Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dewleta jêr va yan jor va?

Dewleta jêr va yan jor va?

Nivîskarê malpera me ji Kurdistana Bakur bi çavê ku tevaya Kurdistanê welatê hemû kurdan e li meseleya Rêfêrandûma li parçeyekî welatê me dinêre û fikirên xwe raberî xwendevanên me dike. Belkî piştî xwendina van fikirên kurdewarî jimara kesên ji Rêfêrandûmê ra bêjin ERÊ bi çend kesan va zêde be.

Ercan Aras

Xwendevanên delal, wek hun dizanin, di 25 meha îlonê da hilbijartina referandûmê ya li ser serxwebûna Kurdistanê wê were li darxistin.

Pir pîroz be!

Bi rastî eva ji bo gelê kurd bûyereke gelek girîng e û bê emsal e. Piranîya kurdan bêhna xwe girtine û li benda referandûmê ne. Di vir da mesele erê yan jî na bûn nîne. Her kes jî baş dizane ku encamê bibe erê. Mesele; wê di dû erê bûnê da, çawa bibe.

Hemû derûcînarên kurdan li dijî serxwebûna kurdan in, lewra bihêzbûna kurdan, yekîtîya kurdan wê roleke mezin bileyîze. Heger ku kurd nikaribin mil bidin hevdû, ew dewletên ku alikariya kurdan dikin jî (wek Amerîka û Rûsîya) wê nikaribin dilrehet bin.

Îja gelo bihêzbûn çawa dibe? Gelo dewleteke bihêz bi çi awayi tê damezirandin?

Di vî warî da gelek tişt dikarin werin gotin, lê gotina herî baqilîn demokrasî ye, û bê guman dewleta herî bi quwet jî ya demokratik e. Ji ber ku di demokrasîyê da, dewlet qeweta xwe ji gelê xwe digire, ne ji sîlehan, bombeyan û leşkeran. Wek nimûne bombeyên dewleta Koreyê ya bakur pir in, lê çiqas bi hêz in? Qet! Bombe û leşkerên Saddam Huseyîn jî pir bûn, yên Qedafî jî…

Li gor min dewlet damezirandin ne merîfet e, dewlet li rê birin û li ser xwe hîştin merîfet e. Daîşê jî dewlet çê kir, lê nikaribûn li rê bibirana, ji ber ku dewlet tiştekî wusa nîne. Eva dewleteke ji jor va çêkîrî bû. Yanê bi zorê û ne bi quweta gel.

Serî qûç bû, binî pûç bû.

Profesorên Zanîngeha Uppsala û Zanîngeha Osloyê, yên beşa Siyaset zanistîyê Håvard Hegre û Håvard Mokleiv Nygård xebateke akademîk ya gelek hêja kirine û di vir da behsa şert û şûrtên li rêvebirina dewleteke tendurist dikin. Li gor wan, ji bo baş lirêvebirina dewletekê (good governance) û herwaha bextewarîya gelên tê da, heft babet rola xwe dileyîzin.

Ew jî:

  1. Burokrasî.
  2. Hiqûq.
  3. Bertîlxwarin.
  4. Siyaseta êkonomîyê.
  5. Eleqeya leşker ya bi sîyasetê ra.
  6. Revebirina sîyasetê.
  7. Rêxistinên fermî û ne fermî.

Ev heft babet bingehîya dewletê ne û lirêvebirina dewletê jî girêdayî taybetmendîya wan e. Ji dewleteka baş ra burokrasîyeke effektîv lazim e, ji bo ku biryarên sîyasî bi awayekî tendurust bikaribin bikevin xizmeta gel û herwaha dilê gel rehet be.

Hiqûq babeteka din e û di vir da, dibe ku ya herî girîng e jî. Dema di welatekî da edalet tinebe, bawerîya gel bi dewleta wî nayê. Gelekî bê bawer jî, ne ji xwe ra bixêr e, ne jî ji mayînan ra. Edalet jî bi alîkariya hiqûqeke azad tê li rê. Dema ku hiqûq kete binê lingên sîyasetmedaran û leşkeran, xêra wê dewletê jî namîne.

Babeteka gelek girîng ya din jî, bertîlxwarin e. Eva weka çiqilên darê girêdayî hiqûqê ye. Dema ku di welatekî da hiqûq nebû, bertîlxwarin dest pê dike. Pey demekî di nava gel da tê qebûl kirin û dibe tiştekî rojev. Ew dem jî wek kurmekî ku her roj hundirê merivan bixdurîne û bikole. Ji wî wêda jî rehetîya wî gelî mimkun nîne.

Weka li jor jî hat gotin, ya ku dewletekê dike dewlet, gel e. Lewra, ji dewleteke bi hêz ra, gelekî bi hêz lazim e. Bi hêzbûna gel jî wusa ji Xwedê va, ji jor va nabe, ew jî ji jêr va dibe. Gelekî bi hêz, yê organîze kirîye. Gel jî bi rîya partîyên sîyasî, yan jî yên cîvakî yên din, dikarin xwe organîze bikin. Lewra, gere di dewleteke bi hêz û demokratîk da, mimkunetîya gelek partîbûnê û gelek fikirandinê hebe. Gere her kes bi awayekî azad û bê tirs bikaribe partîyan damezirîne û li rê bibe. Herwuha gere her kes bikaribe bi awayekî bê tirs dengê xwe bide partîya li gor dilê xwe.

Di Rojhilata Navîn da, pirsgirêka herî mezin ew e ku, sîyasetmedarên tên ser hikum, dest pê dikin dewletê wek malên bavê xwe dibînin. Heya ji destên wan tê, gel bindest dikin, ji rexnekirineke piçûk jî aciz dibin û nahêlin kesek bilipite. Eva jî ji xwe tê mehneya binkolan û mehfkirina bingeha dewletê.

Çi dibe bira bibe, gere kurd jibîr nekin, ku ew jî parçeyekî ji Rojhilata Navîn in û bi gelek awayan di eynî avê da hatine şûştin. Ew jî dikarin bi hêsanî eynî şaşitîyan bikin.

Fikra ”hela em dewletê çê bikin, demokrasî paşê jî dibe”, fikreke ji binî va şaş e. Demokrasî paşê nayê, demokrasî pêşîyê tê.

Yanê gelî canik û camêran, ez serê we neêşînim. Dewlet ji ser va çê nabe, ji bin va çê dibe. Mesûd Barzanî, Celal Talabanî an serokên din nikarin ji we ra dewletê çê bikin. Hûn bi xwe dikarin çê bikin.

Hûn ji vî ra amade ne, yan na?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev