Celalettîn Yoyler û şîrova dîwana Melayê Cizîrî

Celalettîn Yoyler û şîrova dîwana Melayê Cizîrî

Welat Agirî

Mele Ehmedê Cizîrî çarsed sal berê bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî pirtûkeke bêhempa dîyariyê kurda kir. Herçiqas Şahesera Mela bi kurmancî hatibe nivîsandin jî, di pirtûkê de gelek peyvên erebî, farisî û cî ciyan jî yên tirkî hene û herweha ji bilî peyvan, hevokên erebî jî di berhemê de cîhê xwe digrin.

Heke em peyv û hevokên zimanên xerîb deynin alîkî, di navbera kurmanciya çarsed sal berê û ya îro de jî, ewqas mezin nebe jî, ferq heye. Dibe ku ev ferq ji erûzê çêdibe, yanî Dîwan bi pexşann (nesîr) nehatiye nivîsandin. Di erûzê de şair ji bo nîzama helbestan, car caran, şiklê çav û birûyên peyvê diguherîne an jî bisk û çûncikê kin û dirêj dike, xal û deqa pê ve zêde dike an jî bi gustîl û bazina dineqişîne. Bi tesîra van sedeman xwendin û fêmkirina Dîwanê jî her diçe dijwartir dibe.

Di vê qirnê (sedsalê) de, bi dîtina min, xebata herî pîroz xebata ji bo çand û ziman e. Û xasma xebatên li ser berhemên Cizîrî, Teyran, Xanî, Bateyî xebatên herî pîroz in. Em dikarin van xebatan bişibînin pirekê, ku ev pira miqedes fikr û ramanên 400-500 sed sal berê didin ser pişta xwe û dighînin roja me û nivşên vê sedsalê.

Yek jî afirînerê vê pira pîroz Celalettîn Yoyler e. Yoyler heft salên xwe da vî karê pîroz û di encama van heft salan de ji me re fikr, raman, evîn û fîlozofiya Mela hîşt. Lê helbet ev ne şixulekî hêsan e. Divê di serî de meriv xweyê kurdiyeke xurt be, xurtbûna kurdî jî têrê nake helbet, divê rêwiyê vê riyê eynî wextî de hakimê farisî û erebî be jî. Em ê binhêrin ka Yoyler xebateke çawa li ser Dîwanê kiriye û terz û stîleke çawa şopandiye. Lê beriya lê hûrbûn û kolana Dîwanê, ka em binhêrin Celalettîn Yoyler kî ye?

Celalettîn Yoyler di sala 1941ê de li gundê Xanika Milazgira Mûşê tê dinê. Yoyler şagirtekî medresa kurdî bû kû di xwendekariya xwe de li gelek medreseyên Kurdistanê perwerdehiyê dibîne. Bi qedandina xwendina xwe ve, di sala 1966an de li gundê xwe, Xanika, dest bi meletiyê dike. Meletiya Celalettîn Yoyler jî hevdeh sal dikişîne û di 83an de li Meletiyê malnişîn dibe.

Yoyler di sala 90î de dibe serokê HEPê yê navçeya Milazgirê û dîsa heman salê de tê girtin û çend meha di girtîgeha Erzinganê de dimîne. Di sala 1994a de gundên kurdan dihatin valakirin û şewîtandin ku mala jî dişewîtînin û malbata Yoyler koçê Stenbolê dike. Di sala 1997a de dibe endamê Enstutiya Kurdî ya Stenbolê û dûv re dibe endamê rêvebiriya enstutîyê. Kedkar û emegdarê zimanê kurdî di 2013an de diçe ber rehma Xwedê.

Celalettîn Yoyler beriya Şîrova Dîwanê, di sala 97an de berhemeke bi navê “Gelperwerî û Nîjadperestî” dinivîse û dû vê berhemê dest bi şîrovê dike û heft salên xwe di rêya pîroz de diborîne.

Şîrova Dîwanê di 2006 an de, aliyê Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê weşandin û 1087 pera pêk tê. Wek me jorê jî got, fêmkirina Dîwanê ne hêsan e. Yoyler jî ji bo asaniya têgihîştinê rê û rêbaziyeke nuwaze dişopîne û xwendevanên xwe ji çej û tama berhemê bêpar nahêle.

Di Şîrova Dîwanê de pêşiyê malik bi orjînaliya xwe tên nivîsandin û peyra “Wateya bêje û hevokan” tê dayîn. Di wateya bêje û hevokan de maneya peyvên erebî û farisî yek bi yek û bi kurmanciyeke zelal tên nivîsandin. Piştî wateya peyvan Yoyler derbasî merhaleya duyem dibe ku ew jî “Bi kurtayî şîrove” ye. Di beşa bi kurtayî şîrove de, Celalettîn Yoyler wateya bêje û hevokan tîne ba hev û malikê ji xwendevana re şerh dike. Û pey vê re merhaleya sêyem dest pê dike ku ew jî “Ramana şîroveker” e. Di vê beşê de şîroveker têkilî û pêwendiya di navbera bûyerên edebî, dîrokî, felsefî, dînî û sîyasî de datîne ku ev beş derî û pencerên nû ji xwîner re vedikin û di qada fikr û raman de wana derdixe qonaxeke nû.

Di encama vê gotarê de dixwazim rûpelekê ji şîrova Yoyler parve bikim ku rêya kar û xebata wî baştir bê dîtin û fêmkirin.

“1-Bi husna xwe tu agahî, bi sehmû heybetû dînî

Nucûmû kewkebê lamî’e, ji bala tên di bejnê da

2-Li xalên werdû nesrînan, ji qudret xet kişandî hey

Bi terha nêrgiza êlî, sehergahan nesîm lê da

Wateya bêje û hevokan

1-Bihusna xwe tu agahî: Bi bedewiya tu dizanî û agahdarî. “Husn“peyveke erebî ye û bi

meneya bedewiya kurdî ye. Bi sehm û heybet û dînî: bi saw û heybeteki bi rengê kese

dini. Nucûm û kewkebê lamie: wan xeml û xezen teye bi şemal û tirej, weki şemala sterkan u

bi ronahiye. Necm û Kewkeb” bi erebi navê sterkanin. “Lamie”jî dîsa peyveke erebî ye û bi

wateya tîrej û şemale. Ji bala tên di bejnê da: Anji bi bejne da. Yanî wan xişr û xemlên renga

rengi, xwe ji jorva berdidene nav bejin û bala yarê.

 

Bi kurtayî şîrove

Yara min a, di delalî û nazenî ye de be hevrî; tu bixwe ji behempatiya bedewiya xwe dizanî û

agahdar î. Dema ez pesnê bedewî û rindiya te bidim jî, nikarim bînim ziman û binirxînim.

Hem, tu bi bedewiya rengê rûyê xwe, her wisa bi dîmenê xwe ye newaze, bi rewşa kesên har û

din î. Ango tu bi tevgera xwe ya bi heybet û saw, bi rengê kese din î.

Aha ev tevgera ku yar di nav de ye û bi timtêleke bi saw û heybet bi xeml û xişrên ku bi ser

gerden û bedena wê de ji jor ve xwe berdidin û têne xar, dişibin bedewî û rengê sterken li

asîmanan.

 

Wateya bêje û hevokan

2-Li xalên werd û nesrînan: Li wan xal û nişanên li rûyê yarê yên ku wekî gulên sor û

nesrînen pel sipî yên bi binen pir xweşikin. Ji qudret xet kişandin hey: ji qudreta Yezdan

hertim xez lê hatine kişandinê. “Qudret” peyveke erebî ye û bi wateya hêza Xuda ya

aferîndere. “Hey” jî yek ji navê Xuda ye bi wateya hertimiye. Bi terha Nêrgiza: bi taya gula

nergiza Êlî: ewa ku bilinde.jixwe peyva” elî, bi wateya bilind e. Sehegahan: di dema berbanga

sibehê de. Nesîm lêda: bayê berê berbanga sibehê li bejna yarê de.

 

Bi kurtayî şîrove

Li rex herdu aliyên rûyê yarê yên ku bi rengê bedewiya xalên bi reng e xweşikiya gulên

nesrînên pir bi behnin, Xuda ji qudreta xwe neqşên pir bedew û bêhempa daye neqişandin û

xêzkirinê. Hem, bejn û bala wê ya bi rengê ziraviya nêrgiza yekta ya ku ji hêla qudreta

Yezdan ve hatiye xemilandin, di dema berbanga sibehê de bi bayê nerm e bi navê bayê nesim

hate baweşinkirine.

 

Ramana şîroveker

Dema ku mirov li rengê naveroka helbesta Mele dinhere, mirov dibîne: ku Mela ramana xwe

ya evîna Re ya mirovhezî û Xudaheziyê şubandiye yareke beşerî û bi bilindtirîn gotin û

hevokan daye pesindayinê.

Her wisa wê yara xwe ya ramanî dişibîne bedewiyeke ku bi cur bi cur xemlên bebiha û

bêhempa hatibe xemilandin û bi rengê sterkên li sîwana asîmanan şemal didin. Her wisa wê

yara xwe ya xiyalî, wekî bedewiya xalên renge gupikên gulan û nesrînan ku ji qudreta Yezdan

bi gelek xemlên bedew û bi ser bejna wê de ji jor ve xwe berdabin ser beden û bejna wê. A, gava mirov li van gotin û hevoken di nav helbesta Mela de dinêre: mirov baş dizane ku Mela ji tekoşîna Re ya ramana bi evîna mirovahî dipeyive û dide diyarkirin ku evîna ramanî û mirovahî bi rengê xwe ye tund û dijwar dişibe rewşa giyanen kovî yên ku bi hêsanî nayên girtin û bi destxistin. Yanî ramana bi evîna mirovahî ciqas bedew û şox û şeng be, ewqas ji bi dijwarî û kovî ye. Yanî heta ku tu xwe ji bo bi destxistina wê mebestê neêşînî, tu nikarî bi dest xwe ve bînî”.

Erê ev karê birêz Yoyler ji bo çand û zimanê me kiriye, karekî pîroz e û keda wî nayê ji bîrkirin. Hêvîdar im ku di pêşerojê de jimara nivîskarên wek Celalettîn Yoyler zêde bin û nivşên nû bibin bighînin Herîrî, Xanî, Bateyî, Teyran…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev