KKKN planên dema piştî Rêfêrêndûmê amade dike

KKKN planên dema piştî Rêfêrêndûmê amade dike

Ew ku Rêfêrêndûma bona Serxwebûna Kurdistanê wê 25ê îlonê bê derbazkirin, êdî bal tu kesî şikê nahêle. Serokatîya sîyasî ya Kurdistanê bi serokatîya Mesud Barzanî himberî zordayîn û hukumkirinên hêzên der û hundur rind ber xwe da, lê nehate rayê.

Gelê Kurdistanê wê dengê xwe bide bona dewleta xwe û di wê da jî tu şik tune. Lê bo gelê kurd têkoşîn bi dawî nabe. Pirsa here sereke ew e, ku bikaribe bigihîje wê, ku daxweza miletê me ji alîyê hevalbendîya navnetewî da bê naskirin.
Bê şik, Îraq wê encamên Rêfêrêndûmê nas neke û wê wana nav bike wek yên nedestûrî, ew jî wê demê gava Bexdad bi xwe wê Destûr-Konstîtûsyona xwe bendî tiştekî nahesibîne. Kurd gerekê pir şîyar û fesal bin, ji ber ku dikarin şerletanî-provokasyon bibin, heta yên çekdarî jî.

Gerekê hefza xwe ji beşeke gelên turkmen û ereb jî bikin, gerekê di hindava wan da guhdar bin, ji ber ku eger li xatirê wan kevin, eger wek dibêjin, mûyek ji serê wan bikeve, Tirkîye û Îraq wê bi himzora xwe bikine qareqar û qûjîn û ewê ji wan ra bibe bahane, heta bahaneya ku tevî karê me yê hundurîn bin jî.

Îraan jî wê bê şik encamên dengdanê qebûl neke û ji wê jî gerekê li benda her cûre desîsîyan bin, ku dikarin bi destî cesûsên xwe rewşa sîyasî a hundurîn li Kurdistanê tevlihev bikin.

“Ecêbên giran” dikarin ji alîyê PKK jî bêne kirinê. Lazim e hêzên ewlekarîyê rind haj ji destdirêjayên wan hebin, hilbet Pêşmerge jî gerekê amade bin derba xedar bigihînine her pelepistûkîyên dijmin.

Dibe tiştekî nêzîkî aqilan be, ku pey Rêfêrêndûmê ra Rewşa Awarte li Kurdistanê îlan bikin bona dewleta nûxuliqî ji hewildanên alozkirina rewşê biparêzin. Xên ji wê, ewê alî hevgirtin û nêzîkîhevbûna niştecîyan bike.

Wê barê dîplomatîya kurdî girantir be û di wî karî da diyaspora kurdan dikare rola xwe ya erênî bilîze.

Kongrêya Komeleyên Kurdan ya Navnetewî (KKKN) van hemûyan dide ber çavan, karê xwe yê piştgirîkirina Rêfêrêndûma bona Serxwebûnê xilaz dike, dest bi amadekarîya planên bona naskirina encamên Rêfêrêndûmê û naskirina dewleta Kurdistanê ji alîyê hevalbendîya navnetewî da dike.

KKKN wê planên xwe bi strûktûrayên anegor li Kurdistanê û bi rêxistinên kurdî yên li Ewrupayê ra bide razîkirinê, ku danûsitendinên me bi wan ra êdî hene.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev