Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Cihana zarokekî wenda: Eylas

Cihana zarokekî wenda: Eylas

Azad Bariş

Werger: Îbrahîm Osman

Ji roja ewil min ew dîtin û pê de, dijûna herî zêde ku min dibihîst, a ku ji bo me digotin: “Hûn Xwedênenas in.”

Lê di çîroka me de, bi teqandina mircanê re (inci) di her zerreya nepenî a gotinên me de, em her tiştî qudret ji “Nûra Îlahî” dibînin, lema em jê re kemberbest dibin, sicûdê dikin.

Em rojê dû caran, li hember agirê Xwedê ê pîroz î mezin, destê xwe vedigerin, ji bona heftê û du miletan (Qewman gişan) dua dikin, xêr û xweşiyê dixwazin, ji bo bereket û rindiyê di dilên xwe de govenda semayê digrînin.

Lê belê, wana çima ji bo me wer dibêjin û vê yekê ji ku dizanin? Min hîna ev fêm nekiriye. Bi rastî jî ez fam nakim, sedem çiye ku ew xwe nêzîkî Xwedê dibînin û min jî jê dûr dibînin?

Ji min re dibêjin, ew hezkirina di dilê te de, rêzgirtina te a ji bo hemû bûnewerên Xwedê afirandî ye, evîna te, ronî û nûra çavên te, peyv û surra te, ne ji ba Xwedê ye. Yanî ji min re dibêjin, tu bê dil î. Baş e, eger ez bê dil bim, çawa dikarim bijîm?

Gava ku ez li jiyanê dinihêrim, eger ne ji wê şewqa wî a di dilê min de wekî find û fenerê kombûyî be, dê çawa ewqas tîrêj û derya rengan li ber çavên min biçirûsin û şênber bibin?

Eger ew vana tevan nabînin û deriyê girêdan û hezkirina min a ji bo Xwedê qedexe dikin (digrin), qey ne gunehe li hemberî Xwedê? Ew derî ye ku berbî Erfana Kaynatê vedibe, ew derî ye ku ber bî agirê mezin î pîroz ê ku em li ber wî kemberbest dibin û destê xwe ji aşîtiyê re vedigirin, vedibe, ew derî ye ku berbî ava jînê a pîr û pak vedibe, ew derî ye ku berbî bereketa axa maka hebûnê vedibe û di wî derî re bayê evînê digobile konê giyana me. Ew deriyê ku melodiya hevgihîna navbera erd û esmêm dilorîne. Ew derî, derîyê nûr û ronkayê ye. Eger ew derîya were girtin, dê Kaynat tarî bibe û tarî wê tenê rûyê xwe ê reş bibîne. Bi hezarên salaye ji bo ku ew derî ya neyê girtin, em bi erfan û îmana hundurê xwe kemberbest dibin. Ji bona ku tewazina Kainata berhema Xwedê xerab nebe, em ji nûrê re rêz digrin. Ji bo ku jîndar û zinde giş bi hev re di nava aramî û ahengê de bijîn û ji bo hemû bizir di demsalên xwe de zîl bidin û şîn bibin, em berê rûyê xwe didin deriyê çirûska afirîn û hebûnê.

Ji bona ku tebîet gemarî nebe, dilşikandin çê nebin, deriyê qewman neyê girtinê û li dijî ronkayê tarî bi ser nekeve, em dua dikin. Ji bona ku însan xerab nebe, em bi hemû dilsoziya xwe ve kemberbest dibin, bi nizûra çavên xwe li wê çirûska bê dawî a nûranî bi tika dinihêrin. Û her cara ku em lê dinihêrin, xetên heya rûçikên me ku nîşana girêdanka Kaynatêne, sor dibin. Hingê em pê dihesin û hest pê dikin ku em dijîn û xerab nebûne. Lê belê li vê derê, ên ku li ser navê Xwedê li nava çavên min dinihêrin û bi qîrîn diaxivin, qewmê min tevdekî Xwedênenas, bê dîn, bê îman û ji erfanê bêpar dibînin, ez dibînim wan daye ser reyeke ku ji te bi dûr dikevine.

Tu weki ê ku şiûr daye me, tu baştir dizane, ji heq însanê xerab bûyî, xwezayeke wêran bûyî û dilên bûne kevir, derketin çi qasî zahmete.

Bi hizra min, êşeke ji vê mezintir, agirekî dojehî û rizandineke giyanî nabe.

Min bi çavê xwe dît, ku ew xwe wekî şopajoyên nijada te û leşkerên te dibînin û xwe dixin dewsa te. Tiştên ku min bi çavên xwe dîtin û kumreşiya hundirê wan hev temam dikir, bi rixma min dizanîbû bê çiqasî ji çapa mirovbûnê dûr in jî, ji ber hurmeta min a ji bo qewman her dem min xwe kerr (Bêdeng) kir.

Ez dibînim li hemberî tiştên ku dihatin jîyan kirin, di dilê min de her roj zinarên hizn û xeman bilind dibûn, lêvên min bi nepeniyên qurnan ên pîrozkiri dihatin girtin, zimanê min lal dibû, lê çavên min hê li deriyê ronkayiya gerdûna mala zayinê dinihêrin.

Her roj gewriya min hinekî din di bêhêvîtiyê de difetise, ji ber ku yek çirûskeke bihêviyê jî wernagirim. Û her ku tu xwe li kerlaliyê datîni ew li ser navê te diaxifin û xwîna mirovan diherike zikê dayxakê.

Bi axê re pakiya avê jî gemarî dibe. Gava ku teyrên kelaxa nebin, erd û esîman radestî bîna bedenên mirovan dibe. Ez dibim şade ku çawa dilê mirovan ê gemarî tewazina xwezayê berbî bobelatê didahfîne. Çavên min î ku li çavên wan dinihêrin, tenê tariya dojehê a reşqetran î dibînin. Her çavek ji ên wan, mîna çehlên mirinê ên ku di tariyê de fetisîbin. Her dijûneke ku ji nava devên wan derdikeve, dibe qasidê hûnera amrazên di destên qesaban de. Destên wan mîna gopalê gunehan li ser kaynatê diheje. Lêvên wan jî wekî bobelata herî mezin a gerdûnê, tenê ji tofanê re vedibin. Gava ku ez dijûnên ji devên wan derdikevin dibihîzim û gewî bûna wan a şerxwaz dibînim, ez dibînim lêvên min tevî surrên pîrozkirî yekser lal dimînin.

Ez pirr caran bûm şade, gava di nava civakên mezin de, li pêş çavên tevayiya cîhanê serên zarokên qewmê min bi ayin û şahiyên Xwedayî jê dikin, navê te zikir dikin.

Gava ez dibînim li hemberî vana tevan tu bê deng dimînî, ez bi vî dilê xwe ê biçûk tu wateyê nadim vê yekê û êdî di hundirê xwe de diqîrim. Eger li ba te qudreta ku tu ji vê re bibêje bese hebe, ji bo çi tu nabêjî bes e?

Eger tu ne xwediyê xwe û vê qudretê bî, ev tê wê maneya ku êdî tu sedemên ez baweriya xwe bi te bînim, ji te re itiat bikim nemaye. Meteor (kevirê esîmanî), ji zinarên êşê diqetin tên yeko yeko li dilê min dikevin, ciyê ku ez aidê wê me, bi min dide wendakirin û ciyê ku ez lê me, dibe mîna geliyê cûzamiyan.

Nuha ji wê derê bang li te dikim:

Û li geliyê cûzamiyan, di nava hêrs û nalînê de, Xwedê dengê zarokekî bihîst û bi hêrs û mirês sê caran li pey hev got: “Hiş be” Zarok berê xwe da aliyê ku dengê xeybane jê dihat, bersif da, got: “Birîna hundirê min berî te bû, ji ber ku surra hebûna te di avgirava dilê min de veşartîye.” Û Xwedê bi yekcarî hiş bû, lê kete timtêla rengê semaya şermê. Û zarok li hember Xwedayê hiş bûyî, heta ku awaza wî hebû qîriya û qîra wî ji geliyê cûzamiyan berbî mala Xwedê olan veda. Darên di baxçeyê malê de yek bi yek ricifîn, pel weşiyan valeyiya asoyê û fêkî bi guliyên daran ve hişk bûn, lê dîsa jî Xwedê nebihîst. Qîra zarok gûhên kerran jî qul kir û derbas bû, lê Xwedê hê jî bêdeng bû.

Zarok got: “Bêdengiya te gorên qewman zêde dike.” Û birîna hundirê min, ji baweriya min a bi te ye, ku ew jî çarenivîsa bextê min bi xwe ye. Û Xwedê li hemberî vê masûmiyta arî bêdengiya xwe xerab nekir. Û “Xwedayê di hundirê zarok de mir.”

Qewmiyeta Êzdiya

Îbrahîm Osman

Xwendevanên hêja û qedirgiran, ez bawerim hûnê jî teqdîr bikin, ku di serdema me a îro de mirovayî bi pirsgirêk û mijarên cihêreng ên cûda re alaqedare. Vizyon û rojeva wan pirr cûdaye ji a cimata me. Neqeba navbera me û wan ji hesaban jî dere.

Mixabin em wekî cimata Êzdî, hîn li ser mijareke bi şûndemayî, a ku bi sedêsalan berî nuha, ji hêla civakên pêşketî ve li ser rikna wê hatiye rûniştandin, a “qewmiyêtê” minaqşe dikin.

Lê ji aliyê din ve, çi gava em qala dîroka xwe a qedîm dikin, em ji qal û belayê digrin dest, pê ve tên û bahsa dîroka Êzdiyan a pênc hezar salî ku li pey xwe hîştiye dikin. Em dibêjin; çawa teyrê “Anka” li ser dara “Herhebê” venîşt û bi vir de, em li ser dika jiyanê ne.

De ji xwe re li vê bextireşiyê hanê binêrin, ku hîna hinek ji Êzdiyan îro li rastiya qewmiyeta xwe digerin, an jî vê mijarê dixin ber nîqaşê, bê ka qewmiyeta Êzdiyan çiye. Qewmiyeta Êzdiyan Kurd e an Êzdî ye? Helbet ev rewş, bi serê xwe qisûreke cidîye û ciyê şermê ye ji bo me. Lê em çi bikin, rastiya rewşa me ev e.

Belê, ji sedema ferman û zilma kurdên musilman ku di dirêjahiya dîrokê de li cemata Êzdî kiriye û hê jî dikin, Êzdî di derbarê Musilmanan de dilgiranin û ji biratiya wan bêbawer in. Heqê tu kesî nîne ku vê gazinê ji Êzdiyan bikin, bê çima bêbawer in. Ji ber ku kesî bi qasî wan êşa cîrantî û biratiyê nekişandiye û bi tevkujiyan re rû bi rû nemaye. Wekî dibên, “Ê birîndar, bi tenê dizane bê birîna wî ji ku diêşe.”

Wekî din jî, Êzdî bi bawerîya ola xwe a xweser, rastiya çanda ola xwe a qedîm, rabûn û rûniştina xwe, şêl û timtêla xwe, heta bi xwarin, vexwarin û libasên xwe, rî, simbêl û mûyên laşên xwe, xwedî taybetiyên xweser in. Bi kurtayî, eger meriv ji ber van sedemên taybet ên xweser, ji bo ewlekariya wan, ji wan re xweseriyê, otonomiyê, xwe bi xwe bi rêve birinê, an jî parastinê bixwaze tişteke û meriv rabe Êzdiyan ji kurdbûna wan veqetîne, an jî Qewmiyeta wan bixe mijara nîqaşê, ev jî tiştekî dine. Yek çiqasî pêwîst be, a din Ew qasî beredayî û virtûvaleye.

Bi qenata min, kî bixwaze Êzdiyan ji koka wan a kurdîtiyê dûr bixîne, ew xêrnexwaz e, xizmetê bo dujminan dike.

Ez ê kin bibirim, nekevim nava mijarên wek, netew çiye? qewmiyet çiye? Ol çiye? Ji ber ku, ev mijar di sedsalên buhir de, bi dorfirehî hatine zelalkirin û li ser asasên xwe hatine bi cî kirin.

Bê guman, eger îro hîn mersela qewmiyetê dibe mijara giftûgo û nîqaşên me, ev asta çanda miletiya me dide diyarkirinê.

Ji bo pêşî li hinek nêrînên çewt nêyê vekirin, dixwazim rastiyeke dîrokî li vê derê bidime xuyakirin. Ew jî ev e: Belê, raste qet şik û guman nîne ku di dîrokê de, Kurdên Musilman pirr neheqî li Êzdiyan kirine. Yanî wan ne kêmî dijminan zulm li Êzdiyan kirine, Êzdî kuştine. Paşayê Kore û Bedirxanî ji van mînakan tenê dudune.

Helbet vê rewşa neyinî bandoreke negatîf li Êzdiyan kiriye. Dilê êzdiyan şikandiye û ew hestyar kirine. Baweriya Êzdiyan şikandine. Zulma birayê kurd ku li êzdiyan kiriye, hîştiye kurdên Musilman li ber çavên Êzdiyan reş bibin. Ev rastiya han ne tê înkarkirin, ne jî tê jibîrkirin.

Lewre rewş hatiye astêke wisa, ku qismekî ji Êzdîyan bi mafdarî bibêjin em ne kurd in. Belê, heta bi radeyekê mirov dikare vê heqîqetê bibîne, heq bidê û jê re rêz bigire. Lê a ku hinek kes û komikên merem kirêt dikin, cûdaye ji vê rastiya civakî a xwezayî.

Di van salên dawî de û bi taybetî di van rojan de, hin kes û komikên ku kes nizane bezê guhê wan ê polîtîkî ji kure, hewil didin bi agahiyên çewt û kelevajî serê cimata me têkilhev bikin û parçebûneke din li parçebûna gelê kurd zêde bikin. Ev helwest zirarê dide Êzdiyan, wan dajo ser bêtifaqî û qelsiyê.

Ew kes û komikên kordunda ku dijberiya qewmê xwe dikin, mîna ku laqirdî û tolaziyan bi zanîn û zanistê bikin, bi şêwazekî ji edeb û heyayê dûr, dibêjin; Xwedê giravî; “Êzdî ne Kurd in. Qewmiyeta me Êzdî ye, zimanê me Êzîdkî ye.” Û lê zêde dikin. Dibêjin, “Kurd dibêjin pêşiyên me Êzdî bûn. Eger pêşiyê we Êzdî bûn îjar çawa Êzdî dibin kurd?” Uhw.

Kî ne ev kes û komikên ku Kurdîtiya xwe înkar dikin?

Li Başûrê Kurdistan, (Bi taybetî li herêma Şengalê) tevgêra bi navê “Îslah we Teqedûm” (ku navê wê jî bi erebî ye) pêşengiya vê fikra çewt dike. Ev tevgêr di 2003 de damezirî. Ez damezrênerên vê tevgêrê yek bi yek nas dikim. Beriya ku vê tevgêrê ava bikin, bi dêh caran bi wan re rûniştime. Tevayiya wan, ji wan kesên ji partî û rêxistinan xeyidîne pêk tê. Hêza vana a bingehîn, hinek Feqîrên Girzerik, ên Sîbayê û ên derdorê geliyê Kersê ne. Ev Feqîrên mijara gotinê, haya sala 2003 an sonda wan bi ax a Qandaharê bû. (Dibe ku ji wir hatibin. Ji xwe cil û bergên wan, rabûn û rûniştina wan, şêl û şemala wan jî naşibe a xelkê niştecihên herêmê.) Di dema desthilatiya Saddam de, evana bi giştî cerdevanên Saddam bûn. Meaşê cerdevaniyê werdigirtin. Bireke mezin ji vana, di sala 2004 an de bûbûn Hizbûlahî û mehê 100 Dolar meaş distandin.

Ji xeyni vana, li Ermenîstanê ji hin kesên ku di wan salan de “digotin em ne Kurd in” hebûn. Niha jî bi riya “Laliş Tv” heman tiştî dikin. Wekî din, li ewrûpa hin komikên biçûk hene ku dibêjin em ne kurd in. Perestgeha van komikan gişkan pere ne. Hêz û pere li ku bin, ew berê xwe didin wî alî û dua dikin. Pirrê vana nola Bukelemûnane. Do digotin pêşmerga em firotin, îro bi xwe pêşmergene.

A rastî mirov heyirî dimîne, nizane bê ji ku rahêle mijarê. Ji ber ku, em ne di dîroka kevn de û ne di a nû de li qewmekî bi navê Êzdî û zimanekî “Êzdîkî” rast nayên. Bi Sûnî, Elawî, Kakeî, Şebekî, Êzdî û hemû baweriyên xwe ve ev milet kurd e, zimanê wan Kurdî ye, welatê wan Kurdistan e. Kurdistan jî wêran û talan e.

Belê ola Êzdî heye. Di nava giştiya olên semawî de ola herî qedîme. Ne tenê qedîme, her wisa jî pak e. Weke libasên bawermendên vê olê li xwe dikin, wisa spî ye. Ji ber ku tu carî armanceke vê olê a desthilatdariyê nebûye û nîne.

Ên mijarên qewmiyetê, ol û baweriyê têkilî hev dikin û dixwazin wekî karê zarokan ji xwe re zimanekî, miletekî û qewmiyetekê çêbikin, an zir dîn û bodelene, an jî sîxurên hinek hêzên ji derve ne.

Kî çi dibêje bila bibêje. Her kes di diyarkina nêrînên xwe de azad e. Lê rastî wê her wekî xwe rastî bimîne.

Êzdî kurd in. Qewmiyeta wan kurd e, nijada wan arî ye, zimanê wan bi Kurdî ye û ji malbata Hîndo ewrûpî ye, navê welatê wan KURDISTAN E.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *