Akadêmîk Nadirê Kerem Nadirov dinya hejand – dinya guhêrî!

Akadêmîk Nadirê Kerem Nadirov dinya hejand – dinya guhêrî!

Têmûrê Xelîl

Me derheqa serbilindîya gelê xwe akadêmîkê di cihanê da binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov da gelek nivîsîye. Ew di cihanê da wek “Bavê neftkîmîya Qazaxistanê” tê naskirinê, lê di nav kurdan da jî wek welatparêzekî herî mezin, serokê berê yê Komeleya kurdên Qazaxistanê “Berbang”, perwerdekarê kurdîaxivînê yê malbeta xwe û tevaya gelê xwe yê komara xwe, piştgirê Rêfêrêndûma li Kurdistanê, kubarîya tevaya miletê meyî 50 mîlyonê tê naskirin. 

Îro emê beşek ji pirtûka akadêmîk Bakîtjan Jûmagûlov a derheqa akadêmîk Nadirê Kerem Nadirov da, ku sala 2015an bi rûsî çap bûye, raberî we bikin. 

Di wê da tê ber çavan ku malbeta wî di wextê da mecbûr kirine ji Kurdistana Bakur derkeve, wana berê xwe dane Azirbêcanê, dû ra li wir jî ew malbet rehet nehîştin, sala 1937an, salên Stalînîyê yên bi xezebê, tirsê, belengazîyê va dagirtî ji warê wan ew sirgûnî Qazaxistanê kirin. Nadirê 5 salî, ku hela xêr û şerên dinyayê ji hev cuda ne dikir, di nav zelûlîyê, tunebûnê, feqîrîyê da weke ku ji cihanê ra sond xweribû: -Hûn çi jî bi neheqî bînine serê me, emê bi heqî îzbat bikin ku em ew milet in, ku di vê rewşê da jî dikare bi zanebûnên xwe dinyayê bihejîne. 

Û Akadêmîk Nadirê Kerem Nadirov bi zanebûnên xwe, bi welatparêzîya xwe dinya hejand, dinya guhêrand! 

Karê ku wî bo piştgirîkirina Rêfêrêndûma bona serxwebûna Kurdistanê li nav kurdên Qazaxistanê û kurdên komarên din yên Asîya Navîn kir, kevirekî zexm e di hîmê welaatê me da, ku wê xerîta cihanê jî biguhêrîne. Ew di nav dêlêgasyona Kongrêya Komeleyên Kurdan yên Navnetewî da, ku akadêmîk Kinyazê Îbrahîm serokatîyê lê dike, bo piştgirîkirina Rêfêrêndûmê çû Kurdistanê, Qirgizistanê û bi bi wê armancê bi aktîvî û dilgermî tevî wê hemcivîna hemû kurdên Sovyeta berê bû, ku bi serokatîya berpirsyarê giştî yê malpera me Yûra Nabîyêv hatibû organîzekirin.

Weke ku Xwedê ji Akadêmîkê me yê di cihanê da navdar Nadirê Kerem Nadirov ra sond xwerîye, gotîye: -Ezê ewqas emir bidim te, ku tu Kurdistana serbixwe bibînî, di welatê te yê nûavabûyî da gelek neft heye û tu jî li welatê lê dimînî têyî binavkirin wek ”Bavê neft-kîmîyayê”, welatê te hewcê zanebûnên te ye, tuyê herî bingehê wî karî daynî, welatê xwe şên bikî, dû ra jî ezê gorî kêrhatina te emirê te dirêj bikim.

Ji bo min hurmeteke mezin e ku malbeta Nadirê Kerem biryar kir daxwez ji min bike ez vê pirtûka delal wergerînim kurdî û min ew daxwez wek erkekê, wek dibêjin, wek deynê xwe qebûl kir.

Li jêr beşek ji wergera pirtûkê bixwînin û wek me lezetê jê bibînin.

 

Î.V.Stalîn bersîva nameya N.K.Nadirovê sirgûnkirî bi erênî da

Nadir pir dixwest xwendina xwe berdewam bike. Em binêrin ka ew derheqa vê yekê da di pirtûka xwe da ”Em, kurdên Qazaxistanê ne (Almatî, 2003, 556 rûpel)” çi dibêje:

”Em çi bikin? Ne axir em kesên sirgûnkirî ne. Ez bona nasnameya xwe çûme komêndatûra taybet, lê li wira ez dame ”fêmkirin”, ku destûra min tune ez ji warê jîyana xwe derkevim. Li cîyê polîsê gotin, ku mafê kesên sirgûnkirî tune nasnameyê bistînin. Xuya bû xeyala bona xwendina li zanîngehê di mejûyê min da hilweşîya… Lê dîsa jî min hewil da

Xuya bû, di xwîna min da teslîmbûn tunebû; weke ku min her dem ji diya xwe, ji birayan û xûşkan nimûneyên berxwedanê û xeyalpêkanînê distendin. Di jîyana min a paşerojê da xwesma aqilmendîya diya min a kûr roleke mezin lîst, ku bû bingehê pêşbînîya min: ”Wê her tişt baş be, tenê lazim e bawerî bi xwe bînî û herdem qîmetê xwe zanibî”. Ji hêleke din va jî ez li dibistanê di bin kontrola herdemî a birayê xwe Enwer da bûm (pişt ra ew bû Mamostayê Emekdar, Serketîyê perwerdeya gelêrî ya Qazaxistanê), yê ku ez hîn kirim bi xurtî xwe li xwendinê bigirim û ya sereke jî, taybetmendîyên min yên di xwendinê da ji bo min eşkere kir.

Lema jî ez wê demê pir ber xwe ketim, lê min hêvîya xwe ne birî û ez ne şikestim, min bi aqilê xwe û gotinên birayên xwe Sadiq, Enwer û Qadir, bi şêwr û temîyên nas û dostan dest pê kir hêvîname ji her deran ra nivîsî, heta ji ”Bavê Miletan” – Sêkrêtarê Sereke yê Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstîyêye Yekîtîya Sovyet Î.V.Stalîn ra jî. ”Rêber û Mamostayê Mezin” gelek milet deroder kirin, lê dîsa jî carina rehma dilê wî hebû. Piştî du-sê mehan, em şaş û metel man, dema komêndant gazî min kir, got:

-Te ji Stalîn ra name nivîsîye? Te agahdar dikim ku bersîva te hatîye. Mafê te heye tu xwendina xwe berdewam bikî…

Ji van gotinan weke ku perr û bask bi min ra şîn bûn, min dikir ez bifirîyama:”

-Tu nikarî li paytextên komarên Sovyetî û yê Yekîtîya Sovyet bixwînî, dikarî tenê li bajarên herêmê bixwînî.

Ango, Alma-Ata, ku min hewil dida li wir bixwînim û xeyal dikir bibim xwendkarê Înstîtûya Bizîşkîyê, para min nakeve. Û wan salan ne tenê li bajarên herêmê, herwiha li navenda herêmê tu dayîreke xwendina bilind tunebû…

Me bi tevaya malbetê va biryar kir: Înstîtûya tekane ku nêzîkî warê me li bajarê Kizil-Ordayê ye. Înstîtûya Pedagogîyê ya ser navê N.V.Gogol (niha tê binavkirinê: Zanîngeha Kizil-Ordayê ya Pedagogîyêye ser navê Korkit Ata) – ew Înstîtûya pedagogîyê ya korêyan a berê bû li Rohilata Dûr. Sala 1937an korêyî jî, ku ew jî miletekî ”bawerîpêneanînê” bû, bi destî zorê ew ji Rohilata Dûr sirgûnî Qazaxistanê kiribûn. Herwiha dayîreya xwendina bilind a wan jî anîne KSS Qazaxistanê, ew li Kizil-Ordayê bi cî kirin, navê wê ji ya Rohilata Dûr kirin ya Kizl-Ordayê û navê nivîskarê rûs lê kirin.

Ez ji kesên pêbawer pê hesiyam, ku li wê dayîreya xwendina bilind fakûlteya kîmîyayê-bîologîyê heye û carek din çûme komêndatûra taybet. Li wir ji min ra şirove kirin, ku ezmûnên qebûlkirinê di zû da xilaz bûne, lê min gerekê gelek wext berî wê daxwezname binivîsanda bona bikaribim ji warê taybet yê sirgûnkirîyan derketama, min gerekê belgeyên xwe bişanda dayîreya xwendina bilind  û ji wir kaxez banîya, ku destûrê didine min ez tevî ezmûnan bibim. Lema jî wê salê ez neketima xwendinê.

Buhara din weke ku min her tişt ber çav girtibû, hesabê xwe kiribû, lê derket ku min hêza karên byûrokrasîyê nedabû ber çavan. Min hela di meha gulanê sala 1949an belgeyên xwe ji Înstîtûyê ra şandin û di dawîyê da nivîsî: ”Ji kerema xwe ra, dema we belge sitendin, min agahdar bikin”. Ew kaxeza ji dayîreya xwendina bilind ji min ra pir pêwîst bû, ji ber ku bêy wê komêndatûra destûr nedida ez ji warê xwe derkevim. Lê gorî qanûnên wan salan kaxezên kesên dixwestin bibin xwendkar tenê di dawîya meha hezîranê da lê dinihêrîn; hema wî çaxî ji min ra agahî şandin, ku destûra min dane ez tevî ezmûnên qebûlkirinê bibim, ku 1ê tebaxê wê destpê bûna. ”Seredana” min a li komêndatûrayê dîsa ez xemgîn kirim, ji ber ku ji min ra hate gotin:

-Ji te ra lazim e destûra derketinê bistînî bona herî Kizil-Ordayê. Dema ew destûr gihîşte me, wê demê emê bihêlin tu herî.

Ez mecbûr mam çend caran herime komêndatûrayê, lê her caran jî ew destûr hela nehatibû. Meha tebaxê hat, dû ra ezmûnên qebûlkirinê li dayîreyên xwendina bilind xilaz bûn, lê dîsa jî min li derê komêndatûrayê dixist. Û tenê 22 an jî 23ê tebaxê bersîva min dan, ku destûr hatîye.

-Bo çi ewqas wext gerekê bikişanda? Ne axir ezmûn 1ê tebaxê destpê bûbûn û di 20ê tebaxê da xilaz bûbûn,- min ji komêndant pirsî.

-Ez ji ku zanim,- ewî milê xwe hejand.- Em pirsyarkirinê ji navçeyê ra dişînin, navçe dişîne herêmê, herêm dişîne Alma-Atayê, Alma-Ata jî dişîne Moskvayê. Paşê bi eynî rê vedigere cem me. Û, xuya ye ji bo wê em du mehan li bendê man.

Min destûr sitend û ne ku hîseke şabûnê, lê ya mixabinîyê û xeydê li min peyda bû. Niha ev kaxez ji bo çi lazimî min e, ezê vê kaxezê çi bikim? Bê hemdî min hêsirên min hatin, ji ber ku ez hela zaro bûm. Ez hatim mal, min her tişt behs kir. Birayên min Sadiq, Enwer û Qadir guh dane min û gotin:

-Bi fikira me, tu gerekê herî. Eger hilnedine Înstîtûyê jî, qe na tuyê bajar bibînî…

Enwerê birê min serê min da ber dilê xwe, bona ez rehet bim, bi gotinên ji dil dua li min kir, ku min di paşdemê da ew gotin gelek caran bîr dianî: ”Ber xwe nekeve, Nadir can, tuyê hela bibînî, wê çawa navê gelê meyî bêguneh û helal li me vegere. Û ew roj wê bona me jî bê, ku emê bikaribin li paytextan hîn bin, di ku da bixwezin, herine wir. Xwe amade bike”.

Ez hey bi transporta tesedûf, hey peya çûm, gihîştim Cembûlê, li wir ez êvarê li trênê siwar bûm û berbangê, 26ê tebaxê gihîştime Kizil-Ordayê, yekser çûme Înstîtûyê. Sêkrêtarê cabdar yê komîsyona qebûlkirinê li min nihêrî û got:

-Gelo hişê te li serê te ye? Ezmûnên qebûlbûnê di zû da xilaz bûne, kê ew dan, hate qebûlkirin. Yên ku neketine Înstîtûyê, vegerîyan, çûn malên xwe, mamosta jî çûne tehtîlê. Tu bo çi dereng mayî?

Min cesaret ne kir rastîyê bêjim, ku mafê kesên sirgûnkirî tune bêy destûradayîna taybet ji gundê xwe derkevin, lema jî min bersîveke ne zelal dayê:

-Wisa qeimî.

-Îcar “wisa qewimî”! – sêkrêtar di ber xwe da kenîya.- Wê demê here ji xwe ra bigere. Eger te xwest, saleke din were…

Min bi dijwarî biryara xwe da û ez ketime cem dêkan, lê ez ji odeya wî diha xeyalşikestî derketim. Hêvîyên min hilweşîyan, lê dîsa jî ez fikirîm: çi dibe, bila bibe, ezê herim cem serekê herî mezin, cem rêktorê Înstîtûyê. Lê ew ne di odeya xwe da bû, ew jî çûbû tehtîlê, û ez çûm cem prorêktorê alîyê pirsên xwendinê da, kesekî korêyî bi navê Lî. A.G., mêrekî navsere, lê êdî porê wî sipî bûbûn û min bi dilekî paqij her tişt jê ra got. Min bi xwe nizanibû, ku korêyî jî mînanî kurdan hatibûne sirgûnkirinê.

Wî bi balkêşî guhdarîya min kir û got:

-Madem wisan e, ez destûrê didime te ezmûnên qebûlkirinê bidî. Lê hemû mamosta di tehtîlê da nin, tu gerekê lez bixî, wana bibînî. Pêşî here cem mamostayên ku ezmûna kîmîyayê hildidin, dû ra cem yên fîzîkayê û pişt ra yên din.

Ewî li ser kaxez navnîşanên wan nivîsîn, û ez li dû wan gerîyam, min ji wan ra digot, ku filan sietê prorêktor gazî we dike. Wana bi metelmayî dipirsîn: ”Gelo çi qewimîye?”, lê dihatin û guh didane daxweza wî:

-Ji kerema xwe, ji vî xortî ezmûnan hildin…

Û min bi wî awahî her çar ezmûnên xwe bi qîmetê ”çar” da û 29ê tebaxê ez qeyd kirim wek xwendkarê kûrsa 1ê ya Înstîtûyê. Ezê çawa rola wî kesî di qedera xwe da qîmet bikim, yê ku dijwarîyên min fêm kir, derî li ber min neda girtin, lê vekir? Hilbet, gorî qanûnê, emelê prorêktor neqanûnî bû, ji ber ku ezmûn xilaz bûbûn. Ewî dikaribû xatirê xwe ji min bixwesta, lê cesaret kir, ew jî di wan demên dijwar, demên Stalînîyê. Lê wek ku hurumê (yûnan) aqilbend Menander gotîye ”dilovanîya kesê ser heqîyê dikare dewsa qanûnan bigire”. A.G.Lî wek meriv berê xwe da min, lê ne wek karmend.

Ez ewqas ruhdar bûbûm, ku min şev helbestek bi zimanê qazaxî nivîsî, ku li wir min bextewarîya xwe dîyar kir, lê berbangê min ew bir rojnameya herêmê ”Lênîn joli” (”Riya Lênîn”). Û ez gelek ecêbmayî mam û min zewqeke bêhempa hîs kir, ku ew 1ê îlonê sala 1949an hate çapkirin.

Îzbatîyên balkêş ji jînenîgarîya Nadirê Kerem: kesê pêşin ku guh da helbestvanê xort xwendkarê fakûlteya fîlologîyê, sedirê Şêwra helbestvanên genc Nasreddîn Sêralîyêv bû, ku di paşdemê da bû nivîskarekî binavûdeng. Û wî bi xwe Nadir anî nava komika edebîyetê, ku li wir klasîkê edebîyeta qazaxî Askar Tokmagambêkov alîkarîya wî kir, rê nîşanî wî da. Li Înstîtûyê mamostayê zimanê qazaxî yek ji bingehdarên Akadêmîya Zanyarî ya KSS Qazaxistanê, akadêmîkê ji sala 1946an Smêt Kênêsbayêv bû, ku hatibû Kizil-Ordayê mamostatî dikir. Pişt ra, dû gelek salan ra, ewana – kubarîya zimanzanîya Qazaxistanê akadêmîk S.K.Kênêsbayêv û kubarîya zanyarîya neftkîmîyayê akadêmîk N.K. Nadirov – bûne endamên Sedirtîya Akadêmîya Zanyarî, malên wan jî cînarên hev bûn hejmar 158/160 li ser kolana D.A. Kûnayêv. Sala 1977an ferhenaga navdar ”Ferhenga frazeologî ya zimanê qazaxî” («Қазақ тілінің фразеологиялық сөздігі») ya akadêmîk S.K. Kênêsbayêv derket, û dû salekê ra ew berhema bingehîn ya zimanzanîyê layîqî Xelata Dewletê ya KSS Qazaxistanê bû. Xudanê wê ew berhema xwe bi nivîseke dilgerm dîyarî mêrxasê pirtûka me kir: (FOTO – faksîmîlêya ji pirtûka ”Ferqa di nav demê da” – rûpelê 545an).

Lê di hebûna mamostayên ha da jî, qederê mêrxasê pirtûka me bire tam alîyekî din. Êdî di kûrsa sisîyan da Nadir dawî ji karê xwe yê ”helbestvanîyê” anî û tevaya guhdarîya xwe danî li ser bi kûrayî hînbûna kîmîyayê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev