Komeleyên kurdên Avropayê de`wa dewletbûna Kurdistanê dikin!

Komeleyên kurdên Avropayê de`wa dewletbûna Kurdistanê dikin!

Aslîka Qadir, hunermend/rohilatzan

Li Bruksêlê (Brussels Press Club Europe asbl) prês-konferansek saz bû, ku di wê da gelek rojnamevanên welatên cur bi cur, sîyasetvan usa jî nunerê Başurê Kurdistanê li Avropa tê da cî girtibûn. Konferans ji alyê organîzatorê wê, birêz Qehrema Evsen va hate vekirin.  Di agahîya (beyannameya) komeleyên kurdên  Avropayê da dihate gotin, ku 25ê îlonê, li ser erdê dîrokî, yê Kurdistanê, Şingal û Kîrkûk jî nav da, Rêfêrêndum çê dibe û partyên sîyasî yên sereke usa jî pêkhatên hemû dînan û miletên kêmnetew piştgirîyê didin Rêfêrêndumê.

Tixûbê Îraqê, ku berî 100 salan bi peymana ”Sykes-Picot” hatibu kişandin, xêncî ne xweşîyê, pevçûnan û tedayan, tiştekî baş neanî. Ji bîra kurdan neçûye jehrdadana kîmyayî ya ser miletê kurd ji alîyê Seddem Huseyn va, enfal, komkujîyên cur bi cur… Tu tiştek nema, ku neanîbin serê miletê kurd…

Bawarîya kurdan bi Îraqê nemaye, hukumeta fêdêral nikaribû bibe garanta parastin û azadîya miletên Başurê Kurdistanê, loma jî piranya van miletên bindest wê dengê xwe bidin bo serxwebunê.

Hukumeta Îraqê nikaribû êrîşa DAIŞ-a hov, usa jî şerê meshebî, yê  navbera sunîyan û şiîyan bide sekinandin, di encemê da bi hezaran jin û qîzên êzdîyan hatin revandin, hatin tecewûzkirin û bûne kole.

Du milîon penaber berê xwe dane Başurê Kurdistanê, di encamê da krîza aborî halê milet hê girantir kir. Madeya 140, ya qanûna bingehîn, nehate cî bi cî kirin, budjêa, ku para kurdan diket, hate birînê, ew jî bû sebebê bêkarîyê û tevlihevbûneke mezin û ne xweş. Di vê dehsalîya dawîyê da modêla sîyasî ya Kurdistanê ber bi pêş va  diçe, fîrqî tune navbera dînan û êtnîkan da, wekhevî heya navbera jin û mêran da jî heye. Kurdistan keda xwe ya mezin  dike nava pêvajoya aştî û aramîya herêmê û her waha, hevkarîya bi Iraqê ra…

Ser vî esasî, heqê milêtên Kurdistanê heye pêşeroja xwe bi xwe ava bikin ser hîmê forma rêvebirîyê, aborîyê, civakî, usa jî çandî. Başurê Kurdistanê  wê bikaribe jîyaneke baş bi rêva bibe, eger li vır dewleteke ku ser hîmê rêsûrsên xwe, yên tebîyetê bê avakirin…

Di dawîyê da bang li hukumeta Îraqê, welatên cînar, endamên herdemî, yên Şêwra Aramîyê ya rêxistina Miletên Yekgirtî (NY), Almanya, Yekîtîya Avropayê hate kirin, ku pêşbînîya geş ya encama Rêfêrênduma Kurdistanê qebûl bikin û ser dereca navnetewî mafê kurdan û Kurdistana Serbixwe, nas bikin. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev