MEJÎSISTÎ

MEJÎSISTÎ

Devliken Kelogirî

 

Vê sibehê dîsa ez bi xwe hisiyam.

Giregira dengê mîratmaya klîmayê wek giregira dengê aşekî xerabe ye.

Hezar mixabin, xewa me jî asîmle bû wek zimanê me.

Berê, sê mehên havînê em li ser xaniyan radiketin.

Me li stêrkan dinêrî û asîman li xwe dipêça û me xatir ji şevê dixwest.

Nuha klîmayên dagirkerên me bi bayekî asîmlebûyî me di nav çar dîwaran de ditevizînin.

Ziman zuha,

beden hişk,

mejî tevizî,

dil bi brîn,

xeyal belawela…

 

Hişmendiya miletbûnê ziman e

û dagirkeran zimanê Kurdan li ber çavê Kurdan reş kirine.

Kurd bêyî ku bi zimanê xwe zanibin xwe Kurd his dikin

û bi serbilindî quretiyan dikin.

Û navê vê sendromê jî bûye şoreşgerî, mixabin.

 

Li vê malê Seadetê berî her kesî şiyar dibe, dû re ez û bi dor yek bi yek ên din…

Ferêt her tim wek çêbûna xwe efara dawî ye. Heta ew şiyar dibe em meseleya taştê safî dikin.

Mirîşkên Seadetê mîna Seadetê xwe qure û kubar dikin.

Her sibe bi hêkên xwe me bertîl dikin.

Û em jî ji bo xatirê wan hêkên wan ên ekolojîk û organîk çavên xwe ji qûna wan ya mîna qûna Sîbel Canê ku zemanê dansozî dikir dihejand û aqil ji serê me dibir, bi vir de û wê de dihejînin re digirin.

 

Nezanî ne qebhet e û ne jî qeder e.

Lê ehmeqî qebhet e û wexta meriv di wê ehmeqiyê de israr bike jî dibe qeder.

Wexta em qala girîngiya zimên dikin, nezan guhdarî dikin, li wê nezaniya xwe hay dibin û girîngiyê didin zimanê xwe, lê ehmeq ne weha ne.

Ehmeq, hewl didin bi nimûneyên erzan û pûç û vala zimên li ber çavê meriv bêqîmet bikin.

Wek nimûne dibêjin,

“Cahş jî Kurd in û bi Kurdî zanin. Sîxur jî Kurd in û bi Kurdî zanin. Bêkesayet û bêamûs jî Kurd in û bi Kurdî zanin” û hezar mahne û bahaneyên din.

Lê tiştekî ji bîr dikin.

Di her miletî de çê jî hene, xerab jî hene. Çê û xerab bi hev re bi zimanê wî miletî dipeyivin û wî miletî dikin milet.

Miletek bi zimanê xwe heye.

Miletek bi çi zimanî bipeyive-bijî, navê wî miletî dibe ew ziman.

Hûn jî, çê-xerabên we xwe hînî zimanê xwe bikin, bila hûn bibin milet, dû re hewl bidin xeraban veguherînin çêyan.

 

Seadetê dîsa çû di ber televizyona xwe ya Kurmancî de rûnişt.

Ew rojevê ji qenalên Kurmancî dişopîne, ez jî rojeva rojevê ji wê dişopînim.

Ez jî rabim serê xwe bişom û dest bi karê xwe bikim.

Tew!

Yê nizanibe jî wê bibêje qey karê vî bajarî gişî ez dikim.

Xeyal karê herî maqûl e.

Û meriv dide pey xeyalên xwe.

Xeyal rêberê meriv ê jînê ye.

Bê xeyal nemînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev