Heyîn di Felsefeya George Berkeley de

Heyîn di Felsefeya George Berkeley de

Ali Gurdilî 

Li gorî bîr û baweriya George Berkeleyê (1685-1753) metran ku mirovekî îngilîz e, heyîn têgihîştin (bîrbirin, serwextbûn) e û li derveyê têgihîştin e û ramanên me jî, made tune.

Berkeley di pirtûka xwe ya bi navê ‘Treatise on the Princivles of Human Knowledge’ (Lêkolîna Li Ser Hêmanên Zanayiya Mirovî 1970) de li ser vê babetê wiha dibeje: ‘Hemû kes dizanin ku pêşnûma, beyî zêhma mirovî tune nin û nikarin hebin jî. Herweha hinek tiştên ku em bi wan dihesin hebin jî, em dîsa dizanin ku ew li derveyê zêhna me nikarin hebin.’

Heke em baş bi gotina ‘hebûnê’ bizanibin, wê demê em ê çêtir têbigihêjine gotinên wî: Dema ku ez dibêjim ‘ev maseya ku ez li ser dinivîsînim’, di vê gotinê de armanca min ew e ku ez dixwazim bibêjim ku ez çav bi masê dikevim û destê xwe lê didim. Wekî vê yekê bêhnek hebû, jixwe ez bi bêhnê têgihîştimê; dengek hebû, ez bi deng têgihîştimê.

Eşkere ye: ya ku di vir de heye, a ku hatiye têgihîştin e. George Berkeleyî bi vê angaşta xwe, li hemberê madeperestiyê (materyalîzmê) têkoşiyaye. Berkeley ji xala ku dibêje: ‘nesneyên fizikî pêşnûma (tesewir) ne.’ dest pê dike û dibêje ‘pêşnûma jî bi têgihîştinê dikarin hebin û ji ber vê yekê jî, nesneyên fizikî; ji bilî têgihîştinê ne ti tişt in.’

Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê ‘Three Dialoques Between Hylas and Philonous – Sê Gotubêjên di navbera Hylas û Philonousî de’ de jî, vê ramana xwe berfirehtir dike. Di vê pirtûka xwe de jî dibêje ku ‘gerdûna ku em têgihêjinê, ew gerdûn e ku em bi sehekên xwe têdigihêjinê. Herweha, ji bilî sehek û pêşnûmeyan, ti tişt nikare were têgihîştin û ti pêşnûma, ji bilî zêhna me; li ti dereka din nikare hebe jî.’

Ji malpera Felsefevan

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev