Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -15

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -15

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke Qedrî Can ya di hejmara 10an ya di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane 

 

 

Gelo ne wisan e?

Wê rojê min cilê xwe biri bû ser Cilşo, îro ez çûme bînim.

(Hawar) di bin çengê min da, ketim hundur, Cilşo ji min pirsiyar kir:

– Ew çiye di bin çengê te de ye?

Min weke her car ko ji her kesî re bi îftîxar dibêjim: Hawar e, kovara me a Kurdî ye.

Li wê derê cindîyekî kumsor jî hebû, li min mêze kir… mêze kir û bi zmanê xwe got:

Wellahî derew e, bîllahî derew e, ma çawan bi kurdmancî tê nivîsandin û qet ew kurdmancê ku binivîse heye???

Ev pirsên ha, çiqas giran, çiqas manadar û çiqas bextê meyê reş îspat dike.

Qirika min tijî girî bû, lê, gelek car, min ev pirsên ha, ji devê gelek merivan bihîsti bû. Lê çi bikim? ev kêmanî ji me ye, ji xwenda û mezinê me ye!

Ji wan pirsên wî cindîyî ez dikarim gelek mana derînim. Lê ezê bi yek du made ên vekirî derpêş bikim :

1- Mirovên Kurdmanc ko dixwînin, xudan îlm û xudan cih dibin, li paş xwe vedigerin û li jêr dibînin, ji bona ihtirasta xwe a şexsî û heywanî, li wî mîletî nabine xwedî û dibêje :

(Ez ne ji wî miletê Kurd im).

2- Miletê Kurd, di pê yî muslimanyê re, ji her miletan bêtir, dînê xwe ajotin ji murşîdê xwe û her çend miletên musliman hene, bi çavê birayên mezin li wan mêze kir. Lê sed esef wan bi çavên şefqetê li me mêze nekir in. Di heqê me da piropaxanda çêkirin, gotin: (Miletê Kurd ji taîfa ecina û mutriban e, qabiliyeta tu tiştî di wan de tune ye. h. d…  (Heta piropaxanda di wan li miletê me jî tesîr kir. Ji lewra zana û mezinê me ji Kurd- manciyê dûr reviyan, bûne pêşdarê îlm û îrfan, mêranî û her tiştên miletê biyaniyan ).

 

* * *

Hezar şabaş û sipas ko êdin li her cî miletê me hişyar bûye û dibe. Kovar û kitêbên me bi zmanê me derdikevin.

Ji bona em miletê xwe bi xelkê naskirin bidin divê xortên me ji nezer û galgalên biyaniyan îbretê bigirin û xwe bavên guliyên dara milîetê û bi hejînin. Hawar gulîyek ji wê darê ye.

 

Hawar, Hejmar: 10, sal: 1932. Rûpel: 2.

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev