Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -12

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -12

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 2an a Rojnameya Roja Nû da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Ser encam

Gava meriv ji halê xwe ne razî û ji pêşiya xwe bigûman be, dizîvire, li rojên xwe ên derbasbûyî dinêre… mîna pîrên riziyayî ko ne jî dixwazin bimirin… tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe biderxin…

Ez jî wisan bûme; ez jî bûme xortekî pîr. Li pêşiya xwe dinêrim: leylan û guman… Li dora xwe mêze dikim; mij û dûman!…

Belê, ez jî mîna wan kal û pîrên xurde, rojên xwe ên derbasbûyî, nemaze rojên zarotiyê tînim bîra xwe, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tije dikim û ji wan lezeteke derûnî distînim… Ew pelên ko ji kitêba jiyîna min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî berev dikim, bi hev dizelqînim… dixwazim ji wan kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond… Guneh… Rojên derbasbûyî… Serencam… her yek ji van, ji kitêba jiyîna min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin… dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne… Serencam jî rûpelek ji wan pelan e… Berî bîst û pênc salan bû… Bi meh û hefteyên xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal… Di nev hundirê mala me de, ji nişkave, hay û hûyek çêbû: birayê min Fethî, piştî nexweşiyeke pir kin, nexweşiyeke du sê rojan dimir… Ew şîn û girî ji bona wî bû.

Fethî, sal û nîvekê ji min biçûktir bû… Çavreş, rûgewr… ji min bilindtir û girtir bû…

Ez; ji her kesî bêtir, li ber mirina wî diketim, him ji ber hezkirina xwe, hem jî; ji ber gunehê ve… Min xwe ji ber mirina wî mes’ûl û gunhekar dizanî bû…

Li welatê me adetek heye; her kes fêkî û êmîşên xwe ên ko ji havînê û payîzê de dicivînin, dixin den û kûpan, derê wan diseyînin û di ser salê de deriyê wan vedikin… Ne hişk dibin, ne kevin… mîna berê ter û taze dimînin… Wê salê me jî mîna her gav êmîşên xwe yên zivistanê hilanî bû… heft, heşt denên mezin lebaleb tije bûn û derî seyandî bûn. Êvara sersalê mala me ji dost û malbatê tije bû… zarokên biçûk bi meraq li benda merasima vekirina denan bûn.

Gava diya min çû mexzana êmîşan, denekî devvekirî û hundirvala dît… Bi ruyekî tirş bi milê min girt û ez hejandim… hêj ji min tiştek ne pirsî bû, min got: Fethî… Fethî, deriyê den vekir û sincoq û kêsme li zarokên taxê belav kirin… Fethî ne li wir bû, çû bû sersala meta xwe… Di vegerê de, diya min ew girt û du şimaqên bi tîn li ruyê wî xistin… Reben, haya wî ji tiştekî tune bû; hingûr, hingûr giriya…

Deriyê den min vekiri bû, û min bi destê xwe êmîşê hundirê wî, hêdî hêdî, kişandi bû… lê ne ji bona xwe, ji bona çîrokbêja gunehkar: Xecê…

Xecê, pîrejineke çîrokbêj bû… du sêwiyên wê hebûn: yek keç bû, yek jî law… Xecê, xwe û sêwiyên xwe, bi çîrokan xwedî dikir. Her êvarên zivistanê hundirê mala wê, ji zarokên mîna min şeş-heft salî, tije dibûn… Xwarin, vexwarin, şêranî, cixare û gaza wê li ser me bû… Wê salê êmîşên wê li ser min bû… Her êvar min, dê û bavê xwe dixapand, min digot: Ezê herim cem hevalê xwe yê dibistanê Xurşîd… bi wî re dersên xwe bixwînim. Ji wir, di dehlîzeke teng û tarî re min xwe digîhand denê êmîşan û min bêrîkên çakêt û paltoyê xwe tije sîncoq û kêsme dikir û min dibir li ber çîrokbêja xwe vala dikir. Her tim, ji min re digot: aferîn kurê min, aferîn!

Hetanî guhdarên wê temam ne biwana, Xecê dest bi çîrokan ne dikir… Ewilî, çavên xwe li dorê digerand û digot:

– Sado li vir e?…  Remo kanî ye?… kanî Cemo?…

Mirîd, yek bi yek hazir dibûn… wê jî dest bi çîrokên xwe dikirin… Ne ew diwestiya, ne jî em têr dibûn… Gava nuh dest pê dikir dengê wê hêdî, hêdî derdiket… Ji bona ko em rind bibihîzin, me xwe bi erdê re kaş dikir û me dixwest em nêzîkî wê bibin… Paşê ne hewce bû, herke diçû dengê wê bilind dibû… heyecan dihatê… em jî mîna wê bi cezbê diketin, dest û lepên me, bê hemdê me dilivîn… Wê gavê qurmên daran jî, di hundirê kuçik de çiz çiz dişewitîn… Germa êgir û hilma zarokan hundirê xanî dikir mîna hemamê… Xecê cixarek ji cixarekê vêdixist û kûr dikişand qirika xwe… dûmana cixarê ji bêvila wê pêl-pêl derdiket… paşê digot: ”Belê, em hatin kûderê… Mîrza Mehemed, xortekî bîst salî bû… di xewna xwe de keça padîşahê periyan dît…  Ji bona evîna wê, terkî dinya bû… li ser riya wî heft dêw hebûn… bi şûrê xwe yê duneçel serê wan yek bi yek jê kir”.

Xecê, heta nîvê şevê ji me re çîrokên dêw, perî, cin û ejdehan digot û me jî bi can û dilê xwe guhdariya wê dikir û em ji qehremanên van çîrokan re heyran diman…

Min pir ji çîrokên dêwan hez dikir… min di dilê xwe de di got: Ah! xwezî ez jî rojekê mîna ”Mîrza Mihemed”, qehremanê çîrokê dêwan bibûma û şûrekî min jî du neçel hebiwa… giyanê min ji ber van efsaneyan dihejiya, dilê min bi van serguzeştan malemal dibû…

Piştî ko Fethiyê bê guneh ew her du şimaq ji diya xwe xwarin, çû quncikeke odê rûnişt û ponijî… Sibehê Fethî, bi take germ ket; nikarî bû ji nav cihên xwe rabe… Sibetirê ta wî girantir bû; devê wê ne digeriya… Bavê min tixtor anî ser… Tixtor derman dayê û got: Nexweşiya wî ne tiştek e; grîpeke sivik e…

Lê efsûs! roja sisiyan birayê min î delal çavê xwe bi yekcarî li me girt, û em di nava şîn û girî de hiştin…

Belê, ev bûn bîst û pênc sal… ev serencama hezîn jiyîna min jehirdayî dike… ez jî, di dilê xwe de, li wê pîrejinê, li wê çîrokbêja gunehkar û xwînî, hezar û yek nefretî dikim…

Lê tenê, – heke ne miri be – dîsa dixwazim carekê wê pîrê bibînim û jê re bêjim; Ez jî bi evînê ketim… min ji çiyayên qaf derbas kirin… ez jî ketim nav dêw û ejdehan û bi wan re pence-pence şer dikim… tenê tiştek ji min kêm e; Şûrek… mîna şûrê ”Mîrza Mihemed”ê duneçel…

Cidêde : 14/4/1943

Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 2, sal: 1943. Rûpel: 4

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev