Dimdim -1

Dimdim -1

 Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 108an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê destana “Dimdim” bi 4 beşan va raberî we bikin. Îro beşa 1ê ye.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 108

 

Xurmîn e, xweş xurmîn e,

Mesela xanê Çengzêrîn e,

Eva rast e, derew nîne.

Xanek habû ji Muxurîya,

Çol û bestan digerîya,

Li cî-waran ne hêwirîya.

Xan rabû li Kurdistanê,

Çû ba şahê Îranê,

Bibe xweyê mal û xan e.

Xan êtîm e ne nas e,

Çû ba şah Abas e,

Xwest kêr û almas e.

Xan êtîm e derodero,

Çû ba şahê ecemo,

Jê xwest kêr û kembero.

şah got: “Xanê kurd e derodero,

Îro ewî ji me ra xulam o,

Bidine wî kêr û kembero”.

Ew sibe bû, hêjka zû bû,

Xan qonaxa şah va çûbû,

Revoyê hespan jê xwestibû.

şah revoyê hespa xwe ajotibû,

Çayîr û çîmanan çêrandibû,

Kenarê çeman çêrandibû,

Kenarê behran çêrandibû.

 

Li wan cîyên ku xan hesp diçêrandin, gelek kanî hebûn. Li cîyan mêşe bû, li cîyan jî newal û nihêl bûn. Li cîkî ser pala çîyê kevirekî biçûk hebû. Di bin wî kevirî da xezina zêran hebû. Xan eva zanibû. Ewî herdem hesp dajotin vî cîyî û ew li vira diçêrandin. Carekê ew hespa xwe dajo tîne vira û dibîne, ku şivanek nêzîkî avê pezê xwe diçêrîne. Ewî got: “Ezê herim cem şivan û nanê xwe pê şîr bixum”. Ew hat ba şivan, nihêrî û dît wê şivan di bin sîya kulavê ketîye xewa kûr, pez jî li dora wî diçêre; şîrê dotî di kasê da li kêleka wî ye, bilûr jî danîye ser kasa şîr. Xan fikirî, got: “Ez wî hişyar nakim, bira ji xwe ra di xewa şîrin da razê, gune ye, westîyaye. Çaxê ku ew ji xewê rabe, emê hevdu silav bikin, paşê emê tev hev bixun û bibin hevalên hev”. Nihêrî, tiştekî ecêb dît: ji bêvila şivan mêşek firî, li dora kasê gerîya, kire vingeving, çû kete bilûra ser kasa şîr, her heft qulên bilûrê ra derbaz bû, paşê derket, firî û çû cem kevirê li pala çiyê. Li dora kevir gerîya. Li orta kêvir qelîştekek hebû. Ew mêş çû, kete wê qelîştekê, paşê jê derket, firî û dîsa çû kete bilûrê, ji her heft qulên bilûrê ra derbaz bû, dîsa jê derket û firî, çû kete bêvila şivan, qedera nîv sehetê tê da ma û derket. Şivan veciniqî, serê xwe bilind kir û hişyar bû. Ewî çavên xwe vekir û dît ku revoçîyek li rex wî rûniştîye. Ewî got: “Êh, min çi xewneke xweş dît! Min dît ez çûbûm ser Behra Sipî, ez di nav kevir û zinaran ra çûm, min di bin wan da bêhesab zêr û cewahir dîtin. Ez pira heft qulî ra derbaz bûm”.

Xan got: “Ew xewa çolê ye, ew ne rast e, ku şah derheqa vê yekê da pê bihese, ewê te bikuje; dengê xwe meke, ji kesekî ra mebêje. Kê Behra Sipî dîtîye… Kê pira heft çavî dîtîye… Xeberên wisa nakevin serê tu kesî. Terka wan gilîyan bide. Tu kes xewnên ha nabîne. Xewnên çolan, nêta dilan. Were em nanê xwe yê tisî bi şîrê xamberdîran bixun. Ji vê yekê kara me wê hebe. Xewn karê nadin, ew her xeman dikin dilê merîyan”.

Ew li rex hev rûniştin, terka xeberdana xewnê dan, nan ji hevanên xwe derxistin û mîna şêran rahiştine xwerinê. Nan û şîrê xwe têr xwerin. Şivan rabû, kulavê xwe ser xwe da wer kir û pezê xwe ajot. Çaxê xan xatirê xwe ji şivan xwest, ewî jê ra got: “Xewna xwe ji kesekî ra gilî neke; şah pê bihese, wê te bikuje”.

Xan hat cem revokê xwe. Wext îda êvar bû. Tarî ketibû ser deşt û banîyan. Xan revokê xwe ber bi malê ajot. Di rê da cerdeke mezin ser wî da girt, ku hespan jê bistînin û ji xwe ra bajon. Xan ji wan ra şer kir. Bi derbekê ewî siyarek kuşt, sîliha wî hilda, li hespê wî siyar bû, pêncî mêr ji cerdê kuştin, pêncî hesp ji wan sitendin; di nav şêr da milekî xan hatibû seqetkirinê. Xan ev hesp û talan anî cem şah û ew li hewşê hîştin, bi xwe çû koçk û sera şah.

Şah pirsî:

-Xano, çi qewimîye?

 

Xan cab da:

“Ew êvar bû, hêjka dereng bû,

Cerdek giran derketibû,

Revoyê hespê şah xistibû.

Xan dû cerdê ketibû,

Rê li cerdê birî bû,

Siyarek ji cerdê kuştibû;

Çekê siyarî hilgirtibû,

Hespê siyarî siyar bûbû,

şerekî giran kiribû.

Pêncî mêrên cerdê kuştibû,

Pêncî extirme înandibû,

Revoyê hespê şah zivirandibû,

Milekî xan jî firî bû”..

 

Şah Abas:

“Kuro, zû bikin, bilezînin,

Qursê zêran ji malan bînin,

Nava êlan bigerînin,

Hostekara bigirin, bînin,

Zêr di leganan da bihelînin,

Milê xanî bicebirînin”.

 

Wana kiribû, lezandibû,

Qursê zêran ji malan înandibûn,

Nav leganan da helandibûn,

Milê zêrîn xan ra kişandibûn.

 

Ji xan ra destekî zêrîn çê kirin. Şah dibîne, ku xan merîkî mêrxas î xurt e. Ewî îda nehişt xan revoyê hespan biçêrîne. Ewî gote wî: “Were rûnê, ez û tu bibin birayên hev, ezê serwêrîyê bikim, lê tu ji xwe ra bijî û kêf bike”.

Deh roj çûn. Xan carekê sibê zû rabû û qesta mala şah kir.

 

Ew sibe bû, hêjka zû bû,

Xan ber bi qonaxa xwe çûbû.

şah got: “Xano, te merem çi ye?”.

 

Xan:

“Serê şahî, bavê şahî,

Ez naçim qonaxa şahî;

şah layîq e navê şahî,

Xanê şah layîq e malavahî;

Bide min erd qedera çermê gahî,

Tê da cî bin gund û mal avahî”.

 

Şah nêt û meremê xan nizanibû. Xan ji xwe ra kiribû merem, ku bibe xudanê gundan, kanîyan, çem û mêrgan, çiyayên mezin, deştên fire, ku li wan deran xelq bi cî bibe.

şah xeyîdî û got: “Tu çi dixwezî?”.

Xan cab da: “Tu ewqas cî bide min, ku tê da çermê ga bi cî bibe; ezê ji xwe ra li ser mal û avahî çê bikim”.

 

Şah got:

“Lo lo xano, tu vê neke,

Avahîyan boy xwe çê meke,

Bêaqilîya xwe nîşan meke.

şuxulê te bi gayê gayî nîne,

Serê me neêşîne,

Çî ji te ra ne xan-avahî,

şuxulê te pê, ne çê ye,

Van gilîyan biterikîne”.

 

Xan got:

“Serê şahî, bavê şahî,

Ez naçim qonaxa şahî,

Heta nestînim erd qedera çermê gayî;

Ji xwe ra çê kim malavahî”.

 

Şah got:

“Here, min da te erd qedera çermê gahî.

Xan, avahîyan ji xwe ra çêke,

Lê ez ditirsim ku tu nebî sazkerê malê”.

 

Xanê me bi fend bû,

Hemû şuxul ewî zanibû;

Çermê gayê reşî situru

Ewî bire malê.

Heft rojan di avê da dihelîne,

Paşê ji avê dertîne.

Zolê hûr-hûr dibirîne,

Ewî zolê xwê birin,

Dora çiya bend kirin,

Di erdê da sing kuta.

Serekî zolê pê va girêda,

Serê dinê li dora deşt û banîyan berda.

Carekê sibê zû xan rabû,

Merema qonaxa şah bû.

şah got: “Lo lo xano, te miraz çi ye?”.

 

Xan:

“Serê xanî, bavê şahî,

Xanê te erd pîvahî,

Kivş kir cîyê malavahî;

Hatime ji te pale bixwezim.

Sêsed palan bide min,

Sê xanîyan bo xwe çêkim”.

 

Şah got:

“Lo lo xano, çî ji te ra ne sêsed pale?

Qet tu malan tu çêneke,

Tu serêşîya ji me ra meke”.

 

Xan:

“Serê şahî, bavê şahî,

Ez naçim qonaxa şahî,

Heta nedî sêsed palan,

Ezê çêkim malavahî,

Ku mehkem be dîwana şahî.

Zor û bilindtir be ji dîwana her şahî”.

 

Şah got:

“Kuro, zû bikin, bilezînin,

Sêsed palan bicivînin,

Xanê kurdan ra dara bînin”.

Ewana çûbûn, lezandibûn,

Sêsed pale, hoste civandibûn,

Xanê kurdan ra gîhandibûn.

Xanê kurdan çi cindî bû,

Pêşîya palê xwe ketibû,

Ser kela Dimdim peya kiribû.

Hîmê kelê bi hîm kirin,

Bin kelê ra karêz birin,

Serê kanîyê li çîyê dîtin,

Av zerincan da der kirin,

Heft meh temam bûn,

Avakirina kelê temam kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev