Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rasthatina nûnerên KKKN bi dêlêgasyoan ENKS ra

Rasthatina nûnerên KKKN bi dêlêgasyoan ENKS ra

9ê îlonê KKKN ji bo hurmeta ENKS ku bi seredana fermî li Moskvayê ye, ji navê Kongrêya Komeleyên Kurdan yên Navnetewî (KKKN) xwerineke qedirgitinê da.

Xwerin bi sohbeteke xweş derbaz bû. Cîgirê serokê KKKN Yûrayê Şamil Nabîêv bi silaveke germ pêşwazî li mêvanan kir û ji navê serekê KKKN profêsor, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv û endamên Şêwra Tewrebilind ya KKKN ew silav kirin.

Yûrî Nabîêv ji mêvanan ra behsa KKKN û armanc û pirsdanînên wê kir, herwiha behsa heyteholên van dawîyan yên ji bo piştgirîkirina Rêfêrêndûma derheqa Serxwebûna Kurdistana Başûr kir.

Hate destnîşankirinê, ku KKKN amade ye ji bo berjewendîyên tevaya miletê me bi hemû rêxistinên kurdan yên her çar perçeyên Kurdistanê ra hevkarî bike, bêy ku bawerîyên wan yên sîyasî bide ber çavan.

Serekê ENKSê Birahîm Biro derheqa rasthatinên dêlêgasyonê bi karmendên Wezîreta Karên Der yên Rûsîyayê û derbarê armancên seredana wê li Rûsîyayê kir. Ew herwiha bi hûrgilî li ser rewşa li Sûrîyê û bi tevayî herêmê û sîyaseta ENKS sekinî.

Endamê dêlêgasyona ENKS Fûad Eliko, ku wek endamê opozîsyona Sûrîyê nûnertîya kurdan li hevraxeberdanên li Cenevrayê dike, behsa paşeroja pêvajoya hevraxeberdanên li Cenevrayê û Astanayê û helwesta kurdan di wan da kir.
Di sohbetê da herwiha nûnerê ENKS li Rûsîyayê Mustefa Sîno û karmendê nûnertîya hukumeta Herêma Kurdistanê li Moskvayê Danar Ebûbekir jî amade bûn.

Têbînî:

KKKN: -Kongrêya Komeleyên Kurdan yên Navnetewî

ENKS: -Encûmena Nistimanî ya Kurdî li Sûrîyê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev