Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dewleta Merwanî -2

Dewleta Merwanî -2

Nivîskarê malpera me vê gotara delal ji erebî wergerandîye kurdî û ji malpera me ra şandîye. Ji ber mezinaya wergerê, me ew kir 3 beşan û beşa pêşin duh çap kir. Fermo, îro beşa wê a duduyan bixwînin. 

Ketina xuziyan/oxuziyan ya Diyarê Bekir

Wergera ji erebî: Emîn Narozî, lêkolîner

Ev xuzî/oxuzî[1] ji hinek qebîleyên tirkan in û tê gotin ku eslê selçûqiyan jî ji wan tê. Ji xwe li pêş bihurî ku çawa dema ew gihîştin Xorasanê[2] Mihemed îbn Subik Tigîn,[3] Arslan ibn Selçûq[4] girt û ew avêt zindanê. Herweha ew xirabiyên ku li Xorasanê kirin û ew êrîşa Mesûd îbn Subik Tigîn[5] ku piştî mirina bavê xwe Mehmûd bir ser wan, ta ku bi çolê ve reviyan çûn Azerbaycanê[6] cem wan oxuziyên ku berê li wir bûn, bihurî.

Piştî ku ew nikaribûn têkevin Hemedan,[7] Qezwîn[8] û Ermenîstanê[9] rabûn çûn xelkê Îraqê şewitandin. Yên din jî ji Azerbaycanê hatin derxistin û Wehşûzanê[10] xwediyê Tebrîzê[11] jî tibabek ji wan kuşt, lê dû re wan jî li talanên kurdan xistin. Di pey re dema nûçe gihîşt wan ku birayê Siltan Tuxrul Beg,[12] Niyal/Înal Îbrahîm[13] bi Reyê[14] ve çûye. Hingê ew di sala 433/1041ê de ji wê derê bi lez reviyan, çûn Azerbaycanê. Lê dîsa xeber hat ku Niyal/Înal li pey wan e, ji tirsa wî wan ji wê derê jî bazda, çunkî ew re‘yeyên/tabîyên wî û birayê wî bûn.

Dema ew reviyan, rêbirên wan ew di çiya û zozanan de birin haya ku ew gihandin deşta Cizîra Botan (Cizîra Kurdan].[15] Ji wê derê hinek ji wan çûn Diyarê Bekir, wan Qezwîn, Heseniye[16] û Yazîdiyê[17] bi zor zeft kir. Hinek ji wan jî li hêla rojhilatê Cizîrê man û yên din jî çûn Mûsilê. Sileyman ibn Nesr ud-Dewle[18] çavdêrê û raspêrê wê derê bû. Wî ji bo lihevhatinê şand pey wan, bi şertê ku ew bi wan re here herêma Şamê, wan jî qebûl kir.

Pişt re Suleyman ziyafetek da, Ibn Oxuz Elî[19] vexwend ser, ew girt, û avêt zindanê. Ji ber vê oxuzî bi herhêlê ve reviyan û leşkerê Nesr ud-Dewle, yê Qerwaş û yê kurdên Besnewî[20] dane pey wan. Pişt re ereb ji bo derbaskirina zivistanê çûn Îraqê û xuzî jî zivirîn Cizîra Kurdan, dora wê girt û Diyarê Bekir bi kuştin û talanan wêran kir.

Nesr ud-Dewle xwest ku bi berdana Mensûr ibn Oxuz Eli ku Suleyman ew hebis kiribû, bertîl bike, lê berdana wî têrî rawestandina xirabiyên wan nekir û ew heya Nisêbîn, Sencar[21] û Xabûrê[22] pê ve çûn. Qerwaş jî çawa ku me li pêş jî diyar kir, ket Mûsilê, lê qefleyek ji wan jî da pey û ew bûyerên ku me di behsa wî [Qerwaş]de derbas kir di nav wî û wan de çêbûn.

Çûna Romê ber bi welatê merwaniyan ve û vegirtina Rihayê 

Dema doza ´elewîtiyê li Şam û Cezîreyê belavbû ku sedemê wê jî xwendina xutbê li ser navê wan ji aliyê xwediyê Heran[23] û Reqeyê[24] Wesabê Numeyrî[25] ve bû û di wê navê de dema Wezîr ji aliyê ´elewiyan ve bû waliyê herêma Şamê hingê wî gef li Îbn Merwan xwarin ku dê ew here bavêje ser welatê wî.

Îbn Merwan ji xwediyê Mûsilê Qerwaş û ji xwediyê Reqeyê Şebîb îbn Wîsab[26] daxwaza alîkarî, hevkarî û rakirina doza ‘elewîtiyê kir, wan jî erê kir, xutbeya ser navê Mustensir[27] birrî û dest pê kir xutbe li ser navê Xelîfe Qaîm[28] xwend. Sal hingê 430/1038 bû; Wezîr[29] dîsa rabû ser zengoyan û gef li wan xwar. Li ser vê Îbn wîsab careke din dageriya ser xutbeya ´elewîtiyê ku hingê ketibû meha zilheceyê û bûbû dawiya salê.

Kuştina Sileymanê ibn Nesr ud-Dewle 

Nesr ud-Dewle kurê xwe Sileyman ku bi Ebû Herb Umûr jî dihate nasîn [li hêla Cizîrê] kiribû walî. Di hingê de li Cizîrê [Cizîra Kurdan/Botan] Mûsik ibn Micelî[30] ku mezinê hinek keleyên wan deran bû, pê re hemberî dikir û li ser vê yekê di nav wan de dijîtî derket. Pişt re Sileyman rabû xwe bi ger û fen nêzî wî kir.

Ji ber ku xwediyê keleya Fenikê/Finikê[31] û hinek keleyên din Mîr Ebû Tahirê Beşnewî[32] yê xwarziyê Nesr ud-Dewle dostê Sileyman bû. Ew rabû wî  ew [Mûsik] bi qîza Ebû Tahir re zewicand heya ku ev yek bû sedemê nêzîkayiya navbera wan û dilê Mûsik li Sileyman vebû. Gava dilê wî lê vebû, wî pişta xwe dayê û çû Ermenistanê şerê Dewleta Romê [Bizansiyan] ku hingê Nesr ud-Dewle ibn Merwan jî alîkariya mal û leşker dayê. Jixwe berê jî wî li ser navê Nesr ud-Dewle xutbe dixwend û bi ya wî dikir.

Çendî ku Nesr ud-Dewle ibn Merwan Mehdera Mûsik jî kir, lê Sileyman ew zû kuşt û ji Tuxrul Beg re jî got ku: “Ew miriye”. Ji ber bikaranîna qîza Ebû Tahir ku sileyman ew dabû Mûsik, ji bo vê kuştinê Ebû Tahir bi awayekî manedar jê re spasî kir. Lê Sileyman jê tirsiya û ji bo bûyerê daxwaziya berîbûnê jê kir. Wî jî ew pejirand, daxwaza hevdîtinê li Sileyman kir û ji bo wê yekê jî ji kelaya xwe ya Fenikê dakete xwar. Sileyman jî bi çand kesan ve derkete pêşiyê, lê ´Ubeydulah[33] ew kuşt û çû gihîşt wan kesên ku dijî bavê wî rabûbûn.

Gava ev nûçe gihîşt Nesr ud-Dewle, ew jî rabû î kurê xwe yê bi navê Nesr digel leşker ji bo parastina Cizîrê şand wê derê. Qureyş ibn Bedran[34] gava ev bûyer bihîst, temê wî avêt milkê Cizîra Botan û çûyê. Kurdên Hesenî[35] û yên Beşnewî jî bûn yek û ew û Qureyş ji bo kuştina Nesr ibn Merwan[36] gihan hev, lê wî bi wan re xweş şer kir û welatê xwe qenc parast. Di cengê de Qureyş bi çend ciyan birîndar bû û dageriya Mûsilê, Nesr ibn Merwan jî li Cizîrê ma û  kurd jî li hember wî.

Riataza

[1] Xuzî/oxuzî: êleke/qebîleyeke tirkan e ku di sedsala 9an de ji Asiya Navîn ber bi rojava ve hatine û yek ji pêşdaketîyên wan jî bavê Ehmed ibn Tûlûn bûye. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., r. 506.

[2] Xorasan: ji peyva ”xor/xur” yanî roj û ya ”asan” cihê tiştekî pêk hatîye û welatekî fireh î mezin e ku destpêka sînorê wê ji hêla Îraqê ve digihê Ezawar, qesebeya Ciweyn û Beyheqê û dawîya wê jî ji hêla Hindê ve digihê Texaristan, Xezne, Sicistan û Kermanê. Herêmên wê yên sereke: Nişapûr, Herat, Merw ku serbajarê wê ye, Belx, Talîqan, Nesa, Ebyurd û Serxes in, digel hinek bajarên nêzîkî çemê Ceyhûnê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/401; Ebu l-Fîda, Teqwîm, r. 441.  

[3] Subik Tigîn: Ew Nasir ud-Dewle Subik Tigîn (m. 387/997) bû ku himdarê xanedana xeznewî bû, ew berê di ber xizmeta Alp Tekinê serdarê spaha dewleta samanî ya Xezneyê de bû ku di dema Mîr Nûhê kurê Nesrê Samanî de hatibû Bixwarayê. Li Bixwarayê rayedarên dewleta samanî mêrxasî û hişmendîya wî dît ku ji ber vê jî dema ew bi Ebû ishaq re vegerîya Xezneyê û Ebû Ishaq mir hingê leşker û xelkê ew anî ser hikim, çunkî Ebû Ishaq tu kes li pey xwe nihiştibû. Dû re hêza wî xurt bû, desthilata wî berfireh bû, giha heya sînorê Hindê, lê Ew di sala 387/997an de Dewleta Xeznewî ya mezin li pey xwe hişt û koça dawî kir. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/373, sal 366/976; el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 349.

Mehmûd ibn Sibuk Tigîn: di eslê teksê de Mihmed bû lê ya rastî Mehmûd e, ew Ebû Qasim Yemin ud-Dewle Siltan Mehmûd ibn Subik Tigînê (361-421/971-1030) xwedîyê welatê Xezne û deverên ser bûn ku ji spaha wî re Samanî dihat gotin, çunkî bavê wî bûbû fermnadarê wan. Dema ew di sal 387/997 miribû hingê ev Mehmûd bûbû fermandarê wan ku pir bi dadmendî ew îdare dikirin û bi wan gelek deverên hindê jî vegirtibû. Cara pêşî ew bû ku bi nasvnavê siltanîyê hatibû binavkirin ku jixwe merivekî mêrxas û pir dadmend bû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/488, sal 387; Ibn Kesîr, el-Bidaye we n-Nihaye, b. n., 12/26.

[4] Arslan ibn Selçûq: ew Arslan ibn Selçûq ibn Deqûq bû ku Qiral Êlik Xan dst danî ser Bixwarayê hingê Arslan ibn Selçûq jî pê re bû ku qedrekî pir didayê û payeya wî bilind digirt. Dû re ew bi Elî Tekîn re li Bixwarayê ma, lê gava Mehmûd ibn Subik Tigîn qesta Bixwarayêkir hingê Elî Tekîn revîya û Arslan û koma xwe xwe jê parastin. Mehmûd jê re nivîsî xwe pê xweş kir û sozan pê re da heya ku ew kêşa cem xwe, lê gava çû cem yekser dest danî ser û ew avêt zindanê. Dû re Mesûdê kurê Mehmûd lê xebitî ku wan bikişîne cem xwe û wan jî jê xwest ku mamê wan Arslan ibn Selçûq berde, lê ew nşçûn cem û wî jî ew li zindanê vegrand.  Bnr. Ebu l-Fida, Mixteser, b. n., 1/516 û rûpelên pey.

[5] Mesûd îbn Subik Tigîn: ew Mesûd ibn Mehmûd ibn Subik Tigîn (m. 432/1040) e ku pêncemîn siltanê malbata Xeznewî bû û piştî bavê xwe di sala 1030î de hatibû ser disthilatê ku birayê wî Mihemed li dijî wî rabûb lê wî zora birayê xwe biribû. Wî dijî Biwehiyan şer kir û di dema êrîşên selçûqîyan de jî hinek ji dewleta  xwe ya herêma Firis winda kir û birayê wî bi bêbextî ew kuşt. Bnr. el-Muncid, fî l-E´lam, b. n., r. 661.

[6] Azerbaycan: herêmeke mezin î fire ye ku gelek bajar û kele û deverên bi berhem digire nav xwe û pir bi bostan û av û kanî ne; ew ji hêla Iraqê ve piştî [welatê] çîya tê û ji rojava ve jî digihê welatê ermenîyan. Sînorê wê yê giştî ji rojhilat ve ji Berde´e dest pê dike û ji rojava ve jî digihîje Erzincanê û ji bakur ve jî digihê Deylem, Ceyl/Gîl û Teromê ku herêmeke fire ye. Bajarên wê yên navdar ev in: Tebrêz ku serbajar û mezintirîn şarê wê ye, (lê berê Meraxe bû), Xoy, Selmas, Urmîye/Ormîye, Erdebîl, Merend û yên din. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/155.

[7] Hemedan: Hemedan ku bi maneya dildar e, navê mezintirîn bajarê Welatê Çîyan e, [ku berê ji bo Welatê Kurdan dihat gotin û navê wê yê kevn Ekbetan bûye]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/471.

[8] Qezwîn: bajarekî navdar e ku navbera wê û Reyê bîst û heft ferseng (162km) in û navbera wê û Ebherê jî dozde ferseng (72km) in ku cara pêşî Şahpûrê Girmilkdar ew ava kirîye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/389.

[9] Ermenistan: erdekî fireh î mezin e ku sînorê wê ji Berde´e digihê heya Bab ul-Ebwabê û ji hêla din ve jî ji welatê Rûmê digihê heya çîyayê Qaf ku ya piçûk û ya mezin heye. Hatîye gotin ku Ermenistana Mezin Xelat û hawîrdorê wê ne û ya piçûk jî Tiflîs û hawîrdorê wê ne, Hinkan jî gotîye: “Sê Ermenistan hene” û hinekan jî qala çaran kirîye. Ji bo agahên firehtir Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/191; Ehmed ibn Lutfullah Munecimbaşı, Cami´ u-Diwel Beşa Şedadîyan, di lêkolînên ser dîroka kafkasyayê ya V. Minorsky de, Avesta, 2019, Stembol, wergera Kurdî, Emîn Narozî, r. 20.

[10] Wehşûzan/Wehsûdan: di çavkanîyên din de Wehsûzan û Wehsûdan tê ku ew Ebu l-Hîca ibn Rebîb ud-Dewle Wehsûdanê Hezbanî û xwedîyê Azerbaycanê bû ku xwarziyê wehsûdanê Rewadî û mezinê eşîra hezbanî bû û Erûmîye [Ormiye] û hawîrdorên wê di destê wî de bû. Li gorî Sirûş Rûhanî wî di sala 430/1038an de di ber mahîyeta xalê xwe Wehsûdanê Rewadî de dijî oxuzayn têkoşîneke dijwar daye, ew pîs seza kirine û ji Azerbaycanê derxistine. Lê li gorî Ibn Xeldûn jî ev bûyer û cengên bi oxuzîyan re di sala 429/1037an de qewimîne ku M. E. Zekî jî vê dîtina Ibn Xeldûn rast dêraye, lê çawa ku dixwiyê jî Ibn Esîr wan di nav bûyerên vê sala 420/1029an de hesibandîye. Bnr. Merdux Rûhanî. Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/32; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1837; M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/45-47.

[11] Tebrîz/Tebrêz/Tewrêz: navdartirîn bajarê Azerbaycanê û navenda wê ye jî. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/15

[12] Siltan Tuxrul Beg: ew Mehemed Tuxrul Beg  (m. 455/1063) ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak e ku piştî birayê xwe Dawid bi temamî bûye desthilatdar û bi pêş ketiye heya ku Faris, hinek ji Xorasanê û beşeke mezin ji Kurdistanê kêm zêde ketiye bin destê wî û pê ve çûye heya Iraq û Bexdayê û bûye siltanê Xelîfe ku payeya mizin ya piştî xelîfetîyê bû. Ew paşê ji bo ku kurek jê re bibe û bibe mîratxwirê Xelîfetîyê bi keça xelîfe re bi zor zewicîye, lê belav e ku xêlîya wê venekirye. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236 û yên pey, 322, 357, 360.

[13] Niyal/Yenal/Inal Ibrahîm: li gorî Ibn Esîr Ibrahîm Yenal e ku rastîya wê jî ev, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/270 û yên pey, sal 437. Ew Ibrahîm Yenal Begê birayê Siltan Mihemed Tuxrul Begê ji bavê bû ku lawên Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak in. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/257, 270.

[14] Rey: Rey bajarekî navdar î bi darûber bû ku maka welatan û nîşana medenîyetan bû û bi qasî 27 fersexan/fersengan (162km) ji Qezwînê dûr bû; ew navenda welatên çîya bû ku Tehrana niha ya paytexta Îranê gundekî girêdayê pê ve bû û bi qasî fersexekê (6km) nêzîkî wê bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/132 û 4/58. Bi kurtî meriv dikare bibêje ku ew bûye Tehrana niha.

[15] Cizîra Botan (Cizîra Kurdan]: Ew bajarekî bi sûr ku çemê Dicle/Digra mîna heyvikê li dora wî ye ku Hesen ibn Emer ibn Xetabê Texelubî ew di dema Xelîfe Me`mûn de avdan kirîye ku ji ber vê jê re Cizîra Ibn Emer jî hatîya gotin. Lê Ibn Wadih ew bi navê Cizîra Kurdan xistiye ber sînorê Diyarê Rebî´e ku navê wê yê kevn yê berî avadanîya Ibn Emer weha bûye. Bnr. Ezeddîn Ibn Şedad, E´laq ul-Xetîre, Wezaret us-Seqqafe, Dimeşq, 1978, 3:1/213.

[16] Heseniye: bajarekî ku dikeve rojhilatê Mûsilê, qonaxa du rojan jê dûr e û di navbera wê û Cizîra Ibn Emer (Botan) de ye. Li gorî Ebdu r-Reqîb Yûsif ew Zaxoya niha ye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/300; Ebdu r-Reqîb Yûsif, Dewlet ud-Dostikîye fî Kurdistan el-Wusta/Dewleta Dostikî li Kurdistana Navîn, Kurd Pres, 1996, Beyrût, çap 2, 1/19.   

[17] Yazîdî/Yazdî: Min di çavknaîyên ber dest de tu agah li ser vê derê nedît.

[18] Suleyman ibn Nesr ud-Dewle: Ew Ebû Herb Sileyman ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan bû ku demekê li ser fermana bavê Xwe Nesr ud-Dewle Ehmed desthilatdarîya Cizîra Botan û hawîrdorê wê kiribû.

[19] Ibn Oxuz Elî: Min di çavknaîyên ber dest de tu agah li ser vî kesî nedît.

[20] Besnewî: li gor Îbn el-Esîr û Ebdurreqîb Yûsuf “Beşnewî” ye ku ya rast jî weha ye. Bnr. Ebdurreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., çap 2, 1/116; Ibn Esîr, el-Kamil b. n., 9/ 24,35.

[21] Sencar/Sincar/Şingal: bajarekî navdar î kevnar yê herêma Cezîreyê ye û bi sê rojan ji Mûsilê dûr e. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/297.

[22] Xabûr: hem ji bo kûraneke fireh î mezin li herêma Cezîreyê dihat gotin ku gelek deverên dora wê li ser bûn û hem jî çemê Xabûrê yê navbera Serê Kanîyê û Firatê ye jî ku herêma navbihurî navê xwe jê girtibû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/382

[23] Heran: ew bajarekî navdar î kevnar î pirmezin bû ku niha wêran bûye [hew şûnwarên hinek ji bajêr û yê zanîngeha wê ya kevnare dimîne], ew nêzîkî Rehayê ye û dikeve ser riya Mûsil, Şam û welatê Rûmê [Bîzansê]. Tê gotin ku navê xwe ji navê Haranê birayê Îbrahîm Pêxember (e. s.) wergirtîye ku wî ew ava kiribû, lê ereban ew kirîye Heran. Herweha tê gotin jî ku ew yek ji bajarên pêşî ye ku piştî Tofanê hatibûye avakirin. Dîsa tê gotin ku warên sabîyîyan û cihê civanên wan bûye ku bermayên wan hê jî lê mane. Eb ul-Fida, Teqwîm r. 276, Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/271.

[24] Reqe: Bajarekî navdar yê rojhilatê Firatê û deverek ji yên Cezîreyê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/67.

[25] Wesabê Nimeyrî: ew Mueyid ud-Dewle Ebû Kavam Wesab ibn Sabiqê Nimeyrî bû ku vê malabata mîran di sedsala 10an û 11an de li devrên Heran, Sirûc, keleya C´aberê û Reqayê mîrnişînîyek ava kiribû. Wesab pêşî bi malbata xwe ve di ber xizmeta hemdaniyan de bû, lê di sala 380/990î de ji hemdanîyan veqetîya û çû dest danî ser Heranê û azadîya xwe ragihand ku dû re keleyên hemdanîyan yên herêmên dinj î xist destê xwe. Nimeyrîyan ji bo deshilata xwe û berfirekirina wê xwe gihandin bizansîyan jî li zêde bi ser neketin. Bnr. Islam Devletleri, b. n., r. 143.  

[26] Şebîb ibn Wesab: ew Şebîb ibn Wesabê (m. 432/-1040) Nimeyriyê xwedîyê Reqe, Sirûc û Heranê bû ku di sala 432/-1040an de miribû. Bnr. Melik Mieyid ´Imadudîn Ebu l-Fidayê Eyûbî, Muxteser fî Exbar il-Beşer, Dar ul-Kutub el-Ilmîye, Beyrût, 1997, 1/516;

[27] Mustensir: Ebû Temîm Me`d el-Mustensir Billah (m. 487/1094) ibn Zahir li E`ezazî Dînîllah ibn Hekîm ibn `Ezîz ibn Mu`îz li Dînîllahê Fatimî bû ku di sala 487/1094an de mirîye. Ibn Esîr, el- Kamil, 8/497-498; Ibn Xelîkan, Wefeyat, b. n., 4/443-445; Ibn Kesîr, el-Bidaye, b. n., 12/116; Ibn Xeldûn, Tarîxa ibn Xeldûn, 4/62-64; Ibn Texreberdî, Nicûm u-zahire, b. n., 5/137.

[28] Qayim: ew Xelîfe el-Qayim bi Emrillah Ebû Cafer Ebdulah ibn Ehmed Qadir û xelîfeyê ebasî yê bîst û şeşemîn (422-467/1031-1075) bû. Di dema wî de fitne û bûyerên Besasîrî qewimîbûn û piştî Besaîrî wî ji Tuxrul Beg alîkarî xwestibû da wî ji biweyhîyan biparêze û ferman jî kiribû ku li mizgetên Iraqê jê re xutbe bê xwendin. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 544.

[29] Wezîr: Ev nasnavê “wezîr” gelek caran ji bo Ebû Qasim ibn Mexribî hatîye bikaranîn, weke Wezîr yan jî Mexribî ji re hatîye gotin. bnr. li jêr nota ser Mexribî ya 102an.  

[30] Mûsik ibn Micelî: di teksata eslî de Mûşik ibn Mihelî bû lê rastîya wê weha ye çawa ku hem li pêş jî Mûsik bihurî û hem jî di çavkanên din de jî Mûsik ibn Micelî ye. ew Mîr Mûsik ibn Micelîyê serekê komhoza kurdên botî bû ku ev bavikê micelîyan çendî ku ne ewqas xilbe bûn jî lê mezinayiya komhozê hingê didestê wan de bû. Ya rastî li gorî Abdureqîb Yûsuf ev komhoza buxtî/botî bi gelemperî ji bilî hinekî piçûk ji du eşîrên mezin ku heryek mîrnişînîyek bû: ew ji mîrnîşînîya botiyan û ya beşnewîyan pêk dihat yek jê kurdên buxtî bûn ku li herêma rojhilatê Cizîra Botan diman û keleyên wan jî: Cerdeqîl, Atîl, Alûş, Bazê Sor, Elqa, Erwex, Baxûxa, Kenkor/ Kingor, Berxo, Nêrwe û Xwoşeb bûn û ev bavikê micila jî beşek ji wan bû. Ya din jî kurdên beşnewî bûn ku li herêma bakurê Cizîra Botan diman û navenda wan keleya Finikê û keleyên wan yên din jî Berqe û Beşîr bûn. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewlta Dostikî, b. n., 1/116, not 232; Merdûx Rûhanî, Tarîxu Mişah-i Kurd, b. n., 2/568; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/320, sal 447/1055.

[31] Finik: keleyeke asê yî mehkem ya kurdên Beşnewî ye ku bi du fersengan (12km) nêzîkî Cizîra Botan e. Yaqût, Mu´cem, 4/315

[32] Mîr Ebû Tahirê Beşnewî: di eslê deqê de Besnewî bû lê ya rast Beşnewî ye, Ew Mîr Tahirê Beşnewî bû ku hevbeşê komhoza buxtî bû ya şaxê beşnewî bû û ev herdu mîrîtî jî heya vê bêbextîya Ebû Herb Sileymanê Merwanî û kuştina wî jî hevkarên sereke yên Dewleta Merwanî bûn. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116, not 232.

[33] 10. ev ´Ubeydulah kurê Ebû Tahirê Beşnewî ye; li gorî Ebdurreqîb Yûsuf û Ibn Esîr, dema Sileyman Mûsik kuştiye tirsiyaye ku Ebû Tahir li heyfa zavayê xwe bigere û ji ber vê yekê ew rabûye wî bi jehriyê ew daye kuştin. Loma jî ´Ubeydulahê kurê wî jî rabûye bi vî awayî tola bavê xwe girtiye. Bnr. Ebdurreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/116; Îbn Esîr, el-Kamil, 9/210.

[34] Qureyş ibn Bedran: ew Qureyş ibn Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî (m. 453/1061) bû ku mîrekî malbata ´uqeyliyan bû û demekê bûbû desthilatdarê Mûsil û Nisêbînê. Dema xirecir û pevçûna navbera biweyhî û selçûqîyan Xelîfe Qayim bi Emrillah xwe lê girtibû. bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 550.

[35] Kurdên Hesinî/Hisnî: Li gorî A. Yûsuf kurdên beşnewî û buxtî/botî bi Qureyş re dijî r Nesrê kurê Nesr ud-Dewle ibn Merwan dibin yek da dest deynin se herêma Cizîrê û Nesir bikujin. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116-117. Lê dibe ku ev kurdên Hesinî/Hisnî jî ji bavikekî buxtîyan bin.

[36] Nesr ibn Merwan: ew Ebû Qasim Nesr Ibn Ehmed ibn Nesr ud-Dewle ibn Merwan (m. 472/1080) bû ku bavê piştî kuştina birayê wî Ebû Herb Sileyman ew şandibû Cizîra Botan da wê herêmê li hemberî Qureyş ibn Bedranê ´Uqeylî û kurdên hevkarên wî ku Sileyman ibn Merwan kuştibûn, biparêze. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116 û 147.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev