Dengê zengilê şer tê…

Dengê zengilê şer tê…

Îbrahîm Osman

Di derbarê çarenûsa gelê kurd de, bî qasi nankorî û bê edaletiya evdên Xwedê, edaleta Xwedê jî hukmê xwe ji zû ve wenda kiriye, edaleta wî jî êdî li Kurdistanê bê hukum e. Li hemberî daxwaziya gelê kurd a ji bo serxwebûnê, giştiya destûr û qanûnên mafên mirovan ên gerdûnî têne binpêkirin. Çav kor dibin, ziman lal dibin, bext baz dide ji meydanê. Binêrin; Tac û text û dewlet çawa ji her kes, milet û komikan re bûne edet û marîfet, ji miletê kurd re bûne qebhet.

Îro li dinyayê eşîr û qebîle jî bûne xwedî dewlet, lê 40-50 milyon kurdên ku welatê wan ji hêla çar guran ve bi çar perçeyan hatiye parçekirin, tu heqê wan nîne ku bi îradeya xwe biryara dehatûya xwe bidin! Ên ku xwe pirr zêde nêzîkî Xwedê û pêxenberan dibînin, û ên ku bi şev û ro behsa demokrasiyê, mafê mirovan ê gerdûnî dikin, hûmanîstiya xwe wekî benîşt dicûn. Qaşo rêzê ji vîn, biryar û çarenivîsa gelan a hur û azad digrin. Lê binêrin bê çi gava mijar dibe Kurd û Kurdistan, a wê gavê rewş bi temamî diguhere. Hingê milyaketên li erdê, cilên zebaniyan li xwe dikin. Li hemberî xwestekên gelê kurd dibin ceberût û Neronên dema me. Dengê wawîk, gornepaş û kûçikên qidûsî bi ewte ewt û zûke zûk weha têkil hev dibe. “Bila Kurd referandûmê çênekin. Îradeya xwe beyan nekin. Gereke kurd nebin dewlet.” Tev bi hev re dibêjin. “Eger kurd bibin xwedî dewlet, erdhejê çêbibe, qiyametê rabe, wê kevir li ser kevir nemîne. Wê tewazina herêmê xerab bibe, bi vê re dê tewazina dinyayê jî têk biçe û xerab bibe.”

Ji kurdan re dibêjin, “ji bo azadiya xwe şer nekin, doza maf û demokrasîyê nekin. Bi qedera xwe razî bin, pirr neaxifin. Referandûmê çênekin. Uhw.” Lê bi rastî, ji xwe bi parçekirin û dagirkirina Kurdistanê re, tewazina herêmê û dinyayê bi yekcarî xerab bûbû. Ma ji vê û bi şûnde wê hîn çi bibe?

Di sedsala bîst û yekê de, 50 milyon kurd hê bê dewlet in, bê statû ne, welatê wan parçekirî û wêran e. Tu mafê wan ê serbest bijîn nîne, nahêlin hestiyê mirîyên wan jî di bin axê de di nava aramiyê de bimînin. Ma rewşeke ji vê kambaxtir heye gelo? Madem bindestî û bê dewletiya kurdan ji bo wan hizûr e, hûnê êdî wê hizûrê nebînin, tirk, treb û farisno. Dem hatiye ku Kurd wê we ji welatê xwe biqewitîne. Ew dem, hema îro ye. Eger bi serxwebûn, azadî û dewletbûna kurdan re dê qiyamet rabe, erdhejê çêbibe û tewazina dinyayê wê xerab bibe, de hema bila aniha xerab bibe, wêran bibe. Bila îro be, ne sibê. Bila qeda li wê herêm û dinyayê bikeve ku dê bi dewletbûna kurdan re tewazina xwe xerab bike. Ji ber sedema çêkirina referandûma Başûrê Kurdistanê li 25 ê vê mehê, hemû xêrnexwaz rabûne ser tapanê, kêrên xwe disûn, zendê xwe vedimalin û gefan dixwin.

Bi kurtayî, dengê zengilê şer tê. Ji wê bonê jî, gereke gelê Kurd bi giştî ji bo şerekî mezin amade be. Riya amadebûnê ne bi zirt û forta ye. Tifaq ê. Eger hevkarîya hêzên kurd li herçar perçeyan, bi kongreya netewî were tacîdarkirin bersiva herî rast e. Bese, şert û şirûta nedin pêş hev. Bi peyva “Feqet” û ” Balam” dest pê nekin. Ew qas dijmin hene, hûn jî nebin dijminê hevdû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev