BI KURDÎ BIKIRE, BIFIROŞE Û KAR BIKE

BI KURDÎ BIKIRE, BIFIROŞE Û KAR BIKE

Berwar Berwarî

Gelê Napoleon ji Napoleon bang û daxwaz dike û dibê ”Majesteyên me em dixwazin şer bikin”. Napoleon jî bersiva gelê xwe dide û dibêje ”Na”. Gelê Napoleon careke dî ji Napoleon ra dibêje: ”Em şer bikin li hemberê dijminên xwe”. Napoleon vê derbê aciz dibî û bang li gelê xwe dike û dibêje: ”Ey gelê min yê feqîr û belengaz, ji bo ku em bikaribin şer bikin ji me ra sê tişt lazim e. 1. Pere, 2. Pere, 3.Pere. Napoleon wekî dîroka Cîhanê tê zanîn li ser navê welatê xwe gelek caran ketiye di nav şerên mezin, gelek caran têk çûye û gelek caran jî ser ketiye.

Gelî xwîşk û birayên ezîz û delal… ji bo pêşveçûn û azadiya ziman û çanda me her wiha ji bo azadiya welat û netewa me jî 3 cure rêbaz pêwîst e.

1. Hebûn (Kurdekî li ser çand û netewa xwe).
2. Aqil/Mejî û kesên xîret… kedkar û fedakar.
3. Pere/Madî/Materyal û fînans hw…yekitîya bûrjûwa Kurd.

Li ser fikir û ramana min her du xalên 1 û 2 ê wekî çandekê li ser miletê Kurd heye û gelek xebatên serkeftî jî pêk hatiye di navbeniya dema sedsala 21 an da. Ya ku problema di nav civaka me û gelek alîyan jî, pêşiya xebatên baş jî asteng dike ew e ku ne yekitîya sermaya Kurd û bazirganiya, ne bi zimanê dayikê û ne ya bi Kurdî!
Çima bi Kurdî bazirganî/ticaret û çima bang û danasînên bi kurdî?

Ku kurdekî bazirgan, karsaz û hw… bêje ”Ez Kurd im û li ser şopa hebûn û çanda zimanê dayika xwe me”. Gerek bi qasê Tirkî, Erebî, Ingilîzî hw… divê ji bo xatirê zimanê dayika xwe jî reklam û bazirganiya xwe bi Kurdî bike… Mînak lewhe û tablaya şîrket/kargehê divê Kurdî be. Belavok, internet/malper, katalog, menu, facebook, instagram, radyo, tv û hw… li her aliyê jiyanê divê bang, danasîn, kampanya û xebatên bi vî rengî divê bi zimanê Kurdî bê kirin.

Dewir ne dewra berê ye. Tirsa beredayî nemaye! Ku reklama bi kurdî û bazirganiya bi zimanê Kurdî, hekê Kurd dan û standinên xwe pêk bînin, ti hingav emrê zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) ti dirêjtir be û Kurd bi awayekî jî be, ti xwe ji BIŞAVTIN (ASÎMILASYON) ê ti rizgar bikin.

Çawa Kurd diçin ji şîrket, dikan û xweyî Kargehên miletê ne Kurd dan û standinê dikin, divê bazirganên Kurd jî him ji bo zimanê gelê xwe û him jî ji bo bazirganiyeke bi kar û serkeftî divê bi zimanê dayika xwe bazirganiyê û bi profesyonalî bikin û rengê zimanê Kurdî divê bikeve nav bazirganiyê jî.

Wekê ji dîroka di sala 90 an jî baş tê bîra me, Kurd ji qedexekirina zimanê Kurdî nedikarîn û nediwêrîn navê zarokên xwe an jî navên kargehên xwe bikin bi Kurdî. Piştî tekoşîna miletê Kurd a demokratîk a bi salan astengîya navên bi zimanê Kurdî bi çalakî û kampanya xwendevanên Kurd yên sala 2001-2004 an da bi girseyî hat şermezar kirin. Dewleta Tirk jî piştê van çalakîyan gava serbestiya navên Kurdî û navên zimanên ne yên Tirkî pejirand.

Gelî pismam û dotmamên hêja…
Ez naxwazim zêdetir bi vê mijarê dirêj bikim. Lê tenê dixwazim Kurd hemî hişyar bin! Heçî ev şîrket, kargeh, sazî û komele yên ku navê wan bi kurdî lê nivîs, bang, danasîn û xebatên wan ne bi Kurdî, bi zimanekî xweşik rexne û hişyar bikin… û bibin pêşeng ji bo ji aliyê bazirganî/ticaret û aliyê cureyên dî ku zimanê Kurdî li herderê bê karanîn…
Bawer bikin hingav ti hemû Kurd kar bikin!
Min go û hûn jî hema xêra xwe bêjin erê ?

BI KURDÎ BIKIRIN, BIFIROŞIN, KAR BIKIN Û ŞA BIBIN!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev