
Kitêbxaneya kurdî dewlemendtir dibe
BasNews – 6 kitêbên çîrokan ê niviskarê îranî Semend Bêhrengî ji aliyê wergêr Wedat Urtekin ve bo kurdiya kurmancî hatine tercûmekirin.
Wergêr û nivîskarê kurd ê ji Qoserê Bakura Kurdistanê Wedat Urtekîn, kitêbên çîrokan ên bi navê “Masîreşê Biçûk, Xewn û Rastiya Rojekê, Lawikê Silkfiroş, Çîroka Hezkirinê, Xoxek û Hezar Xox, Kevokvanê Keçel” ê nivîskarê îranî Semend Bêhrengî tercûmeyî kurmancî kir.
Kitêb ji aliyê Weşanxaneya Zanîngehê hatine çapkirin û wêneyên wan jî ji aliyê Zeynep Yeşîlmen ve hatine çêkirin.
Ligel wergera çîrokan nivîskar Urtekin li ser çand û kelepora kurdî jî xebatan dike, gelek miqale û xebatên wî di kovarên kurdiya kurmancî de belav bûne.
http://www.basnews.com/index.php/kr/culture-arts/372791