Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da -1

Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da -1

Me di 102 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa pêşin a bi sernavê “Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da” raberî we bikin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -103

Di dawîya sala 1899a da pir kurdên Tirkîyê di gelek alayên Hemîdîyê da hebûn, ku dike 210 bêlûk(1) û ew diketine di nav korpûsa 4a. Sê alayên (14 bêlûk) mayîn jî diketine di nav ewê korpûsê, ku qerepapaxa dabûn û çar alayî (16 bêlûk) jî di nav da bûn, ku ereba dabûn. Ango, serhevdu di korpûsa 4a da, ku li ser xeta sînorê Pişkavkazê bû, weke 57,5 alayî hebûn, ku dikirine 240 bêlûkên alayên Hemîdîyê yên siyarîyan(2).

Hemû alayên Hemîdîyê yên siyarîyan (alayên ereba yên di korpûsa 4a da jî di nav da) pareveyî li ser 7 texbûra dibûn û barêgehên wana li van dera bûn: Qerekilîsê, Xinisê(3), Merdînê, Ercîşê, Melazgirê, Wanê û Ûrfayê. Serokatîya hemû alayên Hemîdîya dabûne destê serekê dîvîzyona 4a ya siyarîyan û barêgeha wê jî Erzîncanê da bû(4).

Di van demên dawî da bona alayên Hemîdîyan kadroyên bona 12 taxbûrên ku wê di warên çiyayî da karê xwe bimeşînin, hatine amadekirinê.

Ne hemû eşîretên Kurdistana Tirkîyê tevî amadekirina wan alayan dibin. Ji 51 eşîrên kurda yên mezin(5), ku serhing Karsêv di pirtûka xwe ya bi sernavê “Notên derheqa kurda da” qala wana dike, tenê 13 eşîr bi tevayî 45 alayî dane. Xênji wana 7 eşîretên mayîn(6) jî (ku 5,5 alayî dane) dikevine nava rêxistina Hemîdîyê û ew ne ketine nava navnîşa eşîretên ku Karsêv behsa wan dike û ew jî wek xuya ye eşîretên ne gelekî mezin in û dikevine nava komikên (qebîl) mezin yên eşîreta da(7), ku serhing Karsêv di berhema xwe da bîr anîye.

Bi vî awayî, serokatîya Hemîdîyan çiqas helekarî û fêlbazî kirin jî, tenê perçekî eşîretên kurda yê ne pir guh dane bangawazîyên sultan.

Dema em li her wilayetekê da ser ewê pirsê bisekinin, emê bibînin, ku:

1) Li wilayeta Erzurumê, ku ser sînorê Pişkavkaza me ye, ji 12 eçîreta tenê 10 eşîret tevî amadekirina alayên Hemîdîyan bûne û wana serhevdu 31 alayî dane (ji 120 bêlûka zêdetir), ango hema bêje nîvê hemû alayên Hemîdîyê yên korpûsa 4a.

Ji wana ewqas eşîr ewqas alayî dane: Eşîra Heyderîya(8) – 8 alayî (32 bêlûk), Hesenîya – 5 alayî (20 bêlûk), Ademîya – bi Lîwalîya ra tevayî – 5 alayî (19 bêlûk), Sîpikîya – (êzdîyên, ku çûne ser dînê mehemmedîyê) – 3 alayî (13 bêlûk), Zîlanîya – 3 alayî (ji 10 bêlûka zêdetir), Celalîya – 2 alayî (9 bêlûk), Keskanîya(9) – alayîk (4 bêlûk), Cemedî – alayîk (4 bêlûk) û Şedelîya(10) – alayîk (? bêlûk). Tenê kurdên qizilbaş yên Kûzûcanê û eşîra Badelî(11), ku ne li ser hev bûn, tevî karê amadekirina Hemîdîya nebûne.

2) Di wilayeta Wanê da, xênji Heyderîya û Qelaçîya(12), ji çar eşîretan û çar qebîlên mezin tenê 4 eşîret û perçekî biçûk ji eşîreta Hekarîya tevî amadekirina Hemîdîyê bûne û wana bi tevayî serhevdu 10 alayî (43 bêlûk) dane.

3) Di wilayeta Bîtlîsê da ji 5 eşîretên mezin tenê yek – Cebranî 4 alayî (16 bêlûk) dane(13).

4) Di wilayeta Xarpûtê da temamîya herêma Dêrsimê, ku di nav wan da gelek eşîrên Dêrsimî (kurdên qizilbaş) hene, hîç tevî amadekirina alayên Hemîdîya nebûne.

5) Di wilayeta Helebê da her pênc eşîretên mezin tevî amadekirina alayên Hemîdîya nebûne.

6) Di wilayeta Dîyarbekirê da ji 12 eşîretan û 4 qebîlên mezin tenê eşîretên Qere-gyoç (alayîk=4 bêlûk), Millî (3 alayî=13 bêlûk) û Kîkî (alayîk=5 bêlûk) alayî dane Hemîdîyê(14). Eşîretên mezin û bi hêz: Botanî, Elikî, Reşkotî, Pencînarî û yên mayîn qet guh ne dane bangawazîya sultan ya derheqa amadekirina alayên Hemîdîyê da.

7) Û ya dawî, li wilayeta Mûsilê, ku tê da 6 eşîret û du qebîlên mezin (Rêwandûzî û Caf) hene, alayên kurda yên Hemîdîyê hîç tunene.

Em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku rast e, ne hemû kurd alayî dane Hemîdîyê, lê ew 50,5 alayên ku dan jî bes bû, ku hukumeta tirka pêkanîna plana xwe bi serketî bihesibîne û jê razî bimîne. Lê di rastîyê da ne usan e û gelek alayên Hemîdîya li ser kaxez bûn.

Bona ku em gotina xwe mak bikin, lazim e em li ser van xala bisekinin:

1) Jimara alayên siyarîyan ku kurda dabûn, nayê wê manê, ku hêza wan alayan pir xurt bû. Li ser kaxez 57,5 alayî hebûn, ango ji 28 hezar siyarîyan zêdetir tenê di korpûsa 4a da, lê nîvê wan kesa, ku navê wan kiribûne di nav siyarîyan da, di rastîyê da hespê wan tunebûn, lê bin piranîya siyarîyên mayîn da jî hespên usa bûn, ku qet kêrî tiştekî ne dihatin. Ango, hemû kesên zaneyên pirsa kurda û kesên, ku li ser dîroka Kurdistanê lêkolîna dikin, têne ser wê bawerîyê, ku Kurdistana Bakûr bi hespan va ne gelekî dewlemend e(15), ji ber wê jî em bi bawerî dikarin bêjin, ku eger di dema şêr da hemû hespên baş bikine nava ordîyê, weke nîvê kurda wê dîsa bê hesp bimînin, ango di dema şêr da jî nîvê kurdên ku navê wan di alayên Hemîdîyê da hatine qeydkirinê, wê tenê li ser kaxez bimînin.

2) Hemû xalên ewê planê, ku armanca wê ew bû, ku kurda perwerde û fêr bikin, herweha ew bû jî, ku kurda fêrî wê yekê bikin, ku ew qedirê zabitên tirka bizanibin û hurmeta wan bigrin, hetanî niha jî bi ser neketîye.

Hatibû plankirinê, ku cara pêşin havîna sala 1893a da kurda berev bikin bona hînî şerkirinê bikin, lê ew yek ji rûyê wê yekê da nebû, ku qumandarên alaya û înstrûktorên bêlûka, ku ji siyarîyan hatibûne kivşkirinê, di wextê da ne hatine cîyê kivşkirî. Hîvîyê bûn, ku wê weke 80 zabit bên û piranîya wan jî gerekê ji Konstantînopolê bihatana. Ji wana yên pêşin tenê di payîza sala 1893a da hatine Wanê. Di nav gelek eşîreta da kurda qumandarên alaya û înstrûktoran ne bi dilê xwe qebûl dikirin û wana dew dikir, ku ew paşda vegerin. Serekeşîr, ku ji padîşah rutb û hedya sitendibûn, ne dixwestin hukumê xwe li ser wan kurda ji dest xwe berdin, ku navê wan kiribûne di navnîşên alayan da û ew hukumê wan zabitên tirka nas ne dikirin, yên ku hewl didan serokatî li kurdên ji eşîra wan bikin.

Ji roja sazkirina alayên Hemîdîya 8 sal derbaz bûne, lê zabitên ji siyarîyan tu kar ne dane gelê xwe. Di rastîyê da ewana niha jî an ne di meydanê da nin, an jî çûne di nav eşîrên milahîm(16). Lê kar û emelên wan sifir e, ji ber ku vira tu cara kurda berevî ser hev nakin, ku hînî şerkirinê bikin. Ew zabit, ku tu cara nedîtine 10 kurd berevî ser hev bibin û bi ciddî fêrî karê eskerîyê û şerkirinê bibin, eger bixwezin jî karê xwe yê berê bikin, wê nikaribin. Di van şerta da tu xeberdan nikare hebe derheqa dîssîplîn û terbetkirina kurda da. Kurd wek berê tenê hukumê serekên xwe nas dikin û qet guh nadine zabitên ji siyarîyan.

Hukumeta tirka tenê di pirsa vekirina dibistanên ji bo nisleta kurda ya pêşerojê hinek gav avêtin. Di destpêka sala 1892a da ji bo çêkirina wan dibistana karekî bi kel û ced kirin û rastîyê jî li Patnosê, Solyemezê, Toprax Kelê, Wanê, Modrekê û hinek warên mayîn da dibistan vekirin(17).

Di van wergeha her yekê da camî hatîye çêkirinê û rex wê jî dibistana destpêkî heye. Di hêla eskerîyê da tu roleke van dibistana tune, ji ber ku vira fêrî karê eskerîyê nakin. Lê di hêla sîyasî da rola wan pir e, ji ber ku piranîya mamostayên zarokên kurda melle ne û ew zara hînî fanatîzma musulmanîyê dikin, ku qet ne bi dilê kurda ye. Di van dibistana da dersên zimanê tirkî û nivîsara tirkî fêrî zarokan dikin bona ew bere-bere bibine tirk.

Xênji van dibistanên destpêkî li Konstantînopolê dibistaneke mayîn jî heye bi navê eşîret-mektebî, ku ew jî bona ereb û kurdên bi nav û deng in. Di van dibistana da şagirt xwendina navîn distînin û li vira jî di hêla eskerîyê da rola wê tune. Piştî ku şagirtên vira dibistanê xilaz dikin, dikarin di ordîyê da qulix bikin û bikevine dibistanên eskerî (gîmnazîyûma eskerî) bona xwendina eskerî ya taybetî bistînin(18).

3) Di serokatîya Hemîdîyê da him dîssîplîn, him jî karê di hêla perwerdeya eskerîyê da hema bêje tunebû. Ji ber ku vira telîmên ji bo şerkirinê ne dihatine derbazkirinê, lema jî kurda qet texmîn ne dikirin ku dema lazim bibe wê çawa şer bikin. Dema di salên 1894-1895a da ermenî serî hildan, gazî alayên Hemîdîya kirin bona di nav wan da telîmên eskerîyê bidne derbazkirinê, lê wana hînî tiştekî ne kirin û bi gotina dîtindaran ewana bi kar û barên xwe va ji kurdên berê hema bêje nedihatine cudakirinê.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku kurdên roja îro bêy fêrbûnê ne hazir in wek siyarî û esker bikevine meydana şêr. Ew gotinên “timê ji bo şêr hazir be” ber serê kurda ra derbaz ne dibû. Kazakên me jî di dema xwe da di wê rewşê da bûn.

Bi bawerîya O.Gryaznov (cîgirê konsûlê berê li bajarê Wanê) şertên jîyana piranîya kurda usan in, ku ew nikarin bi fêrkirinê bibine sîyarîyên bêqusûr. Niha jî gelek cara eşîrek dibeze eşîreke mayîn, an jî kurdên Tirkîyê bi kurdên Farizistanê ra pev diçin. An jî ew pevçûnên kurda bi sînorxweykirên me û pareskerên me ra, ku me dişandine wan dera bona sînoran baştir biparêzin. Gelek cara herdu alî ziyanê dikişînin û zirareke mezin dikevin, lê ji ber ku piranîya kurda paşketî ne, lema jî piranîya kurda nikare ji wan pevçûna ji xwe ra û ji alayên Hemîdîyê ra dersê hilde. Gelek cara di pevçûna da guhdarîya wan zêde li ser talana ye, lê ne ku ser şerkirinê ye. Ewana davêjine ser karwana û rêwîya, gundên ermenîyan û h.w.d., ango di van şerta da ew nikarin bibine şervanên esilî. O.Gryaznov di berhema xwe da herweha dinivîse: “Ez ser wê bawerîyê me, ku ji vê rewşa ku kurd têdane, rêyên fire vedibin bona zêdebûna dizîyê û di wê rewşê da jî dema kurd tûşî dijminekî xurt bê, dikare nîşanên tirsonekîyê lê peyda bin”(19).

  1. Em nikarin jimara bêlûkan ya rasteqîn ji we ra bêjin, ji ber ku em nizanin di wan herdu alayan da, ku eşîra Şadelî (barêgeha alayê li Hesen Kelê ye) û eşîra Zîlana (kurdên ku rex Dayerê dijîn) dane, çend bêlûk hene.
  2. Xênji 57,5 alayên Hemîdîyê, ku diketine di nava korpûsa 4a da, alayên Hemîdîyê (5 alayî an jî 21 bêlûk) di korpûsa 5a da jî hene, ku li Sûrîyê hatine cîwarkirinê. Siyarîyên di wan alayan da hemû jî ereb in.
  3. Berê ew barêgeh li Erzurumê bû. Em wê jî bêjin, ku bi fermaneke mişîrê korpûsa 4a dikaribû cîyên barêgeha gelek cara bihatana guhastinê.
  4. Binhêre xerîta bicîwarbûna alayên Hemîdîyê. Li Xinisê ev alayên Hemîdîyê yên siyarîyan hatibûne bicîwarkirinê: hejmarên 8, 32, 34, 35, 36, 57 û 61. Li Qerekilîsê ev alayên Hemîdîyê yên siyarîyan hatibûne bicîwarkirinê: hejmarên 4, 5, 6, 9, 10, 11, 12, 37 û 38. Li Melazgirê ev alayên Hemîdîyê yên siyarîyan hatibûne bicîwarkirinê: hejmarên 1, 2, 3, 7, 26 û 29.

Gelo alayên siyarîyan yên din dikevine di nav kîjan 4 brîgadên Hemîdîya yên mayîn, di bin destê me da derheqa wê yekê da tu malûmatî tunene.

Di wê xerîtê da barêgehên alayên kurda hatine destnîşankirinê, diha rast warên ku qumandarên alayan, ku ji zabitên siyarî hatine hilbijartinê, li wan dera hêwirîne. Lê serekeşîr, an jî serekên qebîla, ku siyarî dane bona alayan, di cîyên mayîn da dijîn, di wan navça da, ku kurdên di bin hukumê wan da dijîn. Binhêre Serdazêdekirina hejmara 33a, ango “navnîşa eşîretên kurd û erebên Tirkîyê yên bi nav û deng, û di nav da hatîye destnîşankirin, ku ji wana kîjanî çiqas alayî û bêlûk dane korpûsa 4a, çend barêgehên wan yên alaya hene (cîyê sitara qumandarên alaya, yên ku ji siyarîyan hatine kivşkirinê), wan wargên jîyînê, ku serekeşîr û serekên qebîla jê hatine, navên çend serekeşîrên navdar û h.w.d.”. Di barêgeha alayan ya sereke da ev kes cî digrin: 1) qumandarê alayê, 2) katibê alayê (zabitên, ku gerekê karê nivîsê bikin) û 3) îmamê alayê (mellê alayê).

  1. Gelek eşîret, ku serhing Karsêv di navnîşa xwe da wan gişka bi navekî destnîşan kirîye, pareveyî li ser çend malbetên cihê dibin û hinek ji wana jî navdar in û navê wan yên taybetî hene. Wek mînak, eşîretên mezin Dêrsimî, Reşkotî, Elikanî, Pencînarî, herweha êlên mezin, wek Botanî, Behdînanî, Hekarî, Cûlemêrgî, Şerefanlî, Rêwandûzî, Caf û yên mayîn.
  2. Ew eşîrên biçûk, ku di navnîşa serhing Karsêv da cî ne girtine û di hindava xwe da jî perçekî eşîretên mezin in, evên han in: Şemsikî, Şikakî, Heleçî, Şîdanî, Penyanî, Badelî û Şadelî.
  3. Di wê xerîtê da, ku me raberî we kirîye, ew warên jîyînê hatine kivşkirinê, ku barêgehên alayên wan Hemîdîya lê hene, ku ji eşîrên usa hatine sazkirinê, ku navê wan di navnîşa serhing Karsêv da tunene. Ji ber ku barêgehên alaya nêzîkî navçeyên ku eşîr lê dimînin da nin, meriv dikare texmîn bike, ku ew heft eşîrên biçûk (qebîl) li ku dimînin, û ev yek jî hindava xwe da xerîta serhing Karsêv dide tamkirinê.
  4. Perçekî eşîreta Heyderî li wilayeta Wanê dimîne, lê ji bo hêsakirina hesabkirina wan ew hemî jî ser wilayeta Erzurumê hatine hesibandinê.
  5. Keskanî bi serokên xwe Reşîd beg ra tevayî (ew di şerê buhurî da qulixî me dikir) piştî şêr ji herêma Qersê hatine raqetandinê, ji ber ku bi qeyde-qanûnên nû ra ne qayîl bûn.
  6. Navê vê eşîretê di navnîşa serhing Karsêv da tune.
  7. Badelî xelqên ji herêma Qersêne. Ewana bi awakî jihevbelabûyî li qezayên Refayê, Beybûrtê û Espîrê da dijîn. Hinek ji wana li Dayerê jî hene. Ew jî di navnîşa serhing Karsêv da cî ne girtine.
  8. Ev eşîret di navnîşa serhing Karsêv da cî ne girtîye. Ew qebîla mezin dikeve nava eşîreta Heyderîya.
  9. Eşîretên Mamen, Şîrwanî, Maxdelemî û Motikî, herweha Belikî jî (ev eşîret gorî navnîşa serhing Karsêv li wilayeta Erzurumê dimîne) tevî amadekirina alayên Hemîdîya ne bûne. Di vê wilayetê da xênji kurda erebên ji eşîreta Dikûrî jî alayîk dabûne Hemîdîyê.
  10. Gorî navnîşa eşîreta, ku serhing Karsêv amade kirîye, eşîreta Millî ji wilayeta Xarpûtê ye, lê eşîreta Kîkî ji wilayeta Helebê ye. Lê barêgehên wan alaya, ku ji van eşîretan in, didine xuyakirin, ku ew kurd ji wilayeta Dîyarbekirê ne. Anegorî çend malûmatîyan, ku M.A.Prjêvalskî jî ser wê bawerîyê ye, eşîreta Kîkîya di rastîyê da bi esilê xwe va turkmen in û bi şaşî ew ser kurda hatine hesibandin. Ji wilayeta Dîyarbekirê eşîretên ereba Tay û Mîran jî tevî amadekirina alayên Hemîdîya bûne, yên ku 3 alayî (12 bêlûk) dane.
  11. Wek mînak, di berhema A.M.Kolyûbakîn ya bi sernavê “Nivîsên bona şirovekirina rewşa eskerî-statîstîkîyê li Tirkîya Asîyayê”, di cilda 1ê, beşa 1ê, çapa sala 1888a, li rûpelê 98a da hatîye nivîsar: “Di nav hinek malên dewlemend yên eşîretan da gelek hesp hene, hinek ji wana xwedî hesparêzan in (meydana hespa), lê hespxwedîkirin li Kurdistana Bakûr hema bêje tune û jimara hespa ewqas hindik e, ku ewê têra hemû mêrên gihîştî neke. Di vî alî da binecîyên Tirkîyê yên riat ne tenê ji kurda danaxun, lê hela ser da jî li hin cîyan ser wan ra nin. Tirk, heta tirkên bajarî jî, xwedî hesp in, lê li hinek cîyan, wek mînak li Entabê, her maleke gundîyên tirka da çend hesp hene. Li Kurdistana Başûr eşîretên usa hene, ku karên wan yên sereke hespxwedîkirin e, û li wira diha gelek hesp hene û ew hesp jî diha çeleng û çê ne, ne ku yên Kurdistana Bakûr. Li Kurdistana Bakûr piranîya hespa di bejnê da kurt in û ji ber wê jî ew nikarin bi hespên Kavkazê Bakûr ra bikevine qoşê, lê li wilayetên Mûsilê û Dîyarbekirê da piranî hespên erebî ne, ku ji yên kurdên wilayetên mayîn gelekî çêtir in.

Lê Kurdistana Başûr, ku bi hespan va dewlemend in, hema bêje qet tevî amadekirina alayên Hemdîya nabe. (Not ya xudanê nivîsê ye).

Em di berhema O.Gryaznov ya bi sernavê “Şirovekirina eskerî derheqa rewşa şerê li meydana Tirkîya Asîyayê da” (beşa 2a, çapa sala 1897a, rûpelên 157 û 158a) tûşî hema fikreke usa tên: “Hespxwedîkirin li ser piranîya axa sereke ya herêma ku şer lê diqewime, sist pêşda çûye… Perçekî hespên vira dişînine korpûsa 4a, bona dewsa hespên kulek bigrin. Em wê jî bêjin, ku di wî karî da hema bêje serketin tunebû, ji ber ku hespên wan dera yek ji yekî xirabtir bûn. Gelek cara wextê hesabkirina hespa didîtin, ku hesp kêm bûne. Usa xuya dibû, ku di dema şêr da nîvê siyarîyên Hemîdîya wê bê hesp bimana û navê wan wê tenê li ser kaxez bima. Binecîyên xaçparêz jî ji tirsa hesp xwedî ne dikirin, ji ber ku zanibûn, ku kurd wê hespên wan ji dest wan hildin. Wana zanibû, ku kurd wê niha diha zef bixwezin hespên xelqê bibin, ji ber ku hewcedarî pirtir e”. (Ew gotinên bi herfên îtalîk yên mene).

Di van şerta da tu şik tune, ku dema şêr hemû hespên baş wê bidine siyarîyan û kurdên Hemîdî wê mecbûr bin ji binecîyên xaçparêz hemû hespan hildin, lê hemû hesp jî wê têra 10-12 hezar siyarîyan nekin (eger em wê jî bidne ber çeva, ku niha tenê nîvê kurdên Hemîdîyê xwedî hesp in).

  1. Di alayên Hemîdîyê yên ser sînor da hemû zabit bi esilê xwe va çerkez in. Qumandarê 9 alayên Hemîdîyê Tewfîq paşa jî çerkez e, ku ji Kûbanê (li Rûsîyayê ye. –Not ya werger e) bi kurê xwe yê deh salî va hatîye Tirkîyê bijî.
  2. Sala 1892a behs bela bûn, ku sultan ji kîsî xwe gelek pere dane bona li Kurdistanê dibistana vekin. Derheqa wê yekê da di prêssa me ya eskerî da jî nûçe derketin, lê dawî ew behs derew derketin.
  3. Şagirtên dibistana eşîret-mektebî bi demê ra dikarin bibine qumandarên zane, an jî zabitên alaya û ewê hindava Tirkîyê û sultan da diha amin bin, ne ku şêx û axayên kurdan yên îro.
  4. “Şirovekirina eskerî derheqa rewşa şerê li meydana Tirkîya Asîyayê da”. Beşa 2a, rûpelên 67a. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev