin. Şeş mehan bi hev re jîyana xwe par dikin. Lê Beko ji dinê xilas nabin.

Hîn salek li ser zewaca wan re derbas nebûyî, Seyad careke din tê girtin. Vê carê bi sûcê sîxûrîyê ew tê tawanbarkirin û wî careke din dişînin girtîgeha Erziromê.

Li Erziromê sê salan di girtîgehê de dimîne. Di navbera van sê salan de dengbêjê me têkilîyeke xurt bi leşkerekî Bazîdî datîne. Ev têkîlîya wan xurt dibe û wekî Mem û Tajdîn bi hev re dibin destbirak. Çawa Tajdîn ji bo Memî mala xwe şewitandibe, leşkerê Kurd ji bo Seyad birrekekê tîne û teslîmî wî dike. Seyad bi wê birrekê stûnên hesînî dibirre û fîrar dike.

Seyad vê carê bi siûd e û bi derbekê re sînorê Îranê derbas dike. Wextê Seyad dighîjê Îranê, sal 1945 e û salek şûnde SSCB lêşkerên xwe dişînê Îranê ji bo alîkarîyê û kî dikeve ber destên wan, wan dîl digirtin û bi xwe re dibirin Sovyetê.

Dengbêjê deng zîz jî li ber vê pêlê dikeve û li Îranê jî tê girtin, bi leşkerên Sovyetê re diçe Sovyetê. Li Sovyetê jî wî dişînin welatê serma yê Sibîryayê. Li wê derê yanzdeh salan girtî dimîne û piştî derketinê berê xwe yekser dide paytexta Ermenistanê.

Li Rewanê (Yerîvan) bi saya hin hevalên diçe radyoya Yerîwanê. Li wir, ji dengê Seyad û ji şexsîyeta wî hez dikin û teklîf didin ku di radyoyê de dengbêjîyê bike. Yê ku vê teklîfê didiyê Xelîlê Çaçan Miradov e. Xelîl Miradov berpirsîyarê beşa zimanê Kurdî bû û keyfa wî gellekî ji dengê Seyad re dihat.

Seyad vê teklîfê bi keyfxweşî qebûl dike û di Radyoya Yerîvanê de dest bi dengbêjîyê dike. Kilamên xweş û nazîdar bi saya dengbêjê deng zîz ji Radyoya Yerîvanê difûrin. Bêhn û tama wan kilaman li welat belav dibe.

Seyad, berî ku dest bi strana xwe bike wiha digot: ”Ez im Seyadê Şamê, firarê destê Romê penaberim li Rewanê.”

Cara pêşî pismamê wî dengê wî ji radyoyê seh dike û çawa dengê wî tê guh hema lê dixe û diçe cem malbata wî û ji wan re dibêje ku lawê we nemirîye û hîn sax e. Coşek mezin li malbatê peyda dibe û hemû malbat bi hev re li dengê Seyad guhdarî dikin.

Birayê wî lê dixe û diçe Yerîvanê û li wir kekê xwe dibîne û her du bi hev re vedigerin cem malbatê. Lê heta tên Bazîdê sal dibe 1991.

Wextê Seyad vedigere hemû malbat û cîran li hev kom dibin û dikevin sohbetek giran. Di nava civatê de çavên Seyad bi jinike kinc reş dikeve û ji birakê xwe dipirse: “Ev dayîk kî ye? Min ew nas nekir”.

Bira jê re dibêje: “Mala te neşewitiyo! Ew Zulfînaz e, dergîstîya te ye û hîn jî li benda te ye.”

Zulfînaz 49 salan li benda Seyad dimîne, lê Seyad li welatê xerîbîyê zewîcîye û xwedî zarok e jî. Seyad şerm dike û serê xwe dixe ber xwe û roja din lê dixe carek din diçe Yerîvanê. Du meh şûn de nameyek ji malbata wî re tê. Di nameyê de dinivîse ku Seyad rehmet kirîye.

Veysel, birayê Seyad li ser jîyanê wî berhemekê dinivîsê û navê berhema xwe dike “Seyad Qulingê Birîndar.”

                          *Bergê Berhema “Seyad: Qulingê Birîndar”

Derhênerê Kurd Keremo gava vê berhema dilşewat dixwîne di bin bandora berhemê de dimîne. Derhêner xwestîye Seyadê Şamê bide naskirin û li gorî berhema ku Veysel derxistîye jîyana Seyadê Şamê kirîye belgefîlm.

             *Afîşa Fîlmê Keremo: “Qulingê Birîndar Seyadê Şamê”

Seyadê Şamê herî bêtir bi strana xwe ya “Esmer Eman” hatîye nasîn. Ev stran li ser Zulfînazê hatîyê gotin. Xwîner hem dikarin vê stranê ji dengê Seyad jî guhdarî bikin û hem jî dikarin ji dengê Îbrahîm Rojhilat guhdarî bikin.

Gotinên stranê:

Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewicî ez û tu man

Esmer min dî sêlê tîne
Dîlber min dî sêlê tîne
Başê miskê jê dixîme
Îmanê ji kalo pîra distîne

Esmer eman delalê rindê
Vî bajarî ru tenê rind î
Tu bedewa nava gund î
Tu nazika nava gund î

Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewicî ez û tu man.

 

Ji alîyê redaksyona Riataza da:

Gelek kes ji dengê Seyadê Şemê, ku li radyoya kurdî a Rewanê bi navê Seyadê Şemedîn navdar e, heyrî mane. Lê gelek kes dîroka dengbêjîya wî, qeydkirina stiranên wî û belavkirina wan nizane. Ev hemû di vê gotara delal da jî tunene.

Seyadê Şamê li welatê xwe ji alîyê desthilata Tirkîyê da çend caran hatîye girtin, hebiskirin, ji hebisê revîya ye, firar bûye, hatîye Ermenîstanê, dewleta Tirkîyê li dû wî gerîyaye, hewil daye wî vegerîne Tirkîyê. Gorî qanûnên dewleta Sovyetê kesekî ha nikare di radyoya dewletê da bistirê. Di ser da jî ew dikare bibe sebebê bêhntengîya di navbera dewleta Sovyet û Tirkîyê. Ji wê jî xirabtir, di stiranên Seyad da dewleta tirkan bi tundî tê rexnekirin.

Vêca texmîn bikin ku serokê radyoyê Xelîl Mûradov ne kesekî welatparêz û mêr bûya, wê demê stiranên Seyadê Şamê gerekê nehatana qeydkirin û belavkirinê. Eynî tişt hatîye serê stiranên Karapêtê Xaço jî. Dema radyoya kurdî di sala 1956an di testê da bû û bersîvdarê wê Casimê Celîl bû, ew ji Karapêt ra dibêje, ku di stiranên te da mêrkuştin, heyfhildan, jinrevandin hene, em stiranên te qeyd nakin. Û Karapêt bi xemgînî vedigere mala xwe. Lê dema Casimê Celîl bo wê ku di nav du salên testê da tu kar ne kirîye ji kar derdixin û sala 1957an Xelîlê Çaçan Muradov dikin serok, serokê nû careke din gazî Karapêt dike û hemû stiranên wî qeyd dike û belav dike.
Vêca, nebêjin: -Şansê kurdan tune. Ji vê şansê çêtir, ku serokê radyoyê 24 salan Xelîlê Çaçan bûye! Û hemû stiran û pîêsên radyoyê di dema wî da û bi serokatîya wî hatine qeydkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktiya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetiya Zanistên Civak werdigire. Demek dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên Nûbihar, Barê û Wêje û Rexneyê de derketine.

Qeydên dişibine hev