Marşa (Sirûda) Mîr Bedîrxan

Marşa (Sirûda) Mîr Bedîrxan

Çavkanî: Mela Xelîl

Latînîzekirin: Mela Mihyedîn

 

Kurd im, Kurdistan im, bi şeref û şan im

Mêrxas û egîd im, bi tac û eywan im

Xwedan ceyş û hez im, bi qewet û heş im

Bi çek û sîlah im, di hemîya cîhanê

 

Qehremanê Kurd im, canfida û merd im

Şûrkêş û rimbaz im, di mexrega meydanê

Meydan li min şa ye, cewlana şêra ye

Biheşt û jîyan e, di rewdê Kurdistanê

 

Kurdistana min şêrîn, bi al û xemla rengîn

Kesk û sor û zêrîn di mezra Botanê

Botan Xwoş cîhan e, baxçe gulîstan e

Mîrê’m Bedirxan e, di bajarê Westanê (Cizîr)

 

Westan xwoş bajar e, bi evîn û dildar e

Cih û meskenê yar e, yara min Kurdistan e

 

Hêzê Kurd hişyar bin

Di emrê mîrê kal bin der jîn û fermanê

 

Mîrê min sultan e, şahê Kurdistan e

Bi edl û  îhsan e, sertaca cîhanê

Cîhana min xêr e, tev maden û zêr e

Wek dûr û elmas e, medin bi erzanî

 

Cîhan bûka salê, suhbet xweş e li balê

Mehra wê giran e, bi fedaîya canî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev