Tevgerên kurdan di salên pêşin yên piştî şêr da

Tevgerên kurdan di salên pêşin yên piştî şêr da

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa duduyan a bi sernavê ”Tevgera kurdan di salên pêşin yên piştî şêr da” amade kirîye.

Ev berhema me ya 106an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye, lê hela çap nebûye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 106

Tirkîye. Pirsa kurda li Tirkîyê hema piştî wê yekê xurt bû, gava bi serokatîya Mustefa Kemal destbi tevgera tirka ya miletîyê bû.

Bername û emelên nasyonalîstên tirka didine xuyanîkirin, ku ewana mafê kurda yên miletîyê nas ne dikirin û hewl didan serokên kurda ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin, û di wî karî da “yekîtîya dîn û miletîyê” bi kar dianîn. Ji ber wê jî tiştekî ecêb nîne, ku hêzên kurda hêvîya xwe ji tirka birîbûn û tivdîra xwe didîtin bona şerê xwe berdewam bikin, ku hela di demên sultana û cantirka da destpê kiribûn.

Tevgera kurda ya here ciddî di dema em li ser disekinin da, ew tevgera li Meletîyê bû, ku havîna sala 1919a qewimî. Di tivdarekdîtina wê tevgerê da çend endamên Komela daxuliqandina Kurdistanê jî hebûn.

Dema Mustefa Kemal derheqa hazirbûna serhildanê da pê hesiya, esker şande Meletiyê. Serokên kurda jî dema pê hesiyan, ku eskerên tirka ser wan da tên, berê xwe dane Kextê û wira haziraya êrîşê kirin. Ewana ji bo alîkarîyê hewara xwe li serokê “Întêllîcens Sêrvîs” li Helebê serhing Bêll daxistin, lê ewî ber kurda zimanpenî kir, ku dest ji serhildanê bikişînin. Kurda ji eşîrên cînar jî alîkarî nesitendin. Ji ber wê jî hêzên kurda, ku ji bo li Meletiyê tevgerê bikin hazir bûn, ji hev bela bûn.

Serneketina tevgera dijî kemalîsta ya pêşin nedihate wê manê, ku kemalîst zora kurda birin. Eksî wê, çiqas ku rastîya sîyaseta kemalîsta ya miletîyê eşkere dibû, ew daxaza kurda, ku gerekê tevgerê bikin, xurttir dibû.

Hinek serekên kurda ser wê bawerîyê bûn, ku di wan şerta da tenê bi şerê çekdarî, an jî bi propogandakirina bîr-bawerîyên şerê ji bo azadîyê dikaribûn bigihîştana heqê xwe. Lema jî wana destpê kirin eşîrên xwe ji bo şer amade kirin, temî didane kurda cilên xwe yên miletîyê li xwe bikin, bi kurdî bixwînin û binivîsin, herweha berhemên sîyasetmedar û nivîskarên kurda bela dikirin: yên Xalit begê Cibranli (serhingê ordîya Tirkîyê, welatparêzê kurd) û klasîkên edebîyeta kurda Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û yên mayîn.

Havîna sala 1920î Xalit begê Cibranli bi endamên Komela daxuliqandina Kurdistanê li Stembolê Ebdul-Qadir û Ebdurehman Hekarî ra kete nava pêwendîyan. Bi riya wana ewî xwe gîhande parlamêntarê meclîsa tirka Yûsif Zîya û hevalbendên wî û ji wan ra got, ku ewana gerekê bi hev ra her tiştî bikin, ku bi destî Koma Mileta riya berbi serxwebûna Kurdistanê bigerin.

Di meha çirîya paşin sala 1920î li Xozatê (navbenda Dêrsimê), ku piranîya wan kurdên zaza bûn, civîna serekên Dêrsimê û Çêmîşgêzikê hate derbazkirinê û li wir biryar hate qebûlkirinê, ku hemû hereketên xwe bighînine hev bona bidestxistina mafê gelê kurd. Gorî ewê biryarê 15ê çirîya paşin sala 1920î beyannameyek ji hukumeta Enqerê ra hate şandinê û li wir dihate gotinê, ku bi lez bawerîyên xwe derheqa bi awakî otonom serkarîkirina Kurdistanê da bêjin, bê eglekirin hemû kurdên hebiskirî aza berdin, hemû karmendên tirk yên dewletê ji navçeyên kurda derxin û eskerên xwe ji navça Koçgîrê dûrxin. Wek bersîva wê yekê kemalîsta destbi xebateke usa kirin, ku bi destî sozdayîna û bertîlkirina serekên kurda yên bi nav û deng bînine alîyê xwe.

Rast e, hinek serekên kurda razîbûna xwe dîyar kirin, lê tevgera li Dêrsimê nesekinî û ew wek berê hukumê dîwana Tirkîyê nas ne dikir. Vira hukum di dest karmendekî kurda yê herî bi nav û deng Sehîd Riza da bû, ku ne dijî wê yekê bû, ku bi tirka ra bikevine nava hevrakarkirinê, lê daxaza wî ya sereke ew bû, ku di dewleta fêdêratîv ya yekgirtî da mafê kurda bêne naskirinê.

Di destpêka adarê sala 1921ê di navça Ûmranîyê da di navbera eskerên tirka û desteyên kurda da pevçûn çê bû û ew yek nîşana destpêka şêr bû di navbera kemalîsta û hêzên kurda da. Piştî wê kurdên Koçgîrê jî serî hildan. Kurda bi şêr Kengal, Koçxîsar, Divrigî, Zera, Refahîye, Kuruçay û Kemax zevt kirin. Serhildan ser mezîla 15 hezar kîlomêtrên çargoşe bela bû. 15 desteyên kurda yên çekdar derketibûne dijî tirka, di her desteyekê da ji 100î heta 1500 esker hebûn. Ser hev 6 hezar şervanên kurda hebûn. Şervanên kurd bi mêranî ber xwe didan, lê hêzên herdu alîya newekehev bûn. Hêzên tirka, ku ji yên kurda gelekî zêdetir bûn, zora şervanên kurd birin û ewana mecbûr man paşda vekişin û berê xwe bidne çiyayên Dêrsimê, li ku ecêbên nû yên giran hatine serê wan.

Qumandarîya eskerên tirka li Sîwasê beyannameyek çap kir, li ku dihate gotinê, ku di şêr da 113 kurd hatine kuştinê û 159 jî dîl (hêsîr) hatine girtinê. Piştî hincirandina serhildanê mehkema eskerî ya Sîwasê 400 merî mehkeme kir, ji wana 110 hatine efûkirinê, ji bo 20 merîya biryara dardakirinê derxistin (pişt ra baxşandina wan hemûyan jî), lê yên mayîn cezayên cûre-cûre xwarin.

Awa, tevgerên kurda yên pêşin dijî dîwana Enqerê bi ser ne ketin, ji ber ku di alîyê sîyasî û eskerî da rind hazirkirî nîbûn, ji der û hundur alîkarîya pêwîst tunebû.

Di van şerta da çend sîyasetmedarên kurd hêvîya xwe danîne li ser Rûsîya Sovyetî, ya ku dest ji sîyaseta qiralîyê ya împêratorîyê kişandibû û derheqa piştgirîya xwe hindava şerê gelên Rohilatê da yê ji bona azadîyê îlan kiribû. Karmendên kurda yên sîyasî di daxazên xwe yên ku ji nûnertîyên Sovyetî li Rohilata Nêzîk ra dişandin, digotin, ku ewana dijî sîyaseta Îngilîs in û mêla wan ser Rûsîyayê ye, ji ber ku sîyaseta rûsa ya di pirsa miletîyê da gelekî bi dilê wan e.

Sala 1922a Komîtêya serxwebûna Kurdistanê li Erzurumê biryar qebûl kir bi alîkarîya Rûsîya Sovyetî û bin bandûra wê bigihîjine mafên xwe yên miletîyê. Serokê komîtêyê serhing Xalid begê Cibranli hela berî konfêransa Lozanê nameyek ji nûnerên Sovyetî ra şandibû û têda nivîsîbû, ku ew “hêvîya xwe danayne ser alîkarîya Îngilîs ya bona damezirandina Kurdistaneke serbixwe, ji ber wê jî biryar kirîye ji bo wê pirsê berê xwe bide Rûsîya Sovyetî(10). Di wan dema da tevgera kurda ya ji bo azadîyê îdî xwe girtibû û bi organîze bû. Ew bi saya serê karkirina komîtêya serxwebûna Kurdistanê bû, ku bingehê sazkirina partîyake sîyasî danî û hewl dida beşên wê di temamîya Kurdistanê da saz bike.

Serek û sîyasetmedarên kurda yên mayîn jî piştgirîya ewê daxaza berbi Rûsîya Sovyetî kirin. Nûnerên kurda yên Erzurumê û Bîtlîsê awa nivîsîbûn:

“Rûsîya Sovyetî parastvana hemû gelên bindest e û dixweze problêmên mileta çareser bibin. Berê em bi hêvî bûn, ku di nav teşkîla Tirkîyê da emê bikaribin ber zordarîya împêrîyalîsta ber xwe bidin, yekîtîya xwe biparêzin û pirsa kurda safî bikin. Lê hêvîyên me bi ser ne ketin, ji ber ku Tirkîya razî bûye Mûsilê bide Îngilîs… Tirkîya şovînîst qayîl nebû, ku otonomîya Kurdistanê jî hebe. Eva yeka me mecbûr dike bona çareserkirina pirsa kurda serhildanê bikin û bi xwe qedera xwe tayîn bikin”.

“Em gişk gelek baş zanin,- wana di namê da nivîsîbû,- ew tê çi maneyê. Bi bawerîya me, dewleteke wek Kurdistanê, ku wê çevê gelek dewletên bi hêz li ser be, nikare bêy alîkarîya miletekî zor bê damezirandinê. Piştgirîya Îngilîs tê maneya dagîrkirinê. Ji ber wê jî me biryar kir bona alîkarîyê berbirî Rûsîya Sovyetî bibin, ya ku dostanîya xwe bi gelên Rohilatê yên bindest ra îlan kirîye”(11).

Lê Rûsîya Sovyetî alîkarîya ciddî neda tevgera kurda ya ji bo azadîyê, ji ber ku gorî peymana Sovyetî-Tirkîyê ya 16ê adarê sala 1921ê di navbera wê û Tirkîya kemalîst xweş bûbû.

Îraq. Piştî ku îngilîsa Îraq zevt kirin (Kurdistana Başûr jî di nav da), temamîya hukum kete dest wan. Serokatîya îngilîsa bi rû va usa dida xuyanîkirin, ku ew piştgirîya “daxaza kurda bona serbestîyê” dike, ji ber ku zûtirekê wê ji bo wilayeta Mûsilê hucetên mezin bûbûna.

Di meha çirîya pêşin sala 1918a sipartine çawîş Noêl bona ew “sîstêma serkarîkirinê ya bi dilê gela” amade bike. Ji serokatîya kurda welî kivş kirin, yên ku bin kontrola dîwana îngilîsa da bûn.

Di destpêka çirîya paşin sala 1918a da Şêx Mehmûd Barzincî kivş kirin wek hukumdarê devera Suleymanîyê. Lê Şêx Mehmûd fêm dikir, ku “xweserkarîkirina kurda” tiştekî formal e, ku ew nikare bi serî xwe biryara bide, ji ber ku pirsên giring ji alîyê zabitên sîyasî yên îngilîs da dihatine çareserkirinê.

Di van şerta da di navça Suleymanîyê da serttî zêde dibû. Nerazîbûna gel gihîşte wê yekê, ku bahara sala 1919a destbi serhildanê bû. Kurdên Kurdistana Îranê û Kurdistana Tirkîyê piştgirîya şerê birayên xwe yên li Îraqê kirin.

Serekeşîrê hewremana li Îranê Mehmûd Dizlî alîkarîya mezin da Şêx Mehmûd Barzincî, yê ku di gulana sala 1919a Suleymanî zevt kir û ew yek bû destpêka şerê çekdarî dijî dîwana Îngilîs ya dagîrkar. Hema di wê mehê da Mehmûd Barzincî bi desteyên xwe êrîş bire li ser dîwanxana zabitê Îngilîs yê sîyasî li Suleymanîyê Grînhauz, ew û hemû karmendên dîwanxanê da girtinê û piştî wê serxwebûna Kurdistana Başûr îlan kir. Binecîyên kurd bi tevayî piştgirîya tevgerê kirin, bi her alî alîkarî danê. Mehmûd Barzincî hukumê xwe fire kir. Eskerên wî gihîştine heta Kîrkûkê. 18ê hezîranê sala 1919a di navça Derbendê da di navbera hêzên Mehmûd Barzincî û eskerên îngilîsa da şerekî giran qewimî, û ji ber ku îngilîs di hêla têknîka eskerîyê da ji kurda gelek xurttir bûn, zora wan birin. Mehmûd Barzincî hate girtinê û ew şandine Bexdadê. Berxwedana şervanên kurd şikest.

Rast e, serhildana li Kurdistana Başûr bi ser ne ket, lê ew di paşdemê da roleke mezin lîst di karê xurtbûna tevrabûnên kurda yên ji bo rizgarbûna gelê xwe.

Di wan dema da dewletên Antantayê parevekirina milkê ereba yên bin destê Împêratorîya Osmanîyê da xilaz kirin. Wek ku hatîye destnîşankirinê, di nîsana sala 1920î da li San-Rêmoyê konfêransa welatên serketî hate derbazkirinê, û li wir pirsa derheqa wê yekê da hate enenekirinê, ku hukumê dewletên dagîrkar li herêma Rohilata Nêzîk wê çawa be. Biryara konfêransê, ku gerekê desthilatdarîya Îngilîs li ser Îraqê û Felestînê û ya Fransîyayê li ser Sûrîyê û Libnanê hebe, bû sebebê gelek nerazîbûna û milet bi awakî hêrs û berk himberî împêrîyalîsta serhildan kir. Îngilîsa xwestin wê serhildanê bişkênin, ku 2ê tîrmehê sala 1920î li Têl-Efarê destpê bûbû, lê ew belayî li ser ne tenê warên ereba, lê herweha belayî li ser navçeyên kurda – Kîrkûkê, Suleymanîyê, Êrbîlê (Hewlêrê) û cîyên mayîn jî bû.

Îngilîsa dîtin, ku ereb û kurd di şerê ji bo azadîyê da hev ne digirtin, jimara eskerên xwe gîhandine heta 30 hezarî û şerê dijî împêrîyalîstîyê hema bêje dane rawestandin.

Piştî bûyerên sala 1920î cûrê şerê ji bo azadîyê li Kurdistana Başûr hinekî guherî. Dihate xuyakirin, ku di nav tevrabûnên erebên welêt û kurdên wira da pevgirêdan sisttir bûye. Nasyonalîstên Îraqê wek kemalîstên li Tirkîyê (du rêxistinên wan hebûn: “Heres el-Îstîqlal”û “El-Ehd el-Îraqîya”), ku serokatî li tevgera gelê Îraqê himberî împêrîyalîsta dikirin, heqê kurda ji bo bi xwe qedera xwe tayîn bikin, înkar dikirin. Îngilîsa nerazîbûnên di navbera ereba û kurda da bi kar anîn û ev yek bû sebebê wê yekê, ku rewşa sert di navçeyên kurda da berdewam bû.

Rewşa li Kurdistana Başûr ne tenê bi sebebên hundurîn, lê herweha bi yên der va jî ji bo îngilîsa sergêjî çê dikirin. Tirkîya kemalîstîyê, ku bi serketina xwe ya hindava yûnana (di îlona sala 1921ê) da ruhdar bûbû, tivdîra xwe didît, ku emelên xwe wilayeta Mûsilê da bide aktîvkirinê. Kemalîst wan daxazên xwe, ku Mûsilê li xwe vegerînin, venedişartin. Tirka bi karê dîplomatîyê ra tevayî bi pevçûnên çekdarî jî dixwestin wê meselê hel bikin. Payîza sala 1921ê desteyên wan yên çekdarî çend cara xwe berdane navçeyên ser sînor yên wilayeta Mûsilê. Serhing Elî Şefîq, ku bi navê Ozdemîr jî dihate naskirinê, serokatî li wan emelên hukumeta tirka dikir. Desteyên tirka yên çekdar destpê kirin berbi kûraya navçeyên Kurdistana Başûr çûn. Zûtirekê wana Rêwandûz zevt kirin û li wir organên xwe yên serkarîkirinê saz kirin. Di vê rewşê da halê îngilîsa hîn xirab bû. Tirk tevgera dijî îngilîsa ya li Kurdistana Başûr bi kar anîn û emelên xwe dane aktîvkirinê. Eskerên îngilîsa axên zevtkirî hîştin û berê xwe dane Êrbîlê û Kîrkûkê.

Di vê rewşa sext da dîwana îngilîsên dagîrkar biryar kir Mehmûd Barzincî ji sirgûnê vegerînin. 14ê îlonê sala 1922a Mehmûd Barzincî hate kivşkirinê wek hukumdarê Şêwra Suleymanîyê. Di çirîya pêşin sala 1922a, piştî hevraxeberdanên Îngilîs-Îraqê ku li Bexdadê hatine derbazkirinê, bi rêvebirîya zabitên Îraqê û komîsarê sîyasî Noêl, Mehmûd Barzincî hate Suleymanîyê.

Hatina Mehmûd Barzincî bi ruhdarbûneke mezin va hate qebûlkirinê. Hukumeta kurda hate sazkirinê. Şêx Mehmûd bû serekê dewletê, birayê wî – Şêx Qadir bû serekwezîr. Bi biryara hukumetê zimanê kurdî bû resmî. Pûl, dirav hatine berdanê, destbi xebata ronahîdarîyê û perwerdeyê bû. Ser demekê rojnama “Bangî Kurdistan” derket. Dû ra destpê kirin rojnamên “Ûmêdî îstîqlal” (“Hêvîyên serxwebûnê”) û “Roja Kurdistan” derketin.

Di dawîya sala 1922a hukumeta Barzincî nûnerên xwe şandine Bexdadê bona helkirina pirsên ku bi otonomîya kurda va girêdayîne. Lê îngilîsa û ereba ew daxazên kurda zêde dîtin, ji ber wê jî hevraxeberdan bi ser ne ketin.

Di van şerta da Şêx Mehmûd, ku hewl dida ji bin bandûra îngilîsa derkeve û ev yeka ne bi dilê serekên kurda bû, destpê kir riya bigere bona Rûsîya Sovyetî pişta wan bisekine. Ewî bi nameke taybetî ber Komîtêya serxwebûna Kurdistanê pêşnîyar kir, ku xwe ji alîkarîya îngilîsa bikişînin û mêla xwe bidne ser Rûsîya Sovyetî. 20ê çileya paşin sala 1923a Şêx Mehmûd bi destî qasidê xwe name ji konsûlê Sovyetî li Tebrîzê ra şand û tê da hîvî dikir, ku Rûsîya alîkarîya wan bike û wan biparêze.

“Gava sala 1917a,- di nameyê da dihate gotinê,- temamîya cihanê dengê azayê û azabûna gela ji bin nîrê zordesta û celata bihîst, hemû gelên bindest û miletên zêrandî yên cihanê bi dilekî baristan ew dengê rastîyê û heqîyê qebûl kirin û rabûne şerê ji bo rizgarîyê, ji bo serketina daxazên xwe xeyal dikirin û hêvîya xwe danîbûne ser aqilmendî û dilqencîya gelê rûs. Ji gelek rojnama bêlî ye, ku îngilîsa ecêbên çawa anîne serê kurda, gunehê xwe ne zara, ne jî jina ne anîne, bi çek û topa êrîşî li ser gelê me kirine. Ew sala 1919a bû, ango, berî çar sala. Lê dema gelê kurd xwest li Suleymanîyê daxazên xwe yên jîyanê bi serxe, bighîje mafên xwe, wî çaxî ji telebextîyê ra (mixabin) rewşa hundur ya dewleta Sovyetî usa bû, ku wê nikaribû guh bida li ser rewşa gelên bindest û zêrandî…

Temamîya gelê Kurdistana Başûr dixweze bi dewleta Sovyetî ra dostanîyê bike, ji bo wê dostîyê ewê her tiştî bike, hazire bi her awahî piştgirîya wê bike. Bi vê yekê ra tevayî jî em şertê xwe datînin ber we – bi resmî mafê me nas bikin. Û ji bo wê yekê, ku zoraya me zêde bibe û zoraya dijmin kêmtir bibe, em hewcê topa, reşaşa, balafira, çeka û cebirxanane…

Em bi hêvîne, ku bi saya serê dostanî, biratî û yekîtîya bi we ra gelê kurd wê mafê xwe bi dest xîne. Em bi dil û can dixwezin bibine dost, bira û hevalbendên we”(12).

Serekê tevgera kurda dida kivşê, ku kurdên ku ji bo azadîya xwe şer dikin, gelê rûs dihesibînin wek hevalbendê xwe yê tek-tenê di şerê xwe yê heq da û qedera tevgera kurda bi wan ra girê didin. Pişt ra di namê da dihate destnîşankirinê: “Hûn derheqa wê yekê da zanin, ku serhildana me ya li Kurdistana Başûr himberî kê bû. Hûn herweha wê jî zanin, ku dewletên cînar bi çi çevî li şoreşa me dinihêrin. Hilbet, em nikarin derheqa hemû kar û barê xwe da ji we ra binivîsin, ji ber ku di navbera me û Rûsîya Sovyêtî da, ku em gelekî hêvîya xwe pê ra girê didin û piştovana xwe dihesibînin, hetanî niha jî pêwendîyên dîplomatîyê tunene. Lê ez dikarim vêya bêjim: temamîya gelê kurd rûsa dihesibîne wek azadarên Rohilatê û ji ber wê jî hazir e qedera xwe bi qedera wê ra bide girêdanê. Niha problêma me ya here sereke ew e, ku hûn piştgirîya me bikin. Gelê kurd bê sebir li benda testîqkirina pêwendîyên dîplomatîyê ye di navbera herdu dewletên me da. Eger ew yek bi ser keve û di navbera me da hevrakarkirineke bi adan saz bibe, wê demê gelê me wê rizgar bibe. Ez wê jî bêjim, ku eger daxazên me bi ser kevin, ewê bi herfên zêrîn di dîrokê da bêne nivîsarê.

Melikê Kurdistanê Mehmûd”(13).

  1. M.A.Gasratyan. Kûrdî Tûrsîî v novêyşêê vrêmya. M.A.Hasratyan. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da. Yêrêvan, 1990, rûpel 51.
  2. Dîsa li wir, rûpel 51-52.
  3. Tevgera kurda di dema nû û here nû da. M., 1987, rûpel 115-116.
  4. Dîsa li wir, rûpel 116-117.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev