Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Êzdî û serxwebûn-dewletbûna Kurdistanê

Êzdî û serxwebûn-dewletbûna Kurdistanê

Helbestvan û nivîskarê me Eskerê Boyîk ev nivîsa delal ji malpera me ra şandîye, bi wê hewil dide civaka me li hev bîne, bêhntengîya di nav me da heye, bide hilanîn, bi kêmanî bide kêmkirin. Ev nivîs herwiha bangek e bona civaka êzdîyan xwe li gelê xweyî kurd û welatê xweyî Kurdistanê bigire, dengê xwe bide bo serxwebûna welatê xwe.

Eskerê Boyîk, nivîskar

Herêma Kurdistanê û deshilatdarîya wê niha pêvajoyeke pir dijwar ra derbas dibin, wezîfeke dîrokî ya giran, lê bi rûmet para wan ketîye.

Gelê kurd îro berê xwe daye hukumdarên cihana bê wîjdan, cînarên dagirkare zalim, ol û bawarîyên bê rehm û bê amin. azadîya xwe dixweze, ku ew jî wek xelkên cihanê yên din, welatê kal-bavê xwe, di mala xwe da serbest bijî, zimanê xwe biaxive, ji vê xezeba dagirkaran ya dewrana, koletî, hebs û zindanên wan rizgar bibe, bi xwe pirsgirêkên bext û qedera xwe çareser bike…

Xwestina Kurdan xezayî ye û weke zilekî biçûk jî, zirara kesî tê nîne.

Lê siyasîke dijîtîyê ya ne paqij dora vê xwestina helal heye. Bi astengîyan, qirkirin û xirabkirinan halê gelê kurd, bi zulm û zorên nû kurda ditirsînin. Ez bawar nakim Kurd bitirsin û ji xwestina xwe șûnda bisenin, ji bo vê xezeba ku niha Kurdistanê da dimeșînin wêdatir êdî çi zulmê karin bikin?

Dijîtî hin derva, hin jî hundur va bi xurtî heye.

Derheqa wan dijîtiyan da pir hatiye nivîsar û xeberdan.

Ez dixwezim derheqa helwesta Êzdîyan berbi serxwebûn-dewletbûna Kurdistanê da hinek fikiran binivîsim.

Bi vê nivîsê xwestina min nîne hinek hukumdaran xweș bêm yan bibim berdevkê hinek girûpên êzdîyên hișk. Na, çiqas li min bê, ezê tek rastiyê binivîsim, ew çiqas jî tel be û hinekan xweș neyê.

Kê çi bêje, nebêje Êzdî civakeke Kurdistanî ne û pareke gelê Kurd in. Nikarin himber vê biryarê serxwebûn û dewletbûna welatê xwe bêxem û bêhelwest bimînin.

Li nava dewrana da vê civakê çiqas qir-bir, zulm û zor, rev û bez dîtîye, „heftê û du“ fermanên weke ya 3-ê Tebaxê Șengalê jîtiye, nenihîrî destê hinek oldar, axa, beg, serokeșîrên kurdên musulman jî li wê zulm û xûna êzdiya da hebûye, lê dîsa jî vê civakê xwe ji netewa xwe neqetandîye, xwe ji kurdîtiya xwe der nedîtîye.

 

Rast gerekê bê gotin ku niha êzdî dudil in, amintî û bawarîya wan nemaye. Gilîyê min derheqa wan kom û șexsîyeta da nîne yên hinek partîyên Kurdaye dij û neyarên gelê Kurd va girêdayî ne, gilîyê min derheqa civaka êzdiyên sade, evdên dilsax da ne.

Ewana ji min ra nameyan dinivîsin, bi têlêfonê diaxvin, cawa dișînin:

„Dewleta Kurda hebe, nebe çî mera ne, yeke tiștekî me tê nîne“.

Mamoste Esker, bila dewlet çêbe… ma qey pașê we fermanên teze çe nebin?

„Pêșmerga hîștin çûn, xelk devê gura da destevala hîștin“…

Rojê ji devê meleyekî agir dibare, dixweze gênosîdeke din jî… lê hukumdarîya heremê bêdeng dimîne…

„Kurdistanê da hukumdara kengê qedir dane me ku dema dewlet çê be bidin“.

Kanên êzdîxanên Bakûr, Rojava, êzdiyên Serhedê?

„Xêncî hinek peyvên vala yê rengkirî me tiștekî pak Kurdistana te da ji devê serok û rayedaran nebihîstiye“.

„ Ka li Șengalîyan bûne xweyî ku me bibin xweyî“, û tiștên din…

 

Bawarîya wan nemaye. Aminaya wan nemaye.

Vê pirsgirêkê da sûcê rayedar û çînovnîkên heremê, rewșenbîr, oldar, mediyayên heremê pir e.

Li nava van sê sala da gelo nikaribûn hinek birînên êzdiyan derman bikirana? Hevekî jî bi dilê wan biaxivin. Xêncî êzdiyên “xwe” êzdiyên “din” ra jî biketana dîalogê, fikira wan jî bipirsyana, ew ji xwe dûr nexistana.

Sê sala zêdetir e Șengal bûye birîneke bi jan, derdekî kûr ketîye dilê hemû Ȇzdîyan.

Hûn ji min çêtir zanin çi hate serê Șengalê û ev pêvajoya sê sala çawa derbaz bû.

 

Sê sal derbaz bûne, êzdî ji wê derba giran nikarin ser xweda bên, nikarin hestên xwe, êșa xwe, hêsirên xwe, girîyên xwe zevt bikin.

Ȇzdî xeyîdîne. Xeyîdîne ji xwe, ku çima ji bo ewlekarîya xwe nefikirîn, gumana parastina xwe nedane li ser xwe, neyarê dewr û zemana hat, gihîște li ber derê wan, jiyana wan wêran kir, namûsa wan ra lîst, keç, bûk, zarok, dayîkên wan hêsîr bir, zilam kuștin; xeyîdîne ji serok, rêvebir, oldar, rewșenbîrên xwe ku roja teng da wan ra nebûn pêșîkar, rê nîșanî wan nedan; xeyîdîne, gazinin ji rayedarên Herêma Kurdistanê, bêxemîya wan hindava êzdiyan û Șengalê da, gazinin ji pêșmergan /ji hêza kîjanan bawar dikirin/, dema neyarê hov hicûmî li wan kir, ew neparastin, tirsîyan, destevala ew di nav xezeba hov da hîștin, ne borcê xweyî leșkerî, ne yê netewî, ne jî yê wîjdanî xweyî derneketin: xeyîdîne ji qedera xweye giran, dîroka xweye wêran ya bi xûnê nivîsî, ku 50-60 sal carekê wan ber karaseteke malwêran dide sekinandin.

Ya here bi êș ew bû, ku vê carê ev zulm dema deshilatdarîya netewa wan – Kurdan da pêk hat. Ȇzdîyan ev yek qet bawar nedikirin, fikira kesî ra derbas nedibû. Evê yekê nav êzdîyan da tifaq û yekîtîya gel wêran kir. Bawarîya êzdîyan hindava netewa wen da kușt.

Di dema hukumdarîya Kurdan têrora here mezin di goveka Ȋraqê û Kurdistanê gund û warê Ȇzdîyan da hatin kirin.

Em ji wan çenda ji bîr bînin: Bûyarên li Șêxanê, çîroka keça Ȇzdî ku bû bela serê Ȇzdîyan, 24 karkirên Ȇzdî birin li ber derê mizgevta Mûsilê bi hovîtî kuștin, bûyarê Zaxoyê, qetlîyama Girê Zêr û Siba Șêx Xidirê ya 14 tebaxê 2007 an, û dawîyê jî ev xezeba Șengalê ya here mezin.

Loma jî bawarî nemaye …

Bawarîya Ȇzdîyan ji wan, ji axa kal-bavê wan, serok, oldar, rêvabir, șêx û pîr û rewșenbîrîya wan jî nemaye, bawar nakin, gotin û sozên kesî bawar nakin. Ji gund û șênê xwe, axa pêșîyên xwe, goristanên kal-bavên xwe direvin, netewa xwe direvin, ji Kurdên musulman direvin ji bo dewrana bi navê musulmanîyê birayê wan kurdên musulman jî tevî ereb, tirk û eceman ew qir kirine.

Kê vî halî da be û wê bawariya xwe unda neke? Bêguman û bêhîvî nebe?

Kê wê amintiya xwe der-dora bîne?

Werên, em demekê xwe daynin dewsa wan û bifikirin…

Ji wê zulmê sê sala zêdetir derbaz bûye hê pirsgirêkên Êzdîyan yên mirin-jiyanê, hebûn -nebûnê çareser nebûne. Guman û pilaneke esil bo pêșeroja Șengalê nîne. Gelo Șengalê wek Êzdîxane bimîne yan ewê jî ji destê Êzdîyan here… Eger Kurdistan îro jî pișta êzdîyan nesekine wê kengê bisekine?

Hê tu pirsgirêk çareser nebûye… Yên wek kolê nava xezeba DEȊȘE da dizarin. Yên li bin çadirê naylon da tazî-birçî, bêhîvî rojê xwe dimeșînin, yên serê rê-dirbên berbi Ewropayê nizanin wê bigihîjine cî yan na…

Kuda herin, kuda birevin, ku ji wî bextê reș xilazbin, ku sibê-dusiba ev malwêranî carke din dubare nebe?

 

Ez zanim destê neyar û nexwezê kurda û kurdên neyar vê tiragêdyayê û vê dutîretîyê da heye. Ev hemû destê neyar û xêrnexweza da bûne çek dijî herêma Kurdistanê, Kurdayetiyê, Rêfêrêndûmê, Serxwebûnê, Dewletbûnê. Ew bi mediya xweye zane û bi mirovên xweye hazirkirî nava komên êzdîyan da karekî aktîv dikin. “Rewșenbîrekî” kurdê bașûr (kurdê musulman), ku serokatîyê dezgehekî kurdewarî li Bașûr dike, çend roj pêşda min ra dinivîse: “Tu çawa karî alîyê rêfêrandûm û serxwebûnê bî? Șengal nakeve bîra te?”

Ev hal dilê min diêșîne.

Lê tevî van hemîyan ez zanim ku Dewleta Kurdistanê ya destûrî û qanûnî, ya dêmokiratîke dûrî dogmên șerîetê wê rê ber fermanên îslamê yê 1400 salan bigre, ewlekarîya Êzdîyan wê bê garantîkirin û pirsgirêkên êzdiyan wê çareser bibin.

Ez zanim û bawar im êzdîyê wek mirovekî dengê xwe bidin dewletbûna welatê xwe…

Van rojan destûra dewletê jî gerekê hazir bibe.

 

Serxwebûn û dewletbûn jî gerekê bi destûrî hîvîyên êzdîyan bînine sêrî, ku êzdî jî xwe xayê welatê xwe, dewleta xwe bibînin.

Xwestinên Êzdîyan tiștên dijwer nînin, xwestinên xezayî ne: pirsên ewlekarîyê ne: Bi kurtî êzdî dixwezin ciyê bê sebeb „hinek“ neyên wan qir nekin, cî û warê wan neșewitînin, hebûna wan talan nekin, zarê wan nekujin, namûsa wan ra nelîzin…

Êzdî ji dewleta Kurdistanê dixwezin:

-Ewlekarîya xelkên Êzdî bê garantîkirin. Pirsgirêk ne bi soz, gotinan lê bi parlamênt, destûr-qanûnên dewletê bi beșdarîya sazîyên navnetewî bê garantîkirin.

-Rêvebirî û parastina Êzdîxanê gerekê bispêrin Êzdîyan, ku xwe biparêzin..

-Cudatî û piropaganda cudaxwezîyê di nav olên Kurdistanî da bi destûrî-qanûnî berk bê qedexekirin. Șexsîyet û sazîyên wê piropagandayê bikin bi giranî bên cezakirin.

-Ola êzdîtiyê wek oleke Mêzopotamî, ya pîroz bi destûra dewletê, parlamêntê bê naskirin.

-Ciyê Êzdîyan yên pîroz bikevin bin parastina dewletê.

-Êzdî wek jimara xwe beșdarî rêvebir û parastina Herêma Kurdistanê bibin.

-Ji bo hinek xisûsîyên vê civakê, mecal sazkin bo perwerdeyê, lêkolînên çandî, dîrokî û serbestiya derbazkirina merasîmên olî, eyd-erefatên êzdîyan.

-Mecal bên saz kirin ku Êzdîyên li cihanê bi welatê xwe Kurdistanê va bên girêdan.

Em bawar in, di dewleta Kurdî da Șêxan û Șengalê bi hevra bibin parêzgehek, dewleta Kurdistana fêdêral ya here xweș, here șên. Kurdên êzdî wê ji cudetîyê, komkujî, qir û bira dewrana xilazbin.

Dewletbûna Kurdistanê wê xewn û xîyalên civaka êzdiyaye dewrana mîaser bike.

 

Ez bawar im civaka Êzdî wek mirovekî wê dengê xwe bide SERXWEBÛNA welatê xwe.

Ez bangî temamîya civaka Êzdî dikim RÊFÊRÊNDÛM, SERXWEBÛN û DEWLETBÛNA welatê xwe ra bêjin ERÊ!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev