Makû min xemgîn dike

Makû min xemgîn dike

Yaqûb Kurmanc


Ez hatim bajarê xwe min go qey her tişt yê bi qîma dilê min be.
Min destpêkê li zinarên bilind yên bajêr mêzekir. Tu dibêjî agir jê dibare, nizanim ev ji ber tîna evîna evîndaran bû yan ji destê derd û kula ku ji mirovan kişandibû, mîna kesekî/ê ku di dil de bişewite.
Min go ey zinaro! Tu wekî teyrekî (eylo) li ser serê me; her dem te me raçav dikir,
tu jî êdî li ber dubendî û neliheviya me westan û derdmend bûyî û bask li te sist bûne.

Min bi Kurdan re axivîn kir û gelek deran gerrîm, hin kesan beriya silav û bi xêr hatinê ji derd û pirsgirêkên xwe yên kesane û aborî û civakî digotin.
Meşiyam û meşiyam daku gihîştim ciwanekî çîl û bedew, li ber wî re derbas dibûm, wî wisa niçeniç kir ku min go weylo ev gede çi qurre ye û binirxbûna mirovan di bedewî û xweşikiyê de dibîne û gelek kes jî nirxdariyê di pereyan de dibînin, yanî perê te hebe nirxdar î û dostê te jî yê hebe!!!
Ez gelekî çûme fikaran û min go gelo yên ku fikirûraman û fehmbariya wan hebe çawa lê dinêrin?!!! Ez hêj negihîştime bersiva xwe!!!

Hîn kes jî wisa xwe vedidiziyan û dûr diçûn û serê xwe berjêr dikirin û derbas dibûn te digo qey min rextê fîşek û bombeyan li dora xwe ve girêdaye û hin kes jî zimanxweş bûn!!! sedema wê jî ew bû ku yan dixwestin sûd wergirin yan dixwestin hinekî rola pêxemberê Xwedê bilîzin!!!

Çalakvan û zanayên me yên zimên jî wekî miha ku ji berxika xwe bixeyîde!!! Ez bêm ziman xwe re kirine pêmijûlkekê û qet naxwazin zarok û ciwan fêrî zimanê kurdî bibine!!! Sedem?! Tirs, hov û givaşên ji aliyê biyaniyan ve dizanin. Xwedê bi xêr bike, belkî wisa be.

Bila kes nebêje bajar di destê Kurdan de ye, na na şaş nebin, bajar di destê guran de ye û xelkê me melûl û bajêle û revok bûne.

Min behsa revînê kir, hin keç û xortên me ji vê neheqiyê bêzar û westiyayî bûne û berê xwe didin wan çiyan ku şêr û pilingan dorpêç kirine. Ji wana ne bitirsin, ne jî jê re bên Terorîst!!! Ew paşverûtî ye ku mirov bi xwe xwe re bibêje Terorîst, ew ji regez û xwîna me ne. Ji vê bizava wan ne piştgiriyê didimê, ne jî înkar dikim, tenê dibêm wan ev riya ji bo xwe hilbijartine.

Ev demek e bajar çavşirtik û serûçav neşûştiye, ji ber ku ewr li ber kîne û dilreşî û hovitiya wan û me qutifiye û qet hêsiran nabarîne.
Riyên bajar leylan girtine, tu dibêjî deryayeke ku tu carî namiçiqe, çi xeyalek rastîn e!
Riyên gundan jî wisa toz û xwelî jê bilind dibû te digo qey leşkerê ku li ser pişta hespan siwar bûne û êrîşî ser dijmin dikin.
Him; dijmin bêxeyal e, dizane ku em wisa di xewê de ne ku ev toz û xwelî li ber pifepif û xirexira vê xewa me ya şîrîn e ku esman tarî kiriye.
Erê ev xeyal; ê min in jî, xeyalên min bê hevîrtirş tên hilanîn!

Hevalo, keko, delalo, rindo, keçûxortno, neyaro, xerîbo, belengazo hwd û pirsgirêk ne Ezo, belkî ew fikir û hizrên we yên şaş û tirsa ku ser we ferzkirine.
Eger Azadiya we ya Gotinê û Wekatkirinê heye ka fermûn hûn jî tiştekî bibêjin.
Bajarê min êşewî ye.
Îca herin pey karê xwe û vêga dermanê derdê Wê pê nexweş e!!!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev