Pêşmergeyê her çar perçeyên Kurdistanê!

Pêşmergeyê her çar perçeyên Kurdistanê!

Tu herdem di dilê me da yî, Yusuf Andiç!

26ê tebaxê sala 2017an li Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê civîneke bîranînê hate derbazkirin derheqa mêrxasekî Kurdistanê Yusuf Andiç da ku gelek salan ji bo rizgarîya welatê xwe li her çar perçeyên Kurdistanê dijî dagirkarên welatê me şerê man û nemanê kirîye.

Rêvebirê civînê, heval û xêrxwezekî Yusuf Andiç Elî Çoşan piştî kurtejîyana wî raberî amadekarên civînê kir, rê da hevalên wî yên dilsoz, ku beşek ji wan ji welatên dervayî Swedê hatibûn, bîranînên xwe derheqa wî da bêjin.

Piştî civînê hema bêje hemû amadekar teglîfî nanxwerinê kirin, ku di xwerinxaneyeke kurdên Enqerê ya li navbenda Stockholmê hate derbazkirinê.

Li xwerinxaneyê jî bêhna her çar perçeyên Kurdistanê dihat, kesên ezimandî jî ji her çar perçeyên Kurdistanê bûn, stiranên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê welatê me, heta yên radyoya Rewanê hatine bihîstinê. Li vira hevalekî wî yê dilsoz Harûn Çoşan xeberdaneke dilsoj û ji dil kir, Yusuf ber dilê me diha şîrin kir.

Yusuf Andiçê xwedî dîplomaya Zanîngehê, mihandizekî navdar, xwedî 5 zarokên bi navên kurdî – Jêhat, Bêrîvan, Hejar, Roşan û Arvîn xweşîya jîyanê hîştibû û bi salan di refên şervanên azadîya Kurdistanê da ketibû çiya û banîyên tevaya Kurdistanê û şerê dijî dagirkarên xwe dikir.

Xweşîya jîyana wî ew bû! Wî xweşîya jîyanê wisa fêm dikir. Mirov dixweze bêje: -Xwezîya min bi te!

Yusuf Andiçê ber dilê gelek welatparêzan ezîz serxwebûna Kurdistanê ne dît. Eger li wê cihanê jîyan heye, em ji Xwedê hêvî dikin behsa Kurdistana Serbixwe bigihîne ber ruhê wî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev