Du salîya malpera me pîroz be!

Du salîya malpera me pîroz be!

Vê mehê 2 salîya vekirina malpera me û herwiha beşeke wê ya balkêş Radyoya Riataza temam bû. Di karê pêşxistina çand û edebîyeta gelê me da me nivîs û bernameyên hewaskar weşandin, malper di nav demeke gelek kurt da bû hezkirîya gelek kesan. Yek ji taybetmendîya malperê ew e, ku em rêzenivîsên ji çand û dîroka me, ji ziman û folklora me bi awayekî serketî, deme dirêj bi rê va dibin.

Di vê bernameyê da, ku 2 sal berê ji bo damezirandina malpera û radyoya Ria taza hatibû weşandin, hûnê guh bidine pîrozkirina kesên wisa bi nav û deng (rêvebira radyoyê Bêlla Stûrkî di destpêka karê malperê da ew hevpeyvîn amade kirîye) wek Akadêmîk Kinyazê Îbrahîm, helbestvan Tengezar Marînî, mamostayê emekdar, endamê komeleya kurdên St.Pêtêrbûrgê Şêx Miraz Broyan, serokê komela kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, Parlamentarê Parlamêntoya Gurcistanê Îskoyê Dasinî, berpirsyarê kovara “Dialog”, rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Şiwan Taweng, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl.

Fermo, li jêr têksta ku Bêlla Stûrkîyê 2 sal berê ji bo pîrozkirina destpêka ragihandinê amade kiribû, bixwînin:

Ji bo damezirandina malpera me û radyoya Ria taza!

Xwendevanên delal, min xwest mizgînîyek bidim we ku malpereke nû bi navê www.riataza.com  ji meha tîrmehê de bi zimanê rûsî û kurdi dest bi kare xwe kir.

Cavê me hemûyan ronî be!

Radyoya Riataza ji roja 8ê tebaxê li ser tora înternêtê, bi vê nav û nîşanê: www.riataza.com weşana xwe dest pê kir. Her heftê radyo RIATAZA bi wan gotina ve dest pê dibe:

Hûn guhdarîya radyoya Riataza ji Moskovê dikin!

Silav û dema we bi xêr be, guhdarên hêja !

Xwendevan û radyoguhdarên malpera Riataza yên delal, çavê me hemûyan ronî be!

Radyoya Riataza vir hada hûn dikarin bibhên li ser tora înternêtê, bi vê nav û nîşanê: www.riateze.com
Iro yekşem e, roja 8ê tebaxê ye û ji îro da Radyoya Riataza li ser tora întêrnêtê dest bi weşana xwe dike. Cîyê gotinê ye, ku ev yekemîn întêrnêtradyoya kurdî ye li Rûsyayê ku di nava kurdên Sovêta berê de di nava tora întêrnêta global da cî girtîye û li her deverê cîhanê de tê gudarkirin. Intêrnêt radyoya Riataza di meha tîrmehê de li Rûsîyayê hate tomar kirin.

Xwendevan û radyoguhdarên malpera me yên delal! Iro di vê beşa bernameya me ya pêşin da em dixwezin nêt, merem û armanca avakirina malper u radyoya Riataza ji we ra anons bikin. Çendek pêşda komeke biçuk ji çend rewşenbîr û karmendên civakê yên pispor u pêşewitîyê gelê xwe pêk hatî, bi alîkarya madî ji alîyê malbeteke bi nav û deng, xêrxwezê gelê xwe û bîznêsmên-bazirganê eyan ji Rûsyayê – du bira Emirxan û Zêlimxan Mutsoêv malpera informasyon-analitikîyê bi navê Riataza hat damezirandin. Em bi dilşadî we agahdar dikin, ku wir û şûnda Radyoya Riataza hemû deng û besên nû û nûçeyên dawî û şîrove wê bigîhîne li we. Intêrnêt radyoya Riataza him bi navê xwe, him bi naveroka xwe radyoyeke Kurdî ye û ji bo danasîn û dazanîna înformasyonên nû ji her çar parçê Kurdistanê nûceyên derheqa bûyerên navnetawî, çand, huner, wêje û dîroka kurdî weşan dike. Radyoya Riataza xwedî navekî taybet û dîrokî ye û hilbet jî bi wê ve giringî pê re hatîye dayîn. Ev nava ji gûhan û dilan re gelek ezîz tê. Hilbet ji rojnama Riataza ya navdar e temendirej, 80 salî zedetir wek şemaleke nûr bû ji bo Kurdên Sovyeta berê, her wiha jî rêçeke geş di dîroka rojnamegeriya Kurdan de hiştîye û we her û her hebe. Em berbi hemû karmendên rojnama Riataza ji destpêka weşanê heta roja îro dibin ji bo ked û emekê wane bêhampe temene dibin. Lê malper û radyoya Riataza tu heleqetîya wê rojnama Riataza re nîne, lê heman demê da gelekî giring e dibê em wî navê gewre wek ronahîya çavan biparêzin û di warê çapemenî û ragîhandinê de cîyê xwe yê layîq bigirin. Hîvîdar in karkirê radyoyê zehmetiyên xwe ve bi pisporî, pêşketî û dilsozî berdewam bikin. Radyoya Riataza wekî radyoyeke azad, serbixwe, lê bi her rengî xizmeta karê bona gelê Kurd û Kurdistanê weşana xwe dimeşîne. Em di wê bawerîyê da nin, her ku dem bibihûre radyoya Riataza wê bêhtir bê nasîn û deng vede!

Fermo, guhdarya bernameya pêşkêşî damizirandina malpera û radyoya Ria taza bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev