Wate û giringiya roja salvegera cejna qurbanê -2

Wate û giringiya roja salvegera cejna qurbanê -2

Berhevkar û xemxwarê kevneşopî/zargotina Êzdîtîyê Kemal Tolan rêznivîsek ji me ra şandîye, em bi 3 beşan, 3 rojan dû hev wê raberî we dikin. Duh me beşa pêşin çap kir. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin. 

Kemal Tolan

Lê Birayîm bi gotina dê û bavê xwe jî nake, ji wan dipirse û dibêje:

Qewl dibêje: 

 “Sibeyek ji yên xewlî ye
Birayîm Xelil ji day û babê xwe pirsî ye
Dayê ê Xwedê di hebînin kî ye?

Sibeyek ji yên bi fûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Yala û day babê te di hebînin bi xwe Nemrûd e

Ya dayê tu ne bêje Birayîm yî tefal e
Xwedê min ne kujit ser îmana we înşalla û teál e
Îmana we pêgirtî ye betal e
Ne xêr tê hebû ne sewab e
Li axretê hemû li ser rûha we ye bi hisab e”

Dê û bavê Birayîm diçin dibêjin Nemrudî:

“Ev kur ji me re jî dibêje, îmana ku we pê girtîye betal e.”

Nemrud dibêje qazidên xwe :

“Herin wî ewladî bê oxir bînine cem min ”

Gava qazid Birayîm tînine cem Nemrud, Nemrud ji Birayîm re dibêje:

“Birayîm tû ciwan î û tû nizanî ku hukmê min ji erd heta ezman mezin e.”

Birayîm jî dibêje Nemrudî :

Qewl dibêje:

“Ya Mîro heger tu rast siltênî
Baranekê ji sayê bo min bînî
Û rojê ji nîvro vegerînî
Û miryekî ji qebristanê hilînî
Ji ewê paşez dê ême ser wî dînî

Nemrûd dibêje:
Birayîmo ez diqarim û nakim
Baranekê ji sayê dakim
Û miryekî ji qebristanî ra kim
Û erd û ezmana firakim
Belê kesî nekirye û ez jî nakim

Bi wî kim êkî bi mûd e
Berî wî Xaliqî bikim sicûd e
Ê distînê rûha Azir û Nemrûd e”

Azirê bavê Birayîm cardin dibêje Nemrudî:

Qewl dibêje: 

“Ya Nemrûd ez hatîme li gel te evî weledî bikujî
Pavêjiye nava agirî bikî rejî
Hêşta dilê min pê nasojî”

Nemrud jî dibêje dê û bavên Birayîm:

“Wekî wusa ye, ez ê vî kurê ku gelek caran zarokên xelqê şil û şaht kirine bi cezeyê şewtandinê, li ber çavên dê û bavên ku zarokên wan seqet bûne bavêjime nava agir û bikujim.”

Di ser vê bîryara Nemrud dayî re, xulamên Nemrud êdî dixwazin biçine çiyê dar û çiloyê agir li ser pişta heywanan bînin. Lê, werîs û heywanan xwe nadine ber vê çûnê û ewan gotiye:

”em nikarin vî barê guhne rakin”. 

Gava heywan û werîs jî xwe nadine ber anîna barê dar û çilo, êdî rimildar mecbûr dibin çahreyeke dinê bivînin. Rimildar cardinê rimla xwe davêjin û dibêjin, erê vaye me çahre yeke dinê dît û ew jî weha ye:

“Ji bo em karibin dewsa heywanên ku xwe nadine ber anîna barê dar û çilo dagirin, divê em kerê berdine ser mihînê. Wexta mihîn bi welide, hingê hêstirê jê re çêbive û hêstirê xwe bide ber bar.

Her weha ji bo dewsa werîs jî, divê em tovê kindîrrê biçînin û dûre berê wî weke werîs dirêj bihûnin.”

Wextê ku hêstir mezin dibe û kindir weke werîs tê amedekirin û şûnde, êdî ew diçin barên dar û çilo tînin li bêndereke navenda Ruha yê de komdikin.

Êvarekê Birayîm Xelîl tînin, wî li nava koma dar û çilo de diçikînin û agir berdidine koma darikan. Hinga Saara keçapa Birayîm Xelîl kurapê xwe di nava pêlên agirê mencenîqê de dibîne, ew jî xwe davêje nava vî agirê mencenîqê.

 

Qewl dibêje:

“Hezar bar da cema kirin
Pênsed sendoqên neftê lêkirin
Ji ew paşmencelîq bo Sara û Birayîm ker kirin

 

Wey li xafilên bê dîn in
Wê di înin û di gêrîn in
Mencelîqê bo Sara û Birayîm dişidîn in
Mencelîq kirbû kar e
Biryîm Xelîl ji destê rûha xwe mayî bê zar e

Wey li kafirêt énkar e
Birayîm Xelîl datînin li nav e
Birayîm Xelîl ji destê rûha xwe mabû yî tengav e”

 

Birayîm Xelîl di nava pêlên agir de gaziya xwe digîne Xwedê û dibêje: 

Qewl dibêje:

 “Ya rebî ez evdekî te me,
yî bê sûc, yî bê guneh, yî bê binas
tu min ji agirê Nemrûd ê kafir bikî xilas
Dê li qurbaniya te kim çiqas, tiştê li ber dilê min yî xas ”

 

Xwedê vê duha Birayîm Xelîl kirî qebûl dike.

“Cibrayîlo qazidê melekê me´bûd e
Yî bê tehiyat e yî bi sicûd e
Gotê: Cibrayî agir li Nemrûd e

Cibrayîlo qazidê melekê érşe
Dora Birayîm Xelîl kire mêrig û çîmen,
sosin û beybûnêt geşe

Kafira wa dîtibû bi çav e
Agir buhijî bûye av e
Cibrayîl û Sara û Birayîm Xelîl li nav e”

 

Baraneke wusa mezin dibarîne, dike ku cihê koma dar, çilo û pêlên agir lê bilind dibû tev bive gola avê.

Gola Birayim Xelîl vêga hêjî li nava Bajarê Ruha (Urfa)yê ye

Birayîm Xelîl û keçapa xwe Saara ji nav gola avê dertên û di tariya şevê de ji wirê dûrdibin.

Ji xwe ji hinga ev buyera pîroz qewimiye û heta vêga hê jî gelek milet û bi taybetî jî gelê kurd vî cihê buyerê ji xwe re pîroz dibînin. Çiqas belangazî û pirçîbûn jî di nava xelqên li vê herêmê de hebe, hê jî tu kes nikare destê xwe bavêje wan mahsiyên di nava gola Birayîm Xelîl de û goştê wan mahsiyan naxwin. 

Dema Birayîm Xelîl û keçapa xwe Saara ji herêma desthilatdariya Nemrud dûr dibin, tên li çoleke xalî radiwestin. Ew li virê sitar (mal)ekê ji xwe re ava dikin û dûre hêja bi hevûdinê re dizewicin. Birayîm Xelîl li virê hero diçe nêçîrê, qismetê xwe û keçapa xwe tîne. Ji bo sebra Saara jî di nav malê de çêtir bê, ew cêrîyekê (bermalî) jî tîne nav mala xwe.

Hinga heft salên zewaca wan temam dibe û zarokên wan çênabin. Der û cînar ji Birayîm Xelîl re dibêjin:

” Wekî zarok ji Saara çênabin, tû jineke din ji xwe re bîne.”

Birayîm Xelîl dibêje:

” Saara keçapa min seba hezkirina min xwe avîtiye nav pêlên agirê mencenîqê û ez jî nikarim bêdiliya wê bikim.”

Dema Saara bi van daxwaziyên der û cîna ra dihise û wan gotinên Birayîm Xelîl gotî dibihîze, ew radibe bi şexsê xwe ji Birayîm Xelîl re dibêje:

”Ez di bextê te de me tû yê jineke din ji xwe re bînî.”

Birayîm Xelîl dîsa razî nabe û dibêje : 

”Ez nikarim jineke dinê bînime ser te” 

Saara dixeyîde û bela xwe ji Birayîm Xelîl venake, timî jê re dibêje heta ku ew Birayîm Xelîl razî dike. Birayîm Xelîl mecbûr dibe li ser daxwaziya keçapa xwe Saara bi bermaliya xwe Hacer re dizewice.

Wextê Birayîm bi Hacer re dizewice û şunde, êdî bi heyiya Xwedê herdû pîrekên Birayîm bi hevre hemle dibin. Di vî wextê ku hîna zarok di zikên diya xwe de ne, sewa Hacer dikeve ser Birayîm û Birayîm ne bi hemda xwe zêde hirmetê dide Hacer. Saara bala xwe dide nezaketa di nava Hacer û Birayîm de her çiqas diçe zêdetir wê acis dike. Saara ji vê rûmeta wan gelekî dihefside û hew bixwe kare, radibe rojekê ji Birayîm re dibêje:

“Çima hinga Hacer ji derve tê tu ji berve radibî û hinga ez têm tû ji ber min ve ranabî ser xwe?”

Birayîm dibêje Saara:

”Bi izzedê Xwedê, ez ne bi hemda xwe ji ber Hacer ve radibim. Ez jî carnan ji xwe re dibêjim, eger vêcarê Hacer were, ez ê ji ber ve ranebim. Lê, hinga tê ez dîsa mecbûr dibim û radibime ser xwe. Wer xwanê dike ku heyiyeke Xwedê bi vê hermetê re heye. Were ji bo ku tu ji min bawer bikî, ez û tû yê rûnên xwe bi hevûdinêve girêbidin û hinga ku Hacer ji der ve were em ê ji ber ve ranebin.”

Saara bi vî şertê Birayîm razî dibe. Rojekê hinga Hacer ji malê derketiye, Birayîm û Saara li quncikê xanî rûdinên, herdû xwe bihevûdinê ve baş girêdidin. Dema Hacer ji derve tê, dikeve devê derî herdû wusa girêdayî û bi hev re ji erdê bilind dibin û ji ber Hacer ve radibine ser piyan.

Dema Saara vê rewşa hanê bi xwe dijî, ew dibêje Birayîm:

” Ez, hew qîma xwe bi vî halî tînim. Divê, tû Hacerê ji nav mala min derxînî.”

Birayîm xwe gelekî davê je ber bextê keçapa xwe Saara, lê Saara bi gotina wî nake. Hacer dibîne aremiya Birayîm di nava malê de nemaye. Gavar rojekê Birayîm ji malê dertê, Hacer radibe gelek xwarin û vexwarinê ji xwe re davêje ser pişta devê, li devê siwar dibe û ji malê dirtê. Hinga ji malê dertê weha dibêje: 

Qewl dibêje: 

 “Beriya me ji beriya rast e
Xwedê teála nesîbê me ji vê malê veguhast e
Xwedê doste li gel dilê rast e”

Çaxê Hacer wusa bizarok midetekê diçe û dûr dibe, êdî li çolekê dikeve ber çêbûna zarokê. Hacer dibîne ku li vê çola xur û xalî tu medeta wê tune, ew hima serê xwe bilind ke û bi dengekî bilind gaziya xwe digîne Xwedê û dibêje:

“Ya rebî tû li halê me bêyî rahmê.”

Xwedê wusa hezdike, hinga zaroka Hacer (Nebî Simaîl) ji dawa diya xwe dikeve erdê, hingê di dewsa lingê wî de av dizê.

Qewl dibêje: 

 “Li ber qudreta pedşê min yî akber bû
Li wê çolê li wê Kerbela yê nebî Simayîl dahir bû
Kaniya sipî li ber pêya der bû

Ew kaniya nava deştê
hinciyê nuqtek vedxiwar, sed kerem di gehişt ê”

Hacer xwe û Nebî Simayîl bi vê ava zimzimê paqij dike û ew li ser vê ava Kaniya Sipî dimînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev