Dewleta Merwanî -3

Dewleta Merwanî -3

Nivîskarê malpera me vê gotara delal ji erebî wergerandîye kurdî û ji malpera me ra şandîye. Ji ber mezinaya wergerê, me ew kir 3 beşan û beşa pêşin û duduyan me duh û duh na pêr çap kir. Fermo, îro beşa wê a 3an, ango a dawî bixwînin. 

Çûna Tuxrul Beg ber bi Diyarê Bekir ve

Wergera ji erebî: Emîn Narozî, lêkolîner 

Dema Tuxrul Beg çû Mûsilê û ewder zeft kir serê pêşî Qureyş ji wir reviya, lê pişt re di sala 448/1056an de zivirî û ket ber fermana wî. Dû re Tuxrul Beg ji wê derê berê xwe da hêla Diyarê Bekir û çû dora Cizîrê [Cizîra Botan] girt. Dema çûna Tuxrul Beg ya ser Mûsilê û vegerandina wî jê, Îbn Merwan jî di ber xizmeta wî de bû û jê re diyariyên cûrbicûr şandibû. Wî ji ber Cizîrê ve jî mal dayê û diyar kir ku dê li kêleka wî têkeve cihadê û pê re geliyan biparêze. Tuxrul Beg hingê dorgirtina ser wî rakir û çû hêla Sincarê, çawa ku me di bûyerên Qureyş de jî got.  

Mirina Nesr ud-Dewle ibn Merwan û desthilata kurê wî Nesr 

Di sala 453/1061ê de Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwanê Kurd yê xwediyê Diyarê Bekir ku nasnavê wî Qadir Billah bû, pêncî û du sal piştî fermanrewayiya xwe wefat kir. Deverên bin destên wî pir bûbûn, malê wî zahf bûbû û di wan gelî û  birrekan de berhemên baş da bû. Wî gelek perû û diyariyên hêja didan Siltan Tuxrul Beg.

Ew werîsê yaqûtî yê biweyhiyan ku wî ji Ebû Mensûr îbn Celal ud-Dewle[1] kirîbû jî di nav wan de bû ku pê re sedhezar dînar jî jê re şandibû û ji ber vê yekê jî wî [Tuxrul Beg] rûmeteke baş dabûyê.

Wî bi bihayê pêncsed hezar dînaran û zêdetir jî cariye ji desthilatdarên mezin re dikirî da demeke xweş bi wan bide jiyan û dilên wan şa bike. Ji bo razan û qerwaşiyê ji hezarî bêhtir cariye li cem wî hebûn. Aman û alavên  muzîkê yên wisa hêja ku bihayê wan ji dused hezarî zêdetir bûn, li nik wî peyda dibûn. Wî qîzên şah û desthilatdaran li hev civandibû û bi wan re zewicîbû.

Ji bo xwarinpêjiyê meriv şandibûn diyarê Misrê û qût û mûnetên wan jî dabû heya ku li wê derê fêrî aşpêjiyê bûbûn. Ebû Qasim îbn Mexribî[2] ku pêşkêşekî dewleta ´elewiyên Misrê bû û Fexr ed-Dewle[3] jî ku pêşewayekî dewleta ´ebasiyan bû, çûn cem. Wî jî ew xweş pêşwazî kirin, qedrê wan girt û wezîrtîya dewleta xwe spart wan.

Çi honrawer/şa´ir û helbestvan, dengbêjên xweşbêj, hunermend û rewanbêjên ku qesta wî kirin qencî bi wan re hat kirin. Her Zana û şarezayên ku xwe lê ragirtin, cih û qedrekî bilind da wan, rûmet û hisyeta wan girt û bi şanazî ew pêçwazî kirin. Dema ku di sala [453/1061ê] de wefat kir hingê ew desthilat û serkeftin hemî ji Nesr[4] re man û ew li Meyafarqînê rawestiya, lê birayê wî Se‘îd çû Amedê, ew der zeft kir û wan li ser vê yekê li hev kir.

Mirina Nesr û desthilatdarîya kurê wî Mensûr 

Pişt re gava Nizamedîn Nesr îbn Nesr ud-Dewle di meha zilheceya sala 472/1079an de mir, kurê wî Mensûr[5] ket cihê wî û Îbn Enbarî[6] jî dewleta wî gerand. Ew li ser fermandariya dewleta xwe ma heya dema ku Îbn Ciheyr hat, avêt ser û welêt ji destê wî derxist.

Çûna Îbn Ciheyr ber bi Diyarê Bekir ve 

Fexr ud-Dewle Ebû Nesr Mihemed îbn Ciheyr ji xelkê Mûsilê bû û berê ji cariyeya Qerwaş re û pişt re jî ji birayê wî Bereke re xizmet kiribû û ji cem wî ji Qeyserê Romê[7] re qîzên ezep biribû. Dû re ew ketibû ber xizmeta Qureyş ibn Bedran jî ku paşînê Qureyş xwestibû wî biavîje zindanê, lê bi kefîltiya ´uqeylîyekî xelas bûbû û çûbû Helebê.

Li wê derê ew bûbû wezîrê Mu‘iz ud-Dewle Ebû Simal îbn Salih[8] ku ji wir jî çûbû ´Etiyeyê[9] û rastî Nesr ud-Dewle îbn Merwan hatibû. Wî ew bi xwe re biribû û ew kiribû wezîrê xwe û rewşa dewleta xwe pê li hev anîbû. Dema ew di sala 453/1061ê de miribû hingê Fexr ud-Dewle karûbarê dewleta Nesrê kurê wî yê ku ket cihê wî, gerand, lê di pey de di sala 454/1062yan de ew reviya çû Bexdayê ku hingê li wê derê wezîrtî jê re hatibû pêşkêşkirin.

Ew ket cihê Mihemed îbn Mensûr îbn Du’ad[10] û bû wezîr, lê di pey de gelek caran ew û kurê wî ‘Emîd ul-Milk ji kar hatin avêtin û car din li kar hatin zivirandin; herweha ew ket ber xizmeta Nîzam ul-Milk[11] û Sultan Tuxrul Beg jî.

Dema  kurê wî cara dawî ji ser kar hat avêtin, hingê li cem Xelîfe mehderiya wî hatibû kirin û Siltan û Nîzam ul-Milk şandinbû pey wî, kurê wî û pismamên wî giş. Ew çûbû Isfehanê[12] cem Silatan ku qedir û rûmeteke baş li wir dîtibû. Wî [sultan] bi leşker ve ew ji bo vegirtina Diyarê Bekir û sitandina wê ji Merwaniyan şand. Wî alav danê û destûr jî dayê ku di xutbeyê de li pey navê Siltan navê xwe bixwîne û wêneyên xwe li ser diravan bikêşe. Ew di sala 476/1083’yan de ji bo vê yekê bi rêket.

Vegirtina Ibn Ciheyr bi Ser Amedê ve

Jixwe me li pêş qala çuna Fexr ud-Dewle îbn Ciheyr tevî leşker ber bi Diyarê Bekir ve kiribû. Piştî wê di sala 477/1084an de Siltan, Artuq ibn Eksek/oksik bi leşker ve şandibû alîkariya wî. Nesr ibn Merwan ji Şeref ud-Dewle Mislim îbn Qureyş[13] alîkarî xwestibû û ji wê bonê sozê dana Amedê pê re dabû, wî jî qebûl kiribû û çûbû piştgiriya wî.

Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr ji ber merivatiya ereban ji cenga bi wan [Nesr û Muslim] re vekişiya, lê Artuq dijî wî derket û bi tirkan ve çû şerê wan û ew şikandin. Ew çû li Amedê gihîşt Mislim û ew li wir xist hesarê, lê wî mal da Artuq û xwe ji ber xelaskir, xwe gihand Reqeyê. Ibn Ciheyr jî berê xwe da Meyafarqînê, lê Mensûr ibn Mezyed,[14] kurê wî Sedeqe û erebên pê re dev jê berdan û ji wê derê fitilîn.

Fexr ud-Dewle çû devera ku bi navê Qermayê[15] dihat nasîn, lê peya bû û hesara ser wê derê teng kir. Rojekê yek ji parêzgiran ji sûrê daket û cihê xwe vale hişt, yekî amî rabû çû cihê wî û duruşm û nîşanên Siltan gotin. Parêzgerên din yên ser sûrê jî li pey wî çûn û xeber şandin cem Ze´îm ur-Ruesa Îbn Ciheyr.[16]

Ew siwar bû û çû di sala 478/1085an de dest danî ser bajêr. Xelkê bajêr malê fileyên/xiristiyanên ku di bacsitandin û deyndariyê de xizmeta merwaniyan dikirin, talan kirin, da bi vê yekê wan seza bikn, lê Xwedê çêtir dizane.

Destdanîna ibn Ciheyr ser Meyafarqîn û Cizîrê û kutahiya dewleta merwaniyan 

Dema Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr kurê xwe şand Amedê ew jî çû dora Meyafarqînê pêça û heya sala 477/1084an li ser ma. Sa‘d ud-Dewle û Kuhrayîn[17] jî hatin alîkariya wî û her ku çû wî jî hesarê li wan teng kir. Rojekê sûr hat neqeb kirin û xelkê tê de duruşmên Melîkşah[18] avêtin ku hingê Fexr ud-Dewle jî ket bajêr û dest danî ser.

Wî dest danî ser pertal û gencîneyên merwaniyan û ew bi kurê xwe Ze‘im er-Ru’esa re ji Silatan Melikşah re şandin. Di meha şewala sala 478/1085an de ew gihîştin Isfehanê û Fexr ud-Dewle û Kuhrayîn jî çûn Bexdayê. Wî hingê leşker şandibû ser Cizîra Botan jî ku dora wê bigirin. Yekî ji malbateke xuyanî ya bajêr ku bi mala rûhaniyan dihat nasîn, serî rakir û çû deriyê bajêr yê piçûk yê bi navê Neqeba Mêraniyê vekir.

Leşker çû di wê derê re ket bajêr û li ser navê Siltan Melikşah ew der zeft kir. Bi vê yekê dumahîya dewleta merwaniyan hat û Mensûr ibn Nîzamedîn Nesr ibn Nesr ud-Dewle li Cezîreyê xwe avêt herêma xuziyan. Dû re Cekermîş[19] ew girt û di xaniyê yekî cuhû de hebis kir ta ku di sala 489/1095an de li wê derê wefat kir. Bêguman Mayina herdemî hew taybetmendîyê bi Xwedê ve ye.

Riataza

[1] Ebû Mensûr îbn Celal ud-Dewle: ew Melîk Ezîz Ebû Mensûr ibn Celal ud-Dewleyê ibn Beha ud-Dewleyê Biweyhî bû ku kurê xwe danîbû ser Wasitê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/172-173, sal, 420/1029; Ibn Xeldûn ´Iber, b. n., 2/1812.  

[2] Ebû Qasim îbn Mexribî: Ew Ebû Qasim Hiseyn ibn Elî ibn Hiseynê Mexribî bû ku li Misrê serekê Dîwana qeyd û nivîsînê bû û bavê wî Elî jî hem bi nasnavê Wezîr û Mexribî tev dihat nasîn û di dewleta Fatimî de erkdarekî mezin bû. Gava Xelîfeyê Fatimî Hakim di sala 400/1010an de bav û birayên wî kuşt ew revîya Şamê û ji wê derê jî çû iraqê cem wezîrê Xelîfe yê biweyhî Fexr ul-Milk, lê Xelîfeyê Ebasî ew da derxistin. Dû re piştî çûn û hateke dirêj ew demekê bû wezîrê Mişeref ud-Dewle ibn Biha ud-Dewleyê Biweyhî, demekê yê Qerwaş ku dû re jî çû Meyafarqînê nik Nesr ud-Dewleyê Merwanî ku ew girt cem xwe, digel ku li ser wî di navbera Nesr ud-Dewle û xezûrê wî Qerwaş û Xelîfeyê ebasîyan de jî hinek sergêjî derket, lê ew li cem ma heya ku di sala 418/1027an de mir. Bnr. A. Yûsuf, b. n., 1/92, 97.  

[3] Fexr ud-Dewle: ew Fexr ud-Dewle Ebû Mensûr/Ebû Nesr Mihemed ibn Mihemed ibn Ciheyr bû ku ji xelkê Mûsilê û yekî mêrxas bû. Qerwaş ew danîbû ser karûbarê carîyeya xwe û Bereke ibn Miqeled jî karûbarê xwe spartê û wî kir serekê delegasyonên xwe. Lê dû re Bereke jî mir ew çû Helebê bû wezîrê Semalê Mirdasî ku dû re dema ew mir ew ji erkdarîyê hat avêtin û ew jî rabû çû cem Nesr ud-Dewle ku serê pêşî rû nedayê, lê paşê bû wezîrê wî, pes dû re bêbextî bi zarûyên wî re kir. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/114

[4] Nesir ibn Ehmed ibn Merwan: ew Nizamedîn Nesir ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan e ku li jor di nota 101ê de bihurî.

Mensûr ibn Nesr ibn Merwan: Ew Nasir ud-Dewle Ebû Mizafer Mensûr (m. 489/1096) ibn Nizam ud-Dîn Nesr ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan bû ku piştî mirina bavê xwe Nizamedîn hatibû ser hikim, lê di dema dawîya desthilata wî de rewş jê re xerab çû û digel tevdîrên wî  û vegerandina desthilatê cara duyem jî lê paşê ji ber bêbextîya erkdarên bavûkalên wî yên berê û kulbî û zordarîyên selçûqîyan ku daketibûn herêmê êdî nema karibû desthilta xwe biparêze. Bnr A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/151-176; Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/39.

[5] Mensûr ibn Nesr ibn Merwan: Ew Nasir ud-Dewle Ebû Mizafer Mensûr (m. 489/1096) ibn Nizam ud-Dîn Nesr ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan bû ku piştî mirina bavê xwe Nizamedîn hatibû ser hikim, lê di dema dawîya desthilata wî de rewş jê re xerab çû û digel tevdîrên wî  û vegerandina desthilatê cara duyem jî lê paşê ji ber bêbextîya erkdarên bavûkalên wî yên berê û kulbî û zordarîyên selçûqîyan ku daketibûn herêmê êdî nema karibû desthilta xwe biparêze. Bnr A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/151-176; Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/39.

[6] Ibn Enbarî: Ew Ebû Fedl Ibrahîm (m. 458/1066) ibn Ebdulkerîmê Enbarî bû ku erkdarekî mezin yê dewleta ´Uqeylîyan bû ku gava wan ew ji karê wî avêt ew çû cem merawanîyan û dema Ibn Ciheyr jî ji wezîrtîya Nizamedînê kurê Nesr ud-Dewle Ehmedê Merwanî revîya hingê Nizamedîn ew kir wezîrê xwe. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/143-145

[7] Qeyserê Romê: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî hikimdarê Romê tu agahdarî peyda nekir.

[8] Mi‘iz ud-Dewle Ebû Simal îbn Salih: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.

[9] ´Etîye: min deverek bi ´Etîye nedît, lê li rojavayê Bexdayê di navbera Herbîye û Bab ul-Besreyê de cihekî bi navê ´Etîkîye hebûye ku dibe ew be lê niha wêran e. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/94.

[10] Li gor A. Yûsuf Durast e, bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/142.

[11] Nîzam ul-Milk: ew Nizam ul-Milkê (1018-1092) navdar e ku walîyê Xorasanê bû û wezîrîtiya Alparslanê Selçûqî jî kiribû ku hingê ji bo desthilatadarîya kurê xwe Melikşah (1072-1092) wesiyet lê kiribû. Dû re ew di desthilatê de bi tenê ma û di sala 1065an de medreseya Nizamîye li Nîşapûr û li Bexdayê ava kir û li Iraq û Farisê ewlehîyê bi cih kir, lê heşaşîyan ew kuşt. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., 710. 

[12] Isfehan: bajarekî mezin î navdar e ku yek ji bajarên bi navûnîşan û eyan e; herweha Isfehan navê herêmekê ye jî li Îranê ku serbajarê wê Cey bû, lê dû re bûye bajarê Yehûdîye ku dikeve welatê Çîya/ Kurdan û herêma çaran. Yaqût, b. n., Mu´cem, 1/244.

[13] Şeref ud-Dewle Muslim îbn Qureyş: Ew Şeref ud-Dewle Mislim ibn Qureyş ibn Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî bû ku ji Mûsilê heya Heleb û Menbicê di destê wî de bû. Ew li Helebê dima, lê li her gundekî wî bin destê wî walîyek, qazîyek û xeberbêjekî wî hebû û ew bi xwe jî xuyxweştirîn deshilatdar bû ew bi xwe li ser spaha xwe çû Diyarê Bekir alîkarîya merwanîyan. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/154; Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 12/100.

[14] Mensûr ibn Mezyed: ev yek ji malabata mezyediyên Hileyê ye lê min tu agahdarî li ser wî bi xwe peyda nekir.

[15] Qerma: di welatê nimeyrîyan de nêzîkî Bemameyê/Yemameyê cihekî pir bi darên xurman bi navê Qerma heye dibe ku ew be. Yan jî gundek e li newala Qerqeraya Yemameyê. (?) Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/374.

[16] Ze´êmu r-Ru`esa ibn Ciheyr: ew Ze´êmu r-Ru`esa Ebû Qasim ibn Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr bû ku bavê wî ew bi hêzekê ve şandibû ser Amedê da bostan û rezên wê talan û wêran bikin. Çunkî ji ber asêbûna wê wan nikaribû dest deynin ser û wê bistînin.  Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/439-40, sal 478/1085.

[17] Kuhrayîn: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.

[18] Melikşah: ew Celal ud-Dewle Eb ul-Feth Melikşahê ibn Alparslan Mihemed ibn Dawid ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Deqaq bû ku piştî bavê xwe di sala 465/1972yan hatibû ser hikim û desthilatdarîyeke bi rêkûpêk kiribû û gelek dever li yên bavê xwe zêde kiribûn. Exbaru Dewleti es-Selçûqîye, r. 38-42; Ibn Xelîkan, Wefeyat, b. n., 4/319-322; Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 12/84; Ibn Texreberdî, Nicûm, b. n., 5/94, 132; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/481-484; Ebû Şame, Rewdeten, b. n., 1/144.

[19] Cekermiş/Cegermiş: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev