Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -13

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -13

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke werger ya Qedrî Can ku di hejmara 13an a kovara Ronahî da çap bûye û çîrokeke folklorî bi amadekirina wî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane 

 

Tayek porê spî

(Li ser şopa Menfelotî)

 

Nivîskar Qedrî Can – Wergerandin 

Îro, sibehê di ber aynê re derbas dibûm. Min, di nav porê serê xwe de tayekî spî dît… mîna brûska nav şeva tarî, diçirisî…

Gava çavê min pê ket, veciniqîm; mîna ko, ji nişkave, şûrek li serê min keve… nola ko yek ji ezmên dakeve, û di destê wî de aleke spî hebe û mizgîna mirinê bide min… Min fam kir ko derdekî bê derman e, yan jî tayek ji tayê kefen e…

Ey tayê spî! Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reş… û tu nûr, qandî nûra te tarî ne dît… Te, her tiştê spî li ber çavê min reş kir; heta roniya hêv û tavê… heta roniya her du çavan… Û te, her tiştê reş jî li ber çavê min spî kir; heta qijika reş… heta bext û dilê reş…

Ey tayê spî! Te, xwe di kîjan rê re xwe gihande cênîka min! Tu çawan di vê zeviya reş û tarî de, tek û tenha, bê heval û hogir karî bimînî? Qet çavê te ji vê tariya reş natirse?!

Ey tayê spî! Ez nizanim xwe çawan ji te xelas bikim û çawan ji te birevim!!!

Tu fêdeya wê ji min re nîne ko ez te ji cihê te bikişînim yan ji te boyax bikim… Ez naxwazim ko di nav du misîbetan de bimînim: misîbeta derewan û misîbeta pîrbûnê…

Ey tayê spî! Ez, dibînim ko tu xwedî dek û rîp î; tu hêdîka, di guhê cîranê xwe de dikî (kur û pis) û tu, wan dixapînî, ko ew jî mîna te bibin… û cilên ko te li xwe kiriye ew jî li xwe bikin… Tu dixwazî di nav vî diyarê bêdeng û bê gir-gêç de, ceng û cidalekê çêbikî… da ko her kes di bin lingan de biperçiqe… Tu, mîna insanê spî dikevî nav welatê reşikan û wan dixapînî û tu wan rebenan ji xwe re dikî kole û bende…

Ey tayê spî! Tu kî yî, tu çi yî, kê tu şandiye û karê te li ba min çi ye? Heke tu mêvan î, kanî îzin û destûra ko min daye te? Heke tu bi hevalî hatiyî cem min, ez wî hevalê ko min bi xwe re bibe gorinê naxwazim… Xwedê zane tu mîna wan maran î ko hêlînê her tebayî kuna xwe dizanin.

Ey tayê spî! Min pir ji te gilî û gazin kirin, lê ez dibînim ko ez ne rast im; dîsa tu ji her tiştî, ji her kesî bêtir li ba min bi rûmet, li ber çavê min bi qeder dimînî… Serê min ji te re zozan û pîroz be… tu ji xwe re – mîna tu dixwazî – tê de vegevize.

Ez dizanim tu rêberê mirinê yî, rêberê wê rêyê yî ko tu rê lê na be… Çima ruyê xwe jî tirş bikim? Min ji xortaniya xwe tu xêr ne dît ko ji pîr-bûna xwe bitirsim… Min şêraniya dinê tam ne kir ko talbûna axiretê madê min tirş bike…

Wey li ser seran û li ser çavan tu hatî, ey tayê spî!…

*Ronahî, Hejmar: 13, sal: 1943. Rûpel: 7.

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Nivîsek hêja ye..
    Dibêje ku, me çiqas karîya hem têrûtuje bijîn.
    Waxta ku merî jîyanek birûmet, ango jîyanek xaş.. nedît, mirin dibe zêrê zer..

    Erê dawîyê jî;
    Mirin jî tiştekî xazayî ye, divê jê netirsin..

Şirovekirin hatine girtin.