Daxwezeke helbestvanê me yê binavûdeng

Daxwezeke helbestvanê me yê binavûdeng

Var rojan 80 salîya helbestvanê me yê binavûdeng û welatparêz Barîyê Bala temam bû. Berî ku malpera me rojbûna wî pîroz bike, wî ev nivîsa ku ji kûraya dilê wî tê, bo me şandîye. Weke ku rojbûna xwe jibîr kirîye û ketîye derdê gelê xwe, ku xwe li riya serxwebûnê girtîye.

Barîyê Bala

Hîvî ȗ îltîmaê dikim
Gelî serekên meye aqilbende, sîyaset zaneye, welatparêze, namȗse, qîrete, comerde, qehremane, pir nav ȗ denge xweî hurmet. Roja îro bextê gelê me ketîye destê we. Xwedayê mezin îdî em kirine bîra xwe, rȗê me kenîaye. Temam kurd ji xewa hingorê rabȗne, heqê xwe dixwazin.
Hȗn jî rabin, der-dorên xwe mezê bikin! Hesabê bidine xwe wekî hȗn kîne!
Firsenda wa dewrekî carekê dikeve destê merîa. Ȋro ew firsenda destê we da ye. Firsend teyrê baze, dest derket îdî paşda venagere. Dîsa dewr pêwîste, wekî ew paşda bê!
Ez çawa helbestvanekî îxtîarî, hêsîrî, hejarî, hemȗ derbên neyaraye tele cansotî dîtî, boy azaya welatê xwe, nav temam emrê xwe timê giryaî, nolanî kizikekê helyaî, bê per ȗ baskî, sêfîlî, sexîrî, tengezarî, hejar, pêsirȗkî, dero-ber, ji navên kurdên koleye, feqîr, ji welat dȗr, rica dikim! Pêş we bejna xwe ditewînim, dibêjim:
– Ȋdî bese! Bese, neyarên meye xwînrêj namȗsa me bavêjine bin pîên xwe, pêpez bikin! Konên me vala bikin, hemȗ hebȗna me bikişînin xwera bibin! Dîroka me veşêrin! Ret bikin me! Çawa gel înkar bikin! Çand ȗ kȗltȗra me bikine malê xwe, heçê maî bin axêda vêşerin! Egît, mêrxasên me zindanada birizînin! Dardakin! Mala me da hukmî ser me kin! Nolî gura bedena me vejînin, me bisurînin! Dê-bavên me bikujin! Keçên meye bedew bibin, heramxane da xwera xweî bikin, pê kêfên xwe derbaz bikin! Zarokên me bikine sêwî! Bircên meye belekda razên! Em jî bê lihêv ȗ bê pergav bin, bin tavî-teyrokada, nav şilî-şoyada razên! Ji emrê xwe qet tu tiştî fem nekin! Ȋro hebȗme, sibê tunebȗme! Bê rêç ȗ bê nav-deng, nolî bînberekî sade ji dinê herin. Me çi dît?! Qet tu tişt me nedît!
Dubar, dubar rica dikim! Hemȗ hevra bibin yek! Vê firsendê ji destê xwe bernedin! Ȋdî rojên serxwebȗna Kurdistana meye delal ser tilîa tê jimarê! Meselên salên buhurî – 1920-1923 ȗ yêd maîn meynin holê! Wê ji bîra xwe yek car derxin! Her yek ji wе “Ezim! Ezim!” – nebêjin! Gunê we vî gelê bê xweyî, bê xwedanî, be piştovanî, dero-bero bȗî bê!
Ȋdî bese! Hemȗ bibine yek! Dengekî zelalî zexm biqijin! Hemȗ kulma xwe serê neyar xin, bejin: – “Bijî Kurdistana meye aza!”
Serê neyarên me nolanî merê şahmarî bipelxînin!
Bila nolanî tejî-tȗla têxine kaste-kast! Ji welatê me derin! Birevin ji ku hatine, dîsa herne wir! Wir jî temamî zia bibin! Pêş yekbȗna me zendegirtî bimînin!
Fem bikin – “Gel ku bȗ yek, ji xew rabȗ, ber pêya wî tu zer, zinar, çîa-banî deyax nakin!” We çi daye pêşîya xwe, wê jî biqedînin! Ez jî şa-şa bêjim:
– Welat şirîne, wek wî tu tişt bi tem tunîne!
Zȗ-zȗ biweklînin:
Ax can! Ax can! Ez delîl, ez delîl, ez qurbana teme welat!
Navê gelê me nav gelê din da çawa gelekî qehreman, merd ȗ welatparêz bê naskirinê! Ala meye sê rengî yek car cîyê xwe bigre nav alê dinêda! Ȗ Ȋdî kes wê ji cîê wê raneke, navêje binê pîa! Al – nav ȗ namȗsa gele!
Ez rewa dibînim, wekî vê helbesa xwe biweklînim:

 

Dinya hejya, dinya rabȗ,
Kurd nebȗ yek, hişyar nebȗ,
Nika dike dewa heqe,
Hemȗ dibên: – Kurd neheqe.

 

Problêma xwe tevî hevdu hel bikin ȗ roja rêfêrêndȗme jî yekdeng azaya Kurdistanê dinê ra elam bikin! Zimanê neyar qutkin, bila îdî nikaribe bêje “kurd tunîne, kurd neheqe”!
Kurd hene! Kurd dijîn! Ȗ Ȋnşallah zȗtirekî pareke Kurdistanê yê azaya xwe bistîne! Wedekî kurt da jî her çar parêd Kurdistanê yê bibin yek ȗ dewleteke kurdaye mezin yê bê çêkirine!

 

Em vê firsendê bi kar tînin û ji navê Desteya Rêvebir ya malpera Riataza 80 salîya helbestvanê meyî maqûl û welatparêz bi dil û can pîroz dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev