Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ROSTEM Û KURÊ WÎ FELEMEST

ROSTEM Û KURÊ WÎ FELEMEST

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 102an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema bi sernavê ”Rostem û kurê wî Felemestraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 102

Rostem rojekê, ew deh hevalanê xweva diçine serê çiyayê Qafê seyrangê. Rostem divêje pelewanê xwe:

-Ezê razêm, carê yek qerewilîya min bike.

Rostem radizê, carê pelewanekî qerewilîya Rostem dikir. Tê dora Gorgan. Gava dinhêre – reşek xuyan dike. Dinhêre ew reşe bere-bere berbi wî tê. Gorgan gava dinhêre – pîra merivxure. Gorgan divêje:

-Pîrê, dûr here, xalê min razaye, wê te bikuje.

Pîrê xwe dighîne Gorgan, hildide dive mala xwe. Deh kurê pîrê jî hebûne. Pêşîya diya xweda tên.

Dayê, divê, te ev hemlika ku anîye?

-Lawo, min serê çiyayê Qafê ancax min eva anîye, deh hevê dinê jî razane, were em herin bînin.

Pîrê her deh kurê xwe dide pey xwe, diçe serê çiyayê Qafê, tînin, tên. Her neh pelewana tînin. Dikin, nakin, nikarin Rostem bînin. Kurekî pîrê dimîne bê par. Pîrê divêje kurê xwe:

-Her yekê me hinekî bide te, para te jî wê qasî para me bive.

Pelewana tînin tên, darda dikin, şîşa dikine êgir sor dikin, wekî pelewana bixun.

Rostem gava hişyar dibe – pelewanê wî tunene, alav serê Rostem dikeve. Rostem yalî-yalî diçe, tê. Rostem gava dinhêre koçk û serak waye, dûkî zirav jê hildikişe. Rostem xwe koçk û serê digire, diçe. Diçe hundurê koçk û serê.

Pîrê gote kurê xwe: -Lawo, hemilkê me vaye xwe-xwe hat.

Rostem divêje: -Ez hemlikê teme?, -guhekî pîrê digire dîwêr dixe, pîrê pirtî-pirtî dive. Rostem tîne her deh kurê wê jî dikuje, pelewanê xwe vedike, tîne. Diçe mêşe. Pelewanê wî gava dinhêrin pele ewr derket. Hat Rostem orta wan hilda bir.

Pelewanê wî têne mal, divêjine bavê wî (navê bavê Rostem Zal bû).

Zal divêje: -Ew dêwê heftserî bûye, avîtîye bîra Çilnêrî. Kevirê Çilnêrî dide ser.

Jina Rostem jî peyra giran bûye. Radizê, kurekî tîne. Navê wî datînin Felemest. Zalê kalikê Felemest xwe dike bavê Felemest.

Rojekê Felemest diçe nava zara kap dilîze. Kurê pîrê kapa Felemest direvîne. Felemest dide pey kurê pîrê, digire. Guhekî wî radike. Pîrê radive, gazî dike:

-Çira naçî heyfa bavê xwe hilnadî? Te tirê Zal bavê teye, ew kalikê teye, dêwê heftserî bavê te birîye, kirîye bîra Çilnêrî, kevirê Çilnêrî danîye ser.

Felemest vedigere mal, diçe cem kalikê xwe. Felemest divêje:

-Kaliko, minra rast divêjî, bêje, yanê na ezê te bikujim, bêje, çika bavê min li kêderêye?

Zal divêje: -Xadê bela wê bide, kê tera gotîye: welleh ez kalikê teme, bavê te dêwê heftserî birîye, kirîye bîra Çilnêrî, kevirê Çilnêrî danîye ser.

Felemest divêje: -Kaliko, karê min bike, ezê herim.

Kalikê wî divêje: -Lawo, hela tu zaroyî, nehatî qada mêra.

Felemest divêje: -Nebûye, nave, ezê herim,- radive diçe cem diya xwe, divêje:

-Dayê, karê min bike, ezê herim.

Kalikê wî gotê: -Ewê hana gurzê Rosteme, te derxist, bizanibe benga te şêre.

Felemest siyar bû, serîkî duda çû, destê xwe avîte gurz, hilda, gote kalikê xwe:

-Xwezil sê-çar pûtê dinê jî serda zêde bûya.

Karê Felemest dikin, ew diçe. Pir diçe, hindik diçe, xadê bizanibe, diçe rastî kanîkê tê, hespê xwe qaş dike, rûdinê nanê xwe dixwe, qapûtê xwe dikişîne ser xwe, radizê.

Gava xanim pencerê dinhêre, siyarekî vaye hatîye ser kanîyê, qapût avîtîye ser xwe razaye. Gazî carîya xwe dike, jêra divêje:

-Bilime nan çêke, bive here seva siyarê hana.

Carî nên çêdike, tîne tê ber serê siyêr. Gava carî lêdinhêre – ne meriv bixwe, ne bide – lê binhêre. Carî tîne tê lingê Felemest miz dide. Ew banz dide ser xwe, carîyêra divê:

-Evda xadê, te ez gunehkar kirim.

Carî divêje: -Felemest, tu birçîyî, nan bixwe, wexte dêwê bê te bikuje.

Felemest radive. Carî divêje:

-Felemest, dêwê riya hanê bê, nevî-nevî riya handa herî.

Carî pişta xwe didê, Felemest diçe. Felemest jî berê xwe dide ser riya dêw têda bê, wirda diçe. Felemest dinhêre vaye dêw tê. Dêw lê dike qîrîn:

-Hey-hey, têşkê gura, ez erda digerîyam, tu ezmana minra hatî. Min ancax tu dîtî. Îsal heft salê mine koka diranê min diêşe, ezê te têkim ber koka diranê xwe, belkî êşa diranê min datîne.

Felemest divêje: -Kafirî-kafirîyo, bixwe, paşê bişêkirîne.

Felemest û dêw digihîjine hev. Dêw divêje:

-Dora mine, yanê dora teye?

Felemest divê: -Dora teye.

Gava ew heft beraşê aşa tîne davêje Felemest, Felemest xwe ber dide yalîkî, divêje:

-Dora mine, dora teye?

Dêw divêje: -Dora teye.

Felemest tîne tê şûr ber xwe dikişîne, dêw dixe, dikuje. Herdu guhê wî jî dike xurcika xwe, berê xwe dide koçk û sera wî, tê cem xanimê. Herdu guha xurcika xwe davêje. Dive ringe-ringa xanimê. Ew û xanim ya xwe dikine yek. Êvarê radizên. Felemest şûrê xwe dikişîne, dide orta xwe û xanimê.

Felemest sivê diçe şeher, derdikeve meydana Xenîme. Gurzê xwe meydana Xenîme dihejîne. Xanim diçe ser bîra Çilnêrî, gazî Rostem dike:

-Yekî hatîye meydana Xenîme, ewîna ji bera weye.

Rostem divêje xanimê:

-Tu here binhêre, hergê gurzê wî mîna ewirê nîsanê birq vedan, bizanibe – ew bera meye.

Xanim gava diçe, dinhêre – gurzê wî mîna ewrê nîsanê birq vedide.

Hat, gote Rostem: -Gurzê wî mîna ewirê nîsanê birq vedidin.

Paşê, gava pê dihese, wekî Felemest bera Rosteme, xwe Felemestra digihîne, divê:

-Rostem yaye vira.

Felemest tê ser devê bîrê, gazî dike, divê:

-Rostem, em çawa bikin, wekî te derxin?

Rostem divêje: -Felemest, gere temam orxan-doşek bin, şirîtê bavêjine nava min, derxin.

Rostem derdixin. Ew çil rojê dêw bû, wekî çûbû nêçîrê. Sivetirê wedê dêw bû, wekî bihata. Xanim divêje Felemest:

-Sivê dêwê bê.

Sivetirê Rostem datînine ber darê. Dêw lêdixe tê malê. Felemest radive meydana Xenîme disene. Dêw lêdixe tê. Ew û Felemest dikine şer. Usa dikine şer, ku hespê wana xûdanêda reş divin. Felemest divêje:

-Dêw, were em dest bibarekîyê bêne hev.

Ew peya divin, kincê pelewana xwe dikin, gulaş digirin. Rostem lêdinhêre – dêw wê zorê dide Felemest. Dêw dike gazî – qîrînî, qudûmê dêw dişkê. Felemest çend careka dêw dive, tîne, dêw davêje erdê. Xanim jorda dike gazî:

-Mekujin, gemeke waye bin kevirê handa, bînin têne dêv.

Gemê dikine dêv, dive qantirekî. Rostem, Felemest, herdu xanima hûr-mûrê xwe lê dikin, serda siyar divin, berê xwe didine mala xwe.

Cav diçe Zalêra: “Rostem û Felemest sax-xilamet hatin”.

Dewata Felemest jî dikin.

Ev yeka han jî serê Rostem qewimî. Ew çûn mirazê xwe şabûn, hûn jî herin mirazê xwe şabin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *