Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Axirî-aqûbeta Koroxlî

Axirî-aqûbeta Koroxlî

 Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev çend berhemên ji rêzenivîsa me a 105an ya me ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 105

Qise dikin, ku carekê eşîrên Sîpikan û Heyderan her dûkan di gel hevdu muxdarê panzdeh serî karwan qafle başî Ebdil Qadir axayê Bexdayê lêdan û talan kirn. Barên wan hemû çux û qumaş û etles û cenefis û qirmiz bûye. Li deşta Qazî gulê bela kirin, wisan ku kurdan çux û etles û qumaş bi riman dipîvan û li hevdu parevedikirin û hesab dikirin. Li navê mirovekî rastî wan hatîye, gotîye kurdan:

– Qederekî çux û qumaş bifiroşine min.

Îcarî kurdan anîn wisan bi rimê çux û qumaş pîvayî dane wî mirovê yêrlî. Îcarî ewî mirovî pirsyar kirîye:

– Eva gaza we çi mezin e?

Kurdan gotine:

– Belê, ava gaza Koroxlî ye, li çiyan hîla ye ji boy jaran, ku eger mirovek çend gaz bibe bikire mala xwe, awa dikin…

Ew gaza Koroxlî di Kurdistanê da meşûr e.

 

Koroxlî û bazirganbaşî

Koroxlî wextekê li serê çiyê bû. Rokê dûrbîn da ber çavên xwe, ji dûr va lê nihêrî, dît ku bazirganek tê. Koroxlî bazirgan dît, bazirganbaşî jî dûrbîn da ber çavên xwe û Koroxlî dît. Bazirgan vegerîya wêderê.

Koroxlî wêderê apincîyê xwe avît, heskek qatix jî pey avît, go: “Bira bêje teyr bû, firî zîrça xwe avît”.

Bazirgan dîsa vegerîya ser riya xwe. Bazirganbaşî dûrbîn da ber çavên xwe, got: “Teyr bû, firî, ew jî zîrça wî bû ket”. Bazirganê te ji xwe ra arxayîn bi rê ket, hat nêzîkî Koroxlî bû.

Koroxlî ji jor da şiqitî ser bazirganan. Bazirgan îda nikaribû xilas bûya. Bazirgan şêland. Eşîyayên wî gelek bû, pir bû. Koroxlî rima xwe kir gaz, pê perçe parvekir, li ser hevalên xwe û rêwîyên belengaz belav kir.

 

Tiving

Koroxlî wextekê çû rastî şivanekî hat, got:

– Bereket be, şivano!

Got: – Ser çavan, ser seran!

Tiving jî di situyê şivên da bû.

Got: – Şivano, ew çi ye di situyê te da?

Got: – Tiving e, tu nizanî?

– Ê, go, merîyan dikuje?

Got: – Lê çawa?

Got: – Ezê heqê gîskekê bidime te, go, dest û pîyên gîskê girêde, agir ke, çika dikuje, yan na.

Şivan dest û pîyên gîskê girêdan û danî, paşê çong da, avîtê, lêxist gîsk kuşt. Barîn ji gîskê hat.

Koroxlî wêderê got:

– Mala min xirab be, tiving bû îcat, dewrana mêranîyê hate guhastinê: şah û padişa rehetîyê nadine muxulqetê, herçê zora wan bê, dûr û nêzîk wê bikujin.

Koroxlî wêderê wa got û terkeselatî dinyayê bû.

 

Axirîya Koroxlî

Koroxlî merivekî serxwe û heyf bû. Bi hevalên xwe ra tevayî diçû welatan digerîya, ku alî merivên kesîb bike. Ew carekê bi mêrxasên xwe va diçe serê çiyakî bilind. Dinihêre kerî pez diçêre; ji hevalên xwe ra dibêje:

– Hûn cîkî da neçin, ezê herim nava wî kerîyî pezekê bixwezim bînim, serjê bikim, em bixun.

Û diçe, xwe bi kerîyê pêz ra digihîne, dibê:

– Şivano, pezekê bide min, ezê bibim em bixun.

Şivan dibêje:

– Çira tu kî yî, ku pezê bidime te,- û îdî nasekine, digihîjê pê ra şer dike, verê dike, dibêje:

– De niha here, peza ku ez bidime te, tune.

Koroxlî tu tiştî nabêje, tenê di ber xwe da dibê: “Mala min xirab be, ezê cem hevalên xwe şermî bimînim”. Wa dibêje, dîsa vedigere tê cem wî şivanî, ku pê ra şer kirîye, dibêjê:

– Kuro şivan, te nehişt min gişk bigota; pezê ne ez dixwezim, binihêr Koroxlî li serê çiyê ye, ew dixweze, ewî ez şandime.

Şivan dibêje:

– A wisa bêje. Niha ser çavên min, ser serê min ra hatî.

Û radibe pezeke xurt vediqetîne, dide wî. Hema wî çaxî Koroxlî tivinga şivan dibîne, dibêjê:

– Şivano ew çiye?

Şivan dibêje:

– Tiving e.

Koroxlî dipirse:

– Bona çiye?

Dibêje:

– Pê wê merivan dikujin.

Koroxlî peran dide wî şivanî, dibêje:

– Şivanê bira, eva pera ji te ra, dewsa wana bizinekê bide min, gullekê berî dê, çika dikuje yanê na.

Şivan dibêje:

– Bira be,- û ji dûr va nîşanê digire, li bizinê dixe, dikuje.

Koroxlî gava vê yekê dibîne, dibêje:

– Mala min xirab bû, tiving derket, dewrana mêranîyê hate guhastinê, îdî ebûra wa nabe.

Wêderê navê wî şivanî datîne Mîr Çoban. Şivan jî ji gundê Mîrekê bûye. Bi xwe jî terkeselatî dinê dibe.

Dibêjin: niha Koroxlî li Qirat siyar e, çar qulbên dinyayê digere. Dîsa alî merivên di tengasîyê da dike.

Xilaz bû, çû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev