Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -14

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -14

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke Qedrî Can ya di hejmarên 19an ya rojnameya Roja Nû da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Yaney serkewtin

Vê dawiyê rojnameya (Jîn), ew rojnameya Kurdî ku li Suleymaniyê û bi destê şair û edîbê Kurd Tewfîq beg (Pîre-Merd) derdikeve, li ser (Yaney serkewtin) bendek pir hêja nivîsiye. Ji xwe, ji kovara (Gelavêj)- kovara Kurdî- ya ku li Bexdayê bi qelemên gurûbek zanyarên Kurd derdikeve- li ser (Yaney serkewtin), em hinek da bûn, agah kirin. Bi rastî ev civata zanistî ku ji zûda ve hati bû avakirin û qederekî xebata xwe sist kiri bû, vê dawiyê bi vîn û evîneke mezin daye ser armanca xwe û gavên ahengdar davêje.

Ev dengê fisûnkar û jîndar, ku ji dev û dilên paqij der tê, ewê zingara guhê nezanên Kurd paqij bike… dilên şkestî tije hêvî bike…

Ev roniya ku ji meş’eleya zanistî… ew meş’eleya ku zana û nejadperwerên Kurd mîna Mîrza Emîn Zekî, Refîq Hilmî, Elî Kemal û Marûf Ciyawuk beg kirine destê xwe, diçirise, ewê tarî û dûmana ku bi ser welatê me de girtiye wenda bike… Ewê wê mij û xumama ku li ser çayên Zaxros kon vegirtine, rake… û çavên wan kesên ku ji hezar salan minêkarê tîrêjek ronî mane, tije nûr bike…

* * *

Vê paşiyê, di her jimarê (Gulavêj)ê de, em lîsteyekê bi navê bexşîşan dibînin ku comerd û camêrên Kurd, her yek, ji civata xwe re çel, pênce û pênc dînaran pêşkêş dikin. Mala wan ava… rûyê wan spî be. Metelokek heye dibêje: ”Perê spî ji bona roja reş e”.

Îro, em- nejadê Kurd- di her meydanê de, bi her awayî li dû mane û kêm ketine. Divê em jî rabin ser xwe, dest bi dest, mil bi mil bidin ser riya jiyînê û bê deng, lê bi aheng lingê xwe bigihêjin daxwaza xwe… bigihêjin armanca xwe…

Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 19, sal: 1943. Rûpel: 1.

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev