Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Roja xwe bi helbestên Xaylaza Reşîd destpê bikin

Roja xwe bi helbestên Xaylaza Reşîd destpê bikin

Ji van helbestên nivîskara malpera me dilê me germ dibe, xwîna me dikele, lê tansyona me ne bilind dibe, ne jî nimiz dibe.

 

KU GUL NÎBE, ÇÎ YE JÎYAN?

Bilbil rabû serê darê
Hêsir hûr hûr anîn xwarê
Go kanê gula baharê,
Dil û hinavêm pêt û arê.

 

Ku gul nîbe çî ye jîyan,
Naxwazim ez erd û esman
Xalî dibin deşt û zozan
Dilê min dixwaze gula han.

 

Bêy gulê ez sewdeser im
Har û dîn û brîndar im
Kuçe kûçe ez digerim,
De bêjne min ku da herim?

 

Bêjne gulê bila ew bê
Sura dilêm nede ber bê
Bêjne gulê bila ew bê
Wê dimirim, ez bi xwedê…

 

KÊ ZANE?

Îro roja min û te ye
Roja sibêh xwedê zane,
Tu dest bide van desta ye
Evîna dil pir giran e.

Nakeve tayê mêzînê
Bi lal û durr nayê kirîn
Ça jî huba Mem û Zînê
Bi şûr-mertal jî nayê birîn.

 

Ne jî pûş ê baharê ye
Lêhî tevî bişo, bive
Ew hesîna xas dila ye
Ne jî, ne jî, betal dive.

 

Were vê roja buhurtî
Dil ber eşqê birq vedide
Ça bûk-zavê zendegirtî
Xêliya serêm wêda bibe…

 

GUL SEBEB E

Ez derketim baxçe de

Min dît bilbil distira,

Min xwe ji bilbil teland

Bilbil hêsir dibarand…

 

Min got çima bilbilo,

Bilbilo tu yî dil bi kulo,

Bêje çima xemgînî,

Tu dilê min dihelînî…

 

Bêje çî ye derdê te,

Melhemkim birîna te,

Bêje ka çima dinalî,

Bo çi tu usa bedhalî…

 

Te dinya tev xirab kir,

Rondikê te gul şil kir,

Rabe gulê hemêzke,

Derdê dinyayê bîrke…

 

Got: Gula min xeyîdiye,

Gulê berê xwe guhêriye,

Wê serî berjêr kirîye,

Malka min xirav kirîye…

 

Gul nazike, pir naze,

Nizanim çi min dixwaze,

Bengz melûle, geş nabe,

Ji koka xwe ranabe…

 

Şev û roj diqîrînim,

Dil û hinav jor de tînim,

Ça bikim gulê nabînim,

Kerba ez har û dîn im…

 

Gul ku nîbe, çi ye jîyan,

Jîyana vik û vala,

Jîyana vir û derewan,

Ku lê nîbe karê xezalan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev