Pirsa we û bersîva me – 43

Pirsa we û bersîva me – 43

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyonê bersîva pirseke ku ji bo gelekan balkêş e, ha da:

 

  • Pirsa çend xwendevanan û bersîva Nura Şane

 

Pirs: -Van rojan gelek kesên biyanî, rêxistin, komele, partî û dewletên cihanê di hindava rêfêrêndûma Kurdistanê û îlankirina serxwebûna Kurdistanê da bîr û rayên xwe dibêjin, hinek ji wan piştgirîya kurdan dikin û bi dil şa dibin, hinek ji wana jî bi kulzikî dij derdikevin. Pirsa me ev e:

-Helwesta kurdan û serokatîya herêma Kurdistanê gerekê di hindava wan da çawa be, gerekê reaksyoneke çawa nîşan bidin?

 

Bersîv: Li cihanê kê derheqa rêfêrandûma Kurdistanê an jî îlankirina serxwebûna Kurdistanê da ray û fikirên xwe bêje, gelê kurd, bi taybetî jî serokatîya Kurdistanê gerekê guh bidine tenê wan gotinan û bêjin sipas, ku naveroka wan ev e:

-Kurdino, kurdistanîno! Biborin ku hêzên cihanê yên dilreş û bêruh bi sedan salan li ser riya serxwebûna we bûne asteng. 

Ser fikir û ramanên dijî rêfêrêndûmê û dijî îlankirina serxwebûna Kurdistanê jî dikarin ha bêjin: 

-Emê bersîva hemû pirs, fikir û ramanên we piştî derbazkirina rêfêrêndûmê û îlankirina serxwebûna Kurdistanê bidin, ji ber ku niha wextê me tune, em karê damezirandna dewleta xwe dikin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike.
Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev