Binecîyên gundekî Daxistanê kurd in

Binecîyên gundekî Daxistanê kurd in

Malpera me li her qulçê cihanê li kurdan digere. Va me gundekî tam dît, ku niştecîyên wî hemû kurd in, bi kurdî dipeyîvin, lê haya wan ji wan tunebû ku ew kurd in, zimanê pê dipeyîvin jî kurdî ye. Ango, malpera me jimara kurdên cihanê bi 900 kesî va jî zêde kir.

 

Bi saya serê êkspêdîsyona lîngvîstîkîyê-zimanzanîyê ji me ra li hev hat pê bihesin ka niştecîyên gundê Celgana Jorîn li navçeya Derbentê, komara Daxistanê bi çi zimanî xeber didin. Derheqa vê yekê da karmenda zanyarî ya beşa lêksîkologîyê û lêksîografîyê ya Înstîtûya zimên, edebîyetê û hunermendîyê ya ser navê Resûl Hemzetov Sebrîna Şîxalîyêvayê gote nûçegihanê RIA “Dagestan”ê.

 

Wek ku Şîxalîyêvayê ji me ra got, 900 binecîyên Celgana Jorîn nizanibûn, ku ew bi çi zimanî xeber didin. Merivên navsere di sohbeta bi nûnerên koma lêkolîneran ra gotin ku zaravê wan dişibe zimanên îranî, tatî, azerî, agûlî û yên din. Lê endamên koma lêkolîneran hatine ser wê bawerîyê, ku koka zimanê wan kurdî ye.

 

Bona zelalkirina texmînên xwe lêkolîner ber binecîyekî gund pêşnîyar kirin helbesteke helbestvan Gyûlbîkî Omarovayê ya bi sernavê “Têlêfona berîkan” ji rûsî wergerîne zimanê xwe. Wergera helbestê şandine Moskvayê, wergervanekî zimanê kurdî. Pêşekzan testîq kir, ku ew dikare bi bawerî bêje, ku ew werger bi yek ji zaravên zimanê kurdî – zaravê kurmancî ye.

 

Bi vî awahî, binecîyên gundê Celgana Jorîn gundekî kurmancîaxêv ya tekane ye li Daxistanê. Şîxalîyêvayê ji me ra got, ku tenê di sala 2017an da em derheqa vê yekê da pê hesiyan, ji ber ku gund gelek dûr e û rê-pêge bi hêsanî lê nakevin. Celgana Jorîn li cîyekî gelek balkêş, bedew da ye, lê li cîyekî girtî da ye. Ne dûr e, ku wana demekê jîyaneke girtî derbaz kirîye, ne xwestine bi miletên din ra bidin-bistînin. Ango, wek dibêjin, ji cihanê hatine birrînê û jibîr kirine ku ew kê ne û zimanê wan ji ku hatîye,- ewê ji me ra got.

 

Em destnîşan bikin, ku weke 8 mîlyon kurdên Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê, Ermenîstanê, Azirbêcanê bi zaravê kurmancî (kurdîya bakur) dipeyîvin. Nêta Sebrîna Şîxalîyêvayê heye lêkolîna wî zaravî berdewam bike û zêde derheqa kurmancîya Daxistanê da bihese. ”Cem me, li Daxistanê miletekî nû jî peyda bûye, û ez dixwezim li dibistana Cengalê bi zaran ra pirsyarkirina sosîolojîk bidime derbazkirinê: bizanibim ka ew derheqa malê, xwendinê, zanebûnan da çi difikirin. Li vê dibistanê zarên kurd fêr dibin, ji ber ku ewana derheqa koka xwe a rasteqîn da nizanibûn, lema jî ji cihana Daxistanê, Rûsîyayê û cihana kurdî hatibûne birrînê. Ewê bibe projeyeke lêkolînên sosîokulturî, û ezê hewil bidim pereyan peyda bikim bona armanca xwe pêk bînim”,- zimanzanê got.
Em wê jî bêjin, ku lêkolînên me berdewama êkspêdîsyona lîngvîstîkîyê ya hînbûna zimanê lakûnan (zimanê ”xalên sipî”) bû, ku sala 2010an li gundên navçeya Derbentê hatine derbazkirinê.

https://dumsk.com/novosti/novosti-dum/5526-zhiteli-dagestanskogo-sela-kurdyi.html 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev