BÊ TE NÎV IM

BÊ TE NÎV IM

Gelek welatparêzên bi kurdîyeke xweş û zanebûnên kûr di nav me da hene. Dema ew xwe nadine naskirin, an jî em zêde li hunurê wan nahesin, haya me ji wan tune.

Va bi saya vê helbesta jêrê haya malpera me ji helbestvanekî dilnazik heye, bira haya we jî jê hebe.

 

Qasimê Xelîlî

 

Ez li nav jînek beyar im

Dîsa mam sêwî bêyar im

Bê te ez nîv im û yar im

Bes bi yar şa w bextiyar im

 

Bêselam û bêkelamek

Çûyî yarê va zilamek

Ma li pey yarê xulamek

Bêcih û war û diyar im

 

Xwezya ev dil jî birane

An ji qurm ew hilkirane

Ma te dil yê kafiran e

Sêwî hiştim qey neyar im

 

Jevqetîn wek agiran e

Eql û hiş te j’hev dirane

Dûr ji vir derbek giran e

Rengê ya gurz an jî yar im

 

Hal nemaye b’hêstiran ve

Kevzê girt b’wan keviran ve

Hê ji wê roja giran ve

Qaso go bêxew şiyar im

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev