Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da -2

Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da -2

Me di 103 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a bi sernavê “Rewşa alayên Hemîdîyê di salên dawî da” raberî we bikin. Beşa pêşin me berî heftêyekê raberî we kiribû.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -104 

Rewşa wan alayên Hemîdîyê, ku nêzîkî xeta sînorê me yê li Pişkavkazê saz bûye, hinekî cuda ye. Van salên dawî, xwesma jî di salên 1898-1899a da û hela sala 1900î jî, li ser sînorê Rûsîyayê-Tirkîyê gelek cara kurdên Hemîdîyê û eskerên me gulle berî hev dane(20). Hinek cara wana bi 300 siyarîyan va avîtine ser qereqolên me. Ev pevçûnên han ji bo kurdên Hemîdîyê dibûne ders, ji ber ku ewana di wan pevçûna da fêr dibûn, ku çawa bin gullebaranê da şer bikin û ya sereke jî ew bû, ku ew hîn dibûn ber agirê gulleyên me da ber xwe bidin. Ewana herweha fêrî wê yekê jî dibûn, ku êrîşî li ser rûsa bikin, ango, hînî wê yekê dibûn, ku di şerên Rûsîyayê-Tirkîyê yên berê da nikaribûn bikirana, an jî ne dikirin. Usa xuya bû, ku pevçûnên wî awayî bi eskerên me ra bona alayên Hemîdîyê firsendên baş bûn, ku fêrî şerkirinê bibin. Em wê jî bêjin, ku di pevçûnên dawî yên di sala 1899a da kurd karê şerkirinê rast bi rêve dibirin. Ewana di wextê da ji ber derbên me direvîyan, di wextê da davîtine ser me(21), hewl didan cûrê êrîşên xwe biguhêrin, me bikne nava gêjgerîngê û di pevçûna da carna ji topa jî gulle ser me da dibarandin(22). Ango, dihate texmînkirinê, ku kurdên Hemîdîyê yên ser sînor niha diha bi organîzekirîne û xuya ye fêrî hinek tiştan bûne, ku berê nizanibûn û nikaribûn(23).

4) Di demên aş da barêgehên alaya û brîgada hebûn, lê hetanî niha ne li barêgehên alayên Hemîdîya da, ne jî li kîlerên redîfa yên nêzîkî wan da tu cebirxane û çek-sîlih tunebûn, ku bi proêktê hatibû plankirinê.

Lê eger paşdemê da jî kîlerên cebirxane bihatana sazkirinê, qe ne dikete serê merîya, ku hukumeta tirka wê çekên dewletê bidana destê kurda, ji ber ku kurd dibe îdî ew paşda venegerandana û wana ew çek jî venegerandibûn, ku di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê dawî da dabûne wan.

Gerekê ew yek jî bê gotinê, ku di bin destê hukumeta tirka da gelek xurek hebû jî (ewê dewsa baca ji milet xurek berev kiribû), lê dema şer destpê bibe û eskeran berevî ser bikin, ew gişk wê here ser xercên, ku şêr da wê bêlî bibin. Bawerîya 20 hezar siyarîyên Hemîdîya ne dihat, ku ew gişk wê ji zexîrên dewletê cilên eskerîyê bistînin, ji ber ku zanibûn, ku ewqas kîlerên mezin tunene, ku tê da ewqas cilên eskerîyê hebuna. Eger di wextê da bi ciddî li ser safîkirina ewê pirsê nesekinin, dikare biqewime bûyerên şerê buhurî bêne serê wan, wexta ji rûyê wê yekê da, ku li Wanê cilên eskerîyê û xurek kêm bûn, kurd dewsa ku di meha çileya paşin da berevî wargehên berevkirina eskeran bibin bona bikevine nava ordîyê, di meha nîsanê da hatin. Tirka rind derc dikirin, ku lazim e li wilayeta Wanê kîlerên mezin çê bikin û gelek pêdivîyên ji bo eskeran li kîleran da kom bikin, lê demeke dirêj di wî alî da karekî ciddî nehate kirinê.

Ev tiştên, ku me derheqa rewşa alayên Hemîdîya da gotin, me tînine ser wê bawerîyê, ku niha jî sîyarîyên Hemîdîya ne gelekî ciddî ne, ji ber ku di nav wan da eşîrên kurda cî girtine, ku piranî navê wan tenê li ser kaxez hene. Tenê çend alayên, ku nêzîkî sînorê rûsa ne, hinekî ji yên din têne cudakirinê. Bi bawerîya konsûlên me, ku di salên cuda-cuda da ser piranîya axa Kurdistanê gerîyane, “eger merî ji derva li alayên Hemîdîya binihêre, xuya dibe, ku hinek kurdên bi nav û deng papaxên şerefîyê sitendine, lê kurdên ku bi navê xwe hinekî ji wana dadixun, rutbên eskerîyê sitendine. Xênji wê, bi saya serê sazkirina alayên Hemîdîya gelek kurd bêminet li hespên xwe siyar dibin û didine tirada. Bi tu tiştekî mayîn va ew alayî berbiçev ne diketin û kurda bi çavekî formalî ewê pirsê dinihêrîn, ji ber ku piranîya alaya li ser kaxeza bûn(24).

Em usa bawer in, ku bawerîyên me rast in, lê em bi xwe mukur jî tên, ku hukumeta tirka himberî salên buhurî gavên mezin berbi pêş avêtine, ji ber ku wana di demên aş da kurd kirine xwedî rêxistineke eskerî. Di şerên salên buhurî da kurd xwedî tu rêxistinekê nîbûn û di şerên paşerojê da jî îdî ewê tesîra xwe li ser şêr bikin, ji ber ku îdî tecrûba wan ya şerkirinê çê bûye. Di vî alî da em nikarin bi bawerîya O.Gryaznov ra qayîl nebin, ku di berhemên(25) xwe da dibêje:

“Em hîç bawerîya xwe bi wê yekê naynin, ku siyarîyên alayên kurda yên Hemîdîya xurt in, lê wê tiştekî şaş bûya, eger em bifikirîyana, ku ew alayî wê paşdemê da jî kêrî tiştekî neyên û wek di şerên derbazbûyî da wê nikaribin tesîrekê li ser şêr bikin” û dû ra jî dinivîse: “…em usa difikirin, ku paşerojê da kurd wê îdî weke caran beredayî di vir da û wê da neçin, lê ewê di karê eskerî da qal bibin û wê bikaribin zor li me bikin. Em gerekê wê jî bidine ber çeva, ku di van salên buhurî da kurd pirtir bi rê û dirb û cî û warên li ser axa Tirkîyê ra bûne nas û ew jî wê di şêr da serdestîyekê bide wan”.

Em gerekê ser gotina xwe da zêde bikin, ku di dema sazkirina alayên Hemîdîya tirk di alîyê wê yê eskerîyê da (sazkirina hêza eskerî, ku pir xerc lê nedihate kirinê) hinekî bi ser ketin. Lê di hêla sîyasî da ew rêform, ku bona wê yekê bû, ku hukumê tirka di nav kurda da bidine testîqkirinê (ku daxaza dilê Şakir paşa bû), qet bi ser ne ket, û wek emê li jêrê bibînin, hela eksî wê jî derket.

 

  1. Siyarîyên Hemîdîya hela ji havîna sala 1894a da destpê kirin êrîş birine li ser qereqolên me. Baylozê me yê li Konstantînopolê derheqa vê yekê da ji sultan ra got û ewî jî hinek firsend bi kar anîn bona di paşdemê da pêşî li bûyerên usa bigirin. Wek mînak, sultan ji bo wan êrîşa gênêral-welîyê Erzurumê û mişîrê korpûsa 4a Zekkî paşa gunehkar kir. Piştî wan bûyera gênêral Tewfîq paşa hate kivşkirinê wek serekê parastina sînora. Lê êrîşên li ser qereqolên me ne tenê kêmtir ne bûn, lê hela serbara ser da zêdetir jî bûn (xwesma êrîşên li ser sînorê Tirkîyê bi herêma Êrîvanê ra pirtir bûn). Ew yek femdarî ye, ji ber ku dîwana wira ya bajarvanîyê himberî Hemîdîya bêtaqet bû, lê mişîr Zekkî paşa û hemû kesên bin hukumê wî da helan didane kurda. Me dît ku çare tune, me proêktek hazir kir bona komîsarekî herdemî ya sînora hebe (komîsarekî meyî usa li ser sînorê Rûsîyayê-Farizistanê hebû), yê ku gerekê bi komîsarê Tirkîyê yê sînora ra tevayî hemû nerazîbûnên li ser sînor bida helkirinê. Lê hukumeta tirka ew proêkt qebûl ne kir. Ji ber wê jî kurda destpê kirin zêdetir êrîş birine ser qereqolên me. Lema jî 11ê gulanê sala 1899a li çiyayê Qibix-Tepe, li herêma Surmelîyê taxbûra me ya peya, ku li Başkadiklerê bû, li ser sînor bi 200 kurdên Hemîdîyê ra kete nava qal û cengê, piştî şerekî giran serekê taxbûra me Ladçênko û esker Şvîrêyko hatine kuştinê. Dû ra em pê hesîyan, ku siyarîyên Hemîdîyê ne ji bo dizîyê, an jî talanê êrîş biribûne li ser me. Lê wana xwestibû parastvanên sînorê me çevtirsandî bikin, hêza xwe nîşanî wan bidin û bi wê yekê va riya cerdên kurda yên mayîn vekin. Piştî, ku xebatkarên baylozxana me ya li Konstantînopolê careke dinê derheqa van bûyeran da hukumeta tirka agahdar kirin, ew qayîl bû, ku pirsa bi tevayî parastina sînora bide wê komîsyonê, ku gerekê ji komîsarên herdu Împêratorîya bihata sazkirinê.

Payîza sala 1899a li Îdirê kongreya ewê komîsyonê hate derbazkirinê û li vira ev kes amade bûn: ji alîyê Tirkîyê – gênêral Tewfîq paşa, ji alîyê Rûsîyayê – gênêral-milazimê Barêgeha Sereke Zêlyonîy. Daxazên me raberî van herduyan kirin bona ew li ser bisekinin û wê pirsê enene bikin. Lê endamên komîsyonê tenê di sê xalan da li hev kirin. 1) jimara eskerên, ku herdu alî li ser sînor (ji Araratê bigire heta xeta sînor ya rex çemê Erez) bi cî û war kirine, bidine kurtkirinê. 2) destûrê bidine serokatîya li ser sînor, ku ew îzinê bide binecîyan, ku ser 24 sehetan derbazî wî berê sînor bibin. 3) di navbera sînorên herdu dewletan da xeta fire saz bikin, usa ku bikeve di navbera herdu sînoran da, û nehêlin ku tu kes, an jî kerîyên koçera ji wir ra derbaz bibin.

Lê ew pêşnîyarên me yên din, ku destûrê bidine sînorparastvanên me û yên Tirkîyê bona dema lazim bibe bikaribin derbazî wî berî sînor bibin û heta qereqola pêşin herin seba pey qaçax û xêrnexwaza bikevin, û herweha ew pêşnîyara ku ji alîyê herdu hukumeta da komîsarên sînora yên herdemî kivş bikin bona pêşî li pevçûnên li ser sînor bigirin,- nehatine qebûlkirinê, ji ber ku Tewfîq paşa dij derket ku wan pirsa bikine rojevê û got, ku gorî înstrûksyonên ku ewî ji hukumeta xwe sitendine, ew nikare li ser wan pirsa bisekine, ku ji karê eskerîyê der in.

25ê tîrmehê sala 1900î sultan qayîlîya xwe da, ku li ser sînora komîsar bêne kivşkirinê û wê bispêrine wî, ku bi me ra bikeve nava hevraxeberdana bona destûrê bidine eskerên herdu alîya pey xêrnexwaza û casûsa bigerin. Lê heta niha ew pirs û yek jî pirsa derheqa wê yekê da, ku em bikaribin ji alîyê xwe da komîsarê ser sînor yê herdemî kivş bikin, bi dawî nehatîye helkirinê (Ji kar û barên rojane yên Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

  1. Ji bo nimûne, di pevçûna 29ê tebaxê sala 1899a ya rex qereqola Senek-başîyê û di hinek pevçûnên mayîn da.
  2. Wek mînak, di pevçûna 26-27ê tebaxê sala 1896a rex qereqola Zerenxanê. Vira bêlûka Hemîdîyê (bi 70 siyarîyan va) bi agirê topa va gulle dikir.
  3. Ew kesên, ku bala xwe dane wan pevçûna, ji bêwijdanîya kurda û berxwedana wan ya ciddî himberî gullebarandinên me şaş û metel mane û dema ewê pevçûnê himberî pevçûneke mayîn dikin, ku 10-15 sala pêşda qewimîye, dibêjin: “Ew dem îdî buhurîne, gava kurd çev li nobedarekî li ser sînor diketin, bi koma xwe ya çendsed kesî va xwe li riya revê digirtin”.
  4. Hinek zaneyên Tirkîya Asîyayê ser wê bawerîyê ne, ku siyarîyên Hemîdîyê wê heta-hetayê berdewam nekin û “û ewê tenê heta wî çaxî hebin, heta ku navê wan di nav eşîra da bikeve û ew îdî hew bawerîya xwe bi wan bînin”.
  5. O.Gryaznov. “Kurd û siyarîyên kurda”.

O.Gryaznov. “Şirovekirina eskerî derheqa rewşa şerê li meydana Tirkîya Asîyayê da”. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev