Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ŞERÊ ROSTEM Û KURÊ WÎ ZOHRAB

ŞERÊ ROSTEM Û KURÊ WÎ ZOHRAB

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 106an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema bi sernavê ”Şerê Rostem û Kurê wî Zohrabraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 106

“Şah-name” wa dibê:

Hingî hêj Rostem tunebû:

Zal dayîm şuxulkarê wî talan bû,

Çarnikarê xwe talan dikir,

Qonaxa heft rojan,

Çarnikarê Zabilê xirab kiribû.

Rojekê ço bo xwe nêçîrê,

Heta êvarê tu nêçîr dest wî neket.

Ma heta êvarê,

Vegerîya bête mala xwe,

Dî du pelewan bi cehdêra (riya mezin) tên.

Go: “Ezê biçim wan pelewana bikujim,

Talankim, ji xwera bibim,

Bo min ev ro bese”.

Dewarê (hespê) xwe ajot ço serê rê,

Heta pelewan ji wêva hatin.

Zal rabû ser herdu rikêvê xwe,

Gurzek xwe hindî Sipîndarekê rakir,

Avête kela serê wî dêwê mezin.

Dema kuşt, çawa tu qurçik pembu li dîwêr bidî,

Bidêhî, paşva vegerî.

Gurzê wî ji paşva hat,

Tu ji wan nekir.

Wan pelewanan çengelê xwe avêtine Zal:

Girtin, ji hespê anîne xwar.

Dest-piyê wî avîtine rikêva xwe,

Girêdan, wi ma kêş hespê wanva,

Hespê xwe ajotin, çon.

Zal bi hespêva ber mirinê ket.

Gelek hîvî ji wan kir.

Wana got: -Tu hîvyan ji me neke,

Zal, emê xeberekê bêjine te,

Heker te xeberê me kir,

Heker te ehd kir ji mera,

Emê te berdin.

Heker na, em te bernadin.

Gone Zal: -Kurekê ji tera bibe,

Tuyê navê wî deynî Rostem,

Bi tarîqa me, heya mirina me,

Ku bi destê Rosteme, bi destê wî nebe,-

Mirina me tune.

Go, Zal, dema kurê te bibe sê salî,

Tu rêkî bê şerê me,

Hekî sê salî biborî (derbaz be),

Êdî em nikarin bi wî.

Zal neîlacî ehd kir, go:

-Dema bibe du salî,

Ezê rêkêm bête şerê we.

Zal berdan, hate mal,

Rostem hate ser dinyayê,

Bû deh salî, êdî dil neda

Rêke şerê wana.

Rojekê çiqas pelewanê Rostem hebû,

Li dîwanê rûniştibûn,

Zal li wê raza bû-li dîwanê,

Xewêda qarîn ji Zal hat,

Rostem rabû-çengilê Zal girt,

Go: -Bêje, ka ew çi te qewimî,

Eva çi qarîn bû ji te ço,

Heker nebêjî, ezê te li dîwarê bidim,

Bi kelpetanan hestuyê te venebin.

Zal go: -Rostem, hêj tu saxkî,

Min li xewnê dî ejdahî

Li te dabelandin, ew qarên ji min ço.

Zal dîsa berda, dîsa Zal xew ço,

Dîsa ew qarên ji Zal ço xewêda.

Rostem car dî çengilê wî girt,

Go: -Zal, rast bêje,

Te zirav pelewanan qetand.

Go: -Wey Rostem, hêj tu saxkî,

Min dî tu li devê zinara bûyî,

Tu ji wî ketî, tu nava heft bera ketî.

Rostem go. -Bi sed car anîya min,

Ne waye, belê bila wabe.

Berda, dîsa Zal bi xewra ço,

Xew ço, neço, dîsa qarên jê ço.

Rostem rabû sekinî,

Çengilê wî girt,

Go: -Xudanê şev – rojan,

Tu rastî nabêjî min,

Ezê te li dîwêrdim,

Hestûyê te bi kelbetana jê venebin.

Go: -Rostem, êxkîn nan avê te,

Hewka mabû li dinyayê.

Rostem go: -Gelek dûrva dirêj nebêje,

Bêje, ka çi bûye?

Go: -Hal – qesetê min eve:

Dêwêd Hêştexan, Kêştexan,

Wuha ez girtim kêşdam rikêva xwe,

Ho ez dame sondê, ehdkirinê,

Ko ez te bişînim şerê wan.

Min dil neda te bişanda.

Ehda min li min eşerkirîye,

Hingî xewra diçim,

Dest-pê xwe rikêva hespê wanada dibînim.

Rostem go: -Devê te bişkê,

Dema ez bûme du salî,

Bila te bigota, ez çobam.

Rostem gote Zal: -Ew li kune?

Ezê biçime şerê wan.

Go: -Pelewanê padşê Birsahêne.

Rostem rabû, go: -De kî ji we bê?

Em biçin.

Kes newêrîya bigota – ezê bêm.

Sê cara wa pirskir,

Kes newêribû bigota – ezê bêm.

Bêjenê xwarzîyê wî go : -Xalo, ezê bêm.

Ewana rabûn, qilxê dewrêşa wergirtin,

Her yekî cangozek (gurzê çûk) ji xwera çêkirin,

Danîne ser milê xwe, çon.

Çon, dibên gelek li dinyayê geryan,

Çon li bajarê Birsayê derketin,

Çon qonaxa padşê.

Herro sê den xwarina wan didan – dixwarin,

Pal didan, êdî tu erda nediçûn.

Ma rojekê, Rostem ser banî sekinî,

Lênihêrî deh mirov savar, nan, rûn hilanîn pişta xwe,

Ji bajêr derketin.

Rostem li pey wan ket, ço.

Ço rex bajêr, li bêderekê,

Dî savar êxistine wê bêderê,

Rûn êxistine ser.

Merek li wî milî dan, merek li milê din dan,

Vegeriyan hatin, mirovek tenê li wê ma:

Rûnişt, ka nanê wan, savarê wan

Heker kêmbe, car din bînin.

Rostem jî li wê rûnişt, go:

“Xwedê zane ev taştîya Hêştexan – Kêştexane”.

Rostem lê nihêrî dinya tarî bû.

Biskê berfê avêtin,

Lê nihêrî ji wêva Hêştexan – Kêştexan hatin:

Hatin peya bûn.

Devê wan kulif (kilîf) kirîbû,

Devê xwe vekirin,

Her yekî merek dest xwe girtin,

Savarê xwe xwarin.

Rostem go: – Hêdî, camêro.

Kes savarê we ji we nastîne:

Merê xwe bavên, bi camêrî rûnên,

Bi destê xwe bixun.

Hêştexan go: -Xwedê zane kerba vî savarî daye dilê vî mirovî.

Kêştexan go: -Ne welle, hebî – nebî ji mala Zalê tirkere,

Lema ev xeber gote me.

Dema wuha gotin,

Rostem gelekî enirî,

Rabû ço destek avête Hêştexan, girt,

Yek Kêştexan girt,

Herdukan li hevda,

Weke loşkê hêjîran herdu mane bi hevra,

Herdu kuşt, avête li wê.

Rûnişt savarê xwe têr xwar,

Vegerya ço mal.

Padşa li wê zane kuştina pelewanê xwe bi destî Rosteme,

Rêkir pê (pey) Rostem ve bir,

Lê nizane Rosteme, zane dewrêşeke,

Bi hevalekî dewrêşba, gote Rostem, go:

Ya dewrêş, te çima herdu pelewanê min kuşt?

Terîxka minda hebû-

Rostemê meva bihatîya,

Meyê berda pêsîra Rostem.

Go: -Padşahim, ezê liha bêm,

Çi dema Rostem hat-

Min berde pêsîra Rostem.

Padşa go: -Wekî waye, qêma min li te nayê,

Were destê min, ezê keça xwe bidime te,

Bibî zavayê min,

Wekî qêma min li te bê.

Ço keça padşê sitend,

Sê-çar heyvan mane li wê,

Jina wî, keça padşê,

Jê bi hemle bû, go jina xwe, go:

-Ez Rostemim,

Ezê vegerim mala xwe,

Bêje babê xwe, tu fikara ji min neke,

Ha ji tera vê bazbendê,

Heker te kurek bû – girêde milê wî,

Bila bête eywana Zabilê ba min,

Heker keçik bû, vî bazinî bifroşe,

Hindî tu û keça xwe saxin, bese bo we,

Bixun, vexun, pê derbazkin.

Rostem ji wê vegerîya hat,

Keça padşê gote padşê,

Go: -Welle, ewê te ez dame jintî – Rostem bû,

Go: “Bêje babê xwe, padşa,

Bêje, ez Rostemim, ez wê çom,

Bila tu fikara min neke”.

Babê wê jî go: -De dilê wîye,

Tu zerara te êdî jê nabî, ço, ço.

Go, ma neh meh, neh roj temam bû,

Kurek ji keçikê ra bû,

Navê wî danîn Zohrab.

Kurê pelewana bû-

Roj bi roj mezin dibû.

Dema bû yek salî,

Destê xwe davête kîjan zaroyî,

Nav destê xwe zaro dikuşt.

Rojekê wa-wextê leyîstinê,

Kurê pîrekê kuşt.

Pîrikê li serê xwe xist, girî,

Go: -Kî zane, kurê kîjan dewrêşîye,

Kurê kîjan sûtarane,

Zarêd me hemî nav destê xwe kuşt.

Kurik jî fem bûbû,

Girî, hate ba diya xwe,

Go: -Dayê, ka babê min kîşke?

Diya wî behsa babê wî padşa kir,

Go: -Kurê min, ne ew babê teye?

Go: -Dayê, ne, ew an babê teye, an babê mine,

Bêje, ka babê min kîşke?

Da acizkirinê, da çar pê nekir.

Go: -Kurê min, babê te Rostemê kurê Zalêye,

Wê li Zabilê.

Go: -Dayê, wekî waye, karê min bike,

Ezê biçime nik babê xwe.

Diya wî jî bazbend girêda milê wî,

Kur tenê nahêle biçe.

Rabûn, ew û diya xwe çon.

Çon, êdî riya xwe şaşkirin,

Nizanin biçine eywana Zabilê,

Çon li dîwana Kengê,

Derketin nav neyarêd Rostem.

Pelewanê Elfesyab hebû – hinanê Weysî,

Fêlbaz bû, dolabçîyê Tûranê bû,

Hêj hatin axa wan, bera çon,

Lê Porand zane, ku kurê Rosteme,

Melûm li Elfesyabê kir.

Jêra taybîr da, ku: “Kurê neyarane,

Em jêra xweşken, xweyken,

Wê bo şuxulê me lazim be,

Belkî em pê neyarê xwe tînine rayê”.

Rê wa nîşan dan, kurik birin cem Elfesyabê.

Elfesyab dît, go: -Hûn kîşkin?

Kuda diçin?

Diya wî go: -Ez jina Rostemim,

Ev jî kurê Rosteme.

Em diçin eywana Zabilê.

Elfesyab, hinan lê teybîr dabû,

Gote jinikê, go: -Ev eywana Zabilêye,

Rostem ez bi xweme, tu nas nakî?

Ewê jî ji tirsan go: -Tuyî, xwe tuyî.

Go: “Bêjim ne, wê kurê min bikuje”.

Ewî Zohrab hilanî, bir danî odekê,

Rojê sê dan goşt û birinc danê,

Gon: “Emê mezinkin, berdine pêsîra Rostem”.

Ma heta mezin bû, bû fêriz pelewan.

Himamê Weysî weledzanebû,

Wa taybîr dayê, wa Tûranyan ilan kiribû,

Pê teybîr dabû, ku cimil Tûranyan wa pê biaxêve,

Ku Zohrab nizane, ku here şerê Rostem.

Hilê xistin şuxulî, rabûn çon li meydanê,

Zohrab pêş êxistin, çon gazî kir, go:

-Hey Îranî hene, bila bêne meydanê.

Rostem rabû Rexşê-Belek kişand derva,

Zînê Eyntabê ser milan xirikand,

Teng û ber lê şidand,

Dest avête çemilê gurzê giran,

Şîr û mertalê xwe hilanî,

Lingê xwe danî rikêvê,

Ser zînê Eyntabê rûnişt,

Ajot ço li meydanê,

Zohrab, Rostem pêş hev ketin,

Bû şerê fêriz-pelewanan,

Aha nalîna herdu fêrizan,

Ço ber çerxa felekê,

Gîsinê kotanê ser serê hevda sorkirin,

Agirê mencenîq ser serê hevda barandin.

Ew diçû serê meydanê,

Gurzê xwe davîte wî,

Ew diçû binê meydanê,

Gurzê xwe davîte wî.

Sê roj, sê şev man pêsîra hev,

Ne ew çar ji wî bir,

Ne ew çar ji wî bir.

Rostem go: -Hey pelewano,

Dewarêd me gunene,

Em ji dewarê xwe peyabin,

Emê destepirç biçine hev.

Ew peya bûn, çone bin çenga hev,

Sê cara Zohrab Rostem hilanî,

Li erdê da, dil lê nebû bikuşta.

Dîsa li ser rabû.

Paşê Rostem qewata xwe berevkir,

Rostem Zohrab hilanî ser serê xwe li erdê da,

Rostem gelek aciz bûbû,

Êdî molet nedayê.

Xencer ji pişta xwe kişand,

Li defa sîngê Zohrab da.

Zohrab go: -Pelewano, te ez kuştim,

Tuyê çawa caba babê min bidî?

Rostem go: -Babê te kîye?

Go: -Babê min Rostemê kurê Zalêye.

Rostem go: -Malhedimî,

Rostemê kurê Zalê ez bi xweme.

Êdî Rostem dil neda,

Xencer ji sîngê kurê xwe deranî,

Hema kurê xwe hilanî, danî ser serê xwe,

Ço nik padşayê xwe.

Go: -Padşahim, dermanê nojderî bide,

Bavême birîna kurê xwe, saxbe,

Ew ji min çêtir pelewane.

Padşa go: -Tu yek pelewanî,

Ez te ancax xwey dikim,

Bibine dudu, ezê çawa xwey bikim?

Qutîya dermanê nojdarî avête behrê,

Rostem jî enirî, xencera xwe kişand.

Kurê wî mir, bir kurê xwe hilanî,

Sond xwar, go: “Êdî tav li min nekeve,

Ez tu kesî naxêvim”.

Ço rabû çiyakî, şikeftêda sekinî.

Sivê zû diço ser avê,

Dev rûyê xwe dişo,

Avê tîne, diçe şikeftê.

Padşa çû pey-nehat,

Zal ço pey-nehat.

Ma li wê şikeftê.

Rojekê pîrek ço nik padşê,

Go: -Padşahim, tuyê çi bidî min,

Ez biçim, Rostem bînim.

Padşê go: -Ez çom, nehat,

Sed pelewan çon, nehat,

Babê wî ço, nehat.

De Rostemê çawa xebera te bê?

Pîrê go: -Ezê bînim.

Padşa go: -Wekî tu bînî,

Ezê du cara berkêşa te zêr deme te.

Pîrê rabû, ço,

Tezek (qetek) cilê reşmûyî bir ço ser wî avê dişûşt:

Erdê Rostem dihat ser avê,

Rostem rojekê hat ser wê avê.

Herro dî ev pîrik wê cilê reş dişo.

Pa, ne Rostem gel kesî xeber nedida,

Diço, dihat, ecêb dima.

Ev pîrik awqa ro wê dayîmen vî cilê reş dişo.

Gelek heyfa wî pîrê hat, dî wekî

Ew cil sipîbûnê bû.

Pirsa pîrê kir, go:

-Pîrê, ev çi cile, tu hinde roje rûniştî ser vê avê, dişoyî?

Pîrê go: -Min tejek cil sipî heye,

Ezê wê jî bişom, sipîbe,

Dema hev bidirûm, bavême ser kursî,

Zarê min biçine binva.

Go: -Pîrê, ew reşe, ew sipî nabe, çiqas tu bişoyî.

Pîrê go: -Ez gorî, wekî tu zanî ev reşe, sipî nabe,

Kurê te mirîye, êdî sax nabe,

Tu hatî liha, çi feyde,

Rabe, em biçin.

Go: -Pîrê, tu kes ez nebirim,

Lê te ez birim.

Rabû, kete pêşîya pîrikê,

Hat, ço nik padşê,

Padşa du cara kêşê pîrê

Zêr da pîrikê, pîrik ço mala xwe,

Bû şahêna wan bi hatina Rostem.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev