Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Pirsa we û bersîva me – 47

Pirsa we û bersîva me – 47

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Alanê Xunedar û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Gelo cînarên me bi çi çavî li kurdan û Kurdistanê mêze dikin?

 

Bersîv: Tirk dibêjin: “Li bal me kurd tunene û em ji wan hiz nakin”.

-Ereb dibêjin: “Li bal me kurd hene û em ji wan hiz nakin”

-Fariz jî dibêjin: “Li bal me kurd jî hene, Kurdistan jî heye, lê em ji wan hiz nakin”.

 

Hilbet, qesta me dewletên wan miletan in. Lê di van gotinên wan yên berî gelek salan û niha da ferqeke mezin heye. Berî gelek salan wana digot:

-Tu mafê we jî tune.

Lê niha bi awayekî sergirtî dibêjin:

-Mafê me heye, lê emê nedin we.

Eynî tiştî di pirsa dewletbûna kurdan da jî dibêjin:

-Mafê we yê dewletbûnê heye, lê emê nehêlin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev