Edebiyatnasiya Melayê Cizîrî

Edebiyatnasiya Melayê Cizîrî

Fermo, ji qelema nivîskarê malpera me zêdetir Melayê Cizîrî nas bikin. Weke ku Melayê Cizîrî xwe ji şair Şîrazî kêmtir nabîne, em jî nivîskarê malpera xwe ji lêkolînerên ser berhem û jîyana Melayê Cizîrî sekinîne kêmtir nabînin. Her yek ji wana me diha nêzîkî Melayê Cizîrî dike.

Welat Agirî

Meriv dikare bi du metoda Mele Ehmedê Cizîrî nas bike. Metoda yekemîn agahî û malûmatên dîroknas û edebiyatnasên kurd û biyanî ne. Di nav van kesên kurd û biyanî de yên mîna Alexandir Jaba, Elaedîn Secadî, Dr. Belîc Şergo, M. Emîn Zekî Beg, Prof. Qanatê Kurd, D.N.Mac Kenzie, Wezîre Nadirî, M. Emîn Narozî û Zeynelebidîn Zinar cihên xwe digirin. Lêbelê di metoda yekemîn de, tişta balkêş ew e ku gelek ji van edebiyatnas û dîroknasên kurd û xerîb xwediyê heman agahî û malûmata nîn in, ji tarîxên bûyîn û mirinê bigire heta hedîsên jiyana Cizîrî jî cihêreng radixin ber çavên xwendevanan.

Rêbaz û metoda naskirina Mela ya duyem jî Dîwana wî ye. Heke Dîwan wek çavkaniya yekemîn bê bi kar anîn, wisa bawer im ku perdeya li ser tarîx û serpêhatiyan dê were rakirin û nasîn û fêmkirina Mela him ji aliyê kurdan û him jî aliyê biyaniyan dê derkeve dereceke çêtir.

Li gor agahiyên Dîwanê, Melayê Cizîrî kî ye?

Melayê Cizîrî edebiyatnas e:

Mela beriya hertiştî hosteyê gotinê ye, gotina kurdî. Di serdema wî de ziman û edebiyata faris xwediyê tesîr û bandoreke gelek xurt bû. Şair û nivîskarên gelek miletan berhemên xwe bi farisî dinivîsandin û ji bo wan ev nîşana mezinahiyê bû. Mele Cizîrî jî berevajiyê wan şairan, bi dîwana xwe nîşan dike ku ne ji aliyê dewlemendiyê ve kurdî ji farisî kêmtir e û ne jî aliyê şairtiyê ve ew ji Hafizê Şîrazî piçûktir e.

Ger lu’luê mensur ji nazmê tu dixwazî

Wer şi’rê Melê bin te bi Şîrazî çi hacet

Melayê Cizîrî bi bikaranîna peyvên hemwate, cihêreng, teşbîh/mînandin, mecaz/kinaye, rexne, dubarekirin û aheng, bikaranîna du-sê zimanî, faxriyê/pêpesîn, mudaxele/zêdekirin medhiye/pesindan ve him dewlemendiya zimanê me û him jî şaheseriya berhema xwe raberî xwendevanan dike.

Di Dîwanê de gelek gotin hemwate û hevok lihevhatî ne:

Lew weku sewda û dîn im herdema dêmê dibînim

Dîn dibim heyran dimînim Muşterî ya Zuhre ye 

Dema dem û rûyê yarê dibînim, sewdasar im û dîn im, dîn dibim heyran dimînim nizanim yar e yan stêra gelavêj e.

Gelek cihan de bi teşbîh/mînandinê reng û rûçikê yarê teswîr dike:

Leylet ul-Qedr û Berat in zulf û cebhet subhê ´îd

Dêm weku fesla biharê lê qiyamet qedd û qam 

Biskên yarê wek şeva Qedr û Beratê reş in û eniya wek cejna eyd, rûyê wê demsala bihar e lê bejn û bal wek qiyametê.

Di Dîwanê de mecaz û kinaye jî cihekê girîng digire:

Bîzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan

Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş 

Bîzê xwe tîne ji bedewan ji naz û nazdaran, kerê kerbeşan hez dike çi qedrê gulan zane.

Di Dîwanê de gotinên cînas/ hevherf, watecuda:

Vê firqetê pir dil şewand cerhên qedîm dîsa kewand

Şîşên di sor tê da tewand feryad ji destê firqetê 

Vê dûrketinê pir dil şewitand û birînên kevn ji nû ve kewand, şîşên sor di tê de tewand feryad jê destê cudahiyê.

Melayê Cizîrî di Dîwanê de cî dide gelek şexs û bûyerên dîrokî jî:

Minnet ji tali‘ her ji bext Asif bi text û bext û rext

Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela

Wek Asif ibn Berxiyayê minetdarê bext û şansê xwe me, ji min re dildara wek Belqisê anî ku Mela îro Slêman e.

Şukur bînahiya min hat û Yaqûb dîde rewşen bû

Bi boya Yûsufê Misrî li Ken‘anê beser peyda

Şikir ronahiya min hat, çavên Yaqûb rewşen bû, Bi kirasê Yûsufê Misrê li Kenanê serfirazî kon veda.

Helbet teswîrên yar û dildarê bê pesinandin nabin:

We`r ji ber perdê yedê beyda bi mu´ciz bête der

Şems û kewkeb dê hilên ´alem tejî enwar-i bit

Heke bi mûcîzeyekê destên spî ji ber perdên bên der, Roj û rojgarên hilên, cîhan dê tim rohnî be.

Bi dubarekirinê afirandina deng û ahenga hevokan:

Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min

Awirên heybetpilengê dil ji min bir dil ji min

Delal û nazdarê gelvêjrengê dil ji min bir dil ji min, Awirtûja wek pilengê dil ji min bir dil ji min

Di dîwanê de bixwepesînîn jî heye ku mînakek me jorê dabû ku Mela xwe ji Şîrazî kêmtir nabîne û dîsa mînakeke dî:

Di î´cazê beyanê da suxen ger bête insafê

Dizanit muxteser herkes Melê sihr e `îbaret kir

Di beyana gotin û hevokan de heke însaf biaxive, hingê herkesê bizanibe gotinên Melê bi mîna sihr û efsûn in.

Emê di gotareke din de, li ser dîroknasiya Melayê Cizîrî rawestin ku di Dîwana xwe de şerê Çengîz, Tîmûr, faris, tirk û ereba û zilm û zora li ser kurda bi awayekî zelal radixe ber çavan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev