KURDISTAN PIŞTÎ PERÇEKIRINA NÛ (di salên 1918-1923a da)

KURDISTAN PIŞTÎ PERÇEKIRINA NÛ (di salên 1918-1923a da)

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a bi sernavê ”Kurdistan piştî perçekirina nû” amade kirîye.

Ev berhema me ya 102an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 102

Di şerê hemcihanê yê yekê da Împêratorîya Osmanîyê da der (bin ket, zora wê birin), di nav dewletên Antantayê da hate parevekirinê û ji holê rabû. Bi wê yekê va ji bo gelên ne tirk, ku bi sedsala bin nîrê zordestên tirka da dizêrîyan, firsend çê bû bona gelê xwe rizgar bikin. Lê hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê, şerê gelên li wira yê ji bo serxwebûnê di rewşeke dijwar û tevlihev da bû. Ji ber ku armancên dewletên dagîrkar ji hev cuda bûn (gelek cara jî dijî hev bûn). Eger gelên ne tirk hewl didan binketina Tirkîyê bi kar bînin bona serxwebûnê peyda bikin, lê dewletên serketî (berî gişkî Îngilîs û Fransîya) hewl didan hukumdarîya xwe li ser axên Împêratorîya Osmanîyê, li ku piranîya binecîyan ereb û kurd bûn, bidne testîqkirinê, ji ber ku ew ax di hêla stratêgî û aborî da ji bo wana roleke giring dilîst.

Bûyerên şoreşgerîyê li Rûsîyayê yên sala 1917a û yên dû wê ra tesîra xwe li ser rewşa kurda li wê herêmê kirin. Di alîkî da şoreşa Oktobir û sîyaseta dewleta Sovyetî ya paşdemê da, tesîreke mezin li ser gelên Rohilata Nêzîk yên paşketî kir, di nav wan da ser kurda jî. Di alîyê dinê da, piştî şoreşa Oktobirê ya sala 1917a dijminê Tirkîyê yê rasteqîn, ku çev berdabû Konstantînopolê û devtenga (bi peymana sala 1915a), Ermenîsatana Tirkîyê û perçekî Kurdistanê (bi peymana Sayks Pîko ya sala 1916a), bi carekê va sîyaseta xwe guhart, ji dijminatîyê derbazî dostanîyê bû û bû hevalbenda wê, ji ber ku dijmina Tirkîya nû û Rûsîya Sovyetî yek bû – Antanta. Ew yek piştî serketina şoreşa kemalîsta qewimî, ku di destpêka salên 20î li Tirkîyê bû. Di van şerta da hêvîya kurdên Tirkîyê, ku Rûsîyayê di şerê wan yê dijî tirka da wê piştgirîya wan bike, şikest.

Awa, di rewşa piştî şerê hemcihanê ra sazbûyî da pirsa kurda tûşî dijwarîyên mezin bû.

Tirkîya binketî bi her awayî hewl dida qe na pareke axa xwe bin destê xwe da xweyke. Di wî karî da ewê nerazîbûnên di navbera dewletên serketî da bi kar dianî û digihîşte serdestîyan jî. Hela ser da jî, Fransîya û Îngilîs, ku ditirsîyan ku Rûsîya wê xwe nêzîkî Tirkîyê bike, bere-bere dest ji dijîtîya hindava tirka da dikişandin û gelek cara hewl didan bi dijmina xwe ya duh ra ziman bibînin, û evê yekê jî tesîra xwe ya xirab li ser kurda dikir.

Di kongrêya Parîsê ya aşîtîyê da (sala 1919a) dêlêgasyona Brîtanîyayê nivîsarek amade kiribû, li ku derheqa qedera gelên bindest yên Împêratorîya Osmanîyê da awa dihate gotinê: “Ji bo wê yekê, ku serokatîya tirka di temamîya dîroka xwe da gelên bin hukumê xwe da zêrandîye û hindava ermenîya û gelên mayîn da gelkujî pêk anîye, dewletên hevalbend û yên mayîn li hev kirine, ku Ermenîstan, Sûrîya, Mêsopotamîya û Kurdistan, Felestîn û Erebistan gerekê tam ji Împêratorîya Osmanîyê bêne cihêkirinê”(1). Dema bi dokûmênt û nivîsên wî çaxî ra dibî nas, têyî ser wê bawerîyê, ku di hemû êtapên piştî şêr da bi pirsên Rohilata Nêzîk yên mayîn ra tevayî, pirsa kurda jî timê di meydanê da bûye.

Di mehên sibat-adara sala 1919a dêlêgasyonên ermenîya û kurda pey hev li “Şêwrdarîya deha” da xeberdan û wana hewl didan alî dewletên serketî bikin bona ew derheqa pirsa ku li ser disekinin da zêdetir înformasyona bistînin. Mixabin, ku ew xeberdanên wan piranî hisî bûn, rewşa rêal hilnedidane ber çeva û evê yekê jî ji bo enenekirin û çareserkirina van pirsa dijwarîyên nû çê dikirin. Lê zûtirekê ji bo gihîştina armanca tevayî, serokê dêlêgasyona kurda Şerîf paşa û serokê dêlêgasyona ermenîya Nûbar paşa bi hev ra beyannameyek derxistin û di wê da dihate destnîşankirinê, ku ew de’wa helkirina meselê dikin, ji ber ku ew yek ji bo qedera gelên kurd û ermenî pir giring in.

Piştî wê yekê, gava 28ê hezîranê sala 1919a bi Almanîyayê ra peymana aşîtîyê hate girêdanê, lê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî xwe ji mesela aşîtîyê dûr xistin, Îngilîs û Fransîya tam xwe dane pirsa parevekirina milkên Tirkîyê. Di kongrêya San-Rêmo da (nîsan-gulana sala 1920î) welatên serketî şertên aşîtîya bi Tirkîyê ra amade kirin û ew dane Stembolê. Tirkîya zor dida xwe, ku bikaribe wana hinekî nermtir bike. Tiştekî balkêş e, ku tirka komîsyonek amade kirin bona bikaribin derkevine dijî wan şerta û sê nûnerên ji “miletên kêmjimar” jî xistine di nav ewê komîsyonê, bona tozê bavêjine rûyê dewleta û nîşan bidin, ku giva (qaşo, xudêgiravî) di wê pirsê da “tirk û ne tirk hemfikir in”. Ji wan sê nûnerên “miletên kêmjimar” yek kurd bû, û karê wî yê sereke ew bû, ku piştgirîya tirka bike bona qe na Kurdistan di nava axa Tirkîyê da bimîne.

Lê tabîya (pozîsyon) kurda di dema amadekirina peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra zelal nîbû. Di wan dema da pêşîkêşên tevgera kurda ev rêxistin bûn: “Kurdistan tealî cemietî”, “Teşkîletî îştîmai cemietî”, Partîya kurda ya gel û yên mayîn. Komela daxuliqandina Kurdistanê, ku sala 1918a hate damezirandinê, xwe li riya nerm girtibû. Ewê bi partîya tirka ya “Hurrîyet ve îttîlyaf” peyman girêda derheqa wê yekê da, ku di nav axa Împêratorîya Osmanîyê da otonomîyayê bidne Kurdistanê. Endamên van hemû rêxistina di Kurdistanê bi xwe da hindik bûn, ji ber wê jî dewletên hevalbend wana bendî tiştekî ne dihesibandin. Rêxistina “Kurdistan tealî cemietî” Şerîf paşa kivş kir wek nûnerê kurda li kongrêya aşîtîyê da, û ewî dest ji navê “nûnerê Tirkîyê” kişand (dev jê berda) û xwe wek nûnerê Kurdistanê îlan kir. Ewî ji navê kurda du mêmorandûm raberî kongrêya aşîtîyê kir, û li wir ewî be’sa daxazên kurda û qala xerîta Kurdistanê dikir. Şerîf paşa bilî wê bi dêlêgasyona ermenîya ya daşnaka ra hevraxeberdan dane derbazkirinê û 20ê çileya pêşin sala 1919a beyannama wan ya tevayî da kongrêya aşîtîyê.

Pêşnîyarên tirka, wek ku li bendê bûn, ji alîyê Antantayê da hatine înkarkirinê. Rast e, li wir pirsa derheqa derxistina Kurdistanê (ErmenîstanaRoava jî) ji nav teşkîla Tirkîyê hate rojevê, bona ew paşdemê da bikaribin bi riya serxwebûnê pêşda herin, lê ew pêşnîyar ne ji alîyê kurda, lê ji alîyê îngilîsa da hate kirinê, ew jî tenê ji bo berjewendîyên xwe. Dema amadekirina peymana Sêvrê pirsa kurda hema di wê çarçovê da jî dihate lênihêrandinê.

Sazûmana Vêrsalîyê ya ji bo çareserkirina pirsên, ku piştî şerê hemcihanê peyda bûbûn, bi peymana Sêvrê ya aşîtîyê va bi dawî hat. Ew peyman 10ê tebaxê sala 1920î li bajarê Sêvrê, nêzîkî Parîsê di navbera hukumeta Tirkîyê ya sultanîyê û wan dewletên hevalbend da hate îmzekirinê, ku di şerê hemcihanê yê yekê da bi ser ketibûn. Bingehê peymana Sêvrê şertên peymana Sayks-Pîko û biryara kongrêya li San Rêmoyê bûn. Peymana Sêvrê, ku bi çapa xwe va pir mezin bû, ji 13 xala û 433 gotara bû. Bi şertên wê hemû axên Împêratorîya Osmanîyê, ku ne yên tirka bûn, ji bin destê wan derdiketin. Îraq û Felestîn diketine bin hukumê Îngilîs, Sûrîya û Libnan jî bin hukumê Fransîyayê. Peymanê da dihate gotinê, ku Tirkîya gerekê dest ji nîvada (nîvgirav) Erebistanê û Afrîka Bakur bikişîne û ewê peymanê herweha hukumê Îngilîs li ser Misirê nas dikir; giravên Dodêkanêzîyê yên li derya Êgêyê diketine destê Îtalîyayê, perçekî Frakîyayê bi Êdîrnê ra (Adrîanopol), nîvadên Hallîpolî û Îzmîr derbazî bin hukumê Yûnanistanê dibûn. Kar û barên li ser devtenga derbazî bin hukumê komîsyona navnetewî dibûn. Tirkîya gerekê Ermenîstanê nas bikira wek dewleteke serbest û serbixwe.

Peymana Sêvrê peymana navnetewî ya yekemîn bû, ku mafê kurda wek êtnoseke serbixwe û welatê wan di sîyaseta navnetewî da wek sûbyêktekî bi serê xwe nas dikir. Di peymanê da pareke taybetî (III) derheqa Kurdistanê da bû. Di xalên peymanê yên 62, 63, 64 da, ku bi navê “Kurdistan” bûn, şertên usa hebûn, ku gorî wan gerekê piranîya problêmên gelê kurd bihatana çareserkirinê• {•Peymana Sêvrê li ser qedera pirsên Kurdistana Rohilatê (Îranê) û Kurdistana Başûr-Roavayê (Sûrîyê) biryar ne girtibûn}. Li jêr em têkstên wan xala raberî we dikin:

Xala 62a. Komîsyona ji sê endama, ku ji Brîtanîyayê, Fransîyayê û Îtalîyayê bûn, di navbera 6 meha da gerekê proêkta derheqa otonomîyê ji bo wan navça, ku piranîya wan kurd in, amade bike, ku dikevine rohilata çemê Feratê û başûrê sînorên Ermenîstanê yên di hêla başûr da. Eger di nav komîsyonê da hemfikirî (yekşivêtî) tunebe, hukumetên wan dewletên hevalbend pirsê çareser dikin. Bi wê yekê ra tevayî jî gerekê parastina aşûrîyên xaldêy û gelên kêmjimar yên mayîn di nav navça da bêne kefîlkirinê (garantîkirinê). Ji bona wê armancê komîsyona taybetî, ku bilî nûnerên Brîtanîyayê, Fransîyayê û Îtalîyayê, gerekê nûnerên fariza û kurda jî bikevine navê, ewê bala xwe bidne sînorê Tirkîyê-Farizistanê û eger pêwîstî hebe, îzna wan heye wî sînorî biguhêrin jî.

Xala 63a. (Tirkîya soz dide di navbera 3 meha da biryarên wan herdu komîsyona nas bike û pêk bîne).

Xala 64a. Eger piştî salekê binecîyên kurda yên navçeyên di xala 62a da destnîşankirî berbirî Şêwra Koma Mileta bin û bêjin, ku piranîya binecîya dixwezin ji Tirkîyê biqetin û serbixwe bin, û Şêwra Koma Mileta jî bê ser wê bawerîyê, ku ew dikarin serbixwe bijîn, wê demê Tirkîya mecbûre dest ji hukumê xwe yên li ser wan navça bikişîne. Eger kurdên wilayeta Mûsilê jî bixwezin bikevine di nav dewleta kurda ya nûdamezirandî da, wê demê dewletên hevalbend yên sereke wê dijî wê daxazê dernekevin”(2).

Lê him di dema amadekirina peymanê û xwesma jî piştî qebûlkirina wê, dewletên serketî gelek cara mafên kurda pêpes dikirin û bi kurda dilîstin. Lê hema ew yek, ku pirsa derheqa wê yekê da, ku gelê kurd dikare bi xwe biryara qedera xwe bide û ew yek dikeve nava xaleke peymana Sêvrê da, îzbatîya wê yekê bû, ku pirsa kurda di nav pêwendîyên navbera dewleta yên piştî şerê hemcihanê da faktoreke serbixwe bû. Gerekê bê destnîşankirinê, ku pêşdakişandina pirsa kurda û bi navnetewî li ser sekinîna wê piranî ji wê yekê bû, ku di wan dema da tevgera kurda ya ji bo azadîyê xurt bû.

Di peymanê da tiştê herî giring ew bû, ku kurd (rast e, ne hemî) dikarin bigihîjine hev û dewleta xwe çê bikin û ewê yekê riya Kurdistaneke yekgirtî vedikir, ku bêy wê pêşdaçûyîna kurda nikaribû bi ser keta. Hilbet, di dewleta kurda ya yekgirtî da (eger ew bihata damezirandinê) wê şertên diha baş hebûna bona bi her alî pêşdaçûyîna kurda, ku bi jimara xwe va piştî ereba, tirka û farisa gelê çara bû li Rohilata Nêzîk û Navîn da.

Di peymana Sêvrê da “Para IVa” derheqa parastina mafê gelên kêmjimar da bû, ku li ser axa Tirkîyê diman. Awa, di xala 141ê da dihate gotinê: “Tirkîya soz dide, ku hemû gelên Tirkîyê biparêze, azaya wan nas bike, bêy hesabhildana wê yekê, ku ew ji çi miletî ne, dînê wan çîye, bi çi zimanî dipeyîvin, ew çi rengîne”.

Di xala 147a da mafên hemû gelên kêmjimar û herweha yên hemû hemwelatîyên Tirkîyê dihatine kefîlkirinê. “Hemwelatîyên Ottomanîyê yên kêmjimar,- di wê da dihate gotinê,- ku dîn û zimanê wan cudane, wek hemû hemwelatîyên Ottomanîyê xwedî heqên wekehev in”(3).

Lê sozdayînên peymana Sêvrê yên ji bo kurda rûyê serketinên nasyonalîzma tirka da bi ser ne ketin. Îdî di adara sala 1921ê dewletên serketî gotin, ku amadene derheqa pirsa Kurdistanê da peymanê da bi wî şertî çend guhartina bikin, eger “Tirkîya di hindava xwe da qayîl bibe ku otonomîyayê bidne kurda û berjewendîyên wan biparêze”(4). Dewletên mezin di şertên nû da îdî mafên kurda pêpes dikirin û biçûk didîtin, û bi daxazên kemalîsta ra razî dibûn. Di adara sala 1922a da dewletên hevalbend di pêşnîyarên xwe da hîç cara li ser pirsa kurda ne disekinîn.

Kemalîstên ruhdarbûyî derketine dijî wê yekê, ku ew pirs bikeve rojeva konfêransa Lozanê. Serokatîya Tirkîyê ya nasyonalîst bona xwe ji pêkanîna şertên peymana Sêvrê ta bide (xwe jê dûrxe), dest avête her firsenda. Yek ji wana ji meselê dûrxistina kurda bû bi alîkarîya îdêya “yekîtîya mexlûqetîyê”. Kemalîsta îlan dikirin, ku mafê kurda li Tirkîyê wek yê tirkan e”. Ji bo çi awa dihate gotinê, zelal e. Di wan şerta da ku kurd wek miletekî cihê dihate naskirinê, di nav kurda da bîr û bawerîyên serxwebûnê peyda dibûn, lê li wilayeta Mûsilê (Kurdistana Îranê da jî) şerê ji bo serbestîyê geş bûbû û di wan şerta da kemalîst nikaribûn wek berê xwe li riya înkarkirina heyetîya gelê kurd li Tirkîyê bigrin. Ji ber wê jî bi pêşdestîya Mustefa Kemal bi xwe û kesên der-dorê wî ser demekê bi gotina îdêya “wekehevtîya mafê kurda” li Tirkîya nû da hate belakirinê. Ev hemû bona wê yekê dihate kirinê, ku tirk di daxaza xwe da – xwe ji şertên peymana Sêvrê xilaz bikin – bi ser kevin. Rûyê van tewlebazîyên serketî yên tirka da biryara qedera peymana Sêvrê hate dayînê, û ew yek di konfêransa Lozanê da hate testîqkirinê û di biryarên wê da derheqa kurda û Kurdistanê da tu tişt ne hate gotinê. Lê dîsa jî him dewletên hevalbend, him jî kêmalîst gerekê rêyên xwe kişandina ji şertên peymana Sêvrê bidîtana. Awa, gava di konfêransa Lozanê da gilî hate ser serxwebûna kurda, ku di peymana Sêvrê da hebû, bi têlêlgrafê ji Meclîsa Tirkîyê ra pirsyarkirin hate şandinê. Di civîna parlamnêntoyê da Mustefa Kemal bona wê pirsê berbirî parlamêntarên kurd bû, ku bi formalî ji navê kurda pêşda dihatin(5). Bersîveke ji berê da amadekirî hate bihîstinê. Huseyn Ewûnî beg, parlamêntarê “kurd” ji Erzurumê got: “Ev welatê tirka û kurda ye. Ji vê dikê (sehne) tenê mafê du gela heye bipeyîvin: gelên kurd û tirk”(6). “Parlamêntarekî kurd” yê mayîn – Hesen Xeyrî jî piştgirîya îdêya “ji hev cihênekirina” kurda û tirka kir. Ev gotinên “parlamêntarên kurd” gelekî bi dilê Mustefa Kemal û nasyonalîstên tirka yên mayîn bûn, û bi pêşnîyara Kemal “parlamêntarên kurd” gerekê bi cilên xwe yên miletîyê va bêne civînên meclîsê, û wana usa jî kirin(7).

Hevalbendê Kemal yê nêzîk Îsmet Înonyu jî tevî vê lîstika rind amadekirî bû. Di dema minaqeşeke derheqa wilayeta Mûsilê da ewî awa got: “Tirkîya welatê du gelan e,- tirka û kurda, hukumet ferqê danayne di navbera wan da û mafên wan yên miletîyê weke hev in”(8).

Çawîş Noêl, ku komîsarê Brîtanîyayê li Mêsopotamîyayê, serhingê Îngilîs Wîlson ew şandibû bona serokatîyê li navçeyên Suleymanîyê bike, sala 1919a nivîsîye: “Gerekê bidne ber çeva, ku di mentîqên kurda da ji hemûyan pirtir rewşa sîyasî ya der tesîr li ser rewşa hundur dike. Paşxistina girêdana peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra û şerê wê bi Yûnanistanê ra di nav merivên Kurdistanê yên bi nav û deng da xemgînîyekê peyda dike. Vira haya wana ji planên bolşêvîka heye, hurmeta bolşêvîzmê her diçe zêde dibe û ev yek li ser riya derbazkirina sîyaseta Îngilîs li van mentîqa da dibe asteng. Agîtasyona tirka, ku dijî îngilîsan e, bi ser dikeve. Kurd li ser wê bawerîyê ne, ku Kemal paşa dixweze dewleta îslamîyê saz bike û wê bêy biryarên konfêransê otonomîyayê bide kurda. Pirsdanîna me ya sereke ew e, ku em gerekê nehêlin îdêayên bolşêvîzmê li van navça da bela bibin û em gerekê derkevine himberî propoganda îslamîyê, ku Tirkîya li vira derbaz dike. Em herweha gerekê pêşîya bîr-bawerîyên şoreşîyê di welatên Rohilata Nêzîk û Navîn da bigrin”(9).

Li ser rewşa Kurdistanê ne tenê “sîyaseta der” tesîr dikir, wek ku ew ccasûsê îngilîs digot. Di bingehê xurtbûna tevgera kurda ya piştî şêr, û herweha di bingeha hemû pêvajoyên dîrokî ku di wan dema da li wê herêmê dibûn, faktorên civakî-aborî û sîyasî bûn. Tenê bin siya wan da sebebên der tesîr li ser civaka kurda dikirin.

Berî ku destpê kirin careke din Kurdistanê perçe bikin, rewşa aborî û pêşketina civakê li her cîya ser dereceke nimz bû (ji wan welata jî nimztir bû, ku Kurdistan di nav xwe da parevekiribûn). Lê di hêla sîyasî da binecîyên Kurdistanê – kurd, wek berê di rewşeke bindest û bêmaf da bûn, tenê ferq ew bû, ku ser derd û kulên wan zêrandina dagîrkarên îngilîsa û fransiza jî zêde bû. Awa, di ber şêmîka dema nû da li Kurdistanê bi xwe da gelek “ardûyê ji bo şewatê” berevî ser hev bûbû, ku ji her pirîskekê (çirûsk) dikaribû agir pê keta. Kurdistan hewcê guhartinên pêşverû bû û kurd amade bûn ji bo serketina wan şerkarîyê bikin.

Di her perçekî Kurdistanê da di hêla jîyana civakî-aborî û sîyasî da şertên anegor saz bûbûn, û ew yek rê nîşanî wan dida, ku şerê ji bo rizgarîyê di wan perça da çawa destpê bikin û pêşda bibin. Ji ber wê yekê, ku rewşa tevayî li hemû beşên Kurditsana perçekirî da ji hev cuda bûn, emê her perçekî welatê kurda cihê lê binihêrin.

Kurd ji kêmanîyên êtnîkîyê yê herî mezin bûn di Asîya Roava da, di dawîya salên 30î yên sedsala XXî jimara wan 7,5 mîlyon bû (weke 20-25 selefê hemû binecîyên wan welata, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kiribûn). Piranîya kurda (hema bêje nîvî) li Tirkîyê dima, piranî jî li wilayetên wê yên rohilatê (bilî navçeyên rex Derya Reş) û yên başûr-rohilatê. Pareke kurda bi destî zorê mihacirî wilayetên navbendî û roavayê kirin, lê parek jî çûne bajarên mezin (piranî li Stembolê). Di destpêka salên 20î li Tirkîyê 2,5 mîlyon kurd hebûn, lê di nîveka salên 40î da jimara wan gihîşte 4 mîlyona. Kurdistana Bakur-Roavayê (Tirkîyê) weke 30 selefê temamîya mezîla Tirkîyê bû (weke 225 hezar kîlomêtrên çargoşe).

Wilayetên Tirkîyê yên rohilatê, ku piranîya binecîyên wan kurd bûn, wilayetên here paşketî bûn. Malhebûna gundîtîyê, ku 85 selefê (%) kurda pê va gîro bûn (piranîya wan jîyana nîvkoçerîyê derbaz dikirin, heywan xwedî dikirin), bi mêtodên here sade û kevnare va dihate kirinê û kardarîya wê ser dereceke here nimz bû. Senaya nûjen, transport û pevgirêdan hema bêje tunebûn, tundurustî û xwendina bi zimanê kurdî lap tunebûn. Ji ber wê jî her cîya nexwendîtî, nexweşî, sexîrî “gul vedida”. Li Kurdistanê wek berê cûrê jîyana fêodalî berdewam bû û hukum li her dera di dest şêx, beg û axa da bû.

Di wan dema da dîwana kemalîsta guhartinên bi cûrê kapîtalîstîyê dikirin, hewl dida Tirkîyê bi riya Roavayê pêşda bibe, di hêla aborî û çandî da pêşketinek xuya bû. Lê ew guhartinên qenc nedigihîştine warên kurda. Enqere qestbende, bi zanebûn pêşketina navçeyên kurda berbend dikir, ji bona kurda wek neyarên pêşketinê nîşan bide û bi wê yekê va sîyaseta xwe ya zêrandina mileta, helandina gela, hincirandina her cûre daxazên ji bo azadîyê û serxwebûnê bide efûkirinê. Lê kurd ne dixwestin bi wê yekê ra qayîl bibin û bi serokatîya serekeşîr û ronakbîrên xwe yê bi nav û deng radibûne şerê ji bo rizgarîyê.

Di dema şerê hemcihanê yê yekê û heta dawîya dawîhatina şerê hemcihanê yê duda şertên hema bêje bi wî awayî giran û dijwar yên di hêla civakî-aborî, sîyasî û çandî da di perçên Kurdistanê yên mayîn da jî hebûn. Ferq tenê di taybetmendîyên xusûsî yên li welata da bûn, ku kurd lê diman. Awa, li Îranê, ku di salên 20-30î da 1,5-2 mîlyon kurd hebûn (em lûra û bextîyara nahesibînin, ku bi êtnîkî gelekî nêzîkî kurda bûn), bingehên derebegî-eşîrtîyê ji Tirkîyê qewîntir bûn, ji ber wê jî pêşdaçûyîna kurda li vira ser dereceke nimztir bû. Ji ber wê jî nasyonalîstên li Kurdistana Rohilatê roleke mezin ne dilîstin; serokatîya tevgerên millî yên kurdên Îranê tam di destê fêodala da bû. Lê destpêkirina xebitandina kanên (medenên) neftê yên li başûrê Kurdistana Rohilatê û navçeyên Îranê û Îraqê yên nêzîkî wan, bû bingehê nûjenbûna jîyana civakî ya kurdên Îranê, xwesma di hêla sazbûna çîna karkir da roleke giring lîst.

Bi pêşketina xwe va kurdên Îraqê û Sûrîyê ji birayên xwe yên li Îranê nedihatine cudakirinê û hinekî jî ji kurdên Tirkîyê paşda diketin. Li Îraqê di destpêka salên 20î weke 700-800 hezar kurd diman, lê di nîveka salên 40î jimara wan gihîşte 1,2-1,5 mîlyona. Li Sûrîyê di wan dema da ji 200î heta 360 hezar kurd hebûn. Bi wê yekê ra tevayî, sazûmana dagîrkarîyê, ku îngilîsa li Îraqê û fransiza li Sûrîyê damezirandibûn, tesîra xwe li ser rewşa kurdên wan welata kir. Ew dihatine zêrandinê, ji ber wê jî nikaribûn nasyonalîzma kurda derxine himberî nasyonalîzma ereba, ku neyarên wan yê sereke bûn. Ji ber wê yekê jî dîwanên Îngilîs û Fransîyayê yên dagîrkar ji bo pêşdaçûyîna xwendinê û kulturayê di navçeyên kurda yên Îraqê û Sûrîyê da nedibûne asteng. Û di vî alî da rewşa kurdên van welata ji yên kurdên perçên Kurdistanê yên Tirkîyê û Îranê xweştir bû.

Awa, rewşa ku piştî şerê hemcihanê yê yekê li Asîya Roava saz bûbû, ji bo gelê kurd qet ne baş bû. Tu pirsdanîneke miletîyê, ku danîbûne pêşîya xwe, bi ser ne ket. Hela ser da jî, rewşa kurda xirabtir bû, ji ber ku di hêlekê da bi sîyasî perçebûna Kurdistanê rewş xirabtir dikir, di hêleke dinê da jî welatê kurda ketibû di êtapeke usa da, ku gerekê sazûmana civakî-aborî ya kevin û pizinî hilweşanda, û evê yekê jî tesîra xwe ya xirab ser binecîyên kurd kir, di alîkî dinê da jî, li wan welata da, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kiribûn, desthilatdarîyên şovînîst û dagîrkar bingeh girtibûn, ku bi awakî berk derdiketine himberî daxazên kurda yên heq. Ev hemû bûne sebeb, ku tevgera kurda ya miletîyê-azadarîyê xurttir bibe û ev yek jî di dîroka Kurdistanê ya nû da geş xuya dibe, ji ber wê jî di welatê kurda da destbi pêvajoyên dîrokî yên pêşverû bûn.

 

  1. Miller David Hunter. The Drafting of the Covenant. Vol. II. N.Y.-L., 1928, rûpel 109-110. M.S.Lazarêv. Împêrîyalîzm î kûrdskîy vopros. (1917-1923). Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (1917-1923). M., 1989, rûpel 131.
  2. Y.V.Klyûçnîkov î A.Sabanîn. Mêjdûnarodnaya polîtîka novêyşêgo vrêmênî v dogovorax, notax î dêklarasîyax. Sîyaseta navnetewî ya dema nû di peymana, nota û dêklarasyona da. Beşê III. M., 1929, rûpel 33-34.
  3. M.S.Lazarêv. Împêrîyalîzm î kûrdskîy vopros. (1917-1923). Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (1917-1923). M., 1989, rûpel 186.
  4. M.A.Gasratyan. Kûrdî Tûrsîî v novêyşêê vrêmya. M.A.Hasratyan. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da. Yêrêvan, 1990, rûpel 42.
  5. Dîsa li wir, rûpel 47.
  6. Bedir Khan. La Question Kurde. P., 1959, p.9.
  7. Dîsa li wir.
  8. Dîsa li wir, rûpel 10.
  9. A.T.Wilson. Mesopotamia. 1917-1920. L. 1931, rûpel 145.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev