Destana Dewrêşê Evdî – êposa Kurda ya netewî ya evîndarî û lehengîyê

Destana  Dewrêşê Evdî – êposa Kurda ya netewî ya evîndarî û lehengîyê

Guhdarên hêja, guhdarya bernameya radyoya Ria taza “Ji xezîna zargotina kurdî” derheqa destana Dewrêşê Evdî bikin. Destana Dewrêşê Evdî û evîndariya Edûlê destana kurda ye herî navdare. Ev destan jî, mîna gelek destanên kurdî yên mîna Mem û Zîn, Xecê û Siyamend xwedî cîkî gring û taybet e. Taybetmendiya Destana Dewrêşê Evdî jî eve ku ev çîrok rastiya gelê me, serdemeke grîng yê nêzîkî 300 sal berê hatiye jîyîn tîne ziman, şere gel dijî ereb, tirk û farisên dagirkar ji bo azadiyê û rûmetê tîne ziman. Di destana Dewrêşê Evdî û Edûlê de evîneke bêmirad, le evîneke bêhempa û mezin heye, bes ev evîn bi netewebûnê ve hatiye girêdan. Çîrokbêj dibên Dewrêşê Evdî gotye :”Hemû tişt ji bo evîna min, evîna min jî ji bo welatê min”. Xweş xeber in… Dewrêşê Evdî dîroka hizkirina mezin û şerê azadyê li ser axa Mezopotamyayê vedibêje. Bele, taybetmendiya Çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê eve ku li vir eşq heye, di vir de egîtî û mêrxasî heye.

Di wan salên dawî de li ser destana Dewrêşê Evdî nirxandinên û lêkolînên gelek hêja , gelek roman û gotar hatine nivîsîn. Destan bi xwe, bi versiyonên cuda hatiye nivîsandin. Li gel her tiştî dixwezim bejim ev hemî çîrok, nivîsar, roman, bername, wêne, deng, huner, kilam, spektakl ser destana Dewrêşê Evdî jî di dawî de dibin cewahirên giranbaha ji xezîna çand, ziman û wêjeya kurdî re. Eva bernameya min e ya yekeme derheqa destana Dewrêşê Evdî, bewerya min heye ezê cardin bernameyek diha tije û xweş raberî radyoguhdarên me bikim. Gelek spas û mala wan hemyan ava yên ku ked dan û xizmetê kirin, ewqas berhemên heja dan û danîn ber xwendevanan. Ser Dewrêşê Evdî û Edûlê li her alyê Kurdistanê bi dehan cur be cur sitran tên gotin. Evîna Dewrêş û Edûlê xanim li nava kurdan de gelek xweş tê zanîn, gelek vêrsîyonên vê hene, gelek dengbêj vê kilamê dibêjin. Iro di bernameya xwe de emê cend sitranê derheqa Dewrêşê Evdî bi dengê cend dengbêjên me yên kurd pêşkêşî we bikin. Werin, guhdarên ezîz, em muxudarya cend deqan, nuquyî li dinya romantîk û trajêdî ya destanaê bibin û bi saya dengbêjiya li ser destana Dewrêşê Evdî û Edûlê em vê evîna pîroz û heq û qeyremanya ya dewrana buhurî hîsbikin û bibandor bin.

Amadekara û bêjera bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Guhdarî xweş ji we re.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev