Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Blîtz-hevpeyvîna radyoya Riataza ya li derbarê referendûma serxwebunê

Blîtz-hevpeyvîna radyoya Riataza ya li derbarê referendûma serxwebunê

Guhdarên ezîz! Her roj ew roja dîrokî, roja serbestî û azadiya perçeyekî Kurdistanê nêzîk dibe û hêvîya gelê kurd wekî neteweyeke serbxwe her çiqas diçe, hêj mezintir dibe.

Li Başûrê Kurdistanê bi gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê heftiya bihurî, roja sêşemê ya 5ê Îlonê ve propagandaya ji bo referandûma serxwebûnê bi fermî dest pê bûye û dê heta 22 e îlona 2017, 18 rojan berdewam bike. Ji îro û pêve, dê partî û aliyên siyasî û herwiha hemwelatî bikarin ji bo giştpirsîyê propagandayan bikin.

Çalakiyên kurdên cîhanê yên ji bo piştgirîdana giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê berdewam in. Kurdên gelek dewletên Evropayê, bajarên Rûsyayê, Asîa Navîn, Kafkasyayê, kurdên her çar perçeyên Kurdistanê kombûn, konsêrt, xwepêşandanên piştgirîya referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dixin, bang li hemû gelên Cîhanê dikin ku ji bo alîkariya vê biryara dîrokî, piştgirîya gelên Kurdistanê bikin û destekê bidin referandûmê. Ji îro pê de, her kurdekî dilsoz û welatparwer ji bo doza xwe û ji bo azadbûna perçeyekî Kurdistanê divê qewata xwe nehêvişîne û bihêztir be.

Radyoya Riataza bi bernameya xwe ya taybet ve piştgirîya gelên Başûrê Kurdistanê dike jibo bi serfirazî encamdana giştpirsîya serxwebûnê. Îro di bernameya xwe de emê blîtz-hevpeyvîn di gel 5 kesên berbiçav, kurdên ji çend dewletên cihanê derheqa hest û helwestên wan ya derbarê giştpirsîya serxwebûna Kurdistanê de, yên ku bi stûdyoya me re li ser xeta têlêfonê bûn, emê raberî we bikin. Mêvanê bernameyê ser daxweza me bersîva 10 pirsan dan.
Mêvanê bernameyê bûn:

1.Evîn Çîçek- Rojnamevan û nivîskar ji bajarê Fribourg ya Swîsrê
2. Tosinê Reşid – Helbestvan, nivîskarê kurd yê ji bajarê Êsêntûkî yê Rûsyayê
3 Mirazê Cemal – Helbestvan, rojnamavan, xebatkarê rojnamaya Rya teze ji bajarê Yêrêvanê ya Ermenistanê.
4.Îskoyê Dasinî – Parlamentarê Gurcistanê, hiqûqzan ji bajarê Tbîlîsîya Gurcistanê
5.Yûcel Aslan – Helbestvanê kurd ji bajarê Stembole ya Tirkyayê

Radyoguhdaren delal! Hilbet ji Ragîhanda referandûma bo serxwebûnê ku 25ê îlonê li Başûrê Kurdistanê dê pêk ware, ew mafê gelê Kurdistanê ye ji bo dîyarkirina qedera xwe. U heger mafê min yê dengdanê heba dê minê hezar caran gotiba “Belê” bo serxwebûna Dewleta Kurdistanê. Hêvîya min ew e ku tevaya miletê me ê kurd, êdî berê xwe bide li ser referandûma xwe û alîkarîya Kurdistanê bike. Em wê jî dizanim, têkdan, provakasyonên xêrnexwaz û dijminê Kurdistanê gelek in, dê çi dikin bila bikin, ewana nikarin bigihîjin armanca xwe. Dijminê me hemû bi yek dengî bêjin na ji bo Kurdistanê re, lê hilbet jî di referandûmê de miletê Kurdistanê, dê biryara xwe bidin û ji bo hebûn û parastina weletê xwe re bêjin “Erê” .

Em hêvîdarim zûtrîn dem Dewleta Kurdistane bê ava kirin, ji ber ku ew hêvî û xeyala gelê me yê hezar salane. Lê ya giring ew e ku ka miletê Kurd bi xwe, bi yekdengî, bi hestekê û têgihiştinekê li pişt vê biryara dîrokî raweste. We demê kes nikare rêya gel bigire. Ez jî wek jineke êzdî piştgirîya xwe ji referandûma Dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi dil û can radigihînim. Xwedê bike, bê bela û bê qeza referandûma me îsal pêk were. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke herî bilind beşdarî referandûmê bibin û ji serxwebûnê re bêjin ‘’Erê’’. Divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê xwedî li referandûma ya serxwebûnê derkevin. Ev erk û berpisyarîyeke netewî û dîrokî ye.

Em hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê jî, divê li gel xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bin, vê firsenda dîrokî ya li ber derîyê gelê Kurdistanê sekinîye em ji dest xwe bernedin. Em Serokatîya Herêma Kurdistanê, Encumena Parêzgeha Kerkûkê û hemû partî û alîyên ku biryara referandûmê dane bi dil û can pîroz dikin. Ev biryara dîrokî, dê qedera hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê biguhêrîne.

Fermo, guhdarîya blîtz – hevpeyvînê bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê – Bêlla Sturkî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev