Henek û pêkenok

Henek û pêkenok

Xwendevana malpera me pêşnîyar kir ku wê bo me henekên kurdî amade bike, herwiha ji zimanên din jî wergerîne. Me pêşnîyara wê bi dilgermî qebûl kir û em cara duduyan çend henekên wê amadekirî li jêr diweşînin.

BEXTÊ MİN REŞ E

Amadekar: Yasemîn ELBAN

Mêrikekî newêrek û tirsok û di heman demê de pir xemgîn, li meyxanyê rûniştibû, bi medeke tirş li meya di qedeha xwe de dinêriya, lê çidikir destê wî nediçûyê ku qedehê bibe deve xwe û vexwe. Hêj ew di wê tewtewînê de bû, babegîtekî çavsor dikeve hûndirê meyxaneyê, bê deng û bê pirs dehvekî li mêrikê dixe, qadeha li ber wî hildide û yek carê vedixwe û xelas dike. Piştê ku xelas dike bi pişta destê xwe devê xwe paqij dike, li mêrikê vedigere û dibêje:

-Xêr e, keştiyên te noq bûne, bo çi te evqasê mirozê xwe aliqandiye?

Mêrik dibê:

-Bextê min reş e! Ez mirovekî pir bêsiûd û bêşans im.

Babegit dibê:

-Çima?

Mêrik serê xwe li ba dike û dibêje:

-Vê sibehê, min û jina xwe şer kir, wê ez ji mal avêtim, bi wê hêrsê ve ez çûme karê xwe, lê ji ber ku ez dereng mam, patronê min ê ku tim li hêncetan digeriya, ez ji kar avêtim. Gava ez ji cihê karê xwe derketim. Min got: “Ez biçime mal, dibe ku ez û jina xwe disa li hev bên.” Min berê xwe da mal, di rê de erebeyek li min xist û milê min şal kir. Gava ez gihêştim mal, min dît ku jina min û mêrekî di nav nivînên min de ne. Min biryar da ku ez xwe bikujim. Min çek anî berda xwe lê çek neteqya. Min kapek dît ku ez xwe bialiqînim, kap qetya. Min kir ku ez bi gaza sirûştî xwe bikijim, lê ji ber ku min bihayê wê nedabû hatibû birîtin. Ez çûme dermanfirûşê, min dermanê mişkujan sitand û anî berda nav vê qedehê, ew ê jî te vexwar!

 

DIZ

Dizekî dike ku malekê bişelîne. Lê nikare karê xwe pêk bîne û dikeve destê polîs. Du- sê roj şûnde wî derdixine pêş dadger. Dadger dibê:

-Tu çûyî mala vê jinê?

Mêrîk bi dengekî ji xwe bawer, dibê:

-Raste begê min, ez ew şev pir serxweş bûm, min got qey ew mal, mala min e.

Dadger dibê:

-Baş e nexwe, gava te jinikê dît, tu çima revî yî?

Mêrîk qet li xwe danane û dibê:

-Begê min, min got qey ew jin jî jina min e.

 

DIVÊ ZAROK LI BA BAVÊ XWE BIMÎNE

Di doza veqetandinê de jinik ji dadger re dibêje:

-Dadgerê me yê birêz, ez dixwezim zaroka min li ba min bimîne, min ew neh sal di zikê xwe de hewandiye.

Dadger piştê gotina jinikê dawî dibe, li mêrê jinêkê vediger û dibê:

-Te gotinên jina xwe bihîst. Li hemberê van gotinan, gotinekê te heye?

Mêrik dibê:

-Helbete heye!

Û gotina xwe weha berdewam dike:

-Dadgerê min ê birêz, niha saw bike ku dilê te qutiyekê kolaya sar dixweze. Tu pere diavêjî nav makineyê û kola tê. Vêga ew kola yê te ye an a makîneyê ye?

Hakim bê sekin li sekreterê xwe vedigere û dibêje:

-Binîvîse keça min zarok ê li ba bavê xwe bimîne.

 

NERAZÎBÛNA MÊRAN

Li welatekê ji bo ku mêr biçin ji xwe re jinekê bijêrin û bi pê re bizewicin mexazeyek vebûye. Mexaze pênç qat e û li her qatê jor ve, taybetmendiyên jinan mezintir û bilindtir dibe. Lê, li gor rê û rêbazên mexazeyê, kîjan mêr biçe deriyê wê qatê û bikeve hûndirê wê qatê, êdî mafê wî xelas dibe ku cardin vegere bê qatên li jêr.

Rojekê komekê mêrên hevalbend ji bo ku ji xwe re jinekê bijêrin têne mexazeyê û hildikêşine qatên jor.

Li ser deriyê qata yekan weha dinivîse:

“Jinên vê qatê, tev xwedî kar û pîşe ne û ji zarokan jî pir hez dikin.”

Mêr , nivîsê dixwînin û dibêjin:

-Eh! Ev ne xerab in, lê em biçin li qatên jor jî binêrin.

Li ser deriyê qata duduyan weha dinivîse:

“Jinên vê qatê, tev xwedî pîşe ûxwedî karekî baş in, ji zarokan pir hez dikin û pir bedew in.”

-Mêr dibêjin:

-Himmmm ev gelekî baş in, lê em li qatên jortir jî binêrin ka jinên wê derê çawa ne.

Li ser deriyê qata sisyan weha dinivîse:

“Jinên vê qatê tev xwedî kar û xwedî pîşeyekî baş in, ji zarokan pir hez dikin, pir bedew in û ew qet alîkarî naxwazin.”

Mêr dibêjin:

-Ooo Wele Xwedê da me! Lê em binêrin li qatên jortir çi hene.

Li ser deriyê qata çaran weha dinivîse:

“Jinên vê qatê tev xwedî kar û xwedî pîşeyekî baş in, ji zarokan pir hez dikin, pir xweşik û bedew in, ji bo karên malê jî qet alîkarî naxwazin û pir dilniwaz in. ”

Mêr pir ecêpmayî dimînin û dibêjin:

-Waw! Kuro, ev fewqulade ne! Lewo ka êca bifikin li qata jortir çi li benda me ne!

Û derdikevine qata pêncan.

Li ser deriyê qata pêncan jî weha dinivîse:

“Ev qat vala ye û tenê ji bo ku mêr bi tu ewayê xweşhal û razî nabin hatiye çesbandin û ji bo vê qasê jî hatiye danîn. Ji kerem xwe li milê çepî ve derkevine derve!”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev