Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -16

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -16

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke Qedrî Can ya di hejmarên 39an ya rojnameya Roja Nû da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Muhra Suleyman

Ji Ermexanî re Ermexan

 

Şairê me yê mezin (Cezîrî) çiqas rast û çiqas xweş gotiye:

 

”Kesê xurbet nedî, mihnet ne xwarî cur’eya firqê”

”Çi zanit, bêxeber jana, dilê dax û keser tê da?”

„Brûska hatinî da dil, felek ez pir hilavêt im“

„Nizanim, hêj kuda bavêj, divê dewran û çerxê da?“

 

Ah, seydayê min! xwezî ew qudreta te ya şi’rî bi min re heba û min îro pêt û guriya agirê dilê xwe teswîr bikira, xwezî… Çiqas tiştekî bê mane ye, ku hezar çiya şorezarî derbas bikim, ji hezar deşt û newalî bi bihurim, û paşê bêm li cihekî mîna vî cihî rûnim; têde gula xortaniyê bi çilmisînim mûma ciwaniyê vemirînim û şîreya mejiyê xwe, bi zarokên (Zêd û Umer) an, bidim vexwarin!

* * *

Îro, piştî dahnê nîvro gava min zarokê dibistana xwe belav kirin, min xwest hebekî derkevim dora gund, bîna xwe ya tengijî bistînim. Hêdî, hêdî bi rêve diçûm, û min li dora xwe dinêrî. Li ku derê min çavendayî (menzere) yek çak di dît, li wê vardiqilîm, û min bi ah û keser lê dinêrî. Welatê min î kesk dihate bîra min… ew çiyayên reng- zirêç li ber çavê min derbas dibûn. Bê vîn, bi rêve diçûm… nizanim çawa bû, ji nişka ve, lingê min bi tiştekî ve aliqî. Gava min bala xwe dayê, veciniqîm… û bi şûnda vekişiyam. Ev tişt, di şeklê kuvarkekê de bû. Lê ne kevir, ne hesin, ne dar û ne jî giya bû.

Bi rengê xwe jî, ne mîna tu rengê ku em dizanin. Cismekî xerîb, bi rengekî ecêb bû.

Belê, gava min bala xwe dayê, ez veciniqîm. Çima ku her car em dibihîzin, yan jî di rojnameyan de dixwînin ku li filan cî, yan li filan derê, merivekî tiştek li erdê dîtiye, paşê di destê wî de teqiya ye û ew kuştiye, yan jî birîn kiriye.

Ez çi bizanim, di cenga îro de, erd û ezman û derya giş hatine lexemkirin. Bi vê tirsê, gava min ew tişt dît, min got qey bomba, yan lexemek e. Her carekê min lê dinêrî, min gavek bi şûnde davêt. Di wê gavê de, min fam kir, ku can çiqas şêrîn e. Lê paşê, ez qederekî da mam. Ew canê ku li (Cidêda Ertûz), bê fêde û bê sebeb dirize, çi xêra wî heye? Min ji xwe re go hema çi dibe, bira bibe, min destê xwe dirêjî wî tiştî kir; min ew ji erdê rakir û di nav destê xwe de peland. Hingî, ji mûyê serê min hetanî serê neynûkê lingê min de şîp (cereyan) ên kehrebî çûn û hatin… dinya li ber çavê min bû mij û xumam… paşê hêdî hêdî ew mij wenda bû, li şûna wê, du dêwên reş, şûr bi dest, xuya bûn û ji min pirsîn:

– Em dinê xan bikin, xerabe bikin?

Di nav çîrokan de, min efsaneyên wisan bihîsti bûn: lê rojek ji rojan, ne dihate bîra min, ku efsaneyek wisan bê serê min bi xwe, û bi rastiyeke bê guman li ber çavê min xuya bike… Bi rastî jî ber vê rasthatina ecêb ez rast û çep teyisîm… Paşê min xwe girt. Berî ku caba dêwan bidim min ji wan pirs kir:

– Ev çiye, di destê min de ye?

Gotin: Muhra Suleyman e. Em dinê xan bikin, xerab bikin?

– Na!… Ez, ji we hêvî dikim, nuha bira dunya mîna xwe bimîne, kanî cenabê Suleyman li ku ye?

Her yekî wan, bi destek min girtin û gotin: Çavê xwe bigre… Hetanî min çavê xwe girt û vekir, min xwe di hizûra Suleyman pêxember, padîşahê îns û cinan de, dît. Li ser textekî zêrîn rûnişti bû… li hemberê wî (Belqîs) ji piya bûn, di destê wê de piyanek kewser hebû… pêşkêşî piresteşkarê xwe dikir. Wî jî, dilop- dilop bi ser xwe da dikir. Paşê li min zîvirî û got:

– Ev bûn du hezar sal, cinekî bi navê (Seydo), ev muhra min ji min dizî bû. Vaye, îro te ji min re anî; te çi divê, ji min bixwaze…

Min dizanî bû, Suleyman pêxember padîşahê teba (heywan) ne, di dinê de, zman û zaravê teban, ji min re bûbû meraq. Min jê re go: Hêviya min ji cenabê te, mifta baxê teban û tilisma zar û zmanê wan e…

Cenabê pêxember, ev tişt min dirix ne kir; ji cinekî re ferman kir, ji min re daxwaza min anî… Ez çûm nav baxçeyê teban… Ji her çeşîdî teba refref difiriyan… Kerî- kerî digeriyan. Ez bi gelekê wan re peyivîm. Ji hinekan dilxweş, ji hinekan jî dilreş veqetiyam. Dilê min bi hinekan şewitî mîna berx, ga û kîvroşkan… Li hinekan jî hatim xezebê wek mar, dûpişk, gurê dev bi xwîn û kaselîsê wan (çeqel û rovî).

Cenabê pêxember, wê rojê destûra min ne da. Çima ku roja dûtir muhakema kund û goyin (pepûk) hebû… ji min re go: divê tu, vê muhakemê jî bibînî. Ez jî mam.

Wexta muhakemê hat kund û pepûk li ser kursiya îtîhamê û li kêleka hev rûniştin. Suleyman pêxember ji kund re go: Teba giş ji te gilî û gazina dikin, dibêjin: ”Ev tebakî şûm û bêxêr e… li ser kê dixwîne, mala wan kambax dike”, tu çi dibêje? Kundê sermezin û çavzer (ku jê xuya dikir, perekî ji zadeganiya xwe feda nake) bi giranî rabû ser xwe û go: Şahê min, tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan… Ji bav û kalan de ew nêçîra me ne… gêrik û mûrî jî koleyên me… ne hedê wan e ku li min gilî bikin û bi min re muhakeme bibin.

Wekîlê gêrik û mûriyan (murxê goyin) rabû ser xwe; Çêlikê xwe- ew çêlekên ku kund ew di hêlîna wan de xwaribûn- anî bîra xwe, çend dilopên xwînê ji nukilê wî herikîn, û ji dil keserek kişand û got:

– Çavê xwe veke, efendî! em tovê bablîska bîstan e… îro bendeganî û zadeganî ne maye… her kes serbest û azad e. Vê fikra tewş ji serê xwe bav je, bira çavê te roniya rojê bibîne… ez îro dawa xwîna wan çêlikên bê guneh ji te dikim… Gufte – goyek dûr û dirêj di nav her du mêrxan de çêbû. Ez bi meraq li bende hukmê cenabê hakim bûm… lê muxabin! giriyê kurê min î şeşmehî (Mizgîn) ez ji xew hişyar kirim.

Hingî, ji ser dîwarê xerabekî, dengê kundekî di hat… di newaleke kûr û dûr de jî pepûkek hezîn, hezîn di naliya…

Cidêde 27/10/1943

*Rojnameya Roja Nû, Hejmar: 39, sal: 1944. Rûpel: 4.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike.
Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev