Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dewleta Merwanî li Diyarê Bekir piştî hemdaniyan û rewşa wan

Dewleta Merwanî li Diyarê Bekir piştî hemdaniyan û rewşa wan

Nivîskarê malpera me vê gotara delal ji erebî wergerandîye kurdî û ji malpera me ra şandîye. Ji ber mezinaya wergerê, em wê dikin 3 beşan û emê bi dorê çap bikin. Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Berdewama dewleta Dostikî/Merwanî

Wergera ji erebî: Emîn Narozî, lêkolîner

Ya rastî diviyabû ku em li pey dewleta hemdaniyan rewşa vê dewletê bibêjin, çawa ku me ya miqelediyan li Mûsilê û ya salihî û mirdasîyan jî li Helebê got. Çunkî ev hersê dewlet jî ji nav dewleta wan derketine û şax dane, lê merwanî bi xwe ne ereb in. Ew Kurd in û ji ber vê yekê jî me dewleta wan anî xist nav rêza ya biyaniyan [yên ne ereb], lê me ew hişt piştî dewleta tûlûnîyan, çunkî dewleta tûlûnîyan gelek li pêşiya ya wan bû. Niha jî dê em dest bi nûçeyên dewleta merwaniyan bikin:

Ji xwe li pêş meseleya Badê Kurd ku navê wî Hiseyn îbn Dûşik[1] û paşnavê wî jî Ebû Şucabû, bihurî. Herweha dîsa bihurî ku ew xalê Ebû Elî ibn Merwanê Kurd bû, wî dest danîbû ser Mûsil û Diyarê Bekir [herêma Diyarbekir] û gelş di nav wî û deylemiyan de derketibû, lê pişt re zora wî çûbû û ew hilkişiyabû çiyayên kurdan.

Dû re Adud ud-Dewle û Şeref ud-Dewle mirin, Ebû Tahir Îbrahîm û Ebû Ebdulah Hesen hatin Mûsilê û dest danîn ser, lê di nav wan û deylemiyan de jî nakokî derket. Li ser vê yekê dilê Bad jî ku hingê li Diyarê Bekir dima, bijiya Mûsilê û rabû ber pê ve çû, lê herdu kurên Nasir ud-Dewle zora wî birin û ew di cengê de hat kuştin, çawa ku li pêş jî ev bûyer giş derbas bûn.

Dema ew hat kuştin xwarziyê wî Ebû Elî îbn Merwan ji şer filitî û çû gihîşt Husni Keyfa [Heskîfê] ku malbata Bad û zexîreya wî li wê derê bû û yek ji keleyên wî yên asêtirîn bû. Wî ji bo ketina keleyê bi hîle diyar kir ku xalê wî ew şandiye, ta ku ket hundir, dest danî ser keleyê û jinxala xwe mar kir.

Pişt re ew li navçeya Diyarbekirê geriya û dest danî ser hemî milkê xalê xwe Bad. Di wê navê de dema ku wî jî dora Meyafarqînê girtibû, herdu kurên Hemdan êrîşî ser wî kirin lê wî ew şikandin. Di pey de dema ew li ser Amedê bû, careke din ew zivirîne ser lê cara diduyan jî şikestin.

Rewşa wan ji Mûsilê ve têk çû û Ebû Elî îbn Merwan dest danî ser Diyarê Bekir û ew der giş zeft kir. Xelkê Meyafarqînê ku rîspiyê wan Ebû Esxer[2] bû destê xwe dirêjî wî kir, lê wî dengê xwe nekir haya ku roja cejnê hat û ew derketin çolê. Li çolê wî êrîşî ser wan kir Ebû Esxer girt, di sûrê de avêt xwar û kurdan dest danî ser bajêr. Ebû Elî deriyan li ser wan [xelkê bajêr] girt nehişt ku ew têkevin hundir û heryek ji wan bi riyekê ve çûn ku hingê sala 380/990’î bû.

 

Kuştina Ebû Elî îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Mensûr 

Ebû Elî îbn Merwan bi qîza Sa´d ud-Dewle îbn Seyf ud-Dewle [yê Hemdanî] re zewicî bû, wî ew bi lez ji Helebê da anîn ku li Amedê jê re qesrekê ava bike. Hingê rîspiyê wan tirsiya ku tiştê anîbû serê meyafarqîniyan bîne serê wî û amediyan jî û hevalên xwe li ser vê yekê haydar kir. Wî ew handan ku dema ew têkeve hundirê sûrê ew zîv û zêr li ser bireşînin, bavêjin serûçavên wî û derbekê lêxin.[3]

Wan jî weke ku got, ew mijûl kir û ji nedî ve derbek li serê wî xist. Hevalên wî li hev qelibîn û di wê navê de amediyan serê wî jî avêt cem hevalên wî yên Kurd û ew jî bi paş ve vegeriyan Meyafarqînê. Parêzgerên wê ketin gumanê ku dê ew Meyafarqînê zeft bikin û ji ber vê yekê nehiştin ew têkevin bajêr. Lê pişt re dema birayê Ebû Elî Mimehid ud-Dewle Ebû Mensûr îbn Merwan[4] hat gihîşt bajêr hingê pasbanan rê dayê û ew ket Meyafarqînê. Jixwe heya hingê ji çapkirina sikkeyan/diravan û xwendina xutbeyê li ser navê xwe pê ve tu tiştê ku bike nemabû.

 

[Dema ew hat ser hikim] birayê wî Ebû Nesr[5] dijî wî rabû û pê re berberî kir, lê Ebû Mensûr zora wî bir û ew şand keleya Sêrtê,[6] Pes wî li wê derê jî timî jê re zehmetî dertanî.[7] Heçî Amed e ew heya demeke dirêj di destê şêxê wan Ebdulah[8] de ma. Wî qîza xwe jî dabû Ibn Dimneyê[9] ku kuştina Ebû Elî îbn Merwan girtibû ser xwe. Lê  wî [Îbn Dumne] ew [Ebdulah] jî kuşt, dest danî ser Amedê û li ber sûrê qesrek ji xwe re ava kir. Di pey de ew ket ber fermanrewayiya Mimehîd ud-Dewle, nava xwe û wî xweş kir, perû ji qiralê Romê, xwediyê Misrê û şahên din re şandin û nav û dengê wî belavbû.

 

    Kuştina Mimehîd ud-Dewle îbn Merwan û desthilata birayê wî Ebû Nesr 

Mimehîd ud-Dewle li Meyafarqînê dima û di nav dewleta wî de desthilatdariyeke xurt ya serokleşkerê wî Şêrw/Şêrwih[10] hebû. Wî jî zebt û rebtê sipartibû koleyekî xwe ku Mimehîd ud-Dewle zahf jê aciz bû û gelek caran dixwest wî bide kuştin jî lê ji ber xatirê Şêrwih dîsa dev jê berdida. Carekê gava ku koleyê Şêrwih çû hizûra wî, jê re fizûliya (fesadiya) Mimehîd ud-Dewle kir û nava wan nexweş kir.

Demek di pey re dema Mimehîd ud-Dewle çû cem, wî (Şêrw) rabû ew kuşt ku hingê sala 402/1011an bû û dû re weke ku ew bi fermana Mimehîd ud-Dewle here, çû dest danî ser heval, meriv û pismamên wî tev.[11] Pişt re ew çû Meyafaqînê ku wan bi ceweta Mimehîd ud-Dewle jê re derî vekir, ew ket bajêr û dest danî ser. Wî dest pê kir li ser devê Mimehîd ud-Dewle ji xwediyên keleyan giş re name nivîsand û spartina keleyan ji wan xwest.

Di nav wan de xwediyê keleya Erzenê [Xirebajar][12] Xwace Ebû Qasim,[13] keleya xwe neda wan û [ji bo eseyîkirina agahê jî] berê xwe da Meyafarqînê. Di rê de ew bi kuştina Mimehîd ud-Dewle hisiya û ji nîvê rê bi paş ve zivirî Erzenê. Wî meriv şandin pey Ebû Nesr Ehmed Îbn Merwan, ew ji Sêrtê anî û bir cem bavê wî Merwan ku hingê tadeyî gihîştibûyê û ji bêgavî bi jina xwe re derketibû çûbû Erzenê ser gora kurê xwe Ebû Elî.

Ew çûn cem wî û Xwace/Xoce Ebû Qasim li hizûra bavê wî û li cem gora birayê wî pê re peyman girêda, ew da sondê û Erzenê dayê. Di wê navê de Şêrw jî ji Meyafarqînê ji bo girtina Ebû Nesr Îbn Merwan meriv şandibû Sêrtê, lê ew berî hingê gihîştibû Erzenê û bi vê re jî ew têgihîşt ku dawiya wî hatiye.

Piştî Erzenê Ebû Nesr dest danî ser deverên Diyarê Bekir yên din jî û bi nasnavê Nesîr ud-Dewle/Nesr ud-Dewle hat bi nav kirin ku êdî dewra wî dest pê kir.

Wî xuyê xwe xweş kir û ji ber vê yekê jî ji her deverên cîhanê gelek zana û şareza lê kom bûn. Yek ji wanên ku qesta wî kiribû jî Ebû Ebdulah Kazerûnî[14] bû ku mezhebê şafi‘î li hêla Diyarê Bekir pê belav bûbû. Gelek şa´ir û helbestvan lê civiyabûn, pesnê wî didan û wî jî ew perû [xelat] dikirin. Di dema wî de ew gelî û birrekên wan deveran tev ewle man û teba [re´ye] û xwelêgirtiyên wî jî heya dema mirina wî di welatê xweştrîn de jiyan.

 

Destdanîna Nesr ud-Dewle îbn Merwan ya ser Rihayê 

Bajarê Rihayê[15] di destê ´Uteyrê Nimeyrî[16] de bû, wan [rihayiyan] ji Ebû Nesr ibn Merwan re nivîsand û jê xwest ku here Dest deyne ser. Wî jî cihgirê xwe yê Amedê ku navê wî Zenk [Zeng îbn ´Ewan][17] bû şand ser û ew zeft kir, lê wî [´Uteyr] bi riya Salih Îbn Mirdasê[18] xwediyê Helebê ji Îbn Merwan hêviya bexşînê kir, wî jî ew bexişand û nîvê bajêr dayê.

Ew [´Uteyr] çû Meyafarqînê cem Nesr ud-Dewle, wî qedrekî baş dayê û ew şand Rihayê ku bi Zenk [Zeng] re li wir bimîne. Ew çend rojan bi Zenk [Zeng] re aşt ma, lê di wê navê de kurê cihgirê ku ´Uteyr ew kuştibû hat wê derê.[19] Zeng  ji bo heyfhilanînê nav tê da û dema ew derket wî jî da pey, ji bo tolgirtinê lê kir gazî.

Çaxê xelkê çarşiyê ev yek bihîst ji nedî ve avêtin ser û wî bi sê hevalên wî ve kuştin. nimeyriyan jî li dervayî bajêr ji Zeng re kemîn danîn û hinek êrîşkaran şandin ser, Zeng bi leşker ve derket û gava kemîn derbas kir hingê ew çûn şerê wî. Di şer de kevirek lê ket û ji ber derba wî kevirî ew vegirê/fatihê hijdemîn mir û Riha jî ji Nesr ud-Dewle re ma.

Pişt re Salih Îbn Mirdas ji bo Îbn ´Uteyr û Îbn Şibilê Nimeyrî mehderî kir û navçe car din li wan hate zivirandin heya ku Îbn ‘Uteyr çawa ku wê li pêş jî bê, ew der firot Dewleta Romê [bizansiyan].

 

Dorgirtina Bedran ibn Miqeled ya Nisêbînê

Nisêbîn[20] di destê Nesr ud-Dewle ibn Merwan de bû gava ku Bedran ibn Miqeled[21] bi koma ´uqeyliyan[22] ve çû ser û dora wê girt. Wî zora wan leşkerên ku li wir bûn bir, lê Nesr ud-Dewle hinek leşkerên din şand alîkariya wan. Bedran hinek mirov şandin pêşiya wan û ew şikandin, lê Ibn Merwan jî leşkerekî pêhtir li hev civand û wan şand Nisêbînê. Ew çûn ser [Bedran] û cara pêşî ew şikand, lê pişt re dîsa ew li wan fitilî û êrîşî wan kir. Wî her li şerê wan domand heya ku bihîst birayê wî Qerwaş[23] gihîştiye Mûsilê; ew jê tirsiya û ji ser wê rabû.

Riataza

[1] Li pêş Dûştik bihurî û li gor Ebdureqîb Yûsuf jî ew”Dostik” e, li cem Îbn Esîr jî hem “Dostik” û hem jî “Dosik” tê, lê ew di şûna “Bad” de nasnavê wî wek”Baz” dide. Bnr. Îbn Xeldûn Kitab el-el-îber we Dîwan el-Mubteda we el-Xeber fî Eyyam el-Ereb we el-Ecem we el-Berber, Dar ul-Kîtab el-Lubnanî, Beyrût, 1958, 4/274; Ebdulreqîb Yûsuf, Dewlet ud-Dostikî fî Kurdistan il-Wista, Kurd Pres, Beyrût, 1996, çap 2, beş 1/23; Îbn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, Dar Sadir/Dar Beyrût, Beyrût, 1966, 9/35.

[2] Li gor Ebdulreqîb Yûsuf û Ibn Esîr navê wî “Mihemed îbn Ebû Seqer” e. Bnr. Ebdulreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/67; Îbn Esîr, el-Kamil fî et-Tarîx, b. n., 9/72.

[3] Li gor A. Yûsuf ku ji Îbn Ezreqê Fariqî veguhastîye, ev bûyera kuştina Ebû Elî bi dek û dolab û navtêdana Şêrwê kurê Mem ku debîr û teşrîfdarê Ebû Elî ibn Merwan bû, çêbûye. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî b. n., 1/69-70.

[4] Mumehid ud-Dewle Ebû Mensûr îbn Merwan: ew Mimehîd ud-Dewle Se´îd Ebû Mensûr ibn Merwan ku kurê Merwan yê duyemîn bû ji xweha bad ya cem merwan. Ew piştî kuştina birayê mezin Ebû Elî di sala 387/977 an de hat ser desthilatê û heya derbeya Şêrwîn ya sala 402/1011yan ku hingê hat kuştin li ser hikim ma. Lê ya rastî li gorî Ibn Ezreq ji ber ku hemla Şêrwih/Şêrwînê kurê Memê teşrîfdarê Ebû Elî li ser Mîr Se´îd Ebû Mensûr bû wî dek li Ebû Elî kir. Wî Şêx Ebd ul-Berr tirsand ku dê Ebû Elî her weke Meyafarqînîyan bi wan jî bike ta ku ew bi xelkê Amedê da kuştin. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxu Meyafarqîn, b. n., r. 460.

[5] Ebû Nesr: Li gorî Îbn Ezreq û A. Yûsuf “Nesr ud-Dewle” ye û navê wî yê tevayî jî li gorî Ibn Xelîkan û yên din Qadir Bilah Nesr ud-Dewle Ebû Nesr Ehmed ibn Merwan ibn Dostikê Kurdê Himeydî (m. 453/1061) ye ku piştî kuştina Mumehid ud-Dewle ji hêla Şêrwînê teşrîfdarê wî ve bi dekekê li keleya Hetaxê roja pêncşema pêncê cemadilûlaya sala çarsed û yekê (401-402/1011-1012) ew hatibû ser hikim. Ew yekî dilşad, himetbilind, xweşsiyaset, pir helwestdar bû ku ji xweşî û şadîyê gihabû redeyeke ji hejmartinê der. Ew heftê û heft (li gorî ibn Esîr heştê û çend) salan jiyaye û wî pêncî û du salan bi xweştirîn û geşdarîtirîn awayî deshilatî kirîye ta ku di sala 453/1061ê de wefat kirîye û kurê wî Nizamedîn Ebû Qasim Nesr hatîye cihê wî. Ji bo agahên bêhtir bnr. li jêr, li Ibn xelîkan, Wefeyat ul-E´yan we Enba`u Ebna iz-Zeman, Dar ul-Kutub el-´Ilmîye, Beyrût, 1998, 1/187; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/356, sal 453/1061; Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, Nûbihar, Stanbol, 2014, r. 469 û yên pey.

[6] Sêrt/Is´irt/Is´ird: bajarekî Diyarê Bekir e ku nêzîkî Erzen û Hîzanê ye. Ibn Wasil, b. n., 1/92 ku ji Yaqûtî veguhastîye, lê bi rastî min di çapa destê xwe de nedît.

[7] Li gorî çavkanîyên din yên mîna Ibn Ezreq, Abdureqîb Yûsuf û Ibn Esîr Ehmed di xew de dîtîye ku heyv ketîye pêşa wî yan jî roj hatîye ser serê wî û vê xewna xwe ji birayê xwe re gotîye. Mimehid ud-Dewle jî jê re gotîye: “Tu dê desthilatê ji min bistînî, çavê xwe bi min nexe, nexwe ez dê te bikujim” û ji ber vê rabûye, ew sergomî/cîhêlî sêrtê kirîye û ew li wê derê daye asêkirin û heya kuştina wî jî nehatîye hafa wî. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 468; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/445, sal 380; A. Yûsyf, Dewlata Dostikî, b. n., 1/73.

[8] Li gor A. Yûsuf û Ibn Esîr navê wî “Ebd ul-Berr” e. Bnr. Ebdulreqîb Yûsuf, Dewlet ud-Dostikîye, b. n., çap 2, 1/69; Îbn el-Esîr, El-Kamil, b. n., 9/72.

[9] Ibn Dimne: Ew Ebû Tahir Yûsuf ibn Dimne bû ku bi hesinekî ser kêr li serê wî da ye, lê li gorî hinekan jî xwe avêtîye ser hespê pişt wî û bi kêrê lê daye û dû re yên din bi şûran lê dane. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., 461.

[10] Şêrw/Şêrwih: ev Şêrwih xirakirîyê Şêrwîn e ku Şêrwîn ibn Mihemed [yan jî Şêrwih/Şerwîn ibn Mem] e, nivîskaran jî weke adetê kurdan ew xerakirî nivîsne. Bnr Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 460, not 3; A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 73.

[11] Li gor Îbn Ezreqê Fariqî navê xulamê Şêrwîn/Şêrwih ibn Filyûs bû û sala bûyerê jî 400/1009 yan jî 401/1010 bûye. Bnr. Îbn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 466-67; Li gor Îbn Esîr jî Şêrwîn li keleya Hetaxê ku hingê sipartiyê wî bûye, ziyafet daye û Mimehid ud-Dewle jî vexwendiye ser, dema ew çûye wê derê, Şêrwîn bi dekekê ew daye kuştin. Bnr. Îbn el-Esîr, El-Kamil b. n., 7/445, sal 380.

[12] Erzen [Xerebajar]: bajrekî kevn î nêzîkî Exlatê ye [ya rastî ew li gorî navendên kevnar nêziktirî Meyafarqîn, Hisin Keyf, Sêrt, Senasîn/Sason û ji dûr ve jî Bedlîsê ye, lê niha sînorê wê digihîje Farqîn/Silîva, Batman/Êlih, Kurtalana/Misirca qezaya Sêrtê, Senasîn/Sason û Hezoyê. Ew vêgavê wêran e û bi tenê hinek şûnwarên wê mane. Berî Xelatê di navbera wê û Erzenê de ji hêla Xelatê ve Bedlîs û Tetwan hene] ku hinek wê ji bo demekê bajarekî ermeniyan, hinek jî yê Dîyarê Bekir dibînin û hinekan jî ew li ser Cezîreyê hesibandîye. Bnr. Ebu l-Fîda, Teqwîm, b. n., r. 394-395; Yaqût, Mu`cem, b. n., 1/180-181.

[13] Xwace Ebû Qasim: Çawa Abdureqîb Yûsuf jî dîyar dike, li ser jiyana Xwace Ebû Qasim (m. 415/1024) agahdariyên me kêm in, lê weha dixwyê ku ew mezinê Erzenê û serekê eşîrên kurd yên herêmê bûye. Pes çawa Ibn Ezreq û Abdureqîb Yûsuf jî dibêjin ew xelkê Isfehanê bûye ku di wextakî de hatiye Kurdistanê û li cem Merwaniyan bûye şêxê dewleta wan û waliyê bajarê Erzenê Xirabbajarê niha ku dikeve wê deşta ber çemê Xerza. Li gorî ku ji Ibn Ezreq û Ibn Şedad tê zanîn jî ew ji Isfehanê bi hoz û eşrên kurdan ve hatîye gihaye cem Bad ku mezinekî wan bûye û Bad jî ew danîye ser bajarê Erzenê û hêz û eşîrên pê re jî li bajêr û hawîrdorên Erzenê bi cih kirîye. Çunkî Ibn Şedad dibêje: “Ev Xwace şêxê hozan û gerînendeyê wan bû ku Bad ew kiribû walî û ew di nav kurdan de jî pêşik/Mezin û navdayê bi mêrxasîyê bû”. Herweha Ibn Ezreq jî dibêje: “… li Erzenê walîyekî Isfehanî bi navê Xwace Ebû Qasim hebû ku di dema Ebû Elî û Ebû Mensûr tev de lê walîtî dikir”, Ibn Ezreq rûpelek dû re jî didomîne: “Xwace Ebû Qasim derê gencîneyan vekir, zad û mal da, çek belav kir û eşîr û kurdên hawîrdorê û yên hêlên din kom kir ku gelek kes li cem civîyan ..”. Herweke ku D. Ferest Mer´î jî dibêje : “Ew Xwedîyê Erzenê, şêxê hozên kurdan û tevdîrgêrê wan bû, ew di nav kurdan de pêşik, qedirgiran û navdayê bi mêrxasîyê bû ku di desteserkirina Amedê ya sala 415/1024an de rêberîya Nesr ud-Dewle kiribû. Ew pê re rast û dirust, wezîr û gerînendeyê dewleta wî û siyaseta wê bû. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n, 1/79; Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 469-470; Ezedîn Mihemed ibn Şedad, el-E´laq ul-Xetîre fî Zikri Umera uş-Şam we l-Cezîre, Wezeret us-Seqafe we l-Irşad ul-Qewmî, 1978, Dimeşq, bg. 3, beş yek r. 341-42; D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye, b. n., 281.  

[14] Ebû Ebdulahê Kazerûnî: ew Ebû Ebdulah Mihemed ibn Beyan ibn Mihemedê Kazerûnî bû ku ji xelkê Kazerûna Îranê herêma Faris bû û çawa ku ji vê derê û ji Ibn Xelîkan jî tê zanîn wî demeke dirêj li Meyafarqîn û Erzenê dersdarî kirîye û li ser rêbaza îmamê Şafi´î ders daye. Lê pir mixabin ku min agahên bêhtir li ser peyda nekir. Bnr. Ibn Xelîkan, Wefeyat ul-E´yan, b. n., 2/62, 3/169, 4/61.

[15] Riha: bajarekî Cezîreyê ye ku dikeve navbera Mûsil û Şamê û navê xwe ji navê hîmdarê xwe Riha` ibn Belendî yan jî Sebend ibn Malik ibn Du´r girtîye, yan jî ji Riha ibn Rûm ibn Lentî ibn Sam ibn Nûh (e. s) girtîye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b, n,. 3/120.

[16] ´Uteyrê Nimeyrî: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.

[17] Zeng ibn ´Ewan: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.

[18] Salih ibn Mirdas: ew Esed ud-Dewle Salih ibn Mirdasê (m. 420/1029) serekê hoza mirdasîyên şî´î bû ku ji hoza erebên kilabî bûn û piştî kutahîya dewleta hemdanîyên Şamê li cihên wan li hemî deverên Firatê Şamê li bakurê Sûrîya niha dewletekê danîbû ku di navbera salên 1023-1079an de hikim kiribû. Dû re ´uqeylîyên ereb desthilata wan bi dawî anî. Bnr. el-Muncid, b. n., 420, 652; Islam Devletleri, b, n., r. 111.

[19] Li gor Îbn Esîr berê ew der di destê ´Uteyrê Nimeyrî de bûye ku mirovekî pir xerab û nezan bû. Wî jî yekî bi navê Ehmed kiriye cihgirê xwe ku gelek bi dadmendî bajêr idare kiriye û ew xweş li hev gerandiye. Çawa ku xelk ji ber bêdadî û bêîdaretiya ´Uteyr jê aciz bûye wisa jî ji cihgirê wî Ehmed xweş û jê re beremir bûye. ´Uteyr bi xwe bi tenê carina hatiye bajêr, lê wekî din timî ew di kêf û sefaya xwe de bûye. Di wê navê de carekê gava ew hatiye bajêr û dîtiye ku xelk çiqas ji cihgirê wî xweş e, ew jê hesidiye û rabûye maniya xwarina mal û milk lê kiriye û ew kuştiye. A li ser vê yekê xelkê bajêr rabûye name ji Nesr ud-Dewle re nivîsandiye û jê hêvî kiriye ku here wan ji lepê ´Uteyr rizgar bike. Bnr. Ebdurreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, 1/214 not 190 ku ji el-Kamila Îbn Esîr, veguhastîye.

[20] Nisêbîn: bajerekî ku niha li ser bi Mêrdînê ye û dikeve ser riya karwanên Mûsil û Şamê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/233. Ew niha li ser riya hevrşîmê ye û dikeve navbera Dinêser/Koser, Mardîn û Cizîra Botan û li ber sînorê Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyeyê) ye.

[21] Bedran îbn Miqeled: Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî û Qerwaş ibn Miqeled birayê hev bûn, lê li ser desthilatê û bitaybetî jî li ser Mûsilê neyartîya hev dikirin. Ew ji malbata Mihemed ibn Museyebê ´Uqeylî ne ku demekê li Cizîrê, Nisêbînê û Beledê hikim kirine ku ev herdu bira jî ji beşa yên Mûsilê bûn. Pêşîyên wan ji qebîleya ´Amir ibn Sa´sa´ayê erebên bedewî bûne ku ji miêj ve li herêmên çol û teqanên iraqê jiyane. Dema desthilata hemdanîyan li Mûsilê qedîya hingê bajêr ket destê Mihemed ibn Miseyeb ku wê derê li ser navê biweyhîyan bi rêve dibir û dû re jî demekê heya dereng di destê zaroyên wî de ma lê ew hemî li ber hev dibedilîn û li ser desthilatê şerê hev dikirin. Bnr. Islam Dewletlerî, b. n., 140-141.

[22] ´Uqeylî: bavikekî ereban e ku di sedsala 11an de li Mûsilê desthilatdarî kirine. Ew berê di ber xizmeta hemdanîyên desthilatdarên Mûsil û Helebê de bûn ku dû re di sala 996an de serî li ber wan hildan û dest danîn ser Mûsilê û herêmeke mezin ji bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) ket bin destê wan, lê di sala 1096an de selçûqîyan desthilata wan bi dawî anî. Bnr. el-Muncid fi l-E´lam, b. n., r. 472.

[23] Qerwaş ibn Miqeled: ew Qerwaş ibn Miqeled ibn Miseyebê ´Uqeylî bû ku hingê Mûsil di destê wî de bû, çawa ku me li jor jî nivîsî ev malabat xwepêgir û xizmetkarê hemdanîyan bû, lê piştî bidawîbûna desthilata wan Mûsil ket destê Mihemed ibn Miseyeb ku pêşî li ser navê biweyhîyan ew îdare dikir li piştî Mihemed gelek xirecira desthilatê di zaroyên wî de derket lê Mûsil û û Cizîra Botan ket dest birazîyê wî Qerwaş. Bnr. Islam Develetlerî, b. n., r. 140-141. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev